Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 46

KILAMA 49 Şa ke Dilê Yehowa

Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibine Berdestiyên Civatê?

Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibine Berdestiyên Civatê?

“Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (KARÊN ŞANDIYA 20:35).

VÊ GOTARÊDA

Nêta vê gotarê ev e, ku xwestin û xîreta birên nixumandî zêde ke, wekî ewana bibine berdestiyên civatê.

1. Pawlosê şandî ser berdestiyên civatê çawa dinihêrî?

 CIVATADA berdestiyên civatê gelek şixulên ferz dikin. Eyan e ku Pawlosê şandî wan birên amin qîmet dikir. Mesele nemeke xweda, ewî silav da ne ku tenê rûspiya, lê berdestiyên civatê jî (Fîlîpî 1:1).

2. Birê me Luyîs derheqa kifşkirina xwe ça berdestiyê civatê, çi difikire?

2 Firqî tune birên nixumandî cahil in yan jî emirda mezin in, gelek ji wana gelek şa dibin ku dikarin ça berdestiyên civatê xizmet kin. Mesele, gava birê me Dêvan ça berdestiyê civatê hate kifşkirinê, ew 18 salî bû. Lê birê me Luyîs 50 salî zêdetir bû, gava hate kifşkirinê ça berdestiyê civatê. Ew dibêje: “Seva min qedirekî mezin e, ku ez berdestiyê civatê me. Min hezkirina civatê dîtiye û ez şa me ku ez jî dikarim tiştekî seva civatê bikim!” Gelek birên me mîna Luyîs difikirin.

3. Emê cabên kîjan pirsa şêwir kin?

3 Hergê tu birê nixumandî yî, lê hê nebûyî berdestiyê civatê, gelo tu dikarî seva vê yekê nêtê bidî pêşiya xwe? Lê çi dikare xwestina te zêde ke, wekî tu ser xwe bixebitî ku bigihîjî vê nêtê? Seva ku tu bibî berdestiyê civatê, gelo li gora Kitêba Pîroz tera kîjan xeyset-hunur lazim in? Vê gotarêda emê cabên van pirsa şêwir kin. Lê pêşiyê werên em bivînin, ku rola berdestiyên civatê çi ye.

ROLA BERDESTIYÊN CIVATÊ ÇI YE?

4. Rola berdestiyên civatê çi ye? (Binihêre usa jî şikil.)

4 Berdestiyên civatê bi ruhê pîroz têne kifşkirinê. Civatêda ewana gelek tiştada alî rûspiya dikin. Mesele, hine berdestiyên civatê dîna xwe didine vê yekê, wekî êpêce edebyet û mihalên bona xizmetkirinê hebin. Hinek ji berdestiyên civatê, şixulê temizkirin û xweykirina Oda Civatê dikin. Berdestiyên civatê alîkariyê didine civatê û ser sîstêmên deng û vîdêoya dixebitin. Rast e gelek şixulên ku berdestiyên civatê dikin, yên têknîkî ne, lê dîsa jî ya lape ferz ew e, ku ewana Yehowa hez dikin û li gora qanûnên wî dijîn. Û him jî ewana xûşk-bira gelek hez dikin (Metta 22:37-39). Seva ku birakî nixumandî bibe berdestiyê civatê, ew gerekê çi bike?

Mîna Îsa, berdestiyên civatê bi xîret kesên dinra xizmet dikin (Binihêre abzasa 4)


5. Seva ku tu bibî berdestiyê civatê, tu çi gerekê bikî?

5 Kitêba Pîroz nîşan dike, ku bira gerekê yekî çawa be, ku bikaribe ça berdestiyê civatê bê kifşkirinê (1 Tîmotêyo 3:8-10, 12, 13). Hergê tu dixwazî ça berdestiyê civatê xizmet kî û alîkariyê bidî yên din, wan xeyset-hunura lêkolîn ke, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda nivîsar e, û paşê ser xwe bixebite, ku van hunura nav xweda pêşda bînî. Lê pêşiyê tu gerekê rind bizanibî, ku tu çima dixwazî bibî berdestiyê civatê.

TU ÇIMA DIXWAZÎ BIBÎ BERDESTIYÊ CIVATÊ?

6. Tu çima gerekê hazir bî, ku civatêda hemû cûre şixula bikî? (Metta 20:28; usa jî binihêrin şikil.)

6 Hezkirin, xeysetê Îsayî sereke bû. Ewî him Xwedê, him jî meriv hez dikirin. Lema jî ewî hemû tişt bi dil û can dikir, û şixulên usa jî dikir, kîjan ku hine meriva nimiz hesab dikirin (Bixûne Metta 20:28; Yûhenna 13:5, 14, 15). Hergê ev hezkirin dilê teda jî hebe, Yehowa wê te kerem ke û alî te bike, wekî tu bigihîjî nêta xwe û bibî berdestiyê civatê (1 Korintî 16:14; 1 Petrûs 5:5).

Îsa bi mesela xwe şagirtên xwe hîn dike, wekî ewana pey nav-dengê xwe nekevin, lê bi milûktî kesên dinra xizmet kin (Binihêre abzasa 6)


7. Çira ferz e ku bira navê xwe negere?

7 Vê dinyayêda gelek meriv qedirê wan meriva digirin, yên ku şixulên ferz dikin. Lê teşkîleta Yehowada usa nîne. Birê ku mîna Îsa Mesîh bi hezkirinê hereket dike, serwêrtiyê ser yên dinra nake, û hîviyê nîne ku ewana wî ça yekî bilind hesab kin. Hergê kesek kara xwe digere vê yekêda ku bibe berdestiyê civatê, ew diqewime naxwaze hine şixulên nimiz bike, çi ku bona xweykirina pezên Yehowayî delal lazim in. Dibeke ew bifikire ku şixulên usa layîqî wî nînin (Yûhenna 10:12). Yehowa cefê kesên babax û xwehez kerem nake (1 Korintî 10:24, 33; 13:4, 5).

8. Îsa Mesîh çi şîret da şandiyên xwe?

8 Carna dostên Îsayî nêzîk jî dixwestin hine cabdariya bistînin, lê nêta dilê wan nerast bû. Were em serhatiya du şandiyên Îsa Mesîh, Aqûb û Yûhenna, bînin bîra xwe. Wana xwest wekî Îsa, Padşatiya Xwedêda ciyên mexsûs bide wan. Lê ev yek Îsa xweş nehat. Îsa 12 Şandiyara usa got: “Yê ku dixwaze nav weda bibe yê pêşin, gerekê bibe xulamê hemûya” (Markos 10:35-37, 43, 44). Birên ku bi nêta rast dixwazin bibine berdestiyên civatê, dêmek seva ku yên dinra xizmet bikin, bona civatê kerem in (1 Têsalonîkî 2:8).

XWESTINA XWE ZÊDE KE, KU BIBÎ BERDESTIYÊ CIVATÊ

9. Tu çawa dikarî xwestina xwe zêde kî, ku bibî berdestiyê civatê?

9 Hemikî tu Yehowa hez dikî û dixwazî alîkariyê bidî xûşk-bira. Dîsa jî dibeke xwestina te tune ye ku barê xwe giran kî û bibî berdestiyê civatê. Gelo tu çawa dikarî xwestina xwe zêde kî, ku bibî berdestiyê civatê? Hela bide ber çevê xwe, wekî tu ji xizmetiya xûşk-birara çiqas şabûnê distînî. Îsa usa gotiye: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Îsa xwexa jî li gora vê prînsîpê hereket dikir. Ewî ji xizmetiya kesên dinra şabûneke mezin distand, û tu jî dikarî ji xizmetiya vî cûreyî şabûnê bistînî.

10. Em ji ku zanin wekî Îsa hazir bû bi şabûnê merivara xizmet ke? (Markos 6:31-34)

10 Ji derecekê em eşkere divînin, wekî Îsa bi dil hazir bû merivara xizmet ke (Bixûne Markos 6:31-34). Carekê Îsa Mesîh û şandiyên wî westiyayî bûn. Lema jî ewana çûn cîkî xewle, wekî rihet bin. Lê gelek meriv pêşiya wan gihîştine wî ciyî, çimkî wana xwest ku Îsa wan hîn ke. Îsa dikaribû xwestina meriva pişt guhê xweva bavîta, çimkî “wedê wan tune bû xwarinê jî bixwin”. Yan jî Îsa dikaribû merivara çend gilî bigota û ew bişandana. Lê çimkî ewî meriv hez dikirin, ewî “destpêkir gelek tişta wana hîn ke” û heta êvarê berdewam dikir ew hîn dikirin (Markos 6:35). Ew mecbûr nîbû vê yekê bike, lê çimkî “dilê wî ser wan şewitî” û ewî ewana hez dikirin, lema jî xwest wana hîn ke. Belê, Îsa ji xizmetiya merivara şabûneke mezin distand.

11. Îsa çawa alî guhdarên xwe dikir? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Xêncî hînkirina meriva, Îsa usa jî bona hewcên wanî fîzîkî xem dikir. Mesele, ewî bi keremetî xwarin da şagirtên xwe û got, wekî vê xwarinê nav merivada bela kin (Markos 6:41). Bi vî cûreyî, ewî şagirtên xwera nîşan kir, ku çawa gerekê alîkariyê bidine meriva. Usa jî ewî nîşanî wan kir, ku kirên usa çiqas ferz in. Anegorî vê yekê, ew şixulê ku berdestiyên civatê dikin, ferz in. Evê şabûnê bide ber çevê xwe, gava şagirta tevî Îsa bi keremetî xwarin bela dikirin, heta ku “hemûya xwar û têr bûn” (Markos 6:42). Îsa gelek car bona halxweşiya meriva difikirî, ne ku derheqa halxweşiya xwe. Gava ew ser erdê bû, ewî timê alî meriva dikir (Metta 4:23; 8:16). Îsa hez dikir meriva hîn ke û ew hazir bû bi milûktî bona hewcên wan xem ke. Hergê tu bi dilê temiz xîret bikî, ku bibî berdestiyê civatê, tuyê jî şabûneke mezin bistînî.

Hergê tu Yehowa hez dikî û dixwazî kesên dinra xizmet kî, tuyê hazir bî hemû cabdariya ku tera têne dayînê, bînî sêrî (Binihêre abzasa 11) a


12. Em çima gerekê nefikirin, wekî hunurên meyî usa tune, ku alî civatê bikin?

12 Hergê tu difikirî ku hunurekî te kêm e, dilteng nebe. Hine xeysetên te bê şik bona civatê kêrhatî ne. Hela ser 1 Korintî 12:12-30 bifikire û dua bike. Giliyên Pawlosê şandî nîşan dikin, wekî çawa ku civatêda rola her kesî ferz e, rola te jî ferz e. Hergê hela hê lazim e, wekî tu hine xeysetên xwe diha baş kî, wekî bibî berdestiyê civatê, ber xwe nekeve. Çiqas ji destê te tê, Yehowara xizmet ke û alî xûşk-bira bike. Bawer be ku rûspî wê xîreta te bivînin û li gora feresetên te cabdarîke usa bidine te, ku tu bikaribî bikî (Romayî 12:4-8).

13. Çira çetin nîne wekî bira bibe berdestiyê civatê?

13 Werên em dîsa menîkê şêwir kin, ku çira em gerekê bigihîjine nêta xwe ku bibine berdestiyên civatê. Heçî zef ji van xeyset-hunura, yên ku berdestiyên civatê gerekê nav xweda pêşda bînin, bona hemû Mesîhiya ye. Mesele, hemû Mesîhî gerekê nêzîkî Yehowa bin, merd bin û li gora xwestina Yehowa bijîn. Lema jî ça tê kifşê gelek hunurên ku gerekê bal berdestiyên civatê hebin, cem te îda hene. Lê bira îlahî çi dikare bike, wekî bibe berdestiyê civatê?

XÎRET BIKE KU BIBÎ BERDESTIYÊ CIVATÊ

14. Çi tê hesabê “giran bin”? (1 Tîmotêyo 3:8-1012)

14 Werên em dîna xwe bidine hine xeyset-hunura, derheqa kîjana 1 Tîmotêyo 3:8-10, 12-da nivîsar e (Bixûne). Berdestiyên civatê gerekê “giran bin”. Ev gilî usa jî dikare bê welgerandinê ça “xweyîqedir” û “maqûl”. Hemikî ev yek nayê hesabê ku tu gerekê tu car nekenî û heneka nekî (Waîz 3:1, 4). Ferz ev e, ku tu hemû cabdariyên xwe bînî sêrî. Hergê xûşk-bira te nas dikin ça merivekî ku cabdariyên xwe tîne sêrî, ewê qedirê te bigirin.

15. Çi tê hesabê “xeberdanêda durûtiyê nekin” û “pey keda heram nekevin”?

15 Berdestiyên civatê gerekê “xeberdanêda durûtiyê nekin”, dêmek dilsax, helal û bi îtbar bin. Ewana usa jî xweyê sozên xwe ne û meriva naxapînin (Metelok 3:32). Ewana gerekê “pey keda heram nekevin”, dêmek xebata xweda û derecên perava girêdayîda helal bin. Ewana usa jî heleqetiya xweye baş tevî xûşk-bira, bona qazanckirina pera nadine xebatê.

16. (a) Çi tê hesabê ku berdestiyên civatê gerekê “xwe nedine şeravê”? (b) Çi tê hesabê xweyê “îsafa rihet” bin?

16 “Xwe nedine şeravê”, tê hesabê ku berdestiyê civatê gerekê bi zêdeyî venexwe û ça îçkexwer neyê naskirinê. Xêncî vê yekê, ew gerekê xweyê “îsafa rihet” be, dêmek li gora normên Yehowa bijî. Hemikî ev yek nayê hesabê ku ew bêqisûr e, lê dîsa jî dostiya wî tevî Xwedê gerekê qewî be, û bi saya vê yekê, ewê rihetiya dil bistîne.

17. Çi tê hesabê “bêne cêribandinê”? (1 Tîmotêyo 3:10; binihêre usa jî şikil.)

17 Kitêba Pîroz dibêje ku bira gerekê “bêne cêribandinê”, dêmek pêşiya ku ewana ça berdestiyên civatê bêne kifşkirinê, rûspî gerekê îzbat bin, ku ewana dikarin cabdariyên xwe bi cûrê baş bînin sêrî. Lema jî gava rûspî cabdariyê didine te, vê yekê li gora temiyên wan û rêberiya teşkîletê bike. Îzbat be ku te fem kiriye, wekî cabdariya te çi ye û kengê tu gerekê vê yekê xilaz kî. Hergê tu hemû cabdariyên ku tera têne dayînê, ça lazim e bînî sêrî, xûşk û bira wê pêşdaçûyîna te bivînin. Rûspîno, gelek ferz e wekî hûn birên nixumandî hîn kin (Bixûne 1 Tîmotêyo 3:10). Gelo civata weda birên nixumandî, yên ku 10-14 salî ne, hene? Gelo ewana lêkolîna şexsî derbaz dikin û xwe bona civata hazir dikin? Gelo ewana timê cabên xwe ser civata didin û derdikevine xizmetiyê? Hergê erê, cabdariya li gora emir û derecên wan bidine wan. Bi vî cûreyî, ev birên cahil dikarin “bêne cêribandinê”. Paşê, gava ewana bibine 17-19 salî, ewana dibeke hazir bin ku ça berdestiyên civatê bêne kifşkirinê.

Seva ku rûspî birên nixumandî bicêribînin, ewana dikarin hine cabdariya bidine wan (Binihêre abzasa 17)


18. Çi tê hesabê menî nedine tu kesî, wekî te neheq kin?

18 “Tiştek ser wan tunebe”, ev yek tê hesabê ku meniya tu kesî gerekê tune be, wekî te gunekî giranda neheq kin. Lê dîsa jî Mesîhî dikarin rastî sûcdarkirinê bên. Îsa jî dihate sûcdarkirinê, û ewî pêşda gotibû wekî şagirtên wî jî wê rastî vê yekê bên (Yûhenna 15:20). Lê hergê tu mîna Îsa rabûn-rûniştina xweda temizayê xwey kî, tuyê civatêda navekî baş qazanc kî (Metta 11:19).

19. Çi tê hesabê, ku bira gerekê “mêrê jinekê be”?

19 Berdestiyê civatê gerekê “mêrê jinekê be”. Hergê tu zewicî yî, tu gerekê li gora qanûna Yehowa derheqa zewacê bijîyî, dêmek zewac gerekê tenê orta jin û mêrekîda be (Metta 19:3-9). Mesîhî tu car gerekê bênamûsiyê neke (Îbranî 13:4). Xêncî vê yekê, tu gerekê jina xwera amin bî û bi çevê xirab jinên din nenihêrî (Îbo 31:1).

20. Bira ça dikare “qenc malxêtiyê li zar û mala xwe bike”?

20 “Qenc malxêtiyê li zar û mala xwe bike”. Hergê malbeta te heye, tu gerekê ça serê malbetê cabdariyên xwe bînî sêrî. Mesele, qulixkirina tevî malbetê her heftê derbaz ke. Çiqas ji destê te tê, tevî hemû neferên malê derkeve xizmetiyê. Alî zarên xwe bike wekî ewana bibine dostên Yehowa (Efesî 6:4). Birê ku malbeta xwe dibe xweyî, dide kifşê wekî wê bona civatê jî xem bike (Beramber ke 1 Tîmotêyo 3:5).

21. Hergê tu hê nebûyî berdestiyê civatê, tu çi dikarî bikî?

21 Birano, hergê hûn hê nebûne berdestiyên civatê, ji kerema xwe evê gotarê rind bixûnin û Yehowara dua bikin. Lêkolîn kin van hunura, kîjan ku gerekê bal berdestiyên civatê hebin, û wan hunura bidine kifşê. Bifikirin derheqa vê yekê, ku hûn Yehowa û xûşk-bira çiqas hez dikin. Hezkirina xwe hindava xûşk-bira zêde kin, û bifikirin ku çira hûn dixwazin wanra xizmet kin (1 Petrûs 4:8, 10). Hûnê şabûneke gelek mezin bivînin gava civatêda cûre-cûre tiştada alî xûşk-bira bikin. Lema jî xîret bikin ku bibine berdestiyên civatê, û bira Yehowa xîreta we kerem ke! (Fîlîpî 2:13)

KILAMA 17 “Dixwazim”

a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Aliyê çepê, Îsa bi milûktî berdestiyê şagirtên xwe dike; aliyê rastê, berdestiyê civatê alî birakî emirda mezin dike.