Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 41

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

Em Çi Hîn Dibin ji 40 Rojên Îsaye Paşin ser Erdê?

Em Çi Hîn Dibin ji 40 Rojên Îsaye Paşin ser Erdê?

“Navbera çil rojîda wanva xuya dibû û derheqa Padşatiya Xwedêda wanara xeber dida” (KARÊN ŞANDIYA 1:3).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin wekî pêşiya ku Îsa çû ser ezmana, ewî nava 40 rojên paşinda çi kir, û em ça dikarin çev bidine wî.

1-2. Gava du şagirtên Îsa berbi gundê Emwasê diçûn, çi qewimî?

 SALA 33 D.M., 16 Nîsanê, du şagirtên Îsa ji Orşelîmê berbi gundê Emwasê diçûn. Ev gund weke 11 kîlomêtra dûrî bajarê Orşelîmê bû. Şagirt gelek dilteng bûn û ditirsiyan, çimkî Îsa hate kuştinê. Gumana wan ew bû, ku Mesîh wê bibe xilazkarê wan, lê usa dihate kifşê ku tê bêjî gumana wan pûç bû. Lê paşê tiştekî ecêbmayî qewimî.

2 Rêda mêrekî ku wana lê nas nedikir, nêzîkî wan bû û tevî wan çû. Şagirta jêra besa sebeba diltengiya xwe kirin û gotin ku çi hate serê Îsa. Paşê tiştekî usa qewimî, ku wana tu car bîr nekir. Vî mêrî “destpêkir wanra ji Mûsa û ji hemû Pêxembera” tiştên ku derheqa wî temamiya Nivîsarên Pîrozda nivîsar bûn, şiroveke. Ewî wanra hûr bi hûr zelal kir ku çira lazim bû wekî Mesîh cefê bikişîne û bimire! Gava ewana gihîştine gundê Emwasê, şagirta fem kir ku ev mêr Îsa ye, yê ku ji mirinê hatiye rakirinê! Bidine ber çevê xwe, ku şagirt çiqas şa bûn! (Lûqa 24:13-35)

3-4. Çi qewimî tevî şagirtên Îsa, û vê gotarêda emê çi hîn bin? (Karên Şandiya 1:3)

3 Gava Îsa ser erdê bû, ew nava 40 rojên paşinda çend cara şagirtên xwera xuya bû (Bixûne Karên Şandiya 1:3). Şagirtên Îsa bi saya hêlankirina wî, ji xem û tirsên xwe aza bûn, û bûne dersdar û mizgînvanên Padşatiyêye şa û mêrxas. a

4 Ji vê yekê, ku Îsa hingê çi dikir, em dikarin gelek dersa hîn bin. Vê gotarêda emê bivînin ku Îsa wedê xwe çawa dida xebatê, wekî (1)  şagirtên xwe qewî ke, (2) alî wan bike ku ewana Nivîsarên Pîroz diha rind fem bikin û (3) wana hîn ke, wekî ewana cabdariyên diha mezin hildin ser xwe. Usa jî emê bivînin ku em çawa dikarin çev bidine mesela Îsa.

HÊLANÊ BIDE KESÊN DIN

5. Şagirtên Îsa çira hewcê hêlanê bûn?

5 Şagirtên Îsa hewcê hêlanê bûn. Gelo çira? Hinek ji wan mal, xebat û merivên xwe hîştin, wekî hertim pey Îsa herin (Metta 19:27). Yên din jî ji aliyê merivada rastî neheqiyê dihatin, çimkî bûne şagirtên Îsa (Yûhenna 9:22). Wana bawer dikir, ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye, lema jî ewana hazir bûn bona xatirê wî qurbana bikin (Metta 16:16). Lê gava Îsa hate dardakirinê, gumana wan betavebû û ewana dilşkestî bûn.

6. Çaxê Îsa ji mirinê hate rakirinê, ewî çi kir?

6 Bê şik, Îsa didît ku şagirtên wî ji bo mirina wî gelek dilteng in, lê ewî fem dikir ku ev yek normal e, û ew nedifikirî ku baweriya wan sist e. Lema jî hema vê rojê gava Îsa ji mirinê hate rakirinê, ewî destpêkir ber dilê hevalên xweda bê. Mesele, gava Meryema Megdelanî ber tirba wî digiriya, ew jêra xuya bû (Yûhenna 20:11, 16). Usa jî, çawa ku destpêka gotarêda hatibû gotinê, ew du şagirtara jî xuya bû. Xêncî vê yekê, ew Petrûsê şandîra jî xuya bû (Lûqa 24:34). Gelo em dikarin ji mesela Îsa çi hîn bin? Dîna xwe bidinê, ku gava ew cara pêşin xuya bû, çi qewimî.

7. Li gora Yûhenna 20:11-16, şebeqê 16 Nîsanê, çi qewimî? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Bixûne Yûhenna 20:11-16. Şebeqê 16 Nîsanê, çend kulfetên bawermend çûne ber tirba Îsa (Lûqa 24:1, 10). Gava Meryema Megdelanî gihîşte wêderê, ewê dît ku tirb vala ye. Hingê ew zû çû bal Petrûs û Yûhenna wekî derheqa vê yekê wanra gilî ke. Petrûs û Yûhenna berbi tirbê revîn, û Meryemê jî da pey wan. Gava Petrûs û Yûhenna dîtin ku tirb bi rastî jî vala ye, ewana vegeriyane mal, lê Meryem wêderê ma û digiriya. Ewê nizanibû ku Îsa lê dinihêre. Ewî dît ku Meryem çiqas dilteng e û xwest ber dilê wêda bê û lê qewî ke. Ji bo vê yekê, ew Meryemêra xuya bû û jêra got wekî ew here û birên wîra derheqa vê elametiya ferz bêje, dêmek ku ew ji mirinê hatiye rakirinê (Yûhenna 20:17, 18).

Mîna Îsa dîna xwe bide kesên dilteng û ber dilê wanda werê (Binihêre abzasa 7)


8. Em ça dikarin çev bidine mesela Îsa?

8 Em ça dikarin çev bidine mesela Îsa? Mîna Îsa, em jî gerekê rind dîna xwe bidine xûşk-bira û têderxin hela xem û derdên wan çi ne. Em dikarin bi giliyên xwe wana qewî kin, wekî ewana Yehowara amin bimînin. Binihêrin ku çi hate serê xûşkeke bi navê Cosêlîn. Xûşka wê qeziyêda mir. Cosêlîn usa dibêje: “Çend meha ez gelek dilşkestî bûm”. Birakî û jina wî lê gazî mala xwe kirin, rind guh dane wê û jêra gotin, ku Xwedê lê gelek qîmet dike. Cosêlîn dibêje: “Min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî ez bereke kûr û terîda dixeniqim, lê Yehowa wî birayî û kulfeta wî da xebatê, wekî min xilaz ke. Wana alî min kir xwestina xwe diha qewî kim, ku berdewam kim Yehowara xizmet kim”. Gava kesên din dilê xwe mera vedikin, were em jî rind guh bidine wan û bi giliyên şîrin ber dilê wanda bên. Usa em dikarin alî wan bikin, wekî ewana berdewam kin Yehowara xizmet kin (Romayî 12:15).

ALÎ MERIVA BIKE XEBERA XWEDÊ FEM KIN

9. Problêma şagirtên Îsa çi bû, û ewî ça alî wan kir?

9 Şagirtên Îsa Xebera Xwedê qebûl kirin û li gora Nivîsarên Pîroz dijîtin (Yûhenna 17:6). Lê wana fem nedikir, ku çira Îsa çawa merivekî qaçax ser stûnê dardakirin. Îsa zanibû ku baweriya wan heye û ewana Yehowa hez dikin, lê ewî didît ku wana gerekê Nivîsarên Pîroz diha baş fem kira (Lûqa 9:44, 45; Yûhenna 20:9). Lema jî gava Îsa ser riya Emwasê du şagirtên xwera xuya bû, ewî Nivîsarên Pîroz wanra şirovekir.

10. Îsa alî şagirtên xwe kir, ku ewana çi fem kin? (Lûqa 24:18-27)

10 Bixûne Lûqa 24:18-27. Îsa derbêra wanra negot ku ew kî ye, lê dewsê ewî pirs da wan. Gelo çira? Ewî dibeke xwest ku ewana dilê xwe wîra vekin. Wana usa jî kir. Wana Îsara got, ku ewana guman bûn wekî Mesîh wê wana ji hukumê Romaya xilaz ke. Çaxê wana derheqa hemû xemên xwe jêra gotin, Îsa wanra zelal kir, ku giliyên ji Nivîsarên Pîroz ça hatine sêrî. b Wê êvarê ew şagirtên dinra jî xuya bû û mena giliyên Nivîsarên Pîroz wanra şirovekir (Lûqa 24:33-48). Ji vê serhatiyê em çi dikarin hîn bin?

11-12. (a) Ji vê yekê ku Îsa rastiya Nivîsarên Pîroz çawa hîn dikir, em dikarin çi hîn bin? (Binihêre usa jî şikil.) (b) Birê ku tevî Nortêy hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, çawa alî wî kir?

11 Em ça dikarin çev bidine mesela Îsa? Gava tu hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî, bi pirsên taktîkî alî xwendekarên xwe bike, ku ewana dilê xwe tera vekin (Metelok 20:5). Gava tu fem bikî ew çi difikire û texmîn dike, alî wî bike wekî ew rêzên ku halê wîva girêdayî ne, bivîne. Jêra nebêje ku ew gerekê çi bike, lê alî wî bike wekî ew ser Nivîsarên Pîroz bifikire û têderxe ku ew çawa dikare prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bide xebatê. Were em dîna xwe bidine serhatiya birakî bi navê Nortêy, yê ku li Ganayê dijî.

12 Gava Nortêy 16 salî bû, ewî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Lê gelek wext derbaz nebû, ku malbeta wî pey wî ket. Gelo çi alî wî kir ku hînbûna Kitêba Pîroz bernede? Birê ku tevî wî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, kitêba Metta serê 10 tevî wî şêwir kir, kîderêda tê gotinê wekî şagirtên Îsa wê rastî peyketina bên. Nortêy usa dibêje: “Gava peyketin destpêbû, min fem kir ku min riya rast dîtiye”. Usa jî dersdarê wî alî wî kir, ku ew ser Metta 10:16 kûr bifikire. Vê rêzê alî Nortêy kir, wekî ew malbeta xwera bi qedir û hurmetê derheqa baweriya xwe şiroveke. Paşî nixumandinê, Nortêy dixwest bibe pêşeng, lê bavê wî dixwest, ku ew xwendina bilind bistîne. Ev birê ku tevî Nortêy hînbûn derbaz dikir, jêra negot ku ew gerekê çi bike, lê bi saya pirsa alî wî kir, wekî ew prînsîpên Kitêba Pîroz fem bike. Axiriyêda Nortêy xizmetiya hertim destpêkir. Sed heyf, bavê wî ew ji malê derxist. Gelo Nortêy ser tiştên ku hatine serê wî, ça dinihêre? Ew dibêje: “Ez bawer im ku min safîkirina rast kiriye”. Belê, hergê em alî kesên din bikin, wekî ewana ser Nivîsarên Pîroz kûr bifikirin, em dikarin alî wan bikin, ku ewana ser riya rastiyê qewî bisekinin (Efesî 3:16-19).

Mîna Îsa alî kesên din bike, ku ewana nihêrandina Nivîsarên Pîroz rind fem bikin (Binihêre abzasa 11) e


ALÎ BIRA BIKE WEKÎ EWANA BIBINE “PÊŞKÊŞ”

13. Îsa çi kir seva ku şixulê belakirina mizgîniyê nesekine? (Efesî 4:8)

13 Gava Îsa ser erdê bû, ewî şixulê ku Bavê wî dabû wî, bi cûrekî bêqisûr dianî sêrî (Yûhenna 17:4). Lê Îsa nedifikirî ku xêncî wî, tu kes nikare vî şixulî bike. Lema jî nava sê sal û nîv xizmetiya xweda, ewî kesên din hîn dikirin, wekî ewana jî vî şixulî bikin. Pêşiya ku Îsa vegeriya ezmana, ewî berxên Yehowaye qîmet tesmîlî şagirtên xwe kirin û cabdariya belakirina mizgîniyê da wan. Hingê diqewime hine şagirtên Îsa 30 salî jî nîbûn. Dîsa jî Îsa îtbariya xwe wan dianî (Bixûne Efesî 4:8). Nava çil rojada, pêşiya ku Îsa vegeriya ezmana, gelo ewî çawa alî van mêrên amin kir, wekî ewana bibine “pêşkêş”?

14. Nava çil rojên paşine ser erdê, Îsa çi şagirtên xwe hîn kirin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Îsa bi hezkirinê şîret dida şagirtên xwe. Mesele, gava ewî dît ku hine ji wan dudilî dibin, ewî şîret da wan (Lûqa 24:25-27; Yûhenna 20:27). Ewî dîna wan kişande ser vê yekê, ku şixulê şivantiyê ji qazanckirina pera ferztir e (Yûhenna 21:15). Ewî wanra got, ku ewana xizmetiyêda çi dikin, gerekê vê yekê beramberî şixulê kesên din nekin (Yûhenna 21:20-22). Usa jî ewî hine fikirên wane derheqa Padşatiya Xwedê rast kir û alî wan kir, wekî ewana dîna xwe bidine belakirina mizgîniyê (Karên Şandiya 1:6-8). Gelo rûspî ça dikarin vê yekêda çev bidine Îsa?

Mîna Îsa alî bira bike, ku ewana xwe hazir kin wekî cabdariyên hê mezin bistînin (Binihêre abzasa 14)


15-16. (a) Rûspiyên civatê ça dikarin çev bidine Îsa? (b) Patrîk çawa ji şîreta rûspîkî gihîştî kar stand?

15 Rûspiyên civatê ça dikarin çev bidine Îsa? Gelek ferz e wekî rûspî hemû birên civatê, hela hê yên cahil jî, hîn kin, wekî ewana hazir bin cabdariyên hê mezin hildin ser xwe. c Rûspî zanin ku ew bira gerekê gelek tişta hîn bin. Lema jî lazim e, ku ewana bi hezkirinê şîretê bidine birên cahil, wekî ewana milûk û amin bin, û hazir bin alî kesên din bikin (1 Tîmotêyo 3:1; 2 Tîmotêyo 2:2; 1 Petrûs 5:5).

16 Were em serhatiya birakî bi navê Patrîk, şêwir kin û pêbihesin ku ewî çawa ji şîretê kar standiye. Gava ew hê cahil bû, ewî tevî meriva sert û bêmerîfet xeber dida, hela hê tevî xûşka jî. Rûspîkî gihîştî, yê ku kêmasiyên Patrîk dîtin, bi nermî, lê zelal şîret da wî. Patrîk dibêje: “Çiqas baş e ku ewî şîret da min. Gava min didît wekî birên din hine cabdariyên ku min dixwestin, distandin, ez ber xwe diketim. Lê şîreta vî rûspî nîşanî min kir, wekî ya lape ferz ne ev e, ku ez civatêda cabdariyê bistînim, lê ev e, ku ez bi milûktî xûşk-birara berdestiyê bikim”. Çaxê Patrîk bû 23 salî, ew ça rûspî hate kifşkirinê (Metelok 27:9).

17. Îsa çawa nîşan kir, ku îtbariya xwe şagirtên xwe tîne?

17 Xêncî vê yekê, ku şagirtên Îsa mizgînî bela dikirin, usa jî lazim bû ku ewana meriva hîn kin. Dibeke şagirt difikirîn, ku wê nikaribin vê cabdariyê bînin sêrî. Lê Îsa îtbariya xwe wan dianî, ku ewana wê bikaribin vî şixulî bi cûrekî baş bînin sêrî, lema ewî usa got: “Çawa ku Bav ez şandime, ez jî we dişînim” (Yûhenna 20:21).

18. Rûspî ça dikarin çev bidine Îsa?

18 Rûspiyên civatê ça dikarin çev bidine Îsa? Rûspiyên cêribandî hine şixulên xwe tesmîlî kesên din dikin (Fîlîpî 2:19-22). Mesele, rûspî dikarin bona temizkirin û xweykirina Oda Civatê hine şixul bidine cahila. Gava ewana şixulekî didine kesekî, ewana dikarin wî hîn kin û bawer bin ku ewê şixulê xwe rind bîne sêrî. Rûspîkî teze bi navê Mêtyû razî ye, çimkî rûspiyên cêribandî ew bona hine şixulên civatê hîn kirine. Çaxê wana şixulek dida wî, wana îtbariya xwe wî dianî, ku ewê bikaribe vî şixulî bîne sêrî. Mêtyû dibêje: “Gava min şaşî dikirin, wana mecal dida min, ku ez ji şaşiyên xwe dersa hîn bim û pêşda herim”. d

19. Gerekê em çi bikin?

19 Çil rojên paşin ser erdê, Îsa kesên din hêlan dikir, hîn dikir û hazir dikir. Were em jî çev bidine wî (1 Petrûs 2:21). Çiqas em xîret bikin ku çev bidine wî, haqas ewê alî me bike. Ewî soz daye: “Ezê her roj, heta rojên xilaziyêye vê dinyayê tevî we bim” (Metta 28:20).

KILAMA 15 Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

a Li gora çar kitêbên pêşine Mizgîniyê, Îsa paşî rabûna ji mirinê gelek cara merivara xuya bû, mesele Meryema Megdelanîra (Yûhenna 20:11-18); kulfetên dinra (Metta 28:8-10; Lûqa 24:8-11); du şagirtên xwera (Lûqa 24:13-15); Petrûsra (Lûqa 24:34); şandiyara, gava Tûma wêderê nîbû (Yûhenna 20:19-24); şandiyara, gava Tûma jî nav wanda bû (Yûhenna 20:26); heft şagirtara (Yûhenna 21:1, 2); zêdetirî 500 şagirtara (Metta 28:16; 1 Korintî 15:6); birê xwe Aqûbra (1 Korintî 15:7); hemû şandiyara (Karên Şandiya 1:4); şandiyara, nêzîkî Beytanyayê (Lûqa 24:50-52). Dibeke Îsa derecên dinda jî merivara xuya bû, lê ev yek nehatiye nivîsarê (Yûhenna 21:25).

b Ser jw.org binihêrin hine rêzên pêxembertîkirî derheqa Mesîh, ji gotara bi navê “Gelo Pêxembertiyên Derheqa Mesîh li ser Îsa Hatine Sêrî?

c Hine birên xîret, yên ku 25-30 salî ne jî, dikarin ça berpirsiyarên mihalê bêne kifşkirinê. Lê hemikî lazim e, ku ewana pêşiyê bibine rûspiyên cêribandî.

d Derheqa hine şîretên din, ku birên cahil çawa dikarin xwe hazir kin, wekî cabdariyên hê mezin hildin ser xwe, binihêre Birca Qerewiliyêda, ya meha Tebaxê, sala 2018, rûp. 11-12, abz. 15-17, û meha Nîsanê, sala 2015 gotarên ser rûp. 8-18.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Birak nîşanî xwendekarê xwe dike, ku Kitêba Pîroz derheqa pûtparistiyê çi dibêje. Xwendekar paşê safî dike, wekî tiştên ku pûtparistiyêva girêdayî ne, bavêje axpê.