Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Timê Lêkolîna Şexsî Derbaz ke

Timê Lêkolîna Şexsî Derbaz ke

GELO tera çetin e ku lêkolîna Kitêba Pîroz timê derbaz kî û ji vê yekê lezetê bistînî? Cara me gişkara jî çetin e. Lê hela derheqa van tişta bifikire, çi ku em her roj dikin. Mesele, em gerekê her roj serê xwe bişon. Bona vê yekê wede û xîret lazim e, lê paşî ku em serê xwe dişon, em xwe rihet texmîn dikin! Mîna vê yekê, lêkolîna Kitêba Pîroz jî me mîna “avê” rihet dike (Efesî 5:26). Were em dîna xwe bidine hine şîretên kêrhatî:

  • Xwera wede bijbêre. Lêkolîna Kitêba Pîroz yek ji tiştên “here qenc e”, çi ku em gerekê timê bikin (Fîlîpî 1:10). Seva ku tu timê xwe li grafîka xwe bigirî, tu dikarî vê grafîkê bûzxanêva bizeliqînî yan jî cîkî dinva darda kî. Yan jî tu dikarî bona lêkolînê ser têlêfona xwe wede kifş kî, wekî bike bîra te.

  • Bona xwe mêtoda rast bijbêre. Tu çi cûreyî hez dikî lêkolînê derbaz kî? Diqewime tera diha dest dide wekî sihetekê bona lêkolînê başqe kî? Yan bona te diha hêsa ye, ku diha kêm wede bona vê yekê xerc kî, mesele weke 10 deqa, lê gelek car. Tu diha rind haj dereca xwe heyî û li gora vê yekê xwera grafîkê çêke. Usa jî paşî ku tu destpêkî lêkolînê bikî, dibeke ev yek usa te xweş bê, ku xwestina te pêşda bê, wekî lêkolînê berdewam kî (Fîlîpî 2:13).

  • Têmayê pêşda bijbêre. Hergê tu wedê lêkolînê destpêkî bifikirî ku çi lêkolîn kî, dibeke tu nikaribî ‘dest bidî ber wext’, dêmek wedê xwe badîhewa xerc kî (Efesî 5:16). Diha baş nîne wekî tu pêşda hazir kî, ku kîjan gotarê yan têmayê tu dixwazî lêkolîn kî? Gava pirsek bal te pêşda tê, vê yekê xwera binivîse. Xilaziya her lêkolînê, tu diqewime hine fikirên din jî xwera binivîsî, yên ku tu dixwazî paşê lêkolîn kî.

  • Hergê lazim be, guhastina bike. Tiştê herî ferz ne ev e ku tu kengê, çiqas yan çi lêkolîn dikî, lê ev e ku tu vê yekê timê bikî. Lema jî hergê lazim be, hazir be ku grafîka xweda guhastina bikî.

Lêkolîna ku meriv timê derbaz dike bi rastî jî kareke mezin tîne. Lêkolîna Kitêba Pîroz alî me dike diha nêzîkî Yehowa bin, bi bîlanî safîkirina bikin û ruhanîda bişidin (Yêşû 1:8).