Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Çira Gerekê seva Xizmetkirinê Tevayî Top bin?

Em Çira Gerekê seva Xizmetkirinê Tevayî Top bin?

“Wan timê xwe li hînkirina şandiya digirt, li hev diciviyan” (KAR. ŞAND. 2:42).

KILAMÊN: 20, 16

1-3. a) Mesîhiya ça dane kifşê ku ewana gelek dixwazin tevayî top bin? (Binihêrin şikilê ewlin.) b) Emê çi şêwir kin wê têmayêda?

ÇAXÊ Korîna 17 salî bû, diya wê aksor kirin û şandine lagêrê û wêderê xebata giran wê didane kirinê. Hine wede şûnda Korîna jî ji mala wê hezara kîlomêtra dûr şandin Sîbîrê. Wêderê ew çawa dîl bû, û cara zorê wê dikirin ku bagera qayîmda bi kincê tenik bixebite. Rast e hal gelek çetin bû, lê yeke Korîna û xûşkeke din safî kirin herin civînê.

2 Korîna gilî dike: “Êvarê me xebata xwe hîşt, û çûne ciyê sekinandina trênê, kîjan ku 25 kîlomêtra dûr bû. Trên rêdiket şev siheta duda û em şeş siheta rêda bûn. Paşî wê yekê em 10 kîlomêtr niga çûn gihîştine civînê”. Lê gelo hêja bû ku haqas cefa bikişînin? Korîna gilî dike: “Ser civînê em “Birca Qerewiliyê” derbaz bûn û me kilamên Padşatiyê stira. Ewê yekê em gelek geş kirin û baweriya me qewî kir”. Rast e ew du xûşk sê roja ser ciyê xebatê nîbûn, lê yeke mênêcêra vê karxanê ne jî texmîn kir.

3 Cimeta Yahowa hertim qîmet dikir ew mecal, ku tevî hev top bin. Paşî wê yekê ça civat hate sazkirinê, peyçûyên Îsa “timê . . . li hev diciviyan” (Kar. Şand. 2:42). Belê, tu jî dibeke wek wan dixwazî timê bêyî ser civînê. Lê her Mesîhî rastî çetinaya tên. Ji bo xebata xwe, gelek şixula, û xemên din, dikare çetin be hertim bêne civînê. Lê çi wê alî me bike ku wan çetinaya alt kin, û hertim bêne civînê? [1] Çawa em dikarin alî wan bikin tevî kê em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin û usa jî alî yên mayîn, seva bivînin çiqas ferz e bêne civatê? Vê têmayêda emê şêwir kin derheqa heyşt meniya ku çira em gerekê tevayî top bin. Ewan meniya em dikarin parevekin ser sê para: em çi karê distînin çaxê têne civînê, ça ser merivên din hukum dibe çaxê em têne civînê, û usa jî ça ser Yahowa hukum dibe. [2]

CIVÎN ÇA MERA KARÊ TÎNE

4. Çawa civîn alî me dike hê zêde derheqa Yahowa pêbihesin?

4 Civîn me hîn dikin. Her civîn alî me dike hê zêde pêbihesin derheqa Xwedêyê me Yahowa. Mesele, wan paşwextiya gelek civatada kitêba bi navê “Nêzîkî Xwedê be” derbaz dibûn. Hînbûna derheqa hunurên Xwedê û cabên xûşk-birên me, hê qewî dikin hizkirina me hindava Bavê meyî ezmana. Em usa jî zanebûna xwe hindava Xebera Xwedê zêde dikin, wî çaxî gava guh didin têmaya, temaşa û xwendina Kitêba Pîroz (Nehem. 8:8). Mesele, bifikire derheqa wan xiznên ruhanî, kîjan tu pêdihesî her heftî çaxê hazir dibî bona xwendina Kitêba Pîroz civatêda û ser civatê dibihêyî fikirên jibartî!

5. Çawa civîna alî te kirin ku bidî xebatê çi ku ji Kitêba Pîroz pêhesiyayî û xizmetiya xwe hê baş kî?

5 Civîn me hîn dikin ku ça prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê emirê xweda (1 Têsln. 4:9, 10). Hînbûna “Birca Qerewiliyê” qe hêlan daye te ku xizmetkirinêda hê zêde bona Yahowa bikî, hazir bî bibaxşînî xûşk-bira û duayên xwe hê baş kî? Civîna meye her heftî “Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin”, me hîn dike ku çawa xizmetiya xwe hê baş kin. Usa jî em pêdihesin ku çawa mizgînê bela kin, û ça hê kêrhatî yên din hîn kin derheqa prînsîpên Kitêba Pîroz (Met. 28:19, 20).

6. Civînên me ça me geş dikin û alî me dikin ku qewî bimînin?

6 Civîn me geş dikin. Ew dinya dikare mejûyê me biwestîne, û êmosyalîda û ruhanîda sist ke. Lê civat me qewî dikin û me geş dikin. (Bixûne Karên Şandiya 15:30-32.) Ser gelek civîna em şêwir dikin derheqa wê yekê, ku ça pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz têne sêrî. Ew yek baweriya me qewî dike, ku Yahowa çi soz daye me bona axiriyê, ew soz jî wê ese bêne sêrî. Belê, em usa jî gelek qewî dibin çaxê bira pê gotara dertên. Lê civatêda dîsa xûşk-birên din jî me dişidînin, mesele pê cabên xwe, yan çaxê pê dersa dertên, û çaxê bi dil kilama distirên (1 Korn. 14:26). Û usa jî çaxê em tevî xûşk-bira xeberdidin pêşiya û paşî civînê, em texmîn dikin ku ewana bona me xem dikin û em geş dibin (1 Korn. 16:17, 18).

7. Çira gelek ferz e bêne ser civîna?

7 Ser civîna em bin ruhê pîrozda nin. Îsa Mesîh got: “Ewê ku guhêd wî hene, bira bibihê ku ruh çi dibêje civîna” (Eyan. 2:7). Belê, Îsa bi ruhê pîroz rêberiya civata Mesîhiya dike. Mera ruhê pîroz lazim e, seva em bikaribin cêribandinada teyax kin, bi mêrxasî xizmet kin, û usa jî seva safîkirinên rast bikin. Lema jî em gerekê her tiştî bikin, wekî hertim herine civînê, seva ku ruhê pîroz bistînin.

CIVÎN ÇA YÊN DINRA KARÊ TÎNE

8. Çaxê xûşk-birên me divînin ku em têne civîna, û ça cabên xwe didin, û distirên, ew yek çida alî wan dike? (Usa jî binihêre çargoşe bi navê “Ew Timê Paşî Civatê Xwe Baş Texmîn Dike”.)

8 Civîn mecalê didine me, seva ku em xûşk-birara hizkirina xwe bidine kifşê. Bifikire derheqa çetinayên xûşk-birên civata xweda. Pawlosê şandî got: “Bira em bona hevdu xem bikin”. Paşî wê yekê Pawlos şirovedike, ku em dikarin dilbîniyê bidin xûşk-bira, hergê em “dest ji lihevcivînê nekişînin” (Îbrn. 10:24, 25). Hatina te li ser civînê dide kifşê ku tu derheqa xûşk-bira dişirmîş dibî û hazir î wedê xwe bona wan xerc kî, guh bidî wan û bona wan xem kî. Û usa jî çaxê tu bi dil û can caba xwe didî û kilama distirêyî, bi wê yekê tu xûşk-bira qewî dikî (Kols. 3:16).

9, 10. a) Şirovekin ku ça giliyên Îsa Yûhenna 10:16-da, alî me dikin fem kin ku çiqas ferz e tevî xûşk-bira top bin. b) Hergê em timê têne ser civînê, bi vê yekê em ça dikarin alî wan bikin, yên ku aliyê neferê xweda hatine înkarkirinê?

9 Civîn me xûşk-bira tevayî dike yektiyê. (Bixûne Yûhenna 10:16.) Îsa xwe beramberî şivan kir, lê şagirtên xwe beramberî keriyên pêz kir. Hela dişirmîş be derheqa wê yekê: Heger du pez ser tepe ne, dudu çolê ne, yek jî cîkî din e, gelo em evan pênc peza dikarin hesab kin ça keriyê pêz? Tebiyetî ye wekî keriyê pêz gerekê tevî hev bin, bin rêberiya şivanda. Bi wî cûreyî hergê em jî xwe ji xûşk-bira dûr digirin, emê nikaribin pey Şivanê xwe herin. Em gerekê tevî Mesîhiya tevayî top bin, seva bibine para “kerîk” pêz, bin rêberiya “şivanekî”.

10 Çaxê em têne civînê, bi wê yekê em yektiyê tevî xûşk-bira xwey dikin (Zeb. 133:1). Hine xûşk-birên me seva rastiyê hatine înkarkirinê ji dê-bavê xwe, yan ji xûşk-birên xweyî helal. Lê Îsa soz daye wan, ku malbeta ruhanî bide wan, kîjan ku wê wana hiz ke û bona wan xem ke (Marq. 10:29, 30). Dêmek çaxê hûn hertim têne civînê, hûn dikarin bona wan xûşk-birên delal bibine dê, bav, xûşk, yan bira! Çaxê em derheqa wê yekê difikirin, gelo em hêlan nabin ku timê bêne civînê?

EMÊ DILÊ YAHOWA ŞA KIN

11. Çawa hatina me ser civînê mecalê dide me bidine Yahowa çi ku ew hêja ye?

11 Çaxê em têne civînê, em didine Yahowa ewê yekê çi ku ew hêja ye. Çawa Efirandarê me, Yahowa hêjayî pesina, hurmetê, rûmetê û razîbûnê ye. (Bixûne Eyantî 7:12.) Gava em civînêda dua dikin, kilama distirên, û derheqa Yahowa xeberdidin, em didine wî ewê yekê çi ku hêjayî wî ye, dêmek em wî dihebînin. Em gelek qîmet dikin wî qedirî, ku dikarin pesina bidine Wî, kîjan ku gelek tişt kiriye bona me.

12. Yahowa ça dinihêre ser me, çaxê divîne ku em gura temiya wî dikin û diçine civînê?

12 Yahowa usa jî hêja ye ku em gura wî bikin. Ewî temî daye me, ku civînê bernedin, îlahî wan rojên xilaziyêda. Çaxê em bi hazirbûnê guh didine wê temiyê, Yahowa şa dibe (1 Yûhn. 3:22). Ew divîne û qîmet dike qewata me, ya ku em didin xebatê seva timê herin civînê (Îbrn. 6:10).

13, 14. Çaxê em têne civîna, em ça nêzîkî Yahowa û Îsa dibin?

13 Çaxê em têne ser civatê bi vê yekê em nîşan dikin, ku dixwazin nêzîkî Yahowa û Kurê wî bin. Civînêda Hînkarê meyî girîng bi saya Xebera xwe me hîn dike (Îşa. 30:20, 21). Hela hê yên nebawermend jî, ku têne ser civînê dibêjin ku “Xwedê nav weda ye!” (1 Korn. 14:23-25). Yahowa bi ruhê xweyî pîroz civînê kerem dike û ew hînkirina ku em distînin ji Xebera wîye. Li ser civînê em guh didine xeberên Yahowa û texmîn dikin hizkirina wî. Bi wî cûreyî em nêzîkî wî dibin.

14 Îsa got: “Kîderê du yan sê meriv bi navê min bicivin, ez li wir nava wanda me” (Met. 18:20). Ew yek Îsa derheqa civatê got. Serê civînê Mesîh nava civata cimeta Xwedêda “digere” (Eyan. 1:20–2:1). Derheqa wê yekê bifikire! Yahowa û Îsa me qewî dikin bi saya civîna. Ça tu dişirmîş dibî, Yahowa çi texmîn dike çaxê divîne, ku em dixwazin nêzîkî wî û Kurê wî bin?

15. Ça hatina me ser civatê dide kifşê, ku em dixwazin gura Xwedê bikin?

15 Hatina me li ser civînê nîşan dike, ku em piştgiriya hukumetiya Xwedê dikin. Rast e Yahowa temiyê dide me ku em herin civînê, lê ew tu car zorê me nake (Îşa. 43:23). Lema jî em çaxê em safî dikin ku gura wî bikin, dêmek bêne ser civînê, em didine kifşê ku Yahowa bi dil û can hiz dikin, qedirê hukumetiya wî digirin (Rom. 6:17). Mesele, mezinê xebatê dikare ji me dewa ke, wekî dewsa ku em herine civînê, ewî wedeyî xerc kin seva xebatê. Yan dibeke hukumetiya welat me bide tirsandinê, ku heger em tevî hev top bin seva xizmet kin, emê yan cirmê bidin, yan herine kelê, yan jî tiştên wan xirabtir. Yan jî dibeke dewsa ku herine civatê, em dixwazin hêsa bin ku wede derbaz kin. Wan her derecada, em ber bijartinê ne gura kê bikin (Kar. Şand. 5:29). Çaxê em dijbêrin ku gura Yahowa bikin, em dilê wî şa dikin (Metlk. 27:11).

BERDEWAM KE TIMÊ XWE LI CIVÎNÊ BIGIRE

16, 17. a) Em ji ku zanin ku civîn bona Mesîhiyên qirna yekêda gelek ferz bû? b) Birê meyî Corc Gangas ça dinihêrî ser civînê?

16 Mesîhiyên qirna yekêda, paşî vê keremeta ku sala 33 D.M. roja Pênciyê Hesabê qewimî, dîsa berdewam dikirin diciviyan. Wana “timê xwe li hînkirina şandiya digirt, li hev diciviyan” (Kar. Şand. 2:42). Wî çaxî Mesîhî dijîtin bin hukumê Romê û serwêrên rêlîgiya Cihûyada, û wanra nehêsa bû ku herine civînê. Lê yeke, ewana timê diçûne civînê.

17 Îro jî gelek xizmetkarên Yahowa razîbûna xwe didine kifşê bona civata. Corc Gangas, kîjan ku 22 sala xizmet dikir Koma Rêberiyêda, got: “Emirê minda topbûyîna tevî xûşk-bira şabûn û qewîkirina gelek mezin e bona min. Ez hiz dikim zû bême Oda Civatê û dereng herim, hergê tê sitandin. Ez şabûneke mezin distînim, çaxê tevî cimeta Xwedê xeberdidim. Çaxê ez nav wanda me, ez texmîn dikim tê bêjî ez nav neferê xweda me, cineta ruhanîda”. Ew zêde dike: “Çawa ku kompos hertim aliyê bakûrê nîşan dike, bi wî cûreyî timê fikir û xwestina min wî alîda ye ku herime civatê”.

18. Tu çi difikirî derheqa civînên me, û tu çi safî dikî ku bikî?

18 Tu jî ewê yekê ser xwe texmîn dikî, çaxê em tevayî top dibin ku Yahowara xizmet kin? Hergê erê, her tiştî bike seva hertim bêyî ser civînê. Bi wî cûreyî tê nîşan kî, ku tu tevî giliyên Dawid Padşa qayîl î, ku got: “Ez hiz dikim ya Xudan ji mala te” (Zeb. 26:8, ÎM).

^ [1] (abzasa 3) Hine xûşk-birên me nikarin hertim bêne civînê, ji bo hine derecên ku wanva girêdayî nînin. Lê ewana dikarin bawer bin, ku Yahowa derecên wan fem dike û xizmetkirina wane bi dil û can qîmet dike. Rûspî dikarin alî wan xûşk-birên bêsihet bikin, yên ku nikarin bêne civînê, bernama civînê bibihên. Mesele, rûspî dikarin saz kin deng nivîsandina bernamê, yan jî usa bikin ku ewana pê têlêfonê bibihên.

^ [2] (abzasa 3) Binihêre çargoşe bi navê “Meniyên ku Çira Bêne Civîna.”