Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Bira Sebir Karê Xwe Temam Bike”

“Bira Sebir Karê Xwe Temam Bike”

“Bira sebir karê xwe temam bike, seva hûn bibin merivên kamil û gihîştî, û tiştekîda kêmasiya we tune be” (AQÛB 1:4, DT).

KILAMÊN: 24, 139

1, 2. a) Em çi dikarin hîn bin ji sebira Gîdeyon û 300 eskerên wî? (Binihêre şikilê ewlin.) b) Li gora Lûqa 21:19 çira sebir gelek ferz e?

ŞEREKÎ gelek giran bû. Temamiya şev eskerên Îsraêlî pê rêberiya Hakimê Gîdeyon, pey dijminên xwe Midyana û piştgirên wan ketin, û weke 32 kîlomêtra pey wan direviyan. Kitêba Pîroz gilî dike: “Gîdeon gîhîşt Ûrdunê, ew û sê sed merivên westiya ne”. Lê wana berdewam dikir pey wan diketin, çimkî hê weke 15 000 dijmin mabûn. Ewan Îsraêliya zanibûn, ku niha wede nîne bisekinin, çimkî Midyana bi sala ewana diçerçirandin. Lema, seva ku qira dijmina bînin, wana berdewam kir pey wan diketin, û axiriyêda wana Midyan alt kirin (Hakim. 7:22; 8:4, 10, 28).

2 Em jî şerekî mezinda şer dikin. Şeytan, dinya wî, û qisûrtiya me dijminên me ne. Hinek ji me bi sala şer dikin tevî wan dijmina. Em pê alîkariya Yahowa serdikevin. Lê cara, dibeke em diwestin ku şer bikin tevî wan dijmina. Yan jî dibeke diwestin hîviya axiriya vê dinyayê bin. Lê bi rastiyê, em hê bi temamî wî şerîda serneketine. Îsa pêşda got wekî yên wedê rojên axiriyêda bijîn, wê rastî tengasiya û neheqiya bên. Lê ewî usa jî got, ku serketin sebira meva girêdayî ye. (Bixûne Lûqa 21:19.) Lê çi ye sebir? Em çi dikarin hîn bin ji wan yên ku sebir dikirin? Û em çi dikarin bikin seva “sebir karê xwe temam bike”? (Aqûb 1:4, DT).

ÇI YE SEBIR?

3. Çi ye sebir?

3 Kitêba Pîrozda sebir nayê hesabê, ku tenê çetinayada yole herin. Sebir heye halê hişê me û dilê me, yan jî ew yek çawa em xwe didine kifşê tengasiyada. Merivê ku sebir dike mêrxasiyê, aminiyê û teyax dide kifşê. Kitêbekêda xebera sebir usa hatiye şirovekirinê: “Ew heye nihêrandina usa, bi kîjanî tu dikarî ber tişta teyax kî, ne ku tenê mecbûr bî teyax kî, lê bi baweriyê hîviyê bî. Ew hunurek e, kîjan alî meriva dike, ku xwe ser niga bigire çaxê ba wî dixe. Sebir karê dide me, bi alîkariya sebirê tengasiya lape giran jî bona me dibe rûmet, çimkî em pişt êşêva nêtê divînin”.

4. Çira em dikarin bêjin ku hizkirin me hêlan dike sebir kin?

4 Hizkirin me hêlan dike sebir kin. (Bixûne 1 Korintî 13:4, 7.) Hizkirina hindava Yahowa me hêlan dike çetinaya derbaz kin, kîjan ku Yahowa dihêle (Lûqa 22:41, 42). Hizkirina hindava xûşk-bira alî me dike sebir kin qisûrtiya wan (1 Pet. 4:8). Hizkirin hindava hevalzewacê me, alî me dike ku sebir kin wedê “oxirmêd giran”, kîjan hela hê rastî cotên bextewar jî tên. Xêncî vê yekê, hizkirin zewacê qewî dike (1 Korn. 7:28).

ÇI WÊ ALÎ WE BIKE SEBIR KIN?

5. Çira tenê Yahowa dikare diha rind alî me bike ku em sebir kin?

5 Ji Yahowa qewatê hîvî kin. Yahowa “Xwedêyê sebirê” û berdiliyê ye (Rom. 15:5). Tenê ew bi temamî fem dike problêmên me. Ew usa jî fem dike ku ça derecên me, êmosyên me, û qisûrtiya me ser me hukum dibin. Lema tek ew e kîjan dikare sebirê bide me. Kitêba Pîroz dibêje: “Ew daxwaza yên ku jê ditirsin tîne cîh, feryada [hevar-gaziya] wan dibihîze û wan rizgar [xilaz] dike” (Zeb. 145:19, ÎM). Lê çaxê em bona sebirê Xwedêra dua dikin, ew ça caba duayên me dide?

6. Çi tê hesabê ku Yahowa tengasiyên meda “delîlekê” bike?

6 Bixûne 1 Korintî 10:13. Çaxê em ji Yahowa hîvî dikin ku alî me bike çetinaya derbaz kin, ew wê ese “delîlekê . . . bike”. Lê gelo ew tê hesabê ku Yahowa wê me ji tengasiyê xilaz ke? Dibeke. Lê gelek car ew alî me dike seva em bikaribin “sebir bikin” wan tengasiyada. Belê, Yahowa me qewî dike û lema em dikarin “her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin” (Kols. 1:11). Çimkî Yahowa me hemû aliyava rind zane, ew wê tu car nehêle wekî em bikevine tengasiya usa giranda, kîderêda emê nikaribin wîra amin bimînin.

7. Meselê bînin çira seva em sebir kin mera lazim e xwarina ruhanî.

7 Bi xwarina ruhanî baweriya xwe qewî kin. Çiyayê Everest dinêda çiyakî lapî bilind e. Merivê çiyager seva hilikişe serê vî çiyayî, wîra lazim e rojekêda bixwe haqas xwarin, çiqas ew nava sisê yan çar rojada dixwe. Seva riya xweda teyax ke û bigihîje nêta xwe, çiyager çiqas dikare gerekê gelek kaloriya bistîne. Usa jî em, seva em sebir kin riya xweye Mesîhîtîda û bigihîjine nêta xwe, em gerekê timê çiqas dikarin xwarina ruhanî bistînin. Em gerekê xwe hînî xwendinê, lêkolînkirinê û hatina ser civatê bikin. Çimkî ew tişt wê alî me bikin, baweriya xwe qewî kin pê “xwarinê . . . ku jîyîna heta-hetayêda dimîne” (Yûhn. 6:27).

8, 9. a) Li gora gotinên ji Îbo 2:4, 5 çi hate danîn bin şikê? b) Çaxê tu rastî cêribandina têyî, tu kîjan derecê ku nayê dîtin dikarî bidî ber çevê xwe?

8 Bîra xweda xwey kin, aminiya me bin şikê hate danîn. Çaxê em rastî tengasiya tên, nava vê tengasiyêda xêncî çerçirandinê, dîsa heye tiştekî din. Wedê tengasiya, aminiya me tê cêribandinê. Em çawa xwe didine kifşê wedê tengasiya, bi wê yekê em nîşan dikin, em bi rastiyê Yahowa hesab dikin ça Serwêrê hemû Zorayê yan na. Şeytan, ew heye dijminê hukumetiya Yahowa. Ewî qerfê xwe Yahowa kir bi wan giliya: “Mirov bona canê xwe, heger çiyî wî hebe, dide. Lê belê, niha destê xwe dirêj bike ku, tu bidî hestî û goştê [Îbo]. Wê li ber wecê te, nelatê [nifir] li te bike!” (Îb. 2:4, 5). Bi giliyên Şeytan, tê bêjî meriv pê hizkirina qelp Yahowara xizmet dikin. Lê gelo Şeytan fikirên xwe guhast paşî wan giliya? Tu car na! Paşî gelek qirna, çaxê ew hate avîtinê ji ezmana, ew dîsa jî “xeybkirê xûşk-birêd” me ye û “şev û roj ber Xwedêyê me xeyba wan” dike! (Eyan. 12:10). Şeytan heta niha berdewam dike aminiya me hindava Yahowa bike bin şikê. Ew gelek dixwaze wekî em wedê çetinaya dilteng bin û piştgiriya serwêrtiya Xwedê nekin.

9 Çaxê cêribandinêda şer dikî ku amin bimînî, bide ber çevê xwe dereca ku nayê dîtin. Şeytan û cinên wî dîna xwe didine te û dibêjin ku tuyê cêribandinêda bidî der. Lê aliyê din, Yahowa, Kurê wî, rûnkiriyên ku sax bûne, û hezara milyaket, te dinihêrin. Ewana aliyê te ne, û tera firnaq dibin ku tu her roj sebir dikî û amin dimînî Yahowara. Û hingê tu ji Yahowa hîvîkirinekê dibihêyî: “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, wekî ez bikaribim caba wî bidim kî ku min rezîl dike” (Metlk. 27:11, DT).

10. Hûn çida dikarin çev bidine Îsa wekî bikaribin sebir kin?

10 Dîna xwe bidine ser keremên ku sebirê tînin. Bide ber çevê xwe ku wedê rêwîtiya dirêj tu disekinî orta tûnêleke dirêj. Tu divînî hemû ciya gelek terî ye. Lê tu zanî, hergê tu berdewam kî heta xilaziya tûnêlê herî, tuyê ronayê bivînî. Cara em dibeke nava problêmada dixeniqin û nizanin ça teyax kin. Hela hê Îsa jî dikaribû usa xwe texmîn kira. Çimkî ewî ji yên gunekar gotinên “miqabilî xwe” dibihîst. Hin jî wana wî bêhurmet dikir, û hela hê jî ew dardakirin ser stûna cefayê. Bêşik, hingê jîyîna Îsaye ser erdêda wedekî lape terî bû! Lê yeke, Îsa hemû derecada sebir kir, ji bo “şabûna pêşiya” xwe (Îbrn. 12:2, 3). Ewî dîna xwe dida ser wan xelata, yên ku wê pey sebirkirinê bistanda. Lê lape ferz bona wî ew bû, wekî îzina serwêrtiya Yahowa bê îzbatkirinê, û navê Xwedê bê rûmetkirinê. Ew tengasiyên Îsa wedelû bûn, lê xelata wîye ezmana wê heta-hetayê bûya. Îro, çetinayên ku rastî we tên, dibeke gelek êşê wera tînin û hela hê dibeke hûn bifikirin ku îda nikarin teyax kin. Wî çaxî, timê bînin bîra xwe ku tengasiyên we wedelû ne.

ÇEV BIDINE WAN YÊN KU SEBIR KIRINE

11. Çira em gerekê bifikirin ser meselên wan yên ku sebir kirine?

11 Tenê em nînin yên ku sebir dikin. Qirna yekêda jî Mesîhî gelek dihatine zêrandinê. Û Petrûsê şandî seva ku wan Mesîhiya hêlan ke, wekî ewana sebir kin, wanra nivîsî: “Baweriyêda hîmgirtî miqabilî wî rabin, çimkî hûn zanin ku xûşk-birêd we jî temamiya dinyayêda xût wan cefa dikişînin” (1 Pet. 5:9). Pê meselên wan, yên ku “sebir” kirine, em hîn dibin ça qewî bimînin. Meselên wan hin jî me dilgerm dikin ku em dikarin amin bimînin, û em bawer dibin ku aminiya me wê ese bê keremkirinê (Aqûb 5:11). Were em hine meselên wan şêwir kin, yên ku sebir kirine. [1]

12. Em çi hîn dibin ji xêrûba ku baxçê Edenêda “dara jîyînê” xwey dikirin?

12 Xêrûb. Mesela hine efirînên ruhanîye pêşin, dêmek xêrûba, dikarin alî me bikin sebir kin, çaxê cabdariya meye çetin heye. Yahowa Xwedê “ji aliyê rohlata baxçê Edênêva, xêrûb û şûrê agirîyî ku her alîyava divirvirî danîn, wekî rîya dara jîyînê xwey kin” [2] (Destp. 3:24, PKM). Çaxê Yahowa dinê efirand, nêta wîda tune bû ku kesek gune bike û miqabil derê. Lema jî, xêrûb hîviyê nîbûn ku wê şixulekî usa bistînin. Hin jî, xêrûb nava efirînên ruhanîda ciyê bilind digirin. Lê yeke em Kitêba Pîrozda tu cîkîda naxûnin ku xêrûba dikirine ofe-of, ku ev şixul bona wana gelek nimiz e. Ewana xwe texmîn nedikirin bin barê giranda û destê xwe peya nekirin. Dewsê, ewana pê guhdarîkirinê şixulê xwe dikirin û sebir kirin heta şixulê wana xilaz bû. Diqewime ku ew şixulê wan xilaz bû wedê Sêlavê, paşî 1 600 sala zêdetir!

13. Ça Îbo tengasiyên xweda sebir kir?

13 Îboyê amin. Cara diqewime em dilteng dibin, çimkî merivên meyî nêzîk dilê me dêşînin. Yan, dibeke nexweşiya meye giran heye, yan jî kesek ji merivên meyî nêzîk miriye. Çi jî hebe, em dikarin dilbîniyê bistînin ji mesela Îbo merivê amin (Îb. 1:18, 19; 2:7, 9; 19:1-3). Rast e ewî nizanibû çira haqas tengasiyên wî hene, yeke ewî qewata xwe unda nekir. Lê gelo çi alî wî kir ku sebir ke? Ew “ji Xwedê ditirsiya” û wî hiz dikir (Îb. 1:1). Ewî xwera qewî safî kir ku timê dilê Yahowa şa ke, ça wedê başda usa jî wedê çetinayada. Yahowa alî Îbo kir wekî ew bifikire ser tiştên hewas ku Yahowa bi saya ruhê xweyî pîroz kiribû. Çaxê Îbo fikirî ser wan tişta, ew îda sed selefî bawer bû, ku Yahowa wê wedê lazimda xilaziya tengasiya wî bîne (Îb. 42:1, 2). Û ew yek bi rastiyê jî qewimî. Yahowa “sirgûna wî vergerand û . . . du qat zêde malê wî yê berê da wî”. Îbo kalbûnêda “bi rojanva têrbûyî mir” (Îb. 42:10, 17).

14. Li gora 2 Korintî 1:6, ça sebira Pawlos alî yên din dikir?

14 Pawlosê şandî. Dibeke tu jî rastî neheqiya têyî, yan hela hê peyketina jî. Yan, hergê tu rûspî yî yan berpirsiyarê mihalê yî, dibeke xemgîn dibî ku gelek cabdariyên te hene. Wî çaxî bifikire ser Pawlosê şandî. Ew rastî gelek “tiştên ji derva” dihat, û pey wî diketin. Xêncî vê yekê, ew timê xemgîn dibû bona civata (2 Korn. 11:23-29, ÎM). Lê yeke ewî destê xwe peya nekir û mesela wî yên din qewî dikirin. (Bixûne 2 Korintî 1:6.) Çaxê hûn tengasiyada sebir dikin, timê bîra xweda xwey kin, ku yên din jî dikarin çev bidine sebira we.

GELO WÊ SEBIR NAV WEDA “KARÊ XWE TEMAM BIKE”?

15, 16. a) Ew “kar” kîjan e ku sebir gerekê temam bike? b) Mesela bînin em çi dikarin bikin seva “sebir karê xwe temam bike”.

15 Aqûb bi rêberiya Xwedê nivîsî: “Bira sebir karê xwe temam bike”. Lê çi “kar” gerekê sebir temam bike? Ew alî me dike ku bibine “merivên kamil û gihîştî, û tiştekîda kêmasiya [me] tune be” (Aqûb 1:4, DT). Çetinayada gelek car sistbûnên me têne kifşê, dêmek nav meda ew tişt, kîjan em gerekê hê baş kin. Û hergê em sebir dikin wan çetinayada, em dibine Mesîhiyên hê kamil, yanê hê gihîştî. Mesele, em hîn dibin teyax kin, razî bin, û dilşewat bin.

Çaxê em çetinaya sebir dikin, em çawa Mesîhî hê kamil dibin (Binihêre abzasa 15, 16)

16 Çimkî sebir me dike Mesîhiyên hê baş, lema em usa nakin ku prînsîpên Xwedê biteribînin, seva ji çetinayê xilaz bin. Mesele, hergê tu miqabilî fikirên netemiz şer dikî, dewsa ku bikevî telikê, dua ke ku wan xwestinên nerast biterkînî. Bi wê yekê tuyê xwegirtina xwe hê qewî kî. Lê hergê neferê mala te pey te dikeve bona baweriya te? Dewsa ku destê xwe peya kî, berdewam ke Xwedêra bi dil û can xizmet ke. Axiriyêda tuyê hê qayîm îtbariya xwe Yahowa bînî. Bîra xweda xwey ke, em gerekê sebir kin, wekî qebûlkirina Xwedê bistînin (Rom. 5:3-5; Aqûb 1:12).

17, 18. a) Meselê bînin, kîjan dide kifşê ku gelek ferz e heta xilaziyê sebir kin. b) Çimkî em nêzîkî axiriyê dibin, em çida dikarin bawer bin?

17 Em gerekê heta xilaziyê sebir kin, ne ku wedelû. Were em meselekê şêwir kin: Bidine ber çevê xwe ku gemî dikeve avê. Ewên ku gemiyêda bûn seva xilaz bin, gerekê xwe avê xin seva bigihîjin devê berê. Hergê ewê ku dikare xwe avê xe orta berê disekine, ew wê negihîje devê berê û xilaz nabe. Mîna vê yekê, em jî gerekê sebir kin heta xilaziyê, seva bigihîjin dinya teze. Emirê me sebira meva girêdayî ye. Were çev bidine nihêrandina Pawlosê şandî, yê ku du cara got: “Em newastin” (2 Korn. 4:1, 16, ÎM).

18 Em dikarin sed selefî bawer bin, ku Yahowa wê alî me bike ku heta xilaziyê sebir kin. Em mîna Pawlos gerekê dudilî nebin vê yekêda. Ewî nivîsî: “Em . . . hê zêde serdikevin, bi saya ewî ku em hiz kirin. Çimkî ez eseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyaket, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tu qewat, ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî efirînekî mayîn dikare hizkirina Xwedê ser me sar ke, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa” (Rom. 8:37-39). Rast e cara emê biwestin. Lê were em heta xilaziyê sebir kin, û çev bidine Gîdeyon û eskerên wî, yên ku westiyayî bûn, lê yeke berdewam dikirin pey dijimina diketin (Hakim. 8:4).

^ [1] (abzasa 11) Usa jî wê we qewî kin gotarên derheqa sebira cimeta Xwedê roja îroyîn. Mesele, kitêba “Hersalîda” ya sala 1992, 1999, û ya 2008, tê gilî kirinê serhatiyên ku çawa xûşk-birên me sebir kirine Etyopyayêda, Malavyayêda, û Rûsyayêda.

^ [2] (abzasa 12) Kitêba Pîroz nabêje ku çiqas xêrûb hatine kifşkirinê bona wî şixulî.