GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 42
KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in
Birên ku Ça “Pêşkêş” Hatine Dayînê, Qîmet kin!
“Gava hilkişiya çû jorê, . . . pêşkêş dane meriva” (EFESÎ 4:8).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku berdestiyên civatê, rûspî û berpirsiyarên mihalê çawa alî me dikin û em ça dikarin nîşan kin, ku em bona şixulên wan birên amin şêkirdar in.
1. Hine pêşkêşên ku me ji Îsa standiye, çi ne?
ÎSA ji her kesî zêdetir alî meriva kiriye. Gava ew ser erdê bû, ewî gelek car bi saya keremeta alî meriva dikir (Lûqa 9:12-17). Ewî pêşkêşa lape qîmet daye me, dêmek emirê xwe bona me berva daye (Yûhenna 15:13). Paşî saxkirinê jî Îsa berdewam dike alî me bike. Çawa ku ewî soz dabû, ewî ji Yehowa reca kir wekî ruhê pîroz bide me, ku me hîn ke û ber dilê meda bê (Yûhenna 14:16, 17; 16:13). Usa jî Îsa bi saya civata me hîn dike, ku em mizgîniyê bela kin û şagirta hîn kin (Metta 28:18-20).
2. Li gora Efesî 4:7, 8 pêşkêşên bi cûrê meriva kê ne?
2 Îsa pêşkêşeke din jî daye me. Pawlosê şandî nivîsî, ku gava Îsa çû ser ezmana, ewî pêşkêşên bi cûrê meriva dane me (Bixûne Efesî 4:7, 8). Pawlos zelal kir ku Îsa ew pêşkêş dan, seva ku ewana cûre-cûre aliyada alîkariyê bidine civatê (Efesî 1:22, 23; 4:11-13). Îro ev pêşkêş têne hesabê berdestiyên civatê, rûspiyên civatê û berpirsiyarên mihalê. a Hemikî ewana bêqisûr nînin, lema jî ewana şaşiya dikin (Aqûb 3:2). Lê dîsa jî Axayê me Îsa Mesîh, bi saya van birên qîmet alî me dike.
3. Şirovekin ku em ça dikarin piştgiriya birên cabdar bikin, yên ku ça “pêşkêş” hatine dayînê?
3 Îsa bi saya birên ku ça pêşkêş hatine dayînê, civatê dişidîne (Efesî 4:12). Em jî dikarin alî wan bikin, wekî ewana vê cabdariya ferz bînin sêrî. Were em dîna xwe bidine meselekê. Hine xûşk-bira raste-rast avakirina Odên Civatada kar dikin. Lê hine kes jî xwarinê hazir dikin, avakara bi erebên xwe dibin-tînin, yan jî şixulên din dikin, û bi vî cûreyî piştgiriya şixulê avakirinê dikin. Mîna vê yekê, em gişk dikarin bi gilî û kirên xwe piştgiriya berdestiyên civatê, rûspiya û berpirsiyarên mihalê bikin. Vê gotarêda emê bivînin, ku em ça ji xîreta wan karê distînin û em ça dikarin bidine kifşê, ku em wana qîmet dikin. Usa jî emê bivînin, ku em ça dikarin Îsara nîşan kin, wekî em bona vê pêşkêşê ji wî razî ne.
BERDESTIYÊN CIVATÊ KOMEKÊ DIDIN
4. Qirna yekêda, hine şixulên “komekdariyê”, yên ku berdestiyên civatê dikirin, çi bûn?
4 Qirna yekêda, hine bira ça berdestiyên civatê dihatine kifşkirinê (1 Tîmotêyo 3:8). Ça tê kifşê, yên ku li gora giliyên Pawlos “komekdariyê” didan, ewana bûn (1 Korintî 12:28). Berdestiyên civatê hine şixulên ferz dikirin, wekî mecala rûspiya hê zêde hebe, ku dîna xwe bidine şixulê hînkirinê û şivantiyê. Mesele, dibeke berdestiyên civatê kopiyên Nivîsarên Pîroz çêdikirin, yan jî tiştên ku bona kopîkirinê lazim bûn, dikirîn.
5. Îro berdestiyên civatê çi şixula dikin?
5 Were em şêwir kin hine şixula, yên ku berdestiyên civatê dikin (1 Petrûs 4:10). Ewana dibeke bona hesab yan jî mihalên civatê cabdar in, edebyeta sifareş dikin û didine mizgînvana, bona sîstêma deng û vîdêoya cabdar in, cûre-cûre şixulada kar dikin, yan jî bona xweykirina Oda Civatê alîkariyê didin. Ev hemû şixul gelek ferz in, seva ku xûşk-bira ji civatê şabûnê bistînin, û şixulê belakirina mizgîniyê bi organîze bê kirinê (1 Korintî 14:40). Usa jî hine berdestiyên civatê wedê Bernama Civînê Bijîn û Xizmet kin pê gotara derdikevin. Hine berdestiyên civatê jî ça cabdarê komê têne kişfkirinê, yan jî tevî rûspiya diçine serlêdana şivantiyê.
6. Em çira bona şixulên berdestiyên civatê razî ne?
6 Gelo civat çi karê distînin ji şixulên ku berdestiyên civatê dikin? Xûşkeke bi navê Bêbêrlî, b ya ku Bolîvyayêda dijî, usa dibêje: “Bi saya berdestiyên civatê, ez ji civata şabûnê distînim. Bi saya şixulên wan ez dikarim kilama bistirêm, caba xwe bidim, guh bidime gotara û usa jî ji şikil û vîdêoya hîn bim. Ewana bona bêxofiya endemên civatê xem dikin û alî wan meriva dikin, yên ku nikarin bêne Oda Civatê, ku ewana bi saya vîdêokonfêrênsiyayê guh bidine civîna. Paşî civatê, ewana odê paqij dikin, hesaba dinihêrin û îzbat dibin hela hemû edebyet hene çi ku mera lazim in. Ez gelek ji wan razî me!” Xûşkeke bi navê Lêslî, ya ku li Kolombyayê dijî, derheqa mêrê xwe, yê ku civatêda rûspî ye, usa dibêje: “Mêrê min bi rastî jî hewcê berdestiyên civatê ye. Bê wan, wê diha zêde şixul stûyê wîda bûya, lema jî ez bona alîkarî û xîreta wan bira, gelek razî me”. Bi rastî her kes ji me bona şixulên berdestiyên civatê gelek razî ye (1 Tîmotêyo 3:13).
7. Em çawa dikarin nîşan kin, ku em berdestiyên civatê qîmet dikin? (Binihêre usa jî şikil.)
7 Rast e em şixulên berdestiyên civatê dişêkirînin, lê Kitêba Pîroz me hêlan dike, ku em vê yekê wanra bêjin (Kolosî 3:15). Rûspîkî bi navê Krîstofêr, yê ku li Fînlandayê dijî, bi vî cûreyî razîbûna xwe dide kifşê: “Ez carna bi saya neme yan jî sms-ê berdestiyê civatêra rêzekê dinivîsim û dibêjim ku ewî ça dilê min qewî kiriye, yan jî çira ez xizmetiya wî qîmet dikim”. Cîl û Paskal, yên ku li Kaledonya Nû dijîn, gelek car bona berdestiyên civatê dua dikin. Paskal dibêje: “Van paşwextiya, em gelek car derheqa berdestiyên civatê dua dikin. Em ji wan razî ne û dua dikin ku Yehowa alî wan bike”. Yehowa guh dide duayên usa û temamiya civatê ji vê yekê karê distîne (2 Korintî 1:11).
RÛSPÎ BI DIL Û CAN CIVATÊDA KAR DIKIN
8. Qirna yekêda rûspiya çi dikirin? (1 Têsalonîkî 5:12, 13)
8 Qirna yekêda rûspî bi xîret civatêda kar dikirin (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:12, 13; 1 Tîmotêyo 5:17). Wana rêberiya civatê dikir, dêmek civat derbaz dikirin û ça koma rûspiya tişt safî dikirin. Usa jî wana bi dilovanî şîret didane xûşk-bira, wekî civat xweykirî be (1 Têsalonîkî 2:11, 12; 2 Tîmotêyo 4:2). Xêncî vê yekê, rûspî dixebitîn, wekî ebûra malbeta xwe bikin û xîret dikirin ku baweriya xwe û dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin (1 Tîmotêyo 3:2, 4; Tîto 1:6-9).
9. Hine cabdariyên rûspiya çi ne?
9 Îro jî gelek şixulên rûspiya hene. Mesele, ewana mizgînvan in (2 Tîmotêyo 4:5). Ewana mizgîniyê bi dil û can bela dikin, şixulê belakirina mizgîniyê organîze dikin û me hîn dikin ku em jî bibine mizgînvan û dersdarên baş. Usa jî ewana çawa hakim in û vê cabdariya xwe bi dilovanî tînin sêrî û firqiyê nakine orta meriva. Gava Mesîhîk gunê giran dike, rûspî her tiştî dikin ku alî wî bikin, wekî ew dîsa bibe dostê Yehowa. Usa jî ewana çi ji destê wan tê dikin, wekî civat her aliyava paqij bimîne (1 Korintî 5:12, 13; Galatî 6:1). Lê berî pêşin rûspî şivan in (1 Petrûs 5:1-3). Ewana gotarên ser hîmê Kitêba Pîroz dixûnin, xîret dikin ku xûşk-bira rind nas kin û serlêdanên şivantiyê dikin. Hine rûspî jî kar dikin ser avakirin û xweykirina Odên civata, bona organîzekirina civatên mezin cabdar in, yan jî Komîtêyên Hevkariya Nexweşxana û Koma Teselîkirina Nexweşada kar dikin. Belê, rûspî gelekî bona me kar dikin!
10. Em çira cefê rûspiya qîmet dikin?
10 Yehowa pêşda gotibû, ku şivan wê me bibine xweyî û lema jî emê “îda netirsin û neşkên” (Yêremya 23:4, ÎM). Gava diya xûşkeke bi navê Coanna, ya ku li Fînlandayê dijî, giran nexweş ket, ewê pê çevê xwe dît ku ev gilî çiqas rast in. Coanna dibêje: “Minra çetin e dilê xwe kesên dinra vekim. Lê rûspîkî ku min lê haqas rind nas nedikir bi sebir guh da min, tevî min dua kir û minra got ku Yehowa min hez dike. Nayê bîra min ku ewî çi gotibû, lê bi saya giliyên wî, edilayî kete dilê min. Ez bawer im ku Yehowa wededa wî şande bal min”. Gelo rûspiyên civata te ça alî te dikin?
11. Em ça dikarin nîşan kin, wekî em bona cefê rûspiya razî ne? (Binihêre usa jî şikil.)
11 Yehowa dixwaze wekî em ji dil razîbûna xwe rûspiyara “bona şixulê wan” bidine kifşê (1 Têsalonîkî 5:12, 13). Xûşkeke bi navê Hênrîyêta, ya ku li Fînlandayê dijî, usa dibêje: “Rûspî hazir in alî me bikin, lê ev yek nayê hesabê wekî wede û qewata wan bêsînor e, yan jî problêmên wan tune ne. Carna ez wanra dibêjim: ‘Tu zanî, tu bi rastî jî rûspîkî baş î’”. Xûşkeke bi navê Sara, ya ku li Tirkyeyê dijî, usa dibêje: “Rûspî hewcê hêlanê ne, wekî ewana bikaribin berdewam kin cabdariyên xwe bînin sêrî. Lema jî em dikarin sms wanra bişînin, wana teglîfî ser nanxwarinê kin, yan jî tevî wan herine xizmetiyê”. Hergê tu konkrêt bona cefê rûspîkî razî yî, ji kerema xwe mecalê bigere wekî derheqa vê yekê jêra bêjî (1 Korintî 16:18).
BERPIRSIYARÊN MIHALÊ CIVATA QEWÎ DIKIN
12. Qirna yekêda civat çawa dihatine şidandinê? (1 Têsalonîkî 2:7, 8)
12 Hine mêrên ku Îsa ça “pêşkêş” dane civatê, cabdarîke din tînin sêrî. Bin rêberiya Îsada, rûspiyên li Orşelîmê, mesele Pawlos, Barnabas û hine birên din berpirsiyarên mihalê kifş dikirin (Karên Şandiya 11:22). Gelo çira? Çawa ku berdestiyên civatê û rûspî dihatin kifşkirinê ku civata bişidînin, berpirsiyarên mihalê jî bi vê nêtê dihatine kifşkirinê (Karên Şandiya 15:40, 41). Wan bira gelek tişt qurban dikirin û hela hê emirê xwe jî dikirine bin xofê, wekî kesên din hîn kin û wana bişidînin (Bixûne 1 Têsalonîkî 2:7, 8).
13. Kîjan in hine cabdariyên berpirsiyarên mihalê?
13 Berpirsiyarên mihalê timê rêwîtiyêda nin. Hinek ji wan bi seda kîlomêtra rêwîtiyê dikin ku bigihîjine civata. Her heftiyê, berpirsiyarên mihalê çend gotara dixûnin û serlêdanên şivantiyê dikin. Usa jî ewana civînekê tevî pêşenga derbaz dikin, civînekê tevî rûspiya û çend civînên bona xizmetiyê derbaz dikin. Ewana gotara hazir dikin û civatên mezin organîze dikin. Ewana mekteba bona pêşenga derbaz dikin, bona hemû pêşengên mihalê civîneke mexsûs derbaz dikin û usa jî cabdariyên din tînin sêrî, kîjan ku gerekê zû bêne kirinê, yên ku ewana ji Beytelê distînin.
14. Em çira şixulên berpirsiyarên mihalê qîmet dikin?
14 Civat çawa ji şixulên ku berpirsiyarên mihalê dikin, karê distînin? Birakî ku li Tirkyeyê dijî, derheqa serlêdana berpirsiyarê mihalê usa dibêje: “Her car çaxê ew serlêdana me dike, xwestina min diha mezin dibe ku alî xûşk-bira bikim. Min gelek berpirsiyarên mihalê nas kirine, lê qe yek ji wana negotiye wekî wedê wî tune ye ku guh bide min”. Coanna, ya ku me jorê besa wê kiribû, tevî berpirsiyarekî mihalê çûbû xizmetiyê, lê tu kes mal nîbû. Ew usa dibêje: “Dîsa jî ezê tu cara vê rojê bîr nekim. Du xûşkên min teze derbazî cîkî din bibûn, û min gelekî bîra wan dikir. Berpirsiyarê mihalê ber dilê minda hat û got, wekî ew yek wedelû ye ku em dûrî malbet û hevalên xwe ne, lê dinya tezeda mecala me wê hebe, ku heta-hetayê tevayî wede derbaz kin”. Belê, gelek xûşk-bira ji serlêdana berpirsiyarên mihalê kar standine (Karên Şandiya 20:37–21:1).
15. (a) Li gora 3 Yûhenna 5-8, em ça dikarin nîşan kin, ku em ji berpirsiyarên mihalê razî ne? (Binihêre usa jî şikil.) (b) Em çira gerekê jinên birên cabdar qîmet kin, û ça em dikarin vê yekê bikin? (Binihêre çargoşe “ Jinên Birên Cabdar Bîr Nekin”.)
15 Yûhennayê şandî gote Gayos, wekî ew himberî birên ku têne civatê wekî xûşk-bira hêlan kin, mêvanhez be û usa wana verêke, “çawa ku li Xwedê xweş tê” (Bixûne 3 Yûhenna 5-8). Em jî gerekê usa bikin. Mesele, em dikarin berpirsiyarê mihalê teglîfî mala xwe kin ser nanxwarinê. Yan jî gava ew tê civata me, em dikarin herin ser civînên bona xizmetiyê. Lêslî, ya ku me jorê besa wê kiribû, razîbûna xwe bi cûrekî mayîn jî dide kifşê. Ew dibêje: “Ez dua dikim, wekî Yehowa bona hewcên wan xem bike. Usa jî min tevî malxê xwe neme wanra şand û got, ku me ji serlêdana wan kareke mezin stand”. Bîr neke wekî berpirsiyarên mihalê jî rastî çetinaya tên û mîna me diwestin. Cara ewana nexweş dikevin, ber xwe dikevin û hela hê dilteng jî dibin. Giliyên teye dilgerm yan jî pêşkêşeke biçûk, dikare caba duayên berpirsiyarê mihalê bide (Metelok 12:25).
EM HEWCÊ WAN IN
16. Bira dikarin kîjan pirsa bidine xwe? (Metelok 3:27)
16 Ser temamiya dinyayê, gelek bira ça “pêşkêş” hatine dayînê, û hê zêde birên usa lazim in. Hergê tu birakî nixumandî yî gelo tu dikarî “alîkarîya desttenga bikî” (Bixûne Metelok 3:27). Gelo tu dixwazî bibî berdestiyê civatê yan rûspî, wekî alî xûşk-bira bikî? c Gelo tu dikarî emirê xweda hine guhastina bikî, wekî Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bî? Ev hînbûn wê mecalê bide te, wekî Îsa hê zêde şixula tesmîlî te ke. Hergê tu difikirî wekî tu hela hê bona vê hînbûnê hazir nînî, Yehowara dua bike. Alîkariya ruhê pîroz bixwaze, wekî tu bikaribî hemû cabdariyên ku tera têne dayînê bînî sêrî (Lûqa 11:13; Karên Şandiya 20:28).
17. Mêrên ku ça “pêşkêş” hatine dayînê derheqa Padşê me Îsa Mesîh çi îzbat dikin?
17 Şixulên ku birên kifşkirî van rojên xilaziyê dikin, îzbat dikin wekî Îsa rêberiya me dike (Metta 28:20). Gelo tu razî nînî, ku Padşê me bi dilovanî birên baş û cêribandî kifş kirine, yên ku me dibine xweyî? Lema jî mecala bigere ku wanra bêjî wekî tu cefê wan gelek dişêkirînî. Razîbûna xwe Yehowara jî bide kifşê, çimkî ew e Kaniya “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” (Aqûb 1:17).
KILAMA 99 Biratiya Me Bêhesab e
a Usa jî rûspiyên ku xizmet dikin ça endemên Koma Rêberiyê, alîkarçiyên Koma Rêberiyê, endemên Komîtêya Fîlîalê, yan jî cabdariyên din tînin sêrî ça “pêşkêş” hatine dayînê.
b Hine nav hatine guhastinê.
c Seva ku hê zêde înformasiya bivînî ku çawa bibî berdestiyê civatê yan jî rûspî, ji Birca Qerewiliyê, ya meha Mijdarê, sala 2024, bixûne gotara bin navê “Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibine Berdestiyê Civatê?” û “Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibine Rûspî?”