GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 48
KILAMA 97 Emir Xebera Xwedêva Girêdayî ye
Em Çi Hîn Dibin ji Keremeta Îsa Derheqa Nan?
“Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku tê bal min, ewê qe birçî nebe” (YÛHENNA 6:35).
VÊ GOTARÊDA
Emê giliyên ji Yûhenna serê 6 lêkolîn kin, yên ku derheqa vê yekê têne gotinê, ku Îsa nan û mesî çawa bi keremetî zêde kir û nav gelek merivada bela kir, û emê ji vê keremetê çend dersa hîn bin.
1. Wedê berê, nan bona meriva çiqas ferz bû?
WEDÊ berê nan ça xwarina here ferz dihate hesabê (Destpêbûn 14:18; Lûqa 4:4). Lema jî Kitêba Pîrozda xebera “nan” carna bona hemû xwarina tê xebitandinê (Metta 6:11). Du keremetên Îsa nanva girêdayî bûn (Metta 16:9, 10). Kitêba Yûhenna serê 6 besa yek ji van keremeta dike. Were em bivînin, ku em ji vê serhatiyê çi dersa dikarin hîn bin.
2. Bi hezara meriv çira hewcê xwarinê bûn?
2 Paşî ku şandiyên Îsa mizgînî cîkî bela kiribûn, Îsa ewana bi qeyîkê birine aliyê dine bera Celîlê, ku wêderê hêsa bin (Markos 6:7, 30-32; Lûqa 9:10). Ewana çûne cîkî xewle nêzîkî Beytsaydayê. Lê hine wext şûnda bi hezara meriv hatine wêderê. Gava Îsa meriv dîtin, ew eciz nebû, lê bi dilovanî derheqa Padşatiya Xwedê ew hîn dikirin û kesên nexweş qenc dikirin. Berî êvarê, şandî xemgîn bûn ku xelq wê çi bixwe. Cem hine meriva dibeke hine xwarin hebû, lê heçî zef ji wan gerekê biçûna gundên der-dor, wekî xwera xwarinê bikirin (Metta 14:15; Yûhenna 6:4, 5). Lê gelo Îsa çi kir?
ÎSA KEREMETEKÊ DIKE
3. Îsa şandiyên xwera çi got? (Binihêre usa jî şikil.)
3 Îsa şandiyên xwera usa got: “Nelazim e ku ewana herin. Hûn xwarinê bidine wan” (Metta 14:16). Lê wana ça dikaribû ev yek bikirana? Wêderê weke 5 000 mêr hebûn. Tevî jin û zara, hejmara meriva diqewime weke 15 000 bû (Metta 14:21). Şandiyê Îsa, Endrawis, usa got: “Vira gedekî biçûk heye, cem wî pênc nanên ceh û du mesiyên biçûk hene. Lê wê çawa têra haqas meriva bike?” (Yûhenna 6:9). Wî çaxî, gelek meriva nanê ceh û mesiyên zihakirî dixwarin. Lê haqas meriv wê çawa pê nan û mesiyên ku destê vî gedeyîda hebûn, têr bûna?
4. Em dikarin ji Yûhenna 6:11-13 çi dersa hîn bin? (Binihêre usa jî şikil.)
4 Îsa yekî mêvanhez û dilovan bû, lema ewî merivara got, ku ewana kom bi kom ser çêrê rûnên (Markos 6:39, 40; bixûne Yûhenna 6:11-13). Kitêba Pîroz dibêje, ku Îsa bona nan û mesiya şikirî da Bavê xwe. Ev yek bi rastî jî lazim bû, çimkî xwarin dayîna Yehowa Xwedê ye. Firqî tune em tenê bin, yan jî dora me meriv hebin, were em jî mîna Îsa pêşiya nanxwarinê dua bikin. Paşê Îsa xwarin da belakirinê, û her kesî têr xwar. Îsa got ku xwarina bermayî top kin, diqewime seva vê yekê, ku paşê bihata xwarinê. Ev yek bona me meseleke baş e. Were em jî çev bidine Îsa, û çi destê meda heye bi bîlanî xerc kin û tu tiştî pûç nekin. Hergê zarên te hene, vê serhatiyê wanra bixûne û nîşanî wan ke ku çira ferz e, wekî em mîna Îsa pêşiya nanxwarinê Yehowara dua bikin û hindava merivada merd û mêvanhez bin.
5. Paşî keremetê xelqê çi xwest bike, lê Îsa çi kir?
5 Meriv ji hînkirina Îsa û keremetên wî heyr-hujmekar diman. Wana zanibû ku Mûsa berêda gotibû, wekî Xwedê wê pêxemberekî mezin bişîne. Lema jî dibeke ewana difikirîn ku Îsa ye ev pêxember (Qanûna Ducarî 18:15-18). Û diqewime ewana difikirîn, ku Îsa dikare bibe serwêrekî baş û nan bide temamiya milet. Lema jî wana xwest “wî bi destê zorê bikine padşa” (Yûhenna 6:14, 15). Hergê Îsa îzin bida ku ewana wî bikine padşa, ewê tev polîtîka Cihûya bibûya yek, ku bin serwêrtiya Romêda bûn. Lê Îsa hilkişiya çiyê. Dêmek, meriva çi jî dikirin, yeke Îsa tev polîtîkê nedibû. Ev yek derseke çiqas baş e bona me!
6. Em ça dikarin çev bidine Îsa? (Binihêre usa jî şikil.)
6 Hemikî tu kes wê mera nebêje, wekî em bi keremetî nan bidine meriva yan nexweşa qenc kin, û usa jî tu kes wê me neke padşa yan serokê welatekî. Lê dibeke ewana bixwazin, ku wedê hilbijartina, em dengê xwe bidine kesekî, yê ku wê bi texmîna wan bibe serwêrekî baş. Lê Îsa tu car tevî polîtîkê nedibû. Carekê ewî usa got: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 17:14; 18:36). Were em çev bidine fikir û kirên Îsa, û mîna wî piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin, mizgîniya vê Padşatiyê bela kin û dua kin, wekî ev Padşatî bê (Metta 6:10). Were niha em binihêrin hela em dîsa çi dersa dikarin hîn bin ji vê keremetê, çaxê Îsa bi nan meriv têr kirin.
“MENA KEREMETA DERHEQA NAN”
7. Îsa û şandiya çi kirin? (Yûhenna 6:16-20)
7 Paşî ku Îsa meriv têr kirin, ewî şandiyên xwe bi qeyîkê şandine Kepernahûmê, lê xwexa hilkişiya ser çiyê, seva ku ji wan meriva dûr keve, yên ku dixwestin lê bikine padşa (Bixûne Yûhenna 6:16-20). Gava şandî berêda bûn, firtone rabû û tevî xwe bayê qewî û pêlên mezin anî. Paşê Îsa ser avêra berbi qeyîka wan meşiya û Petrûsra got, ku ew jî ser avêra bê (Metta 14:22-31). Gava Îsa kete qeyîkê, ba sekinî. Şagirtên wî usa gotin: “Rastî jî tu Kurê Xwedê yî” a (Metta 14:33). Dîsa jî wana fem nekir ku hevgirêdana vê keremetê û keremeta nan, çi bû. Kitêba Markosda usa tê gotinê: “[Şandî] ser vê yekê zendegirtî man, çimkî ewana mena keremeta derheqa nan jî hê fem nekiribûn. Dilê wan bona femkirinê hê hazir nîbû” (Markos 6:50-52). Belê, wana fem nekir ku bona wan keremeta Yehowa qewat dabû Îsa. Lema jî Îsa çendek şûnda dîsa besa keremeta derheqa nan kir û derseke din da me.
8-9. Meriva çira dane pey Îsa? (Yûhenna 6:26, 27)
8 Rojek şûnda, meriva dît ku Îsa û şandiyên wî ji wêderê çûbûn. Lema jî ewana ketine qeyîka û berê xwe dane Kepernahûmê wekî Îsa bivînin (Yûhenna 6:22-24). Gelo nêt û xwestina wane sereke ew bû ku derheqa Padşatiya Xwedê hê zêde pêbihesin? Na. Ewana hê zêde ketibûne heyra zikê xwe. Lê em vê yekê ji ku zanin?
9 Dîna xwe bidinê, gava meriv nêzîkî Kepernahûmê Îsa dîtin, çi qewimî. Îsa raste-rast got, ku ewana herî zêde pey hewcên xwe ketine. Ewî got ku wana tenê “ji wî nanî xwariye û têr bûne . . . ku îro heye û sibê tune ye”. Lema jî ewî wanra got, wekî dewsa vê yekê, ewana gerekê “bixebitin bona xwarina ku tu car xirab nabe û jîyîna heta-hetayê dide” (Bixûne Yûhenna 6:26, 27). Îsa got ku Bavê wî dikare xwarineke usa bide wan. Fikira ku xwarin dikare meriva berbi jîyîna heta-hetayê bive, bê şik wanra ecêb hate xuyanê. Gelo kîjan xwarinê dikaribû tiştekî usa bikira, û guhdarên Îsa ça dikaribûn ev xwarin bistandana?
10. Seva ku meriva jîyîna heta-hetayê bistanda, gerekê wana çi bikira?
10 Cihûya dixwest bizanibin, ku ewana gerekê çi bikin seva ku xwarineke usa bistînin. Ewana dibeke difikirîn ku gerekê li gora Qanûna Mûsa hine tişta bikin. Lê Îsa wanra got: “Xwedê dixwaze wekî hûn wî bawer bikin, yê ku ewî şandiye” (Yûhenna 6:28, 29). Belê, çawa Îsa berê jî gotibû, seva ku kesek “jîyîna heta-hetayê bistîne”, ew gerekê baweriya xwe kesê ku Xwedê şandiye, bîne (Yûhenna 3:16-18, 36). Paşê Îsa hê rind zelal kir, ku em gerekê çi bikin, wekî jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhenna 17:3).
11. Em ji ku zanin ku dîna Cihûya diha zêde ser xwarinê bû? (Zebûr 78:24, 25)
11 Van Cihûya qebûl nedikir, ku ewana gerekê baweriya xwe Îsa bînin. Wana ji wî pirsî: “Îja tuyê kîjan keremetê bikî, wekî em bivînin û te bawer bikin?” (Yûhenna 6:30). Wana got ku kal-bavên wan rojên Mûsada mana standibûn, ya ku bona wan ça nan bû (Nehemiya 9:15; bixûne Zebûr 78:24, 25). Tê kifşê ku hişê wan hê ser xwarinê bû. Xêncî vê yekê, çaxê Îsa derheqa “nanê rast ji ezmên”, ku “jîyînê dide”, xeber dida, wana ji wî nepirsî ku mena vê gotinê çi ye (Yûhenna 6:32). Wana haqas dîna xwe dida hewcên xweye fîzîkî, wekî guh nedidane giliyên Îsa ku çawa jîyîna heta-hetayê bistînin. Em dikarin ji vê serhatiyê çi hîn bin?
DÎNA ME GEREKÊ HERÎ ZÊDE SER ÇI BE?
12. Çawa ku Îsa gotibû, çi ye lape ferz?
12 Kitêba Yûhenna serê 6-da derseke ferz heye. Dîna me gerekê diha zêde ser dostiya me tevî Xwedê be. Gava Îsa ji aliyê Mîrê-cinada hate cêribandinê, hingê jî ewî ferzbûna vê yekê da kifşê (Metta 4:3, 4). Wedê Gotara ser Çiyê jî ewî gotibû, ku gerekê em fem bikin, wekî em “hewcê Xwedê ne” (Metta 5:3). Lema jî were em ji xwe bipirsin: “Gelo jîyîna min nîşan dike ku ez hê zêde dostiya xwe tevî Yehowa qîmet dikim, ne ku xwestinên xweye fîzîkî?”
13. (a) Çira tiştekî xirab vê yekêda tune, ku em ji xwarin-vexwarinê lezetê bistînin? (b) Em gerekê guh bidine kîjan şîreta Pawlosê şandî? (1 Korintî 10:6, 7, 11)
13 Hemikî lazim e wekî em bona hewcên xwe dua bikin û ji tiştên fîzîkî lezetê bistînin (Lûqa 11:3). Li gora Kitêba Pîroz, xwarin û vexwarin û usa jî ev yek ku em ji keda xwe lezetê distînin, şabûnê tîne û “ji Xwedê ye” (Waîz 2:24, ÎM; 8:15; Aqûb 1:17). Lê em gerekê îzinê nedin, wekî jîyîna meda mal û milk bibine tiştên lapî ferz. Pawlosê şandî dîna Mesîhiya kişande ser mesela xirab ya Îsraêliyên berê. Ewî wanra got, ku dilê wan gerekê ser “tiştên xirab” nîbe, çawa ku dilê Îsraêliya çûbû ser tiştên xirab (Bixûne 1 Korintî 10:6, 7, 11). Îsraêliya ji bo çevbirçîbûnê tiştên ku Yehowa bi keremetî dabûne wan, hesab kirin ça “tiştên xirab” (Jimar 11:4-6, 31-34). Usa jî gava Îsraêliya destpêkirin golika zêrîn bihebînin, wana nîşan kir ku hişê wan diha zêde ser xwarin, vexwarin û kêfkirinê ye, ne ku ser hebandina Yehowa (Derketin 32:4-6). Lazim bû ku Mesîhî, yên ku hingê dijîtin, ji tiştên ku hatibûne serê Îsraêliya dersê hîn bin, çimkî çend sal şûnda, sala 70 D.M.-da, Orşelîm û paristgeh hatine wêrankirinê. Niha em xilaziya vê dinya xirabda dijîn, lema şîreta Pawlos bona me jî ferz e.
14. Kitêba Pîroz derheqa dinya teze çi dibêje?
14 Gava Îsa besa “nanê meyî îro” kir, ewî got ku rojekê, qirara Xwedê wê usa jî “ser rûyê erdê bê sêrî” (Metta 6:9-11). Hingê dinya wê çawa be? Kitêba Pîroz nîşan dike ku xwestina Xwedê ev e, wekî ser erdê têr-tije xwarin hebe. Li gora Îşaya 25:6-8, emê bin Padşatiya Yehowada, ji cûre-cûre xwarinên xweş lezetê bivînin. Zebûr 72:16 usa dibêje: “Genimê welêt bibe bir-ber”. Hela bidine ber çevê xwe, ku hûnê ji vî genimî nanê çiqas xweş bipêjin! Usa jî hûnê dibeke tiriyên ji rezên xwe bixwin (Îşaya ). Hemû merivên ser temamiya dinyayê wê ji tiştên usa lezetê bivînin. 65:21, 22
15. Kesên ku wê ji mirinê bêne rakirinê, wê çi hîn bin? (Yûhenna 6:35)
15 Bixûne Yûhenna 6:35. Gelo çi hîviya wan meriva ye, yên ku nan û mesiyên ku Îsa bi keremetî bela kiribûn, xwaribûn? Gelek ji wan diqewime baweriya xwe Îsa neanîn, lê dîsa jî dibeke ewana ji mirinê bêne rakirinê û hûnê tevî wan bibine nas (Yûhenna 5:28, 29). Wê lazim be wekî ewana mena van gotinên Îsa pêbihesin: “Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku tê bal min, ewê qe birçî nebe”. Ewana gerekê baweriya xwe qurbana Îsa bînin û qebûl kin, ku ewî emirê xwe bona wan daye. Hingê kesên ku ji mirinê bêne rakirinê û zarên ku wêderê bêne bûyînê, wê derheqa Yehowa û qirara wî bêne hînkirinê. Mecala te jî wê hebe, ku wan meriva hîn kî, û ev yek wê ji xwarina xweş zêdetir tera şabûnê bîne.
16. Gotara dinda emê çi hîn bin?
16 Vê gotarêda em ji kitêba Yûhenna serê 6 çend ders hîn bûn. Lê Îsa derheqa “jîyîna heta-hetayê” tiştên din jî gotin. Lazim bû wekî merivên ku hingê dijîtin, dîna xwe bidana van giliya, û em jî gerekê usa bikin. Gotara dinda emê ji kitêba Yûhenna serê 6 hine dersên din jî hîn bin.
KILAMA 20 Te Kurê Xweyî Delal Berva da
a Seva ku hê zêde derheqa vê serhatiyê înformasiya bistînî, binihêre kitêba Îsa Rê, Rastî û Jîyîn e, rûp. 131, û kitêba Çev Bidine Baweriya Wan, rûp. 185.