Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

1924—Sed Sal Pêşda

1924—Sed Sal Pêşda

BIYÛLÊTÊNÊDA a ya meha Çileyê, sala 1924-da, usa hatibû gotinê: “Destpêka salê bona her şagirtê Îsaye nixumandî wextekî baş e, . . . wekî mecala bigere ku xizmetiya xwe zêde ke”. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ev şîret bi du cûra anîne sêrî. Wê salê wana mizgînî him bi mêtodên teze, him jî bi mêrxasî bela dikirin!

AVAKIRINA RADÎO-STANSYAYÊ

Birên Beytelêda destpêkirin avakirina radîo-stansyayê bi navê WBBR, Stêîtên Aîlêndêda (Niyû York), ya ku weke salek zêdetir kişand. Gava wana ciyê avakirinê hazir kir, wana maleke bona xebatçiya jî ava kir û avayîke din jî bona xweykirina haceta. Paşî xilazkirina van şixula, bira hacetên radîoyê hazir kirin, seva ku destpêkin bidine xebatê. Lê çend tişt riya wan digirtin.

Birara çetin bû antêna mezin daynin. Dirêjaya antênê 91 mêtr bû, û ew gerekê orta du stûnên darda bihata dardakirinê, bilindaya kîjana 61 mêtr bû. Cara pêşin ew yek nehate standinê. Lê paşê, wana xwe sparte Yehowa û cem wan hate standinê. Birê me Kalvîn Prosêr, yê ku vê proêktêda kar dikir, got: “Hergê me derbêra bikaribûya wî şixulî bikira, meyê pesinê xwe bida û bigota: ‘Binihêrin, me şixulekî çiqas baş kir!’” Lê niha, bira bona vê pêşdaçûyînê pesinê Yehowa dan. Lê belê, ewana rastî problêmên din jî hatin.

Danîna yek ji stûna bona antêna radîoyê

Têxnolojiya radîoyê hê ne haqas belabûyî bû, lema birara hêsa nîbû, ku xwera hacetên profêsyonalî bikirin. Wana haceteke xebitandî xwera kirî, qewata kîjanî 500-watt bû. Dewsa ku mîkrofoneke mexsûs bikirin, wana mîkrofona têlê dane xebatê. Êvarekê meha Sibatê, wana safî kir van hemû haceta bicêribînin. Wana nizanibû ku çi program pê radîoyê derxin, lema jî ewana tevayî ber mîkrofonê sekinîn û hine kilamên bona pesindayîna Yehowa stiran. Birê me Êrnêst Low bi beşera xweş anî bîra xwe, ku gava wana kilam digot, Rûtêrfordê Hakim b wanra têlê xist. Rûtêrford pê radîoya xwe, dengê wan ji Brûklînê bihîst, ku weke 25 kîlomêtr dûrî wêderê bû.

Ewî got: “Vî dengê xirab bibirin! Dengê we usa ye tê bêjî çend pişîk tevayî diqîrin!” Bira şerm kirin û derbêra program vêsandin. Dîsa jî ewana şa bûn, ku radîo dixebitî û îda hazir bûn programa xweye pêşin pê radîoyê derxin.

Sala 1924, 24 Sibatê birê Rûtêrford bernama pêşinda got, ku ev radîo-stansya wê “bona şixulê Padşatiya Îsa Mesîh” bê xebitandinê. Ewî zelal kir, ku nêta vê radîo-stansyayê ew e, wekî “nîşanî hemû meriva bike ku li gora Kitêba Pîroz zemanên me çi tê hesabê”.

Aliyê çepê: Birê Rûtêrford stûdya pêşinda

Aliyê rastê: Têknîka bona xebitandina radîoyê

Bernama pêşin gelek rind derbaz bû. Paşî vê yekê, WBBR 33 sala ça radîo-stansyaye teşkîleta me dihate xebitandinê.

SÛCDARKIRINA KEŞÎŞÊN DÊRÊ

Meha Tîrmehê, sala 1924, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bona civata mezine sêrojî Kolûmbûsêda (Ohayo) li hev top bûn. Ji temamiya dinyayê mêvan hatin ser vê civata mezin, wekî guh bidin gotarên ser zimanê Almanî, Erebî, Fransî, Înglîzî, Îtalî, Yûnanî, Hûngarî, Lîtvanî, Polonî, Ûrisî, Ûkraînî û zimanên Skandînavî. Hine parên bernama civata mezin pê radîoyê dibihîstin, û bira ji rojnemevanên vê jûrnalê Ohayo Stêyt xwestin, wekî ewana rêporta derheqa bernama vê civata mezin her roj binivîsin.

Kolûmbûs (Ohayo): Civata mezine sêrojî, ya sala 1924

Roja Pêşemê, 24 Tîrmehê, 5 000 zêdetir xûşk-bira çûne xizmetiyê. Wana weke 30 000 kitêb bela kir û bi hezara hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkirin. Jûrnala Birca Qerewiliyêda derheqa vê rojê hate gotinê, ku ev “pareke here xweş bû, ya vê civata mezin”.

Roja Îniyê, 25 Tîrmehê, birê Rûtêrford ser vê civata mezin dokûmênteke miqabilî keşîşên dêrê xwend. Ewî got, wekî serwêrên polîtîkî, rêlîgî û tucaretiyê, “riya meriva digirin, ku ewana derheqa Padşatiya Xwedê pênehesin, bi saya çi jî Xwedê wê temamiya însanetê kerem ke”. Ewî usa jî got, wekî ew meriv nerast bûn, çimkî piştgiriya Lîga Mileta dikirin û digotin wekî ew e cûrê serwêrtiya Xwedê. Lêkolînkarên Kitêba Pîrozra bi rastî jî mêrxasîke mezin lazim bû, wekî vê înformasiyayê bela kin.

Jûrnala Birca Qerewiliyê derheqa hukumkirina vê civata mezin usa got: “Ev ordiya biçûk ya Xudayê me, kîjan ku ser civata mezine li Kolûmbûsê tevayî top bibûn, bi baweriya diha qewî ji wêderê derketin. . . . Tu qewat û tu tîrên agirî yên dijmina, nikaribû wana bidana sekinandinê”. Birê me Lêo Klaûs, yê ku çûbû ser vê civata mezin, usa got: “Gava em ji civata mezin derketin, em hazir bûn vê elametiyê nav merivada bela kin”.

Belavokek miqabilî serwêrên dêra

Meha Cotmehê, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz destpêkirin vê belavokê bela kin (Ecclesiastics Indicted). Vê belavokêda elametiya birê Rûtêrford hate neşirkirinê, û bi mîlyona kopiyên vê belavokê hatine belakirinê. Rojekê, birê Frank Conson bajarekî biçûkda, bi navê Klîvlênd (Oklahoma), destpêkir vê belavokê bela ke. Gava ewî şixulê xwe xilaz kir, hê 20 deqên wî hebûn, heta ku mizgînvanên din bihatana û wî tevî xwe bivirana. Lê ewî nikaribû derva hîviya wan bisekine, çimkî hine bineliyên bajêr ji bo xizmeta wî hêrs ketibûn û wî digeriyan. Lema jî birê Frank kete dêrekê, ku xwe veşêre. Dêrêda tu kes tune bû, lema ewî belavok danîn ser hemû ciyên rûniştinê û yek jî kire orta Kitêba Pîroz, ku ya keşîş bû. Paşê ew ji dêrê zû derket. Hê wedê wî hebû, lema ew kete du dêrên din jî û wêderê jî usa kir.

Paşê Frank leze-lez çû wî cîyî, kîderê gerekê rastî bira bihata. Ewî xwe ciyê dagirtina pêtrolê veşart û dinihêrî hela ew mêrên ku wî digerin, ku ne. Ev mêr bi ereba ber wîra derbaz bûn, lê wana ew nedît. Çaxê ewana çûn, mizgînvanên din, yên ku nêzîkî wî cîyî xizmet dikirin, hatin û ew birin.

Birakî got: “Gava em ji bajêr derdiketin, em ber sê dêrara derbaz bûn. Ber her dêrekê weke 50 meriv sekinîbûn. Hine kesa belavok dixwendin, hineka jî ew belavok girtibûn, wekî keşîş belavokê bivîne. Bi rastî em ancax reviyan. Lê me razîbûna xwe Yehowara da kifşê bona wê yekê, ku ewî em parastin û alî me kir, ku em ji dijminên Padşatiyê serwaxttir bin”.

MIZGÎNÎ HEMÛ DERA BI MÊRXASÎ TÊ BELAKIRINÊ

Cozêf Krêt

Welatên dinda jî, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz mizgînî bi mêrxasî bela dikirin. Li bakura Fransayê, birê me Cozêf Krêt mizgîniya Padşatiya Xwedê nava koçberên Polonî bela dikir, yên ku medenada (şaxtada) dixebitîn. Carekê ewî gerekê gotareke bi navê “Rabûna Miriya Nêzîk e” bixwenda. Gava belgê teglîfê li bajêr dihatine belakirinê, keşîşekî merivara got, ku ewana neçine ser vê gotarê. Lê bi rastî usa derket, ku ewî rêklama vê gotarê kiribû. Zêdetirî 5 000 meriv hatin, wekî guh bidine vê gotarê, û ew keşîş jî hat! Birê Cozêf keşîşra got, wekî ew derkeve ser sênê û îzbat ke wekî hînkirinên wî rast in, lê ewî qebûl nekir. Birê Cozêf hemû edebyetên ku destê wîda hebûn, bela kirin, û ewî dît, ku meriv bi rastî jî dixwazin derheqa Kitêba Pîroz pêbihesin (Amos 8:11).

Klaûd Braûn

Li Afrîkayê, birê me Klaûd Braûn mizgînî li Gold Kostê (niha ça Gana eyan e) bela dikir. Bi saya gotarên wî û edebyetên ku ewî bela dikirin, dengê rastiyê li temamiya welêt zû hate bihîstinê. Mêrekî bi navê Con Blankson, yê ku diçû zaningeha farmasêptiyê, guh da gotareke birê Klaûd. Ewî zû fem kir, wekî riya rast ev e. Con usa got: “Ji bo vê rastiyê, nigê min erd nedigirt, û min zanîngehêda jî derheqa vê yekê gilî dikir”.

Con Blankson

Rojekê, Con çû dêreke Anglîkanî, wekî derheqa hînkirina sêyekane ji keşîş bipirse, çimkî Con îda fem dikir ku ev fikir Kitêba Pîrozda tune ye. Keşîş pey wî ket û kire qîrîn: “Tu Mesîhî nînî, tu ji Mîrê-cina yî. Ji vira here!”

Gava Con çû malê, ewî keşîşra nemek nivîsî û jêra got ku ew ser civînekê ber hemûşka vê hînkirinê îzbat ke. Lê keşîş Conra got, wekî ew bê ofîsa lêktorê sereke li zanîngeha farmasêptî. Lêktor lê pirsî, hela ewî bi rastî ev neme keşîşra şandibû, yan na.

Con got: “Belê, min şandiye”.

Lêktor xwest ku Con neme binivîse û ji keşîş baxşandinê bixwaze. Lema jî Con usa keşîşra nivîsî:

“Lêktorê min ji min xwest, wekî ez tera binivîsim û baxşandinê ji te bixwazim. Hergê tu qebûl kî, wekî hînkirinên te nerast in, ezê baxşandinê ji te bixwazim”.

Lêktor şaş ma û got: “Blankson, tu bi rastî dixwazî usa binivîsî?”

Con got: “Belê, dersdar, ez tenê dikarim usa binivîsim”.

Lêktor got: “Ezê te ji zanîngehê derxim. Qe meriv dikare miqabilî keşîşê dêra dewletê derkeve û dîsa jî ça xebatkarê dewletê bimîne?”

Con got: “Lê dersdar, gava tu me hîn dikî û em tiştekî fem nakin, ne em pirsa didine te?”

Lêktor got: “Belê”.

Con got: “Dersdar, eva jî hema usa ye. Keşîş Kitêba Pîroz me hîn dikir û min pirsek dayê. Hergê ew nikare caba vê pirsê bide, çira ez gerekê ji wî baxşandinê bixwazim?”

Blankson ji zanîngehê nehate derxistinê, û ewî ne jî baxşandin xwest.

BERBI AXIRIYÊ

Derheqa hine şixulên wê salê, jûrnala Birca Qerewiliyêda usa hate nivîsarê: “Mîna Dawid, em jî dikarin usa bêjin: ‘Te bona şêr piştek min da girêdan’ (Zebûr 18:39). Îsal me pir hêlan standiye, çimkî me destê Xwedê dîtiye . . . Kesên ku bi rastî para wî ne . . . mizgînî bi şabûnê bela kirine”.

Nêzîkî xilaziya salê, bira safî kirin dîsa radîo-stansyekê ava kin. Ev radîo-stansya nêzîkî bajarê Çîkagoyê hate avakirinê. Navê vê stansya teze, “WORD” bû, çi ku tê welgerandinê “XEBER”. Bi saya pêlên radîoyê 5 000-watt, ev stansya mizgîniya Padşatiya Xwedê digîhande ciyên gelek dûr, heta bakura Kanadayê jî.

Sala 1925-da, ronaya ruhanî zêde bû. Mesele, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, kitêba Eyantî serê 12 diha zelal fem kirin. Yazix, wekî hine kes ev elametiya nû qebûl nekirin û terka xizmetiyê dan. Lê dîsa jî, gelek xûşk-bira pir şa bûn, çimkî wana îda fem dikir ku li ezmana çi qewimî, û ev yek çawa ser xizmetkarên Xwedê hukum dike.

a Niha tê navkirinê, Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin; Bernama Civînê.

b Cozêf Rûtêrford, yê ku rêberî dida Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, ça Rûtêrfordê Hakim dihate navkirinê, çimkî pêşiya ku ew hate Beytelê, çend cara çawa hakimê mexsûs Heyşt Dîwana Mihalêye Mîsûriyada hakimtî kiribû.