Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 44

KILAMA 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

Em Ça Dikarin ber Neheqiyê Sebir kin?

Em Ça Dikarin ber Neheqiyê Sebir kin?

“Nehêle xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve” (ROMAYÎ 12:21).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin, ku gava em rastî neheqiyê tên, em gerekê çi bikin, wekî halê me diha xirab nebe.

1-2. Em dikarin ji aliyê kêva rastî neheqiyê bên?

 CAREKÊ Îsa serhatiya jinebîkê gilî kir, ya ku berdewam dikir ji hakimekî heqiyê bixwaze. Şagirtên Îsa bê şik halê vê jinebiyê rind fem dikirin, çimkî hingê meriv gelek cara rastî neheqiyê dihatin (Lûqa 18:1-5). Ev mesele bona me jî ferz e, çimkî em jî carna rastî neheqiyê tên.

2 Îro meriv firqiyê dikine orta hev, û dinya bi neheqiyê û zorbetiyê tije ye, lema jî em ecêbmayî namînin gava ji aliyê kesên ku Yehowa nas nakin, rastî neheqiyê tên (Waîz 5:8). Lê gava xûşk yan birak neheqiyê li me dike, em ecêbmayî dimînin. Xûşk-birên me dijminên rastiyê nînin. Problêm tenê vê yekêda ne, ku ewana merivne gunekar in. Gelo em çi gerekê bikin gava rastî dereceke usa bên? Werên em dîna xwe bidinê, ku çawa Îsa ber neheqiyê sebir dikir û çawa em dikarin çev bidine wî. Hergê em ber neheqiya vê dinyayê sebir dikin, gelo nelazim e wekî em hindava xûşk-bira jî bi sebir bin? Gava em ji aliyê kesên ku Yehowa nas nakin, yan ji aliyê xûşk-bira rastî neheqiyê tên, Yehowa çawa ser vê yekê dinihêre? Gelo ew dikeve heyra me?

3. Yehowa ça dinihêre ser vê yekê, gava em rastî neheqiyê tên?

3 Gava em rastî neheqiyê tên, Yehowa eciz dibe, çimkî ew rastiyê û heqiyê hez dike (Zebûr 37:28). Çawa ku Îsa gotibû, wedê rastda Yehowa wê heqiyê vegerîne (Lûqa 18:7, 8). Zûtirekê ewê hemû zirara ku me dîtiye, bide hildanê û wê îda nehêle ku em dîsa rastî neheqiyê bên (Zebûr 72:1, 2).

4. Îro Yehowa ça alî me dike?

4 Heta Yehowa heqiyê vegerîne, Ew îda niha alî me dike, ku em ber neheqiyê sebir kin (2 Petrûs 3:13). Mesele, ew me hîn dike, wekî em rûyê neheqiya ku hindava meda hatiye kirinê, tiştekî nebaş nekin, wekî halê me diha xirab nebe. Bi saya Kitêba Pîroz Yehowa mera nîşan dike, wekî Îsa çi dikir, ku ber neheqiyê sebir ke. Usa jî ew mera şîretên kêrhatî dide, yên ku em dikarin bidine xebatê, gava hindava meda neheqî tê kirinê.

XWE RAST BIDE KIFŞÊ GAVA RASTÎ NEHEQIYÊ TÊYÎ

5. Çira em gerekê fesal bin gava rastî neheqiyê tên?

5 Dibeke em jî gelek eciz û dilteng dibin gava rastî neheqiyê tên (Waîz 7:7). Mesele, Îbo û Hebaqûq jî xwe usa texmîn dikirin (Îbo 6:2, 3; Hebaqûq 1:1-3). Hergê em jî carna xwe usa texmîn dikin ev tiştekî normal e, lê dîsa jî em gerekê fesal bin, wekî tiştekî nerast nekin, gava rastî neheqiyê tên.

6. Em ji serhatiya Abşalom çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Gava kesek hindava me, yan jî hindava merivên meyî hezkirî neheqiyê dike, diqewime em bixwazin heyfê hildin. Lê hergê em usa bikin, derece dikare diha xirab be. Werên em serhatiya Abşalom bikine bîra xwe. Gava xûşka wî Tamar aliyê kurê bavê xwe, Amnon, hate xirabkirinê, Abşalom gelek hêrs ket. Li gora Qanûna Mûsa, Amnon gerekê seva sûcê xwe bihata kuştinê (Qanûna Kahîntiyê 20:17). Hemikî normal bû ku Abşalom hêrs ket, lê îzina wî tune bû, wekî birê xwe bikuje (2 Samûyêl 13:20-23, 28, 29).

Gava Tamar rastî neheqiyê hat, Abşalom hêrsa xwe kontrol nekir (Binihêre abzasa 6)


7. Zebûrbêj çawa xwe da kifşê, gava neheqî dît?

7 Carna usa tê kifşê, wekî kesên ku neheqiyê li me dikin, bê cezakirinê dimînin. Diqewime ji bo vê yekê pirs cem me pêşda bê, hela bi rastî hêja ye, wekî em dîsa jî berdewam kin tiştên rast bikin. Wedê berê, zebûrbêj didît, ku merivên baş rastî neheqiyê tên, lê kesên ku neheqî dikirin bextewar dihatine kifşê. Ewî got: “Yên xirab, hergav rihet in” (Zebûr 73:12, ÎM). Gava ewî neheqî didît, ew gelek eciz bû û fikirî ku îda nehêja ye Yehowara xizmet ke. Ewî got: “Hingê ez fikirîm ku vê yekê fem bikim, lê ev yek ser min giran rûnişt” (Zebûr 73:14, 16). Ev yek çawa ser wî hukum dikir? Ewî got: “Hindik mabû ez ji rê biketama û mûk mabû gavên min bişimitîyana” (Zebûr 73:2). Tiştekî vî cûreyî hate serê birakî me jî, bi navê Albêrto. a

8. Neheqiyê çawa ser birakî hukum kir?

8 Albêrto bi neheqî hate sûcdarkirinê, wekî yançi ewî perê civatê dizîbû. Lema jî ewî cabdariyên xwe unda kir, û civatêda gelek kesên ku ev yek bihîstin, îda qedirê wî nedigirtin. Ew dibêje: “Ez xemgîn, hêrs û bêçare bûm”. Xemgîniya wî ser heleqetiya wî tevî Yehowa jî hukum bû, û pênc sala ew nediçû civata. Ev serhatî nîşan dike, ku çi dikare biqewime, hergê em ji bo neheqîkê bi zêdeyî hêrs kevin.

HEQIYÊDA ÇEV BIDE ÎSA

9. Îsa rastî çi neheqiya dihat? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Îsa meseleke baş hîşt vê yekêda, ku çawa ber neheqiyê sebir kin. Bîne bîra xwe ku ewî him aliyê malbeta xweda, him jî aliyê kesên dinda çiqas neheqî didît. Merivên wî digotin ku ew dîn bûye, serwêrên rêlîgî digotin wekî ew cina ketiye, û eskerên Romayî qerfên xwe wî dikirin û lê dixistin. Paşê jî wana ew kuşt (Markos 3:21, 22; 14:55; 15:16-20, 35-37). Dîsa jî Îsa sebir dikir û heyfê ji wan hilnedida. Gelo em ji mesela wî çi dikarin hîn bin?

Îsa ber neheqiyê sebir kir û vê yekêda meseleke gelek baş mera hîşt (Binihêre abzasa 9-10)


10. Îsa ber neheqiyê çawa sebir dikir? (1 Petrûs 2:21-23)

10 Bixûne 1 Petrûs 2:21-23. b Gava em rastî neheqiyê tên, werên em mîna Îsa hereket bikin. Ewî rind zanibû, ku gerekê kengê xeber nede û kengê xeber de (Metta 26:62-64). Ewî cab nedida ser hemû cûre derewa, ku miqabilî wî dihate gotinê (Metta 11:19). Îsa xeberdana xweda nifir li wan meriva nedikir, yên ku zulmî li wî dikirin û ne jî wana dida tirsandinê. Îsa timê xeberdana xwe kontrol dikir, çimkî ewî “xwe spartibû hakimê” ku bi rastiyê dîwanê dike. Ewî zanibû wekî tiştê herî ferz ev e, ku Yehowa ser wan tişta ça dinihêre, û ew bawer bû ku wedê rastda, Ewê neheqiyê bide hildanê.

11. Em çawa dikarin miqatî giliyên xwe bin? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Gava neheqî li me tê kirinê, werên em mîna Îsa miqatî giliyên xwe bin. Hine neheqî haqas mezin nînin û dibeke mera çetin nîne çevê xwe ser vê yekê bigirin. Yan jî dibeke em dengê xwe nekin, wekî derecê diha xirab nekin (Waîz 3:7; Aqûb 1:19, 20). Lê carna dibeke lazim e, ku em kesekî biparêzin, yê ku rastî neheqiyê hatiye, yan jî lazim be ku em bi xeberdana xwe piştgiriya rastiyê bikin (Karên Şandiya 6:1, 2). Hergê jî lazim be ku em tiştekî bêjin, werên em her tiştî bikin, ku rihet û bi qedir xeber din (1 Petrûs 3:15). c

Gava em rastî neheqiyê tên, were em mîna Îsa fesal bin wê yekêda, ku kengê û çawa xeber din (Binihêre abzasa 11-12)


12. Em ça dikarin xwe bispêrine Yehowa?

12 Were em jî mîna Îsa xwe bispêrin Xwedê, yê ku bi heqiyê dîwanê dike. Gava kesên din derheqa me nerast difikirin yan neheqiyê li me dikin, em bawer in ku Yehowa rastiyê zane. Ev yek alî me dike ku em sebir kin, çimkî em zanin wekî rojên xilaziya vê dinyayê, Yehowa wê her tiştî rast ke. Hergê em her tiştî bidine destê Yehowa, hêrs û xeyd wê dilê meda mezin nebin. Ji bo vê yekê halxweşiya me wê xirab nebe, ev yek wê nebe sebeb wekî em tiştekî nerast bikin, û ziyanê nedine heleqetiya xwe tevî Yehowa (Zebûr 37:8).

13. Çi dikare alî me bike, ku em ber neheqiyê sebir kin?

13 Hemikî em nikarin bi temamî çev bidine Îsa û mîna wî hereket bikin. Carna dibeke em hine tişta bêjin yan bikin û paşê poşman bin (Aqûb 3:2). Usa jî hine neheqî, yên ku hindava meda têne kirinê, dikarin bibine sebebê êş û derdên giran, yên ku wê heta xilaziya vê dinya xirab derbaz nebin. Hergê usa be, bawer be ku Yehowa derdên te zane. Him jî Îsa halê te rind fem dike, çimkî ew xwexa jî rastî neheqiyê dihat (Îbranî 4:15, 16). Xêncî mesela Îsaye bêqisûr, Yehowa usa jî şîreta dide me, wekî em bikaribin ber neheqiyê sebir kin. Were em dîna xwe bidine du rêzên ji kitêba Romayî.

“CÎ BIDINE HÊRSA XWEDÊ”

14. Çi tê hesabê “cî bidine hêrsa Xwedê”? (Romayî 12:19)

14 Bixûne Romayî 12:19. Pawlosê şandî Mesîhiyara gotibû, wekî ewana “cî bidine hêrsa Xwedê”. Ev tê hesabê ku em gerekê hîviyê bin, heta ku ew li gora qirara xwe û wedê rastda heqiyê vegerîne. Gava birakî bi navê Con rastî neheqiyê hat, ewî got: “Minra lazim bû hêrsa xwe kontrol kim, seva ku tiştên nerast nekim, lê ev yek hêsa nîbû. Romayî 12:19 alî min kir, wekî ez hîviya Yehowa bim”.

15. Çira diha baş e, ku em hîviyê bin heta Yehowa derecê safî ke?

15 Kesên ku difikirin, wekî xwexa çetinayîkê safî kin, gelek cara dikevine strêsê. Lema jî bona me diha baş e, ku em hîviyê bin heta Yehowa problêma me safî ke. Yehowa ça bêjî mera usa dibêje: “Evê neheqiyê bide destê min, ezê her tiştî safî kim”. Çi jî hebe, Yehowa wê xweyê sozê xwe be. Evê yekê alî birê me Con kiriye, wekî sebir ke. Ew dibêje: “Hergê ez hîviya Yehowa bim, ewê problêma min bi cûrê herî baş safî ke”.

“BI QENCIYÊ TU SER XIRABIYÊ KEVE”

16-17. Duakirin çawa dikare alî me bike, ku em ‘bi qenciyê ser xirabiyê’ kevin? (Romayî 12:21)

16 Bixûne Romayî 12:21. Usa jî, Pawlosê şandî xûşk-birara gotibû wekî ewana “bi qenciyê . . . ser xirabiyê” kevin. Wedê Gotara ser Çiyê, Îsa usa gotibû: “Dijminên xwe hez bikin, û bona wan dua bikin, yên ku pey we dikevin” (Metta 5:44). Ewî xwexa jî hema usa kir. Hela bide ber çevê xwe, ku gava eskerên Romayî Îsa ser darê mix dikirin, ewî çiqas êş dikişand. Tiştên ku hatine serê wî, neheqiya gelek mezin bû!

17 Îsa aminî û hezkirina xwe hindava Yehowada xwey kir hela hê hingê jî, gava gelek çerçirî. Dewsa ku ew nifira li wan eskera bike, ewî usa dua kir: “Bavo, bibaxşîne wan, çimkî ewana nizanin çi dikin” (Lûqa 23:34). Duakirina derheqa kesên ku neheqiyê li me dikin, dikare hêrsa me dayne. Duayên usa dikarin hela hê jî bibine sebeb, wekî nihêrandina me derheqa merivên ku dilê me êşandine, biguhêze.

18. Duakirinê çawa alî Albêrto û Con kir, wekî ber neheqiyê sebir kin?

18 Duakirinê alî birên me Albêrto û Con kir, wekî ewana ber neheqiya sebir kin. Albêrto dibêje: “Min dua dikir bona wan bira, yên ku himberî min neheqî kiribûn. Usa jî min çend cara ji Yehowa alîkarî dixwest, wekî ez ji bo neheqiya ku hate serê min, hêrsê ji dilê xwe derxim”. Îro Albêrto dîsa jî bi aminî Yehowara xizmet dike. Con dibêje: “Min gelek cara seva birê ku dilê min êşandibû, dua dikir. Duakirinê alî min kir, wekî ez bibaxşînime wî. Yehowa alî min kir hêrs nekevim ser birê xwe û wî sûcdar nekim. Xêncî wê yekê, bi saya wan dua edilayî kete dilê min”.

19. Heta xilaziya vê dinya xirab, em gerekê çi bikin? (1 Petrûs 3:8, 9)

19 Em nizanin ku heta xilaziya vê dinya xirab, emê dîsa rastî çi neheqiya bên. Lê çi jî bibe, werên em hertim dua bikin, wekî Yehowa alî me bike. Usa jî gava em rastî neheqiyê tên, werên em mîna Îsa hereket bikin û xwe li prînsîpên Kitêba Pîroz bigirin. Hergê em usa bikin, Yehowa wê me kerem ke (Bixûne 1 Petrûs 3:8, 9).

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

a Vê gotarêda hine nav hatine guhastinê.

b Nema xweye pêşinda serê 2 û 3-da Petrûsê şandî got, ku hine şagirtên Îsa çawa ji aliyê axayên xweyî sert, yan ji aliyê mêrên xweyî nebawermend, rastî neheqiyê dihatin (1 Petrûs 2:18-20; 3:1-6, 8, 9).

c Ser malpera me jw.org binihêrin vîdêo bi navê, Çawa Hizkirin Dibe Berbi Edilaya Rast.