Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 45

KILAMA 138 Rû-Guliyê Sipî Kofiya Rûmetê ye

Ji Giliyên Paşin yên Kesên Amin Hîn be

Ji Giliyên Paşin yên Kesên Amin Hîn be

“Zanyarî kalepîrada ye, femkarî jî dirêjaya temenêda [emirda] ye” (ÎBO 12:12).

VÊ GOTARÊDA

Hergê em guh bidine Yehowa Xwedê, emê him niha, him jî axiriyêda kerema bistînin.

1. Çima em gerekê ji yên emirda mezin hîn bin?

 EM GIŞK hewcê rêberiyê ne, wekî safîkirinên ferz bikin. Em dikarin vê rêberiyê ji rûspiya û ji xûşk-birên cêribandî bistînin. Hergê ewana gelekî ji me mezintir in jî, yeke em gerekê nefikirin wekî şîretên wan kêrhatî nînin seva rojên me. Yehowa dixwaze ku em ji wana hîn bin û ji femkariya, bîlaniya û cêribandina wan, karê bistînin (Îbo 12:12).

2. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

2 Wedê berê Yehowa bi saya yên emirda mezin rêberiya xizmetkarên xwe dikir û dilê wan qewî dikir. Mesele, Mûsa pêxember, Dawid Padşa û Yûhennayê şandî bide ber çevê xwe. Ewana cûre-cûre zemanada dijîtin, û derecên wan jî ji hev cude dibûn. Gava mirina wan nêzîk dibû, wana şîretên bîlan didane yên cahil. Her kesî ji wan digot, ku çiqas ferz e wekî em guh bidine Xwedê. Ji bîna ber Yehowa, giliyên wane bîlan seva halxweşiya me Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê. Emirê me çiqas be jî, werên em rind dîna xwe bidine şîretên wan (Romayî 15:4; 2 Tîmotêyo 3:16). Vê gotarêda emê şêwir kin giliyên paşin yên wan sê mêrên emirda mezin, û bivînin ku em çi dersa dikarin ji wana hîn bin.

EMIRÊ TE DIRÊJ BE

3. Çi cabdariyên Mûsa pêxember hebûn?

3 Mûsa temamiya emirê xwe bi dil û can Yehowara xizmet dikir. Ew pêxember, hakim, fermandar û terîxzan bû. Mûsa merivekî cêribandî bû. Ewî miletê Îsraêlê ji dîltiya Misirê derxistibû, û gelek keremetên Yehowa bi çevên xwe dîtibûn. Yehowa Mûsa da xebatê seva ku pênc kitêbên Kitêba Pîroz binivîse, Zebûra 90, û dibeke Zebûra 91 jî. Usa jî dibeke ewî kitêba Îbo nivîsî.

4. Mûsa pêxember xwest dilê kê qewî ke, û çira?

4 Gava Mûsa 120 salî bû û îda ber mirinê bû, ewî miletê Îsraêlê top kir, wekî tiştên ku wana jîyîna xweda dîtibûn, bînin bîra xwe. Gava Îsraêlî cahil bûn, wana keremetên Yehowa dîtibû, û usa jî fermanên wîye miqabilî Misirê (Derketin 7:3, 4). Ewana Bera Sorra derbaz bibûn, û kutakirina ordiya Firewin bi çevê xwe dîtibûn (Derketin 14:29-31). Beriyêda wana destê Yehowa ser xwe dîtibû (Qanûna Ducarî 8:3, 4). Niha ewana îda hazir bûn bikevine Erdê Sozdayî, û Mûsa xwest cara paşin dilê wan qewî ke. a

5. Li gora Qanûna Ducarî 30:19, 20, Mûsa pêxember çi gote Îsraêliya?

5 Mûsa pêxember çi got? (Bixûne Qanûna Ducarî 30:19, 20) Ewî anî bîra wan ku rojên xweş pêşiya wan in. Bi saya kerema Yehowa, mecala wan hebû ku li welatekî bedew û berdarda emirekî dirêj bijîn. Mûsa wanra got ku Erdê Sozdayî cîkî çawa ye: “Bajarên qenc û mezinva bide te, kîjan ku te çênekirine, malên her tiştîva tijî, ku te tijî ne kirine, bîrên vedayî, ku te venedane, baxê tirîya û zeytûn, ku te daneçikandine” (Qanûna Ducarî 6:10, 11).

6. Xwedê çira îzin da, wekî miletên din Îsraêliya bindest kin?

6 Mûsa pêxember usa jî gote Îsraêliya, wekî seva ku ewana vî welatê berdarda bimînin, gerekê guh bidine qanûnên Yehowa. Mûsa wana hêlan kir, wekî “emir” bijbêrin, dêmek guh bidine Yehowa û xwe bispêrine wî. Lê Îsraêliya Yehowa înkar kir. Lema Xwedê îzin da wekî Asûrî û paşê jî Babîlonî wana bindest kin û bivine dîltiyê (2 Padşatî 17:6-8, 13, 14; 2 Dîrok 36:15-17, 20).

7. Em ji giliyên Mûsa pêxember çi dersa hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Ji vê yekê em çi dersê hîn dibin? Guhdarîkirin wê emirê me xilaz ke. Mîna Îsraêliyên ku ber şêmîka Erdê Sozdayî bûn, em jî ber şêmîka dinya teze ne. Zûtirekê temamiya erdê wê bibe cinet (Îşaya 35:1; Lûqa 23:43). Hingê Mîrê-cina û cinên wî wê îda tune bin (Eyantî 20:2, 3). Îda tu kes wê ji aliyê rêlîgiyên qelpva neyê xapandinê (Eyantî 17:16). Tu kes wê îda ji aliyê serwêrên dewletê ziyanê nestîne (Eyantî 19:19, 20). Merivên xirab wê tune bin (Zebûr 37:10, 11). Hemû meriv wê gura qanûnên Yehowa bikin, lema jî edilayî û yektî wê hebe, û meriv wê hevdu hez bikin û îtbariya xwe hevdu bînin (Îşaya 11:9). Gumaneke çiqas xweş e! Hergê em gura Yehowa bikin, emê ne ku tenê bi seda sala bijîn, lê heta-hetayê cinetêda ser erdê! (Zebûr 37:29; Yûhenna 3:16)

Hergê em gura Yehowa bikin, emê ne ku tenê bi seda sala bijîn, lê heta-hetayê cinetêda ser erdê (Binihêre abzasa 7)


8. Sozê jîyîna heta-hetayê çawa alî birakî me kiriye? (Cihûda 20, 21)

8 Hergê em derheqa sozê jîyîna heta-hetayê berdewam kin bifikirin, ev yek dikare alî me bike, wekî em Xwedêra amin bimînin (Bixûne Cihûda 20, 21). Ev soz usa jî dikare qewatê bide me, wekî em ser kêmasiyên xwe bixebitin. Mizgînvanekî mîsyonêr, yê ku gelek sal li Afrîkayê xizmet kiriye, derheqa kêmasîke xweye kûr rûniştî, usa dibêje: “Min fem kir ku hergê ez guh nedime Yehowa, ezê nikaribim jîyîna heta-hetayê bistînim. Lema jî xwestina min diha qewî bû, wekî ez ser vê problêma xwe bixebitim, û seva vê yekê min ji Yehowa alîkarî xwest. Bi alîkariya wî ez ji problêma xwe xilaz bûm”.

TUYÊ SERKEVÎ

9. Dawid rastî çi çetinaya dihat?

9 Dawid padşakî bi nav û deng bû. Ew usa jî sazbend, nivîskar, esker û pêxember bû. Dawid jîyîna xweda rastî gelek çetinaya hatibû. Gelek sala ew mecbûr bû ji Şawûl Padşa bireve, yê ku çevnebariya wî dikir û dixwest wî bikuje. Carekê, kurê Dawid, Abşalom xwest dewsa wî bibe padşa, lema jî dîsa lazim bû wekî Dawid bireve. Lê hela hê kêmasiyên xweda û çetinayên dinda jî, Dawid heta xilaziya emirê xwe Xwedêra amin ma. Yehowa derheqa wî usa got: “Min . . . merîk dilê xwera dît”. Bê şik, em gerekê guh bidine şîretên Dawid! (Karên Şandiya 13:22; 1 Padşatî 15:5)

10. Dawid çi şîret da kurê xwe Silêman?

10 Mesele, were em binihêrin Dawid çi şîret da kurê xwe Silêman, yê ku paşî wî bû padşa. Yehowa Silêman bijartibû ku ew paristgehekê bona wî ava ke (1 Dîrok 22:5). Ev şixulekî hêsa nîbû, û Silêman hewcê alîkariya Yehowa bû. Gelo Dawid kurê xwera çi got?

11. Li gora 1 Padşatî 2:2, 3, Dawid kurê xwe Silêmanra çi got, û giliyên wî çawa hatine sêrî? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Dawid çi got? (Bixûne 1 Padşatî 2:2, 3) Dawid kurê xwera got ku hergê ew gura Yehowa bike, ewê jîyîna xweda serkeve. Usa jî qewimî. Gelek sala Silêman serketî bû, çimkî Yehowa gelek tiştada alî wî dikir (1 Dîrok 29:23-25). Ewî paristgeheke bedew ava kir û çend kitêbên Kitêba Pîroz nivîsîn, û giliyên wî hine kitêbên dine Kitêba Pîrozda jî hatine nivîsarê. Bîlanî û dewlemendtiya wî eyan bû (1 Padşatî 4:34). Lê çawa Dawid gotibû, heta ku Silêman gura Yehowa Xwedê bikira, ewê serketî bûya. Yazix, lê gava Silêman îda emirda mezin bû, ewî destpêkir xudanên qelp bihebîne. Lema jî Yehowa terka wî da, û Silêman bîlaniya xwe unda kir û îda nikaribû bi heqî serwêrtî bikira (1 Padşatî 11:9, 10; 12:4).

Şîretên paşin, yên ku Dawid dabûn kurê xwe Silêman, mera nîşan dikin, ku hergê em gura Yehowa bikin, ewê bîlaniyê bide me, wekî em bikaribin safîkirinên baş bikin (Binihêre abzasa 11-12) b


12. Em ji giliyên Dawid çi hîn dibin?

12 Ders bona me çi ye? Gava em gura Yehowa dikin, ew me kerem dike û alî me dike (Zebûr 1:1-3). Hemikî Yehowa mera soz nedaye, ku ewê me mîna Silêman dewlemend ke. Lê hergê em gura Xwedê bikin, ewê bîlaniyê bide me, wekî em bikaribin safîkirinên baş bikin (Metelok 2:6, 7; Aqûb 1:5). Prînsîpên Xwedê rêberiyê didine me bona xebatê, hînkirinê, wedederbazkirinê û pera. Bi saya bîlaniya Xwedê, em dikarin dostiya xwe tevî Yehowa biparêzin û emirê heta-hetayê bistînin (Metelok 2:10, 11). Prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin, wekî em xwera dostên baş bivînin û seva bextewariya malbetê rêberiyê bistînin.

13. Çi alî Karmênê kir, wekî jîyîna xwe diha baş ke?

13 Xûşka me Karmên, ya ku li Mozambîkê dijî, difikirî wekî seva ku ew serketî be, gerekê here zanîngehê. Lema jî ewê destpêkir zanîngehêda ser arkîtêktûrayê hîn be. Ew dibêje: “Min dersên xwe gelek hez dikir, lê ev yek gelek wede û qewat ji min distand. Sibehê siheta nîvê hefta ez diçûme zanîngehê heta êvarê siheta şeşa. Gelek çetin bû ez herim civata, û dostiya min tevî Yehowa zirarê diket. Dilê xweda min fem dikir wekî min guh nedida şîreta Yehowa, ku dibêje wekî meriv nikare du axara xizmet ke” (Metta 6:24). Hingê ewê derheqa halê xwe dua kir û edebyetên meda lêkolîna kir. Ew dibêje: “Gava min ji rûspiya û ji diya xwe şîretên baş standin, min safî kir ji zanîngehê derkevim û destpêkim ça xizmetkarê hertim xizmet kim. Bi saya vê xizmetiyê, min emirê xweda safîkirinên baş dikir, û ez qe poşman nabim”.

14. Li gora giliyên Mûsa û Dawid Padşa, çi ferz e?

14 Mûsa pêxember û Dawid Padşa gelek Yehowa hez dikirin û rind zanibûn, ku çiqas ferz e guh bidine wî. Wana bi giliyên xweye paşin guhdarên xwe hêlan kirin, wekî çev bidine wan û timê nêzîkî Yehowa bin. Usa jî wana got, wekî merivên ku ji riya Yehowa derdikevin, wê him qebûlkirina wî, him jî keremên wî unda kin. Şîretên wan bona me gelek qîmet in. Paşî gelek qirna, xizmetkarekî Yehowayî din jî zelal eyan kir, wekî aminiya me hindava Xwedêda çiqas ferz e.

ŞABÛNEKE DIHA MEZIN TUNE

15. Yûhennayê şandî jîyîna xweda çi dît?

15 Yûhennayê şandî bona Îsa dostekî delal bû (Metta 10:2; Yûhenna 19:26). Yûhenna tevî Îsa xizmet dikir, keremetên wî didîtin û rojên çetinda jî wîra amin ma. Çaxê Îsa stûnêva hate mixkirinê, Yûhenna wêderê bû. Gava Îsa ji mirinê hate rakirinê, Yûhenna dîsa ew dît. Ewî usa jî didît ku mizgînî qirna yekêda çawa dihate belakirinê. Sêrîda tenê komeke biçûk ji kesên bawermend hebû, lê paşê, ewî bi çevên xwe dît ku mizgînî çawa “wan hemûyara, yên ku bin perê ezmênda dimînin hate dannasînkirinê” (Kolosî 1:23).

16. Ji nema Yûhennayê şandî kê kar standiye?

16 Yûhenna nêzîkî xilaziya emirê xweyî dirêj, ji bîna ber Xwedê kitêba Eyantî nivîsî (Eyantî 1:1). Ewî usa jî nivîsî kitêba ku îro bi navê wî eyan e, dêmek kitêba Yûhenna. Xêncî wê yekê, ewî sê nemên ji bîna ber Xwedê nivîsîn. Nema xweye sisiya ewî Mesîhiyê aminra nivîsî, navê kîjanî Gayos bû. Yûhenna, Gayos mîna zara xwe hez dikir (3 Yûhenna 1). Ça tê kifşê, wî çaxî gelek zarên wîye ruhanî hebûn. Giliyên Yûhennayê şandî heta roja îro jî bona hemû şagirtên Îsa kêrhatî ne.

17. Li gora 3 Yûhenna 4, menîke şabûnê çi ye?

17 Yûhennayê şandî çi nivîsî? (Bixûne 3 Yûhenna 4) Yûhenna derheqa şabûnekê nivîsî, kîjan ku pêşda tê gava guh didî Xwedê. Gava Yûhenna nema xweye sisiya nivîsî, hine meriva îda destpêkiribûn hînkirinên qelp bela kin û yektiya civatê xirab kin. Lê yên din, hê berdewam dikirin riya rastiyêda herin. Wana guh dida Yehowa û li gora temiyên wî hereket dikirin (2 Yûhenna 4, 6). Ew kesên amin ne ku tenê dilê Yûhenna şa dikirin, lê usa jî dilê Yehowa (Metelok 27:11).

18. Em ji giliyên Yûhenna çi dikarin hîn bin?

18 Em çi dikarin ji vê yekê hîn bin? Aminî şabûnê tîne (1 Yûhenna 5:3). Mesele, em şa ne, çimkî em dilê Yehowa şa dikin. Gava em xwe ji tiştên xirab dûr digirin û gura temiyên wî dikin, ew şa dibe (Metelok 23:15). Usa jî melekên ezmana şa dibin (Lûqa 15:10). Him jî gava em divînin, ku xûşk-birên me nava çetinayî û cêribandinada Xwedêra amin dimînin, em şa dibin (2 Têsalonîkî 1:4). Û paşê gava dinya Mîrê-cina bê kutakirinê, emê şa bin ku em Yehowara amin mane.

19. Xûşka me Rahêl derheqa hînkirina meriva çi dibêje? (Binihêre usa jî şikil.)

19 Belakirina mizgîniyê şabûnê dike dilê me. Xûşka me Rahêl, ya ku ji Komara Domînîkê ye, difikire wekî qedirekî mezin e gava dikarî derheqa Yehowa Xwedê kesekî hîn kî. Ew derheqa zarên xweye ruhanî usa dibêje: “Gava xwendekarên min Yehowa hez dikin, xwe dispêrin wî û emirê xwe diguhêzin, wekî dilê wî şa kin, ez gelek şa dibim. Ev yek minra nîşan dike, wekî cefê min bona hînkirina wan, badîhewa nîbû”.

Gava em kesên din hîn dikin ku ewana mîna me Yehowa hez bikin û gura wî bikin, em şa dibin (Binihêre abzasa 19)


JI GILIYÊN PAŞIN YÊN KESÊN AMIN KARÊ BISTÎNE

20. Em çida mîna Mûsa, Dawid û Yûhenna ne?

20 Rojên Mûsa, Dawid û Yûhenna ji rojên me cude bûn. Usa jî wede û derecên wan jî ji yên me cude bûn. Lê dîsa jî em gelek aliyava mîna hev in. Wana Yehowara xizmet dikir, û em jî usa dikin. Mîna wan, em jî Yehowara dua dikin, xwe dispêrin wî û li gora rêberiya wî dijîn. Em him jî mîna xizmetkarên Xwedêyî berê, bawer in ku Yehowa kerema xwe ser wan merivada dibarîne, yên ku gura wî dikin.

21. Ewên ku guh didine şîretên kesên mîna Mûsa, Dawid û Yûhenna, wê çi kerema bistînin?

21 Lema jî werên em guh bidine giliyên paşin yên kesên amin, û gura temiyên Yehowa bikin. Usa emê her tiştîda serkevin û emirê me wê dirêj be, dêmek emê heta hetayê bijîn! (Qanûna Ducarî 30:20) Xêncî wê yekê, emê şa bin, ku me dilê Yehowa şa kiriye. Belê, hergê em gura Xwedê bikin, ewê bêhesab me kerem ke! (Efesî 3:20)

KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

a Pêşiya ku Îsraêlî biketana Erdê Sozdayî, gelek ji wan, yên ku keremetên Yehowa ber Bera Sor dîtibûn, mirin (Jimar 14:22, 23). Yehowa gotibû ku hemû mêrên 20 salî û ji wan mezintir, wê beriyêda bimirin (Jimar 14:29). Lê gelek merivên ku ji 20 salî kêmtir bûn, sax man û tevî Yêşû, Kaleb û gelekên ji eşîra Lêwiya, Çemê Ûrdunêra derbaz bûn û ketine Erdê Sozdayî (Qanûna Ducarî 1:24-40).

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Çep: Dawid pêşiya mirina xwe şîretên bîlan dide kurê xwe Silêman. Rast: Xûşk-birên ku Mekteba Pêşengada hîn dibin, ji bîlaniya Yehowa karê distînin.