GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 51
KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye
Yehowa Hêsirên Çevên Te Divîne
“Hêsirên min Tu bike meşkê Xwe. Gelo ew ne kitêba Teda ne?” (ZEBÛR 56:8).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku Yehowa êşa dilê me rind fem dike û hazir e berdiliyê bide me.
1-2. Dibeke ji bo çi em hêsira bibarînin?
HER kes ji me hêsir barandiye. Carna dibeke ji şabûnê hêsir çevê me tên. Gava emirê meda tiştekî ferz yan mexsûs diqewime, mesele zar mera tê bûyînê, yan jî gelek sal şûnda em rastî hevalekî xweyî delal tên, diqewime hêsir çevê me tên.
2 Lê heçî zef em ji bo derdên xwe digirîn. Mesele, gava kesek dilê me dêşîne, dibeke hêsirên me bên. Usa jî hergê em giran nexweş dikevin û êşê dikişînin, yan jî hergê dost yan merivekî meyî hezkirî dimire, em digirîn. Gava bajarê Orşelîmê bi destê Babîloniya hate wêrankirinê, halê Yêremya pêxember jî usa bû. Ewî usa got: “Çevên min, hêsirên lêya dirijînin . . . Bêsekinandin, bêrawestin, çevê min hêsira dirijînin” (Lûrînên Yêremya 3:48, 49).
3. Yehowa ça ser derdên xizmetkarên xwe dinihêre? (Îşaya 63:9)
3 Yehowa rind zane wekî ji bo derdên xwe me çiqas hêsir barandiye. Kitêba Pîroz dibêje ku ew hemû derdên xizmetkarên xwe divîne, û gava em hewara xwe wî dadixin, ew dengê me dibihê (Zebûr 34:15). Lê Yehowa ne ku tenê me divîne û dibihê, lê ça bavekî dilovan ew gelekî me hez dike, û gava em ji bo derdê xwe digirîn, dilê wî dêşe û ew dixwaze alî me bike (Bixûne Îşaya 63:9).
4. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
4 Kitêba Pîroz nîşanî me dike, ku gava xizmetkarên Xwedê digiriyan, ewî ça alî wan dikir. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine mesela Hannayê, Dawid Padşa û Hizqiya Padşa. Gelo ewana çira digiriyan? Yehowa ça caba hewargaziya wan dida? Gelo serhatiyên wan ça dikarin alî me bikin, gava em ji bo derd, nemamî yan bêçaretiyê hêsira dibarînin?
HÊSIRÊN XEMGÎNIYÊ
5. Halê Hannayê çawa bû?
5 Hanna ji bo halê xwe xemgîn bû û gelek digiriya. Problêmeke wê ev bû, ku hewiya wê, Pênînayê, pê giliya lê nimiz dikir. Serda jî, çend zarên Pênînayê hebûn, lê Hannayêra zar nedibûn (1 Samûyêl 1:1, 2). Lema jî Pênînayê berdewam dikir qerfên xwe Hannayê bike. Gelo halekî usada teyê çi bikira? Hanna usa dilteng bibû, ku “bi dilê şewat” digiriya û xwarin jî nedixwar (1 Samûyêl 1:6, 7, 10, ÎM).
6. Hannayê çi kir seva ku dilbîniyê bistîne?
6 Gelo Hannayê ça berdilî stand? Ew bona hebandinê çû konê Yehowa. Wêderê diqewime gava Hanna bona hebandinê çû kon, ew “bi dilê şewat giriya û lavayî Xudan kir”, û ji Wî reca kir, wekî lê bîr neke (1 Samûyêl 1:10b, 11, ÎM). Hannayê duada dilê xwe Yehowara vekir. Û dilê Yehowa jî ji bo hêsirên wê êşiya, û ew hazir bû dilê wê rihet ke, çimkî ew bona wî ça qîzeke delal bû!
7. Çaxê Hannayê dilê xwe Yehowara vekir, ewê çi texmîn kir?
7 Çaxê Hannayê dilê xwe Yehowara vekir û Kahînê Mezin, Elî, jêra got ku Yehowa wê caba duayê wê bide, Hannayê çi texmîn kir? Kitêba Pîroz derheqa wê usa dibêje: “Paşê rabû nan xwar û beşera wê jî xweş bû” (1 Samûyêl 1:17, 18, ÎM). Rast e problêma Hannayê hê safî nebibû, lê dilê wê îda rihet bû. Ewê barê xwe da destê Yehowa. Yehowa hewargaziya wê bihîst û lê kerem kir. Wext şûnda Hannayêra çend zar hatine bûyînê (1 Samûyêl 1:19, 20; 2:21).
8-9. Li gora Îbranî 10:24, 25 çira ferz e, wekî em herine civata? (Binihêre usa jî şikil.)
8 Ders bona me: Dibeke tu jî bona hine problêma ber xwe dikevî. Diqewime heval yan merivekî teye hezkirî miriye û dilê te gelek dêşe. Gava tiştên usa diqewimin, meriv carna dixwaze tenê bimîne. Lê bînin bîra xwe, ku gava Hanna bona hebandinê çû konê Xwedê, ewê berdilîke mezin stand. Mîna Hannayê, hergê tu westiya yî yan dilteng î, dîsa jî berdewam ke here civata, çimkî wêderê tu dikarî dilrihetiyê bistînî (Bixûne Îbranî 10:24, 25). Yehowa dikare bi saya xeberên ji Kitêba Pîroz, yên ku em ser civata dibihên, alî me bike, wekî em dilbîniyê bistînin û fikirên nêgatîv ji hişê xwe derxin. Usa em dikarin êmosiyên xwe kontrol kin, hergê jî problêmên me derbêra safî nabin.
9 Xêncî vê yekê, em ser civata tevî xûşk-birên dilovan wede derbaz dikin. Berdilî û hezkirina wan dikare qewatê bide me (1 Têsalonîkî 5:11, 14). Were em dîna xwe bidinê, ku pêşengekî mexsûs, jina kîjanî ku miriye, çi dibêje: “Ez heta roja îro hêsira dibarînim. Cara ez tenê rûdinêm û digirîm. Lê civatên me berdilîke mezin didine min. Xûşk-bira bi giliyên şîrin û dilgerm ber dilê minda tên. Pêşiya civatê ez çiqas xemgîn bim jî, paşî civatê ez xwe timê diha baş texmîn dikim”. Belê, gava em diçine civata, Yehowa dikare bi saya xûşk-bira alî me bike.
10. Gava em rastî kul-derda tên, em ça dikarin çev bidine Hannayê?
10 Hannayê usa jî berdilî stand, gava duada dilê xwe Yehowara vekir. Em jî dikarin “hemû xemên xwe bavêjine ser [Yehowa]” û bawer bin, ku ewê dengê me bibihê (1 Petrûs 5:7). Xûşkekê ku mêrê wê ji aliyê qaçaxada hate kuştinê, usa dibêje: “Ez usa dilteng bibûm, ku min tirê ezê îda tu car şa nebim. Lê çaxê min Bavê xweyî dilovan, Yehowara dua dikir, min dilbînî û dilrihetî distand. Carna min nizanibû çi jêra bêjim, lê ewî dîsa jî ez fem dikirim. Gava min xwe gelek xirab texmîn dikir, min ji Yehowa edilayî dixwest. Hingê dilê min rihet dibû û min îda dikaribû şixulê xwe bikira”. Gava tu dilê xwe Yehowara vedikî, ew hêsirên çevên te divîne û êşa dilê te fem dike. Hergê problêma te derbaz nebe jî, Yehowa dikare dilê te rihet ke û edilayê bide te (Zebûr 94:19; Fîlîpî 4:6, 7). Ew divîne tu çi dikî wekî jêra amin bimînî û ewê sebira te kerem ke (Îbranî 11:6).
HÊSIRÊN JI BO NEMAMIYÊ
11. Problêmên Dawid ça ser wî hukum dikirin?
11 Dawid Padşa emirê xweda çend cara rastî problêmên mezin hat, yên ku bûne sebebên hêsirên wî. Gelek meriv wî nefret dikirin û hela hê hine heval û neferên mala wî jî nemamiya wî kirin (1 Samûyêl 19:10, 11; 2 Samûyêl 15:10-14, 30). Wedê gelek çetinda Dawid usa nivîsî: “Ji nelînîyê ez wastîya me, her şev dişom doşeka xwe, bi hêsira şil dikim nivîna xwe”. Lê çira Dawid xwe usa texmîn dikir? Ewî got ku hêsirên wî “rûyê hemû dijminada” dibariyan (Zebûr 6:6, 7). Belê, Dawid ji bo neheqiya ku kesên din li wî dikirin, gelek digiriya.
12. Li gora Zebûr 56:8, Dawid çida bawer bû?
12 Nava wan problêmada jî Dawid bawer bû, ku Yehowa wî hez dike. Ewî usa nivîsî: “Xudan bihîst giriyê min” (Zebûr 6:8). Dereceke dinda Dawid giliyên hewas nivîsî, yên ku em Zebûr 56:8-da dixûnin (Bixûne). Giliyên ji vê rêzê didine kifşê, ku Yehowa me çiqas hez dike. Dawid xwe usa texmîn dikir, tê bêjî Yehowa hêsirên wî derdanekêda top dikir, yan kitêbekêda dinivîsî. Ew bawer bû ku Yehowa êşa dilê wî divîne û bîr nake. Dawid dudilî nedibû, wekî Bavê wîyî dilovan him zanibû ku çi dihate serê wî, him jî didît ku derdên wî ça ser wî hukum dikirin.
13. Gava kesên din dilê me dêşînin, em ça dikarin dilbîniyê bistînin? (Binihêre usa jî şikil.)
13 Ders bona me: Gelo tu xemgîn î ji bo vê yekê, ku kesekî dilê te êşandiye, yan nemamiya te kiriye? Dibeke dilê te dêşe, çimkî dergîstî yan hevalzewacê te, tu hîştî. Yan jî dibeke heval yan merivekî te ji Yehowa dûr ketiye. Birakî me, jina kîjanî ku bênamûsî kir û lê hîşt, usa dibêje: “Min bawer nedikir, ku tiştekî usa hate serê min. Min xwe bêkêr texmîn dikir, ez xemgîn û hêrs bûm”. Hergê kesekî nemamiya te kiriye, yan jî tu dilşkestî yî, bawer be ku Yehowa wê te tu car tenê nehêle. Ewî birayî usa got: “Min fem kir, ku meriv carna dikarin neamin bin, lê Yehowa timê amin e. Çi jî hebe, ew her gav kêleka me ye. Ew tu car aminên xwe nahêle” (Zebûr 37:28). Usa jî bîr neke, ku hezkirina Yehowa Xwedê ji hezkirina meriva diha mezin e û qewî ye. Hergê kesek pişta xwe bide me jî, Yehowa me tenê nahêle (Romayî 8:38, 39). Firqî tune meriv hindava teda çawa nin, yeke tiştek wê tu car neyê guhastinê, Bavê teyî ezmana te gelekî hez dike.
14. Zebûr 34:18 derheqa Yehowa çi dibêje?
14 Usa jî gava em rastî nemamiyê tên, giliyên Dawid ji Zebûr 34:18, dikarin dilê me rihet kin (Bixûne). Kitêbekêda tê gotinê, wekî vê rêzêda “merim-belengaz” ew meriv in, “yên ku hîviya tiştekî baş nînin”. Lê gelo Yehowa ser wan meriva, yên ku ji bo kirên kesên din dilşkestî ne, ça dinihêre? Mîna dê yan bavekî ku zara xwe hildide hemêza xwe, Yehowa jî bi vî cûreyî “nêzîkî” me ye. Gava em ji bo nemamiya kesekî xwe bêçare texmîn dikin, dilê wî ser me dişewite û ew hazir e bê hewara me. Çaxê em “dilşkestî” ne, ew dixwaze dilê me derman ke û êşa me sivik ke. Bi saya sozên ku ewî daye me, em hizreta wedekî xweş in, û ew yek alî me dike, ku ber tengasiyên îroyîn sebir kin (Îşaya 65:17).
HÊSIRÊN BÊÇARETIYÊ
15. Çi hate serê Hizqiya Padşa?
15 Gava Hizqiya Padşa 39 salî bû, ew giran nexweş ket. Bi saya Îşaya pêxember, Yehowa jêra got ku ewê ji vê nexweşiyê bimire (2 Padşatî 20:1). Halê Hizqiya bêçare dihate kifşê. Ji bo vê xeberê, Hizqiya gelek giriya û ewî ji dil Yehowara dua kir (2 Padşatî 20:2, 3).
16. Yehowa çawa caba duayê Hizqiya Padşa da?
16 Dilê Yehowa ser Hizqiya şewitî û ewî jêra got: “Min duaya te bihîst, min hêsirên çevên te dîtin”. Bi saya Îşaya pêxember Yehowa soz da, wekî ewê emirê wî dirêj ke û wî ji destê ordiya Asûrê xilaz ke (2 Padşatî 20:4-6, ÎM).
17. Gava em giran nexweş dikevin, Yehowa ça alî me dike? (Zebûr 41:3) (Binihêre usa jî şikil.)
17 Ders bona me: Hergê em giran nexweş kevin, were em duada dilê xwe Yehowara vekin, û hela hê bi hêsira jî. Kitêba Pîroz dibêje wekî “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê” wê hemû tengasiyên meda berdiliyê bide me (2 Korintî 1:3, 4). Em zanin ku îro Yehowa wê me ji hemû derda aza neke, lê dîsa jî ewê alî me bike (Bixûne Zebûr 41:3). Seva ku em bikaribin ber tengasiya sebir kin, Yehowa bi saya ruhê pîroz qewat, bîlanî û dilrihetiyê dide me (Metelok 18:14; Fîlîpî 4:13). Usa jî ew soz dide, ku axiriyêda wê hemû nexweşiya kuta ke (Îşaya 33:24).
18. Gava tu rastî tengasiyên giran têyî, îlahî kîjan rêz dilê te rihet dike? (Binihêre çargoşe “ Hine Giliyên ku Dikarin Dilê Me Rihet kin”.)
18 Giliyên Yehowa dilê Hizqiya rihet kirin. Çaxê em rastî tengasiya tên, xeberên Yehowa, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, dikarin dilê me jî rihet kin (Romayî 15:4). Gava xûşkeke ji Afrîkaya Roavayê pêhesiya, ku kansera wê heye, ew gelek car digiriya. Ew dibêje: “Ez îlahî ji Îşaya 26:3 dilbîniyê distînim. Gelek car nava tengasiyada em tiştekî nikarin bikin, lê ev rêz nîşanî min dike, wekî Yehowa dikare dilrihetiyê bide me, ku em ber tengasiya sebir kin”. Gava tu rastî tengasiyên giran têyî, tu îlahî ji kîjan rêzê dilbîniyê distînî?
19. Yehowa çi soz daye me?
19 Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinya xirab dibin, haqas derdên me û hêsirên me dikarin hê zêde bin. Lê çawa me ji mesela Hannayê, Dawid Padşa û Hizqiya Padşa dît, Yehowa hêsirên me divîne, û dilê wî ser me dişewite. Lema jî gava em rastî tengasiya tên, were em dilê xwe wîra vekin. Tu car xwe başqe nekin û ji xûşk-bira dûr nekevin û usa jî ji rêzên Kitêba Pîroz dilbîniyê bistînin. Hergê em bi aminî sebir kin, Yehowa wê me xelat ke. Ewî soz daye, ku rojekê ewê hemû hêsirên me paqij ke, yên ku em ji bo derd, nemamî, yan bêçaretiyê dibarînin (Eyantî 21:4). Hingê îda emê tenê hêsirên şabûnê bibarînin!
KILAMA 4 “Yehowa Şivanê Min e”