Pirsên Xwendevana
Kê ne “milyaketên bijartî”, derheqa kîjana ku 1 Tîmotêyo 5:21-da nivîsar e?
Pawlosê şandî hevalê xwe Tîmotêyora usa nivîsî: “Ez li ber Xwedê, Mesîh Îsa û milyaketên bijartî dikime deynê stûyê te, ku tu van şîreta bê tagêrî xwey kî, tiştekî bi firqiyê nekî” (1 Tîmotêyo 5:21).
Pêşiyê were em şêwir kin, ku vê rêzêda derheqa kê tê gotinê. Eşkere ye, ku ev rêz besa 144 000 kesên bi ruh bijartî nake. Gava Pawlos nema xweye Tîmotêyora nivîsî, rakirina kesên bijartî bona jîyîna ser ezmana hê destpênebibû. Şandî û xûşk-birên din, yên ku bi ruhê pîroz hatibûne bijartinê, hê nebibûne kesên ruh, lema jî xebera “milyaketên bijartî” derheqa wan nîne (1 Korintî 15:50-54; 1 Têsalonîkî 4:13-17; 1 Yûhenna 3:2).
Usa jî, xebera “milyaketên bijartî” derheqa wan milyaketa nîne, yên ku wedê Tofanê neamin man. Ewan milyaketên neamin aliyê Mîrê-cina girtin û usa bûne cin, yên ku dijminên Îsa Mesîh ne (Destpêbûn 6:2; Lûqa 8:30, 31; 2 Petrûs 2:4). Axiriyêda ewana wê 1 000 sal geliyê hey-wayêda bimînin û paşê jî tevî Mîrê-cina bêne qirkirinê (Cihûda 6; Eyantî 20:1-3, 10).
Lema jî eşkere ye, ku vê rêzêda Pawlos besa melekên ser ezmana kir, yên ku piştgiriya Xwedê û Îsa Mesîh dikirin.
Bi hezara melekên amin hene (Îbranî 12:22, 23). Em gerekê nefikirin, ku ewana gişk şixulekî dikin (Eyantî 14:17, 18). Mesele, melekekî cabdarî standibû, ku 185 000 eskerên Asûrê bikuje (2 Padşatî 19:35). Ça kifş e, hine meleka cabdarî standine, wekî “ji Padşatiya [Îsa] hemûyên ku meriya ji rê derdixin û xirabiyê dikin, top kin” û derxin (Metta 13:39-41). Melekên din jî, dibeke cabdarî standine, ku bona ezmana “bijartiyên wî top kin” (Metta 24:31). Hine meleka jî cabdarî standine ‘ku hemû rê-dirbada me xwey kin’ (Zebûr 91:11; Metta 18:10; beramber ke Metta 4:11; Lûqa 22:43).
Ça kifş e “milyaketên bijartî”, derheqa kîjana ku 1 Tîmotêyo 5:21-da tê gotinê, hine cabdariyên mexsûs standibûn, yên ku xizmetkarên Xwedêva girêdayî bûn. Rêzên dinda Pawlos derheqa rûspiya got, ku civat gerekê qedirê wan bigire. Ji aliyê dinva jî, rûspî gerekê cabdariyên xwe bînin sêrî û firqiyê nekine orta meriva. Ev yek ferz e, çimkî dîna Xwedê, Îsa Mesîh û “milyaketên bijartî”, ser kirên rûspiya ne. Eşkere ye, ku ji hine cabdariyên ku melekara hatine dayînê, civatêva girêdayî ne. Mesele, ewana civatê diparêzin, dîna xwe didine şixulê belakirina mizgîniyê û tiştên ku ewana divînin, Yehowara dibêjin (Metta 18:10; Eyantî 14:6).