SERHATÎ
Wedê Şer û Edilayêda, Yehowa Qewat Dida Me
Paûl: Meha Mijdarê, sala 1985, em bona kifşkirina xweye pêşin derbazî Lîberyayê bûn, Afrîkaya Roavayê, û em gelek şa bûn! Teyare li Senegalê sekinî, û Ênê usa got: “Sihetek şûnda, emê bigihîjine Lîberyayê!” Lê hingê elametî hat ku Lîberyayêda, tevlihevbûneke himberî serwêrên dewletê çêbûye û lema jî teyare nikare bifire wêderê. Em deh roja Senegalêda cem hine mizgînvanên mîsyonêr man. Me nûçeyada bihîst ku li Lîberyayêda gelek meriv hatine kuştinê, û serwêrên dewletê îzin nedidan ku meriv şev derkevine derva. Her kesê ku gura serwêra nedikir, dihate kuştinê!
Ên: Em merivne usa nin, ku her tiştîda gelek fesal in. Hela hê ji zarotiyêda minra dibêjin “Êna Tirsonek”. Hela hê çaxê ez rê jî derbaz dibim, tirs dikeve dilê min! Lê dîsa jî me gelek dixwest herine Lîberyayê.
Paûl: Ez û Ên, em li roavaya Înglîstanê hatine bûyînê. Malên me gelek nêzîkî hev bûn. Dê-bavê min û diya Ênê em hêlan dikirin ku em bibine pêşeng, lema jî me paşî xilazkirina mektebê destpêkir ça pêşeng xizmet kin. Bona vê yekê, dê-bavê me gelekî şa bûn. Gava ez 19 salî bûm, min destpêkir Beytelêda xizmet kim. Paşî ku em sala 1982-da zewicîn, Ên jî hate Beytelê.
Ên: Me xizmetiya Beytelêda gelek hez dikir, lê me timê dixwest herin cîkî usa, kîderê ku hewcetiya mizgînvana hebû. Beytelêda hine xûşk-birên me berê mîsyonêr bûn. Û mesela wan xwestina me diha zêde kir, ku em jî bibine mîsyonêr. Sê sala me her êvar bona vê yekê dua dikir. Û çaxê sala 1985-da me teglîfî koma 79, ya Mekteba Gîledê kirin, şabûna nigên me erd nedigirt! Paşî xilazkirina Gîledê, teşkîletê em şandin Lîberyayê, Afrîkaya Roavayê.
HEZKIRINA XÛŞK-BIRA QEWAT DIDA ME
Paûl: Gava rê vebû, em derbêra pê teyarê çûne Lîberyayê. Wêderê meriv gelek ditirsiyan, û hela hê îzin tune bû ku meriv şev derketana derva. Carna gava erebe deng derdixistin,
meriv ditirsiyan û direviyan. Seva ku dilê me rihet bûya, me her êvara kitêba Zebûr dixwend. Wî welatîda halê me çiqas zemet bû jî, dîsa jî me cabdariya xwe gelekî hez dikir. Ên her roj diçû xizmetiyê, û min jî Beytelêda xizmet dikir. Hevalkarê min Con Çarûk bû. Ji ber ku ew gelek sal Lîberyayêda dijît û halê xûşk-bira rind zanibû, ez ji wî gelek tişt hîn bûm.Ên: Bi saya xûşk-bira, me cabdariya xweye Lîberyayêda gelek hez dikir. Baweriya wan gelek qewî bû û ewana gelek dilgerm bûn. Em gelekî wanva hatine girêdanê û ewana bûne malbeta me. Şîretên wane baş em baweriyêda qewî dikirin. Belakirina mizgîniyê gelek hêsa bû. Gava lazim dibû ku em ji xweyê malê xatirê xwe bixwazin, ewana dixeyîdîn! Her dera meriva derheqa Kitêba Pîroz xeber dida û gelek hêsa bû tevî wan biketana xeberdanê. Haqas xwendekarên me hebûn, ku wedê me têra her kesî nedikir. Me wedekî gelek xweş derbaz dikir!
GAVA EM DILTENG DIBÛN, YEHOWA QEWAT DIDA ME
Paûl: Çar sala Lîberyayêda edilayî hebû. Lê sala 1989 hundurê welatda şer destpêbû. Sala 1990, 2 Tîrmehê, eskera ciyên der-dorê Beytelê zeft kirin. Sê meha mecal tune bû ku em ji Beytelê derketana, me ne dikaribû malbetên xwe bidîta, ne jî ofîsa sereke. Welat bê serwêr mabû, xelayî destpêbû, û gelek jin hatine xirabkirinê. Tevlihevbûn temamiya Lîberyayêda bela bû û 14 sala kişand.
Ên: Merivên ji berekekî miqabilî berekeke din derdiketin û hevdu dikuştin. Bal eskera gelek çek hebûn û wana kincên ecêb li xwe dikirin û hemû kûçada malên xelqê talan dikirin. Bona hine kesa, kuştina meriva usa hêsa bû, ku ça bêjî wana “serê mirîşkekê” serjêdikir. Cinyazê gelek meriva ber sînor ser hevda qûç kiribûn. Tiştên usa nêzîkî Beytelê jî hebûn. Sed heyf ku hine xûşk-birên me jî hatine kuştinê, û nav wanda du mizgînvanên mîsyonêr jî hebûn.
Hine kesa emirê xwe dikirine bin xofê, seva ku xûşk-birên ji berekeke din biparêzin. Mizgînvanên mîsyonêr û Beytelvana jî usa dikir. Beytelêda hine xûşk-bira ser qatê jêrê û hinek jî odên meye ser qatên jorê diman. Heft xûşk-bira oda meda diman.
Paûl: Her roj eskera her tişt dikirin, wekî bikevine Beytelê. Wana dixwest bivînin hela em kesên din têda vedişêrin, yan na.
Çar nobedarên me hebûn. Du kesa ji pencerê dinihêrîn û du kes jî diçûne ber dergeh. Gava kesên ber dergeh destên xwe pêşiya xwe digirtin, me fem dikir, ku her tişt baş e. Lê gava wana destên xwe li pişt xwe digirtin, me fem dikir ku esker hêrs ketine. Hingê kesên li ber pencerê xûşk-bira zû vedişartin.Ên: Gelek heftê şûnda, komeke eskera zorê ketine Beytelê. Ez û xûşkeke din, em ketine hemamê, û me derî kilît kir. Hemamêda dexleke bi derîkî veşartî hebû. Xûşka me xwe têda veşart. Esker bi çekên xwe pey min hatine qatê jorê. Ewana hêrsketî bûn û derê hemamê xistin. Paûl xwest riya wan bigire, û usa got: “Jina min hemamêda ye!” Çaxê min xûşk dexlêda vedişart deng derdiket û heta min darakê dexlê paşda tije dikir, ev yek hine wede kişand, lema jî tirseke usa mezin kete dilê min, ku temamiya bedena min dilerizî. Lazim bû ku ez rihet bim û derê hemamê vekim, lê çi cûreyî? Min Yehowara dua kir, û ewî alî min kir. Min derî vekir û bi dilekî rihet silav da wan. Eskerekî ez def dam, kete hundur û her tişt hev xistin, lê ewî tu tişt nedît. Ew û eskerên din derbazî odên din jî bûn, lê wêderê jî wana tiştek nedît.
RASTIYÊ TERIYÊDA ŞEWQ DIDA
Paûl: Çend meha xwarina me gelek hindik bû, lê têr-tije xwarina meye ruhanî hebû. Carna teştê tune bû ku me bixwara, lê qulixkirina şebeqê mîna teştêya ruhanî bû. Ev yek qewateke mezin dida me.
Hergê em derketana, ku xwera av û xwarinê bikirin, emê mecbûr bûna wekî xûşk-birên ku xwe Beytelêda vedişartin, tenê bihêlin. Gelek cara Yehowa tiştên ku mera lazim bûn bi keremetî dida me. Yehowa me dibû xweyî û alî me dikir wekî em dilrihet bimînin.
Halê welêt çiqas xirab dibû jî, ronaya rastiyê qewat û hêvî dida me. Dîsa û dîsa lazim bû ku xûşk û bira birevin, lê baweriya wan qewî bû û wana rihetî xwey dikir. Geleka digot ku ev halê çetin wana bona tengasiya mezin hazir dike. Rûspiyên civatê û birên cahil bi dilekî qewî alîkarî didane xûşk-bira. Xûşk-birên ku mecbûr bûn birevin, tevayî diman û berdewam dikirin mizgîniyê bela kin. Wana mêşeda bona qulixkirinê cî çêdikirin û civat derbaz dikirin. Wî wedê çetinda, xûşk-bira ji civata û ji belakirina mizgîniyê qewat û hêlan distandin. Çaxê me xwarin, kinc û tiştên din xûşk-birara bela dikir, hine xûşk û bira ne ku kinc, lê çentên bona xizmetiyê dixwestin. Kesên ku gelek tiştên xirab dîtibûn, hazir bûn guh bidine mizgîniyê. Ewana ecêbmayî diman ku Şedên Yehowa halekî usa xirabda çiqas bextewar Metta 5:14-16). Ji bo xîreta xûşk-bira, hine eskerên zordar jî bûne Şedên Yehowa.
in. Ronaya xûşk-bira teriyêda şewq dida (GAVA EM XEMGÎN DIBÛN YEHOWA QEWAT DIDA ME
Paûl: Carna lazim dibû ku em ji welêt derkevin, sê cara ser wextekî kin û du cara ser salekê. Xûşkeke mîsyonêr usa got: “Gîledêda mera gotibûn, ku em gerekê bi temamiya dilê xwe xûşk-bira hez bikin, û me jî usa kir. Îja gava me xatirê xwe ji wan dixwest, em gelek xemgîn dibûn”. Lê dîsa jî mecala me hebû, ku ji welatên dinva alîkariyê bidine xûşk-birên Lîberyayêda.
Ên: Meha Gulanê, sala 1996, em tevî du kesên din bi ereba Beytelê rê ketin. Erebêda tijî dokûmêntên ferz hebûn derheqa xizmetiya Lîberyayêda. Me xwest derbazî aliyê dine bajêr bibin, çimkî halê wêderê diha bêxof bû, ev cî weke 16 kîlomêtra dûr bû. Lê nişkêva eskera hicûmî ser me kirin. Wana gule berî hewayê dan, em dane sekinandinê û em ji erebê derxistin, lê Paûl hê hundurê erebêda bû. Em gelek tirsiyan. Nişkêva Paûl berbi meva hat. Ser eniya wî xûn hebû. Pêşiyê em fikirîn ku serê wî gule kirine, lê paşê me fem kir, ku hergê usa bûya, ewê nikaribûya bimeşe. Serê wî xûn bibû, çimkî gava esker ew ji erebê avît, ewî lêxistibû. Şikir ku ew gelek birîndar nebû.
Me erebeke eskerên welêt dît, kîderêda tijî meriv bûn. Me jî xwest bikevine vê erebê, lê têda cî tune bû. Lema jî me xwe erebêva girt. Erebe usa lez diçû, ku hindik mabû em bikevin. Me ji ajovan reca kir ku ew bisekine, lê ew gelek ditirsiya û nesekinî. Çiqas zor bû jî yeke me xwe li erebêva girtibû. Gava erebe gihîşte cî, em haqas westiyayî bûn, ku dest-nigên me dilerizîn.
Paûl: Xêncî kincên meye çirandî, destê meda tu tişt nemabû. Me bawer nedikir ku em hê sax in! Şev em ber firindeke gulekirî razan, bi kîjanê sibetirê em firiyane Sîêrra-Lêonê. Em şa bûn ku em sax man, lê em bona xûşk-birên Lîberyayêda ber xwe diketin.
YEHOWA QEWAT DIDA ME KU PROBLÊMÊN DIN ALT KIN
Ên: Gava em gihîştine Beytela Sîêrra-Lêonê, em îda bêxofiyêda bûn, û xûşk-bira me dibûne xweyî. Lê carna nişkêva bîranînên xirab diketine serê min. Roj ez gelek ditirsiyam û serê min gêj dibû. Şev ez nişkêva ji tirseke mezin hişyar dibûm û xûdaneke sar ser minra davît. Paûl ez hemêz dikirim û tevî min dua dikir. Heta ku ez rihet dibûm, me tevayî kilamên bona pesindayîna Yehowa distira. Ez difikirîm ku ez dîn dibim û îda nikarim xizmetiya xwe ça mîsyonêr berdewam kim.
Lê paşê tiştekî baş qewimî. Ez vê yekê qe bîr nakim. Vê heftiyê du jûrnalên teze ketine destê me. Jûrnala Hişyar Bin!, ya 8 Hezîranê, sala 1996. Vê jûrnalêda gotarek hebû bi navê “Ez Ça Dikarim Himberî Atakên Panîkê Sebir kim?”. Bi alîkariya vê gotarê, min halê xwe fem kir. Gotara din Birca Qerewiliyêda, ya 15 Gulanê, sala 1996 derket, bi navê “Ewana ji Ku Qewatê Distînin?”. Têda şikilê pirpirîkeke birîndar hebû. Hergê perên wan birîndar bin jî, ewana dikarin bifirin û xwarinê bixwin. Hema bi vî cûreyî, em jî dikarin bi alîkariya ruhê pîroz bi dilekî birîndar ser niga bisekinin û alî kesên din jî bikin. Bi saya van gotara Yehowa wexta rastda qewat da min (Metta 24:45). Derheqa vê têmayê, min gotarên din jî digeriya û top dikir. Wede şûnda ez îda haqas ji bîranînên xirab nediçerçirîm.
YEHOWA BONA KIFŞKIRINA TEZE QEWAT DA ME
Paûl: Her car gava mecal dikete destê me, ku em vegerin Lîberyayê, em gelek şa dibûn. Xilaziya sala 2004, em îda weke 20 sal vê kifşkirinêda bûn. Şer jî îda xilaz bibû. Bona avayên Beytelê planên teze hebûn. Lê vê demê me nişkêva kifşkirineke teze stand.
Ev yek bona me gelek zemet bû, çimkî me xûşk-bira hez dikir, û me nedixwest ji wan dûr kevin. Lê gava me safî kir, wekî herin Mekteba Gîledê û ji malbetên xwe dûr bin, me dît ku Yehowa ça alî me dike. Lema jî me kifşkirina teze qebûl kir û em çûne Ganayê.
Ên: Gava em ji Lîberyayê derketin, em gelekî giriyan. Lê birakî emirda mezin û bîlan, usa got: “Hûn gerekê me bîr kin! Em zanin ku hûn me hez dikin, lê çimkî kifşkirina we ji Yehowa ye, hûn gerekê îda bi dil û can dîna xwe bidine vê yekê, û xûşk-birên li Ganayê hez kin”. Ganayêda me tu kes nas nedikir û her tişt bona me teze bû, lê giliyên wî birayî dilê me qewî kir.
Paûl: Gelek wede derbaz nebû, ku me xûşk-birên li Ganayê gelek hez kir. Wêderê gelek mizgînvan hebûn! Em ji aminî û baweriya wan gelek tişt hîn bûn. Me 13 sala li Ganayê xizmet kir. Paşî vê yekê me dîsa kifşkirineke teze stand. Em şandine fîlîala Afrîkaya Rohilatê, ya ku li Kenyayê ye. Rast e, me bîra xûşk-birên li Gana û Lîberyayê dikir, lê me xûşk-birên li Kenyayê derbêra hez kir. Kenyayêda şixul gelek e û heta îro jî em li vir in.
EM ÇI HÎN BÛN?
Ên: Emirê xweda ez rastî gelek çetinaya hatime. Tiştên usa dikarin sihet-qewatê sist kin. Yehowa ne her tim me ji derecên usa diparêze. Gava ez dengê çek dibihêm, êş dikeve dilê min û destên min sist dibin. Lê ez hîn bûme, ku xwe bispêrim alîkariya Yehowa û xûşk-bira. Hergê em berdewam kin lêkolîn kin, dua bikin û herin civata, Yehowa dikare alî me bike, ku em kifşkirina xweda bimînin.
Paûl: Hine kes usa dipirsin: “Gelo tu kifşkirina xwe hez dikî?” Rast e hine welat bedew in, lê carna halê welatekî dikare bê guhastinê. Lema jî em diha zêde ne ku welata, lê xûşk-birên xweye delal hez dikin. Kok û kûltûra me çiqas ji hev cude be jî, em gişk Yehowa hez dikin. Nêta me ev bû, ku em dilê wan qewî kin, lê bi rastî wana dilê me qewî dikir.
Malbeta meye ruhanî bi rastî jî keremeta ji Yehowa ye! Her car çaxê em mala xwe bar dikin, em vê yekêda îzbat dibin. Heta ku em para civatê ne, em bêxweyî nînin. Çi jî bibe, hergê em xwe bispêrin Yehowa, ewê qewata ku mera lazim e bide me (Fîlîpî 4:13).