RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ
Xwera Cîkî Rihet Bijbêre
Gelo tu dixwazî ji lêkolîna şexsî hê zêde karê bistînî? Hergê erê, dîna xwe bide wan çend şîreta:
-
Cîkî baş bijbêre. Hergê dest dide, cîkî usa bona lêkolîna şexsî bijbêre, kîderê ku temiz, rihet û ronkayî ye. Mesele, tu dikarî ber sifirekê rûnêyî û lêkolînê bikî, yan jî derva xwera cîkî rihet bivînî.
-
Cîkî xewle bivîne. Îsa “rabû çû cîkî usa, kîderê tu kes tune bû û destpêkir dua bike” (Markos 1:35). Hergê nayê standinê wekî tu tenê malda bimînî, wî çaxî neferên malêra yan jî wanra, tevî kê tu dijîyî, bêje ku çiçax tu dixwazî lêkolînê derbaz kî, wekî ewana te eciz nekin.
-
Bira dîna te neçe ser tu tiştî. Hergê tu bi saya têlêfonê yan jî planşêtê lêkolîn dikî, dengê vê vêsîne yan jî rêjîma teyarê vêxe. Hergê wedê lêkolînê bikeve bîra te, ku tu gerekê şixulekî bikî, xwera kifş ke, wekî paşê vê yekê bikî. Hergê fikirên te diçin ser tiştekî din, hinek here-were.