SERHATÎ
Min Timê Berdewam Dikir Hîn bim
EZ JI Yehowa razî me, çimkî qedirekî mezin minra hatiye dayînê, ku ew “Mamosteyê” min e (Îşaya 30:20, ÎM). Ew xizmetkarên xwe bi saya Kitêba Pîroz, tebiyetê û teşkîleta xwe hîn dike. Usa jî ew bi saya xûşk-bira me hîn dike. Rast e ez îda weke 100 salî me, lê dîsa jî ez ji hînkirina Yehowa karê distînim. Were ez wera gilî kim, ku ez çira usa dibêjim.
Ez sala 1927 bajarekî biçûkda hatime bûyînê, nêzîkî Çîkagoyê (Dewletên Amêrîkaya Yekbûyî). Em pênc zar bûn, Cêta, Don, ez, Karl û Coy. Xwestina me gişka ev bû, ku bi dil û can Yehowara xizmet kin. Sala 1943 Cêta çû koma duda, ya Mekteba Gîledê. Don sala 1944-da destpêkir Beytela Brûklînêda xizmet ke (Niyû York), Karl sala 1947 û Coy jî sala 1951-da destpêkirin Beytela Brûklînêda xizmet kin. Him xûşk-birên min, him jî dê-bavê min minra bûne mesela baş.
MALBETA MIN RASTIYÊ PÊDIHESE
Dê-bavê min Kitêba Pîroz dixwendin û Xwedê hez dikirin. Wana alî me dikir, ku em jî Xwedê hez bikin. Lê paşî vê yekê, ku bavê min wedê Şerê Hemdinyayêye I li Ewropayê ça esker şer dikir, ewî îda qedirê dêrê nedigirt. Diya min gelek ji Xwedê razî bû, ku bavê min sax-silamet vegeriya malê, û ewê jêra got: “Karl, were em mîna berê dîsa herine dêrê”. Bavê min got: “Ezê tevî te heta dêrê bêm, lê ezê nekevime hundur”. Ewê pirsî: “Çira?” Ewî got: “Şerda xizmetkarên dêrê, yên ku ji rêlîgiyeke bûn, her kesî aliyê xweda eskera û çekên wan kerem dikirin, ku miqabilî hev şer bikin. Gelo Xwedê piştgiriya herdu aliya dikir?”
Paşê gava diya min dêrêda bû, du Şedên Yehowa hatine mala me. Wana du parên kitêba bi navê Ronayî, yên ku kitêba Eyantî zelal dikirin, pêşkêşî bavê min kirin. Ev kitêb dîna bavê min kişande ser xwe û ewî ev kitêb qebûl kirin. Gava diya min ev kitêb dîtin, ewê destpêkir van kitêba bixûne. Carekê rojnemêda meriv teglîf dikirin, ku bi saya kitêbên Ronayî, hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Diya min safî kir here wêderê. Jinikeke emirda mezin derî vekir. Diya min kitêbek hilda û pirsî: “Vira hûn vê kitêbê lêkolîn dikin?” Ewê got: “Belê, delala min, kerem ke pêşda were”. Heftiya din, diya min, ez û xûşk-birên min tevî xwe birin û paşî vê yekê, em timê diçûne wêderê.
Ser civatekê, birê ku civat derbaz dikir gote min, wekî ez Zebûr 144:15 bixûnim. Vê rêzêda tê gotinê, ku xizmetkarên Yehowa bextewar in. Him ev rêz him jî du rêzên din gelek dilê min girtin, dêmek 1 Tîmotêyo 1:11, kîderêda tê gotinê ku Yehowa Xwedêkî bextewar e, û Efesî 5:1, ku em gerekê “çev bidine Xwedê”. Min fem kir, ku ez gerekê ji xizmetiyê şabûnê bistînim û bona vê qedirê ku minra hatiye dayînê, ji Efirandar razî bim. Temamiya emirê xwe, min hertim xîret dikir, ku van du tişta bikim.
Civata herî nêzîk Çîkagoyêda bû, û weke 32 kîlomêtra dûrî me bû. Dîsa jî em diçûne wêderê û zanebûna min derheqa Kitêba Pîroz çiqas diçû, haqas zêde dibû. Tê bîra min ku carekê birê ku civat derbaz dikir, ji Cêtayê pirsî û ewê caba xwe da. Gava min guh dida caba wê, min xwera got: “Min ev cab zanibû. Minê jî bikaribûya caba xwe bida”. Ji vê rojê, min îda xwe bona civatê hazir dikir û caba xwe dida. Xêncî vê yekê, ez û xûşk-birên min, ruhanîda pêşda diçûn, û sala 1941-da ez hatime nixumandinê.
EZ SER CIVATÊN MEZIN JI YEHOWA HÎN DIBIM
Civata mezin, ya sala 1942, ku li Klîvlêndê (Ohayo) derbaz bû, qe bîra min naçe. Dewletên Yekbûyîda ji 50 ciya zêdetir ser vê civata mezin pê têlêfonê têklî bibûn. Ez û malbeta min nêzîkî ciyê civata mezin çadirada diman. Wî çaxî, Şerê Hemdinyayêye II diçû, û miqabilîbûna hindava Şedên Yehowa zêde dibû. Êvarê çend bira erebên xwe usa danîbûn, ku pozê ereba derva bûn. Her erebekêda, kesekî temamiya şevê nobedarî dikir. Wana got, ku gava tiştek biqewime, bira gerekê şewqa farên erebên xwe vêxin û sîgnalê xin, wekî kesên din bihatana hewara wan. Min xwera got, wekî ‘xizmetkarên Yehowa bona her tiştî hazir in!’ Ez bi dilekî rihet xewra çûm û tu problêm pêşda nehat.
Gelek sal şûnda, gava ez derheqa vê civata mezin difikirîm, min fem kir ku tirs dilê diya minda tune bû. Ewê bi temamî xwe disparte Yehowa û teşkîleta wî. Ez mesela wêye baş tu car bîr nakim.
Hine wext pêşiya wê civata mezin, diya min bû pêşenga hertim. Lema jî ewê rind guh da gotarên derheqa xizmetiya hertim. Gava em vedigeriyane malê, ewê got: “Ez dixwazim berdewam kim, ça pêşeng xizmet kim, lê ez nikarim him ça pêşeng xizmet kim, him jî hemû şixulên malê tenê bikim”. Ewê pirsî, hela em hazir in alî wê bikin, û me jî got, belê. Lema jî ewê mera got, ku her şebeq pêşiya teştê, bira her yek ji me odek, yan du oda temiz ke. Çaxê em ji malê derdiketin û diçûne mektebê, ewê dîna xwe dida hela mal hevdayî ye û paşê diçû xizmetiyê. Şixulên wê gelek bûn, lê dîsa jî ew timê me dibû xweyî. Gava em nîvro dihatine malê ser nanxwarinê, û paşî mektebê jî, ewê timê wede bona me vediqetand. Carna em paşî mektebê tevayî diçûne xizmetiyê. Ev yek alî me dikir, wekî fem bikin, ku çi tê hesabê bibine pêşeng.
DESTPÊKA XIZMETIYA HERTIM
Gava ez 16 salî bûm, ez bûme pêşeng. Wî çaxî bavê min hê Şedê Yehowa nîbû. Dîsa jî ewî dixwest bizanibe, ku xizmetiya min ça diçe. Rojekê min wîra got, ku min çiqas xîret
dikir jî, dîsa jî min nikaribû kesek bidîta, yê ku hînbûna Kitêba Pîroz bixwaze. Paşê min got: “Tu naxwazî ku ez tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kim?” Ew hinek fikirî û got: “Çira jî na!” Belê, xwendekarê minî pêşin, bavê min bû. Çiqas qedirekî mezin bû!Me tevayî kitêba “Rastî Wê We Aza ke” lêkolîn dikir. Bavê min alî min kir, wekî ez Kitêba Pîroz diha baş lêkolîn kim û meriva hîn kim. Mesele, êvarekê çaxê me abzasek xwend, ewî got: “Ez fem dikim ku vê kitêbêda çi tê gotinê, lê tu ji ku zanî wekî giliyên ji vê kitêbê rast in?” Min nikaribû caba wî bida, lema jî min got: “Niha ez nikarim caba te bidim, ezê lêkolîn kim û bêjim”. Min usa jî kir. Min hine rêz dîtin, yên ku van fikira şirovedikirin, kîjan ku me lêkolîn dikir, û min xwe bona hînbûnê diha baş hazir dikir. Bi saya vê yekê, him ez him bavê min, ruhanîda pêşda çûn. Bavê min li gora van tişta dijît, çi ku ew pêdihesiya, û sala 1952-da ew hate nixumandinê.
HÎNBÛNA MIN BEYTELÊDA BERDEWAM BÛ
Gava ez 17 salî bûm, ez ji malê çûm. Cêta a bû mîsyonêr, Don jî çû Beytelê. Herda jî xizmetiya xwe hez dikir, û ev yek dilê min jî qewî dikir. Lema jî min blanka him bona xizmetiya Beytelê, him jî bona Mekteba Gîledê tijî kir, û ev safîkirin da destê Yehowa. Axirî çi bû? Sala 1946 min teglîfî Beytelê kirin.
Gelek sal min Beytelêda cûre-cûre şixul dikir, û ez gelek tiştên teze hîn dibûm. Nava 75 salên ku min Beytelêda derbaz kirine, ez tiştên usa hîn bûm, ça çêkirina kitêba, hesabdarî û usa jî şixulê kirîn-firotanê. Lê ya here ferz ev e, ku Beytelêda wedê şêwirkirina Kitêba Pîroze şebeqê û wedê gotara, ez berdewam dikim zanebûna kûr ser hîmê Kitêba Pîroz bistînim.
Usa jî ez ji birê xweyî biçûk Karl, yê ku sala 1947-da hate Beytelê, hîn dibûm. Ewî Kitêba Pîroz gelek baş lêkolîn dikir û hîn dikir. Carekê min gotar hazir dikir û ji Karl alîkarî xwest. Min wîra got, ku min gelek înformasiya top kiriye, lê nizanim çawa bidime xebatê. Ewî got: “Coêl, têma te derheqa çi ye?” Min fem kir, ku ewî çi dixwest bigota. Min gerekê tenê ev înformasiya bida xebatê, ya ku têmêva girêdayî bû. Ez vê dersê tu car bîr nakim.
Seva ku em Beytelêda şabûna xwe unda nekin, em gerekê mizgîniyê jî bi xîret bela kin. Carna xizmetiyêda qewimandinên
hewas diqewimin. Tê bîra min ku rojekê me berî êvarê li Bronksê (Niyû York) xizmet dikir. Ez û birak çûne bal jinikekê, ya ku berê jûrnalên me dixwend. Çaxê me nasiya xwe da hevdu, me got: “Îro em merivara derheqa giliyên hewas ji Kitêba Pîroz dibêjin”. Ewê got: “Hergê hûn dixwazin derheqa Kitêba Pîroz xeber din, kerem kin, pêşda werên”. Me derheqa Padşatiya Xwedê û dinya teze çend rêz xwendin û şirovekirin. Ev yek wê xweş hat û heftêk şûnda, ewê gazî çend hevalên xwe jî kir. Wede şûnda ew û mêrê wê bûne Şedên Yehowa.JI HEVALZEWACA XWE HÎN DIBIM
Min weke 10 sala xwera hevalzewac digeriya, pêşiya ku ez tevî vê xûşkê bûme nas, kîjan ku bû kulfeta min. Çi alî min kir jineke layîq xwera bijbêrim? Min Yehowara dua dikir û ez difikirîm, ku ezê paşî zewacê çi bikim.
Sala 1953 paşî civata mezin, ya ku ser Stadiyona Yankî derbaz bû, ez rastî xûşkekê hatim, bi navê Marîya Anîol. Ew û xûşka min Cêta, Mekteba Gîledêda koma duda tevayî derbaz bûn û tevayî ça mîsyonêr xizmet dikirin. Marîyayê bi dil û can minra derheqa xizmetiya xweye ser giravên Karîbê û hînbûnên Kitêba Pîroz gilî dikir. Çiqas me hevdu nas dikir, haqas me fem dikir ku nêtên me mîna hev in. Me hevdu hez kir, û meha Nîsanê, sala 1955-da, em zewicîn. Marîya bona min pêşkêşa ji Yehowa bû, û ew minra bû meseleke baş. Ew bona her cabdarîke ku jêra dihate dayînê, gelek razî bû. Ew yeke xîret û ser xwe bû, ji dil dikete heyra kesên din û ji her tiştî zêdetir, dîna xwe dida şixulê Padşatiya Yehowa (Metta 6:33). Me sê sala şixulê berpirsiyartiyêda kar dikir, û paşî vê yekê, sala 1958-da me teglîfî Beytelê kirin.
Ez ji Marîyayê gelek tişt hîn bûm. Mesele, gava em teze zewicî bûn, me safî kir wekî Kitêba Pîroz tevayî bixûnin û her car weke 15 rêza bixûnin. Her kes ji me çend rêz dixwend û şirovedikir. Usa jî me şêwir dikir ça van rêza jîyîna xweda bidine xebatê û ji vê yekê karê bistînin. Marîyayê gelek car derheqa vê yekê gilî dikir, çi ku ew wedê Mekteba Gîledê, yan jî wedê xizmetiya mîsyonêrtî hîn bibû. Bi saya vê yekê ez hîn bûm, ku ça xûşka hêlan kim û diha baş gotara bixûnim (Metelok 25:11).
Kulfeta mine delal, Marîya, sala 2013-da mir. Ez gelek bîra wê dikim û hizreta wê rojê me, ku dinya tezeda dîsa lê bivînim. Heta hingê, ez dixwazim berdewam kim hîn bim û bi temamiya dil xwe bispêrim Yehowa (Metelok 3:5, 6). Gava ez didime ber çevê xwe, ku dinya tezeda xizmetkarên Yehowa wê çi bikin, ez şa dibim û dilê min rihet dibe. Hingê emê ji Mamosteyê Mezin, Yehowa, gelek tiştên teze hîn bin. Ew bona vê yekê ji wî razî me, ku ew heta niha gelek tişt ez hîn kirime û qenciya xweye mezin minra dide kifşê!
a Derheqa serhatiya Cêta Sûnal bixûne Birca Qerewiliyêda, ya 1 Adarê, sala 2003, rûp. 23-29.