Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 47

KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in

Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibine Rûspî?

Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibine Rûspî?

“Heger temê yekî li serwêrtiyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze” (1 TÎMOTÊYO 3:1).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin ku bira gerekê xweyê kîjan hunura be, wekî bikaribe bibe rûspî.

1-2. Rûspî kîjan “şixulekî qenc” dikin?

 HERGÊ tu îda wextekî ça berdestiyê civatê xizmet dikî, dibeke tu van xeyset-hunura didî kifşê, yên ku lazim in wekî bibî rûspî. Gelo tu dixwazî “şixulekî qenc” bikî, dêmek bibî rûspî? (1 Tîmotêyo 3:1)

2 Gelo rûspî çi şixulî dikin? Ewana rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikin, bi dil û can şixulê şivantiyê û hînkirinê dikin, û bi gotin û kirên xwe xûşk-bira qewî dikin. Lema jî Kitêba Pîroz dibêje, ku rûspiyên xîret “pêşkêş” in (Efesî 4:8).

3. Çi lazim e, wekî bira bibe rûspî? (1 Tîmotêyo 3:1-7; Tîto 1:5-9)

3 Bira çawa dikare bibe rûspî? Seva ku birak bibe rûspî, bes nîne ku hine hunurên wî hebin. Vê dinêda, seva ku kesek xwera xebatê bivîne, bes e ku hine feresetên wî hebin, yên ku serwêrê xebatara dest didin. Lê seva ku birak bibe rûspî, bes nîne ku ew bibe mizgînvan û dersdarekî hoste. Rêzên ji 1 Tîmotêyo 3:1-7 û Tîto 1:5-9 (bixûne), nîşan dikin wekî birê ku dixwaze bibe rûspî gerekê yekî çawa be. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine sê tişta, besa kîjana ku van rêzada tê kirinê: Kesê ku dixwaze bibe rûspî, gerekê him civatêda û him jî ji civatê der xweyê navekî baş be, ew gerekê ça serê malbetê meseleke baş be û hazir be civatêra xizmet ke.

NAVEKÎ BAŞ QAZANC KE

4. Rûspî gerekê yekî ça be?

4 “Bêqusûr be”, dêmek tu gerekê bi rabûn-rûniştina xwe navekî baş qazanc kî. Xêncî vê yekê, ‘gerekê qedirê te cem yên ji civînê der jî hebe’. Dibeke kesên ku Şedên Yehowa nînin qerfê xwe baweriya te bikin, lê gerekê tu menî tune be, ku ewana helalî û rabûn-rûniştina te bikine bin şikê (Daniyêl 6:4, 5). Ji xwe bipirse: “Gelo ez him civatêda him jî derva xweyê navekî baş im?”

5. Tu ça dikarî nîşan kî, ku tu yekî “xêrxwaz” î?

5 Merivê “xêrxwaz” qenciya kesên din dixwazin û bona hunurên wane baş payê wan didin. Gava ewana mecbûr nînin jî, ewana hez dikin bona kesên din qenciyê bikin (1 Têsalonîkî 2:8). Çira ferz e ku rûspî “xêrxwaz” bin? Çimkî ewana gerekê gelek wedê xwe bidine xebatê bona şivantiyê û cabdariyên xweyî din (1 Petrûs 5:1-3). Lê şabûna ku ji xizmetiya kesên dinra pêşda tê, hêjayî her qurbana ye (Karên Şandiya 20:35).

6. Çi mecal hene ku meriv “mêvanhez” be? (Îbranî 13:2, 16; binihêre usa jî şikil.)

6 Birên “mêvanhiz” ne tenê bona dostên xwe, lê bona kesên din jî qenciyê dikin (1 Petrûs 4:9). Kanîkêda derheqa merivekî mêvanhez usa tê gotinê: “Gerekê derê mala wî û dilê wî kesên nenasra vekirî be”. Ji xwe bipirse: “Gelo xûşk û bira min ça kesekî mêvanhez nas dikin?” (Bixûne Îbranî 13:2, 16). Kesên mêvanhez çi destê wanda heye, tevî mêvanên xwe parevedikin. Ewana kesên destteng û xûşk-birên xîret teglîfî mala xwe dikin, mesele berpirsiyarên mihalê û gotarvanên ku têne civata wan (Destpêbûn 18:2-8; Metelok 3:27; Lûqa 14:13, 14; Karên Şandiya 16:15; Romayî 12:13).

Jin-mêrekî mêvanhez berpirsiyarê rêwî û jina wî mêvantî teglîfî mala xwe kirine (Binihêre abzasa 6)


7. Rûspî ça dikare bide kifşê, ku ew “perehiz” nîne?

7 Rûspî gerekê “perehiz” nîbe, dêmek ew gerekê jîyîna xweda heçî zef dîna xwe nede mal û milk. Halê wîye matêrîalî çi be jî, ew gerekê ji her tiştî zêdetir dîna xwe bide Padşatiya Xwedê (Metta 6:33). Ew gerekê wede, qewat û mecalên xwe bona hebandina Yehowa, hewcên malbetê û xizmetiya civatêra bide xebatê (Metta 6:24; 1 Yûhenna 2:15-17). Ji xwe bipirse: “Nihêrandina min ser pera çi cûreyî ye? Gelo ez razî me bona van tişta, çi ku bal min heye? Yan hiş-aqilê min timê ser qazanckirina pera ye?” (1 Tîmotêyo 6:6, 17-19).

8. Rûspî ça dikare bide kifşê, wekî ew yekî “xwegirtî” ye?

8 Rûspî gerekê her aliyava “xwegirtî” be, dêmek aliyê xwarin-vexwarin, kinc û wedederbazkirinêda. Ew gerekê nebe xulamê nihêrandin û modên vê dinyayê (Lûqa 21:34; Aqûb 4:4). Ew gerekê rihetiyê xwey ke, hela hê vî çaxî jî, gava meriv hindava wîda heyf nînin. Usa jî ew gerekê “serxweş” nebe. Ji xwe bipirse: “Gelo cûrê jîyîna min nîşan dike, ku ez yekî “xwegirtî” me?”

9. Çi tê hesabê, wekî kesê ku dixwaze bibe rûspî gerekê “aqilda giran” û “maqûl” be?

9 Hergê tu yekî “aqilda giran” î, ev tê hesabê wekî tu timê dîna xwe didî prînsîpên Kitêba Pîroz. Tu ser wan prînsîpa kûr difikirî, û bi saya vê yekê bûyî yekî serwaxt û bîlan. Tu lez û bez safîkirina nakî, lê dewsê tu her tiştî hildidî hesab (Metelok 18:13). Ev yek alî te dike, ku ser hîmê nihêrandina Yehowa safîkirinên rast bikî. Rûspî gerekê “maqûl” be û her tiştî wededa bike. Ew gerekê yekî bi îtbar be û li gora rêberiya ku tê dayînê, her tiştî bike. Bi saya van hunura, rûspî dikare navekî baş qazanc ke. Niha were em dîna xwe bidinê, ku li gora Kitêba Pîroz serê malbetê gerekê yekî çawa be.

HER ALIYAVA BONA MALBETA XWE XEM BIKE

10. Bira ça dikare “malxêtiyê rind li mala xwe bike”?

10 Hergê tu zewicî yî û dixwazî bibî rûspî, malbeta te jî gerekê xweyê navekî baş be. Kitêba Pîroz dibêje ku hergê bira dixwaze bibe rûspî, ew gerekê “malxêtiyê rind li mala xwe bike”. Ev yek tê hesabê, ku tu gerekê malbeta xwe bibî xweyî û bona kara malbeta xwe safîkirinên baş bikî. Mesele, tu gerekê qulixkirina tevî malbetê derbaz kî û alî neferên xwe bikî ku ewana herine civîna û mizgîniyê bela kin. Gelo ev yek çira ferz e? Pawlosê şandî usa got: “Heger yek nizane malxêtiyê li mala xwe bike, wê çawa bikaribe civîna Xwedê xwey ke?” (1 Tîmotêyo 3:5).

11-12. Ça rabûn-rûniştina neferên malê dikare hukum ke ser vê yekê, hela malxê malê wê bibe rûspî yan na? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Hergê tu bav î, “zarên xwe gura xweda her aliyava maqûliyêda mezin ke”, dêmek zarên teye negihîştî, yên ku hê 18 salî nînin, gerekê gura teda bin. Lema jî tu gerekê zarên xwe bi dilovanî hîn kî. Hemikî zar hez dikin bilîzin û şa bin. Lê dîsa jî ewana gerekê guhdar û terbet bin. Usa jî tu gerekê çi ji destê te tê bikî, ku ewana bibine dostên Yehowa, li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn û bixwazin bêne nixumandinê.

12 “Zarên wî bawermend bin, yên ku bona avîtiyê yan jî bona neguhdariyê neketine nava dev-dirana”. Hergê zareke bawermend gunekî giran bike, ev yek wê çawa ser bavê wî hukum ke? Hergê bav zara xwe ça lazim e şîret nekiriye, ew dibeke nebe rûspî (Binihêre Birca Qerewiliyê, ya 15 Cotmehê, sala 1996, rûp. 21, abz. 6-7).

Malxê malê zarên xwe hîn dike, wekî bona Yehowa û civatê kar bikin (Binihêre abzasa 11)


BONA CIVATÊ XEM BIKIN

13. Tu ça dikarî nîşan kî, wekî tu yekî “berbihêr” î, ne ku “serhişk”?

13 Birên ku xweyê hunurên baş in, bona civatê keremeke mezin in. Merivê “berbihêr” edilayê pêşda tîne. Hergê tu dixwazî, wekî te ça merivekî berbihêr nas kin, guh bide kesên din û hazir be ku nihêrandinên wan hildî hesab. Mesele, hergê heçî zef rûspî piştgiriya safîkirineke usa bikin, ya ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nîne, lê ne li gora dilê te ye, gelo tuyê piştgiriya vê safîkirinê bikî? Usa jî kesê ku dixwaze bibe rûspî gerekê “serhişk” nîbe, dêmek ew gerekê timê ser ya xwe nesekine. Gelek ferz e, wekî tu guh bidî fikir û nihêrandinên kesên din (Destpêbûn 13:8, 9; Metelok 15:22). Xêncî vê yekê, rûspî gerekê “şerûd” û “hêrs” nîbe. Belê tu gerekê sert û serhişk nîbî, lê nerm û bi merîfet bî. Gava problêmek pêşda tê, tu gerekê her tiştî bikî, wekî edilayî bê xweykirinê (Aqûb 3:17, 18). Hergê tu bi nermî tevî meriva xeber dî, ev yek dikare dilê wan nerm ke, û hela hê dilê merivên miqabil jî (Hakimtî 8:1-3; Metelok 20:3; 25:15; Metta 5:23, 24).

14. Çi tê hesabê ku bira gerekê “bawermendê nû” nîbe û “Xwedêra dayî” be?

14 Seva ku birak ça rûspî bê kifşkirinê, ew gerekê “bawermendê nû” nîbe. Hemikî eseyî nîne wekî tu gelek sal nixumandî bî, lê dîsa jî wede lazim e, wekî tu ruhanîda bigihîjî. Pêşiya ku tu ça rûspî bêyî kifşkirinê, tu gerekê îzbat kî wekî tu mîna Îsa milûk î û hazir î hîviyê bî, heta Yehowa hine cabdariya bide te (Metta 20:23; Fîlîpî 2:5-8). Xêncî vê yekê, “Xwedêra dayî” be, dêmek amin be, xwe li Yehowa û riya wî bigire û li gora rêberiya teşkîleta wî bijî (1 Tîmotêyo 4:15).

15. Gelo eseyî ye, wekî rûspî gotarvanekî bêqisûr be?

15 Li gora Nivîsarên Pîroz serwêr gerekê “hînkirinêda serxwe be”. Gelo ev yek tê hesabê, wekî tu gerekê gotarvanekî bêqisûr bî? Na. Gelek rûspiyên xîret gotarvanên hoste nînin, lê ewana xizmetiyêda rind hîn dikin û wedê serlêdanên şivantiyê rind xûşk-bira qewî dikin (Beramber ke 1 Korintî 12:28, 29 û Efesî 4:11). Lê dîsa jî tu gerekê berdewam kî ser xwe bixebitî, wekî bibî gotarvanekî baş. Gelo tu çawa dikarî bibî dersdarekî diha baş?

16. Tu ça dikarî bibî dersdarekî baş? (Binihêre usa jî şikil.)

16 “Gotina amin qewîn bigire”. Seva ku tu bibî dersdarekî baş, tu gerekê ser hîmê Kitêba Pîroz hîn kî û şîreta bidî. Seva ku vê yekê bi hostetî bikî, Kitêba Pîroz û edebyetên me rind lêkolîn ke (Metelok 15:28; 16:23). Gava tu lêkolîn dikî, rind dîna xwe bidê, ku edebyetên me çawa Nivîsarên Pîroz zelal dikin. Wedê hînkirinê, xîret bike ku tu bigihîjî dilê guhdara. Seva ku tu hînkirinêda pêşdaçûyî bî, ji rûspiyên cêribandî şîreta bixwaze û li gora wan hereket bike (1 Tîmotêyo 5:17). Rûspî gerekê bikaribe “dil bide” xûşk-bira û carna jî gerekê şaşiyên wan “bide rûyê wan”. Rûspî gerekê timê vê yekê bi nermî bike. Hergê tu mîna Dersdarê Mezin Îsa Mesîh nerm û dilovan bî û ser hîmê Kitêba Pîroz hîn kî, tuyê bibî dersdarekî baş (Metta 11:28-30; 2 Tîmotêyo 2:24).

Berdestiyê civatê mecalê dide xebatê ku ser hîmê Kitêba Pîroz hîn ke, û rûspîkî cêribandî dîna xwe dide wî. Paşê berdestiyê civatê gotara xwe ber neynikê hazir dike (Binihêre abzasa 16)


XÎRETA XWE UNDA NEKE

17. (a) Çi dikare alî berdestiyên civatê bike, ku pêşda herin? (b) Gava rûspî safî dikin, ku birakî ça rûspî kifş kin, ewana gerekê çi hildin hesab? (Binihêre çargoşe “ Bira Safîkirina We bi Milûktî be”.)

17 Gava berdestiyên civatê divînin ku çi lazim e bikin, wekî bibine rûspî, dibeke ewana bifikirin ku ev yek gelek çetin e. Lê bîr neke, ku Yehowa û teşkîleta wî hîviyê nîne, wekî tu hemû xeyset-hunura bi cûrê bêqisûr bidî kifşê (1 Petrûs 2:21). Usa jî ruhê pîroz wê alî te bike, wekî tu van xeyset-hunura nav xweda pêşda bînî (Fîlîpî 2:13). Hergê tu dixwazî hunurekî xwe diha baş kî, Yehowara dua bike, derheqa vê yekê lêkolînê bike û ji rûspiya şîreta bixwaze, wekî vê yekêda alî te bikin.

18. Wê baş be ku hemû berdestiyên civatê çi bikin?

18 Hergê em îda bûne rûspî, dîsa jî em gerekê berdewam kin van her aliyava pêşda herin, çi ku vê gotarêda hate şêwirkirinê (Fîlîpî 3:16). Hergê tu berdestiyê civatê yî, xîret bike ku bibî rûspî! Ji Yehowa reca ke wekî te hîn ke, ku tu bikaribî diha baş wîra û civatêra xizmet kî (Îşaya 64:8). Bira Yehowa xîreta te kerem ke!

KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin