Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 43

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

Em Ça Dikarin ji Dudilîbûnê Aza bin?

Em Ça Dikarin ji Dudilîbûnê Aza bin?

“Her tiştî bicêribînin” (1 TÊSALONÎKÎ 5:21).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin, ku em çi dikarin bikin hergê em tiştekîda dudilî bibin, çi ku dikare xirab ser xizmetiya me hukum ke.

1-2. (a) Hine xizmetkarên Yehowa dibeke bona çi ber xwe dikevin? (b) Vê gotarêda emê dîna xwe bidine çi?

 FIRQÎ tune em çend salî ne, cara şik a dikare bikeve dilê me her kesî. Mesele, cahilekî bide ber çevê xwe, yê ku dudilî dibe wekî Yehowa bona wî xem dike. Lema jî dibeke ew difikire ku ew bona nixumandinê hazir nîne. Yan jî derheqa birakî bifikire, yê ku cahiltiyêda safî kiribû pey hebûkê nekeve, lê dîna xwe bide şixulê belakirinê mizgîniyê. Lê niha wîra çetin e ebûra malbeta xwe bike û ew ber xwe dikeve ku safîkirina wî baş bû yan na. Yan jî derheqa xûşkeke emirda mezin bifikire, ya ku îda bê qewat e. Dibeke ew dilteng bûye, çimkî îda nikare mîna berê xizmet ke. Gelo te jî qe pirsên usa daye xwe: “Gelo Yehowa haj halê min heye? Gelo hêja bû ku min haqas tişt bona Yehowa kiriye? Gelo ez bona Yehowa hela hê qîmet im?”

2 Seva ku baweriya me sist nebe û em xizmetiya Yehowada xîreta xwe unda nekin, em gerekê cabên wan pirsa bistînin. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine çend prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku dikarin alî me bikin, hergê em dudilî dibin (1) ku Yehowa bona me xem dike, (2) safîkirinên meye berê baş bûn yan na û (3) em ber çevê Yehowa hela hê qîmet in yan na.

ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE?

3. Hergê şik dilê meda hebin, em gerekê çi bikin?

3 Seva ku em şikên xwe alt kin, em dikarin bi saya Kitêba Pîroz cabên pirsên xwe bigerin. Hergê em usa bikin, emê qewatê bistînin, ruhanîda pêşda herin û “baweriyêda hîmgirtî bin” (1 Korintî 16:13).

4. Em çawa dikarin “her tiştî bicêribînin”? (1 Têsalonîkî 5:21)

4 Bixûne 1 Têsalonîkî 5:21. Kitêba Pîroz me hêlan dike “her tiştî bicêribînin”. Gelo em ça dikarin vê yekê bikin? Çaxê em tiştekîda dudilî dibin, em gerekê lêkolîn kin hela ev yek ser hîmê Kitêba Pîroz e yan na. Mesele, bifikire derheqa cahilê ku bawer nîbû, wekî Yehowa bona wî xem dike. Seva ku îzbat be hela ev yek rast e yan na, ew gerekê nihêrandina Yehowa derheqa vê yekê pêbihese.

5. Em ça dikarin guh bidine dengê Yehowa, wekî cabên pirsên xwe bistînin?

5 Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em ça bêjî dengê Yehowa dibihên. Lê seva ku em têderxin wekî nihêrandina Yehowa derheqa pirseke meye şexsî çi ye, xîret lazim e. Em gerekê rêzên usa bigerin, yên ku dereca meva girêdayî ne. Bona lêkolînê em dikarin wan haceta bidine xebatê, yên ku teşkîleta Yehowa dide me (Metelok 2:3-6). Pêşiya ku em lêkolînê bikin, wê baş be em dua kin, wekî Yehowa alî me bike, ku em caba pirsa xwe bivînin. Paşê em dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz û înformasiya kêrhatî bigerin. Usa jî em dikarin Kitêba Pîrozda serhatiyên wan xizmetkarên Xwedê bixûnin, derecên kîjana mîna yên me bûn.

6. Civatên me ça dikarin alî me bikin, wekî em dudilîbûna xwe alt kin?

6 Yehowa bi saya civata jî tevî me xeber dide. Hergê em berdewam kin herine civata, em dibeke gotarekêda yan jî caba xûşk yan birakîda tiştekî usa bibihên, çi ku dikare alî me bike, wekî dudilîbûna xwe alt kin (Metelok 27:17). Niha were em bivînin, ku em ça dikarin cabên hine pirsên xwe bistînin.

GELO YEHOWA BONA ME XEM DIKE?

7. Hine meriv bona çi ber xwe dikevin?

7 Qe bal te pirseke usa pêşda hatibû, ku Yehowa bi rastî haj te heye yan na? Dibeke tu xwe bêqîmet hesab dikî û difikirî ku naqewime wekî tu bibî dostê Efirandarê erd û ezmana. Diqewime Dawid Padşa jî usa difikirî. Bona wî ecêbmayî bû, ku Yehowa hela hê bona însanetê jî xem dike. Ewî got: “Xudano! Însan çî ye Tu dîna Xwe didêyî, benî-adem ku Tu bona wî xem dikî?” (Zebûr 144:3). Gelo tu ça dikarî caba vê pirsê bistînî?

8. Li gora 1 Samûyêl 16:6, 7, 10-12, Yehowa nava merivada çi qîmet dike?

8 Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Yehowa bona wan meriva jî xem dike, yên ku ber çevê kesên din bêqîmet in. Mesele, Yehowa Samûyêl pêxember şandibû mala merivekî bi navê Yêşa, wekî kurekî wî ça padşê Îsraêlê kifş ke. Samûyêl jêra got, ku gazî kurên xwe bike. Ji heyşt kurên xwe, Yêşa tenê gazî heft kurên xwe kir, lê ewî gazî yê herî biçûk, Dawid, nekir. b Yê ku ji aliyê Yehowada hate bijartinê, Dawid bû, çimkî Yehowa dilê wî didît û zanibû, ku Dawid gelekî wî hez dike (Bixûne 1 Samûyêl 16:6, 7, 10-12).

9. Tu çira dikarî bawer bî, ku Yehowa bona te xem dike? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Bifikire ku Yehowa ça îda nîşan kiriye, wekî ew bona te xem dike. Gava tu hewce yî, ew hazir e şîreta bide te (Zebûr 32:8). Ev yek nîşan dike, wekî ew rind te nas dike (Zebûr 139:1). Hergê tu li gora şîretên Yehowa hereket bikî û bivînî ku ew çiqas kêrhatî ne, tuyê bawer bî ku Yehowa bi rastî bona te xem dike (1 Dîrok 28:9; Karên Şandiya 17:26, 27). Yehowa xîreta te û xeyset-hunurên teye baş divîne (Yêremya 17:10). Ew dixwaze wekî tu teglîfkirina wî qebûl kî, û ew hazir e bibe Dostê te (1 Yûhenna 4:19).

“Heger tu li [Yehowa, DT] bigerî, ewê xwe bi te bide dîtin” (1 Dîrok 28:9). (Binihêre abzasa 9) c


GAVA DUDILÎ DIBIN WEKÎ SAFÎKIRINÊN ME NERAST BÛN

10. Gava em derheqa safîkirinên xweye berê difikirin, dibeke kîjan pirs cem me pêşda bên?

10 Hine meriv ber xwe dikevin wekî ev safîkirina ku wana berê kiribû, baş bûn yan na. Diqewime wana xebateke baş ji destê xwe berda bûn, wekî diha zêde Yehowara xizmet kin. Lê niha, îda wext derbaz bûye, û ewana divînin ku halê matêrîalî yên hine hevalên wan diha baş e, ne ku ya wan. Lema jî dibeke ewana pirseke usa didine xwe: “Gelo bi rastî hêja bû, ku ez seva xatirê Yehowa haqas tişt destê xwe dikin? Yan wê diha baş bûya ku min jî diha zêde xebat bikira, wekî niha hewcê tu tiştî nîbûma?”

11. Nivîskarê Zebûra 73 çira xemgîn dibû?

11 Hergê tu jî carna pirsên usa didî xwe, ji kerema xwe dîna xwe bide nivîskarê Zebûra 73. Ewî didît ku emirê hine meriva rihet û bê derd e (Zebûr 73:3-5, 12). Gava ewî dîna xwe dida wan, ew difikirî ku badîhewa Yehowara xizmet dike. Lema jî ew gelek xemgîn bû (Zebûr 73:13, 14). Lê gelo ewî çawa ev fikirên nêgatîv ji hişê xwe derxist?

12. Li gora Zebûr 73:16-18, zebûrbêj çawa ji fikirên nêgatîv aza bû?

12 Bixûne Zebûr 73:16-18. Gava ew çû paristgeha Yehowa, nihêrandina wî hate guhastinê. Ewî fem kir, ku jîyîna hine meriva çiqas rihet bê kifşê jî, yeke gumana wan tune ye. Paşê edilayî kete dilê wî, û ew îzbat bû wekî safîkirina wî ku Yehowara xizmet ke, safîkirineke lape baş bû. Lema jî ewî safî kir, wekî berdewam ke Yehowara xizmet ke (Zebûr 73:23-28).

13. Hergê tu bawer nînî ku safîkirinên teye berê baş bûn, tu çi dikarî bikî wekî edilayî bikeve dilê te? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Bi alîkariya Kitêba Pîroz, edilayî dikare bikeve dilê te jî. Gelo çi cûreyî? Bide ber çevê xwe wekî her tiştên ku cem te hene çiqas qîmet in. Tu dostê Yehowa yî, û Yehowa soz daye ku ewê te kerem ke. Rast e merivên ku Yehowa nas nakin, cem wan xebata baş û emirekî komfort heye, lê gumana wan bona axiriya baş tune ye (Zebûr 145:16). Hela bifikire: Hergê me safî nekira wekî Yehowara xizmet kin, em nizanin emirê me wê çi cûreyî bûya. Lê em zanin ku hergê em ser hîmê hezkirina hindava Xwedê û meriva safîkirina bikin, tiştên ku şabûnê mera tînin wê tu car ji me kêm nebin.

Bira dîna te ser van kerema be, yên ku Yehowa soz daye (Binihêre abzasa 13) d


ÇI BIKIN GAVA EM DIFIKIRIN KU EM KÊRÎ YEHOWA NAYÊN

14. Bal hine meriva çi pirs pêşda tê?

14 Hine xizmetkarên Yehowa îda kal-pîr bûne, sihet-qewata wan nebaş e, yan jî problêmên wane din hene. Lema jî diqewime ewana ber xwe dikevin û dudilî dibin, ku ewana bona Yehowa qîmet in. Diqewime bal wan pirseke usa pêşda tê: “Gelo ez hela hê bona Yehowa kêrhatî me, yan na?”

15. Nivîskarê Zebûra 71 çida bawer bû?

15 Nivîskarê Zebûra 71 usa dua kir: “Qudûmnekirinêda min bernede” (Zebûr 71:9, 18). Ew nava çetinayada jî bawer bû, ku heta ew bi aminî Xwedêra xizmet ke, Yehowa wê rêberiya wî bike û alî wî bike. Zebûrbêj didît ku Yehowa wan meriva qîmet dike, yên ku nava çetinayada jî berdewam dikin jêra xizmet kin (Zebûr 37:23-25).

16. Xûşk-birên emirda mezin ça dikarin bidine kifşê, wekî ewana bona Yehowa kêrhatî ne? (Zebûr 92:12-15)

16 Gelî xûşk-birên emirda mezin, bi çevê Yehowa ser dereca xwe binihêrin! Hergê qewata we mîna ya berê nîne jî, bawer bin ku Yehowa dikare alî we bike, wekî hûn berdewam kin bi aminî wîra xizmet kin (Bixûne Zebûr 92:12-15). Dewsa ku bi zêdeyî dîna xwe bidine tiştên ku hûn îda nikarin bikin, diha baş e dîna xwe bidine van tişta, çi ku hûn dikarin bikin. Mesele, hûn dikarin bi aminiya xwe alî meriva bikin û bikevine heyra wan. Hûn dikarin xûşk-birara derheqa wan tişta gilî kin, ku çawa Yehowa alî we kiriye, û bêjin ku hûn hîviya pêkhatina kîjan sozên ji Kitêba Pîroz in. Usa jî bîr nekin, ku qewata duayên weye ji dil dikare gelek qewî be (1 Petrûs 3:12). Belê, firqî tune em çi derecada nin, dîsa jî her kes ji me dikare tiştekî bona Yehowa û kesên din bike!

17. Çira em gerekê xwe beramberî kesên din nekin?

17 Hergê tu ber xwe dikevî ku nikarî diha zêde xizmet kî, bawer be ku Yehowa wê ji te razî be hergê tu vê yekê bikî, çi ku ji destê te tê. Ji kerema xwe şixulên xwe beramberî şixulê kesên din neke! Gelo çira? Çimkî Yehowa jî usa nake (Galatî 6:4). Mesele, bîne bîra xwe ku Meryemê çawa rûnê bînxweş, ku gelek biha bû, pêşkêşî Îsa kir (Yûhenna 12:3-5). Ji aliyê dinva jî, jinebîke belengaz tenê du qurûşên biçûk avîte peredanga paristgehê (Lûqa 21:1-4). Lê Îsa pêşkêşên van du kulfeta beramberî hev nekir. Ewî zanibû ku herd jî merivne amin in. Bawer be, ku Yehowa her tiştî qîmet dike çi ku tu dikî, hela hê hingê jî hergê tu difikirî wekî tu hindikî dikî.

18. Çi wê alî me bike ji dudilîbûnê aza bin? (Binihêre usa jî çargoşe “ Kitêba Pîroz Dikare Alî Te Bike wekî Tu Dudilî Nebî”.)

18 Hergê em tiştekîda dudilî dibin, Kitêba Pîroz dikare alî me bike, ku em dudilîbûnê ji dilê xwe derxin. Xîret bike ku cabên pirsên xwe bistînî, wekî dilê te rihet be. Bawer be ku Yehowa bona te xem dike. Ew her tiştî qîmet dike çi ku tu dikî, û ewê eseyî te kerem ke. Belê, Yehowa hemû xizmetkarên xweye amin hez dike û wan dibe xweyî.

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

a XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Vê gotarêda xeberdan derheqa van dudilîbûna naçe, yên ku ji bo kêmasiya baweriya hindava Yehowa û sozên wî pêşda tê.

b Kitêba Pîroz nabêje ku gava Dawid ji aliyê Yehowada hate bijartinê, ew çend salî bû, ew diqewime 20 salî jî nîbû. Binihêre gotar ji Birca Qerewiliyê, ya 1 Îlonê, sala 2011, rûp. 29, abz. 2.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşkeke cahil lêkolînê dike, hela Yehowa derheqa dereca wê çi difikire.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Bira seva ku ebûra mala xwe bike, xebateke çetin dike, lê hişê wî ser jîyîna li Cinetê ye.