Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tevnebûyînê Xwey kin

Tevnebûyînê Xwey kin

“Çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê” (MET. 22:21).

KILAMÊN: 33, 137

1. Em ça dikarin gura Xwedê bikin û usa jî gura serwêrtiyên meriva?

XEBERA XWEDÊ mera dibêje ku em gura serwêrtiyên meriva bikin. Lê usa jî me hîn dike ku em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku gura meriva (Kar. Şand. 5:29; Tîto 3:1). Gelo Xebera Xwedê miqabilî xwe xeberdide? Na! Prînsîpa derheqa guhdarîkirinê alî me dike, ku fem kin û wan herdu temiya jî bînin sêrî. Îsa ew prînsîp zelal kir bi wan giliya: “Awa çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê” [1] (Met. 22:21). Lê em van giliyên Îsa ça tînin sêrî? Em gura vê hukumetiyê dikin, bin kîjanêda dijîn, dêmek em qanûna vê tînin sêrî. Hin jî em qedirê wan digirin yên ku vê hukumetiyêda qulix dikin, û usa jî em xercê vê dewletê didin (Rom. 13:7). Lê yeke, hergê ew serwêrtî ji me tiştekî usa dewa dikin, ku em gerekê gura Xwedê nekin, em bi qedir wanra dibêjin ku emê evê yekê nekin.

2. Em ça didine kifşê ku piştgiriya polîtîka vê dinyayê nakin?

2 Çaxê em şixulên polîtîka dinyayêda tevnebûyînê xwey dikin, em didine Xwedê, çi yên Xwedê ne (Îşa. 2:4). Usa jî, em miqabilî serwêrtiyên meriva nînin, çimkî Yahowa îzinê dide ku ewana hebin. Û em ne jî tevî şixulên welatparêziyê yan nasiyonaliyê dikevin (Rom. 13:1, 2). Em raberîbûnê saz nakin, ne jî deng didine kesekî dewletê. Hin jî, em xwexa pey wê yekê nakevin ku dewletêda qulix kin yan jî serwêra biguhêzin.

3. Çira em gerekê tevnebûyînê xwey kin?

3 Kitêba Pîroz çend meniya dide, ku çira Xwedê ji me dewa dike tevnebûyînê xwey kin. Ya pêşiyê, em çev didine Kurê wî Îsa. Ew “ne ji dinyayê” bû, û xwe dûr digirt ji polîtîkayê û şerên vê dinyayê (Yûhn. 6:15; 17:16). Xêncî vê yekê, em tevnebûyînê xwey dikin, çimkî amin dimînin Padşatiya Xwedêra. Hergê em tevnebûyînê xwey nekin, îsafa me nikare temiz be, çimkî em mizgînê bela dikin, wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên însanetê safî ke. Rêlîgiyên qelp dikevine nava şixulê polîtîkayê, û usa meriva hev başqe dikin. Lê çimkî em tevnebûyînê xwey dikin, bi vê yekê em yektiyêda nin tevî xûşk-bira nav temamiya dinyayê (1 Pet. 2:17).

4. a) Çira em gerekê hîviyê bin ku mera dikare hê çetin be tevnebûyînê xwey kin? b) Çira em îda niha gerekê qewî safî kin ku tevnebûyînê xwey kin?

4 Diqewime em dijîn wî welatîda, kîderê miqabilî me nînin, û zorê me nakin ku bikevine polîtîkayê. Lê em gerekê bîr nekin, ku xilaziya dinya Şeytan nêzîk e, û tevnebûyîna me wê hê zêde bê cêribandinê. Lema em gerekê hazir bin ku îda nihada tevnebûyînê xwey kin. Eva dinya bi merivên “bêrem” û “culet” tije ye, lema ew dinya wê hê zêde hevbelabûyî be (2 Tîmt. 3:3, 4). Hine welatada, ji bo guhastinên derecên polîtîkayê, tevnebûyîna birên me hate cêribandinê. Ew yek dide kifşê ku em îda niha gerekê xwera qewî safî kin, ku timê tevnebûyînê xwey kin. Çimkî hergê em hîviyê bin heta ku em bêne cêribandinê, em dikarin tevnebûyînê xwey nekin. Lê çi wê alî me bike tevnebûyînê xwey kin? Were em çar tişta şêwir kin, kîjan ku wê alî me bikin em tevnebûyînê xwey kin.

SER SERWÊRTIYÊN MERIVA USA BINIHÊRIN ÇA YAHOWA DINIHÊRE

5. Yahowa ça dinihêre ser serwêrtiyên meriva?

5 Seva ku tevnebûyînê xwey kin, em gerekê ser serwêrtiyên meriva usa binihêrin ça Yahowa dinihêre. Rast e hine serwêr dibeke heyf in, lê yeke Yahowa qirar nekiriye ku meriv ser hevdu hukumtiyê bikin (Yêrem. 10:23). Serwêrtiyên ku meriva xwexa çêkiriye, temamiya însanetê çawa malbet hev bela dike, çimkî firqiyê dike orta mileta. Hin jî, hela hê serwêrên baş jî nikarin hemû problêmên meriva safî kin. Hin jî, ji sala 1914, serwêrtiyên meriva bûne dijminên Padşatiya Xwedê. Ew Padşatî wê zûtirekê dîwana hemû serwêrtiyên meriva bike, û wana kuta ke. (Bixûne Zebûr 2:2, 7-9.)

6. Em gerekê çawa bin hindava serwêra?

6 Xwedê dihêle ku sîstêma polîtîka vê dinyayê hebe, çimkî ew usa dike ku hinekî edilayî û terbetî hebe. Ew yek alî me dike ku em mizgîna derheqa Padşatiyê bela kin (Rom. 13:3, 4). Xwedê hela hê jî mera dibêje ku em dua bikin bona ewên ku serwêrtiyê dikin, îlahî çaxê safîkirina wan dikare nebaş hukum be ser xizmetkirina me (1 Tîmt. 2:1, 2). Çaxê neheqiyê me dikin, em dikarin ji serwêra alîkariyê bistînin. Pawlosê şandî jî usa kir (Kar. Şand. 25:11). Rast e Kitêba Pîroz dibêje wekî dijminê Xwedê, dêmek Şeytan, hukum dike ser polîtîka vê dinyayê, lê yeke Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku Şeytan her serwêrekî yan hukumetekî kontrol dike (Lûqa 4:5, 6). Em gerekê usa nefikirin, ku her kes ji serwêra bin kontrola Mîrê-cinada ne. Dewsa wê yekê em qedirê “serwêr û hukumeta” digirin, û wana “bêhurmet” nakin (Tîto 3:1, 2).

7. Ji kîjan nihêrandinê em gerekê xwe dûr bigirin?

7 Em gura Xwedê dikin û tu car piştgiriya serwêrekî yan partiyekî nakin, firqî tune ewana miqabilî me ne yan na. Hergê serwêrtî miqabilî me dertê, wî çaxî tevnebûyîna me dikare bê cêribandinê. Mesele, hergê cimet miqabilî wê serwêrtiyê dertê, kîjan ku Şedên Yahowara ziyan aniye, wî çaxî emê çi bikin? Rast e em tev vê miqabilîbûnê nabin, lê dibeke em dilê xweda piştgiriya cimetê bikin û wana rast derxin (Efes. 2:2). Em gerekê tevnebûyînê xweyî kin ne ku tenê pê giliyên xwe û kirên xwe, lê usa jî fikir û dilê xweda.

“SERWAXT” BIN LÊ USA JÎ “DILSAX”

8. Em ça dikarin “serwaxt bin” lê yeke “dilsax”, çaxê tevnebûyîna me tê cêribandinê?

8 Ya duda, seva ku tevnebûyînê xwey kin, em gerekê “mîna mera serwaxt bin û mîna kevotka dilsax” bin. (Bixûne Metta 10:16, 17.) Em serwaxtiyê didine kifşê, çaxê pêşda difikirin derheqa çetinaya ku dikarin rastî me bên. Û em dilsax in, çaxê wan çetinayada tevnebûyînê xwey dikin. Were em şêwir kin hine wan çetinaya û em ça dikarin wan çetinayada tevnebûyînê xwey kin.

9. Xeberdana xweda em ça gerekê serwaxtiyê bidine kifşê?

9 Wedê xeberdanê. Em gerekê serwaxtiyê bidine kifşê û fesal bin, çaxê meriv derheqa problêmên polîtîkayê xeberdidin. Mesele, çaxê em mizgîna Padşatiyê merivara gilî dikin, xeberdanêda em paya nedine serwêrekî yan partyake polîtîkê, û ne jî wana neheq dikin. Em dîna meriva didine ser meniya problêma, ne ku ser vê yekê ku polîtîk ça dixwazin problêmên meriva safî kin. Em gerekê ji Kitêba Pîroz nîşan kin, ku çawa Serwêrtiya Xwedê wê hemû problêmên meriva bi temamî bide hildanê ser heta-hetayê. Hergê kesek dikeve dewê derheqa têma zarberkirinê yan jî zewaca jin tevî jin yan mêr tevî mêr, em gerekê wanra gilî kin prînsîpên Xwedê derheqa vê yekê. Hin jî, em gerekê şirovekin ku em ça wan prînsîpa jîyîna xweda didine xebatê. Wedê xeberdana derheqa vê têmê, tevnebûyînê xwey kin û şêwir nekin ku nihêrandina hukumeta yan serwêra çawa ne derheqa vê têmê. Hergê kesek dibêje ku lazim e qanûnekê bidine hildanê, yan gerekê qanûneke teze derxin, yan jî biguhêzin, em nekevine nava xeberdana usa û piştgiriyê nakin. Û em usa jî zorê wî merivî nakin ku fikirên xwe biguhêze.

10. Em ça gerekê tevnebûyînê xwey kin, çaxê nûçê dinihêrin yan rojnama dixûnin?

10 Mêdîa. Înformasiyên ku têlêvîziyonêda pê “nûçê” elam dikin, gelek car derheqa problêmên polîtîkayê ne. Cara xwexa merivên polîtîkî mêdîayê didine xebatê, seva ku meriv piştgiriya wan bikin. Hine welatada serwêrtî kontrol dike ku kîjan elametî wê hebin nûçêda. Lema, Mesîhiyên ku dijîn wan welatada, gerekê fesal bin ku nekevine ber bayê wan elametçiya, yên ku piştgiriya polîtîkê dikin. Em gerekê ji xwe bipirsin: “Diqewime ku ji mêdîayê kesek min xweş tê, çimkî ez qayîl im tevî giliyên wî derheqa polîtîkayê?” Hergê usa ne, wê bi bîlanî be ku hê kêm binihêrin û bixûnin ewan nûçe û rojnama, kîderêda derheqa polîtîkayê tê gotinê. Hin jî, timê dîna xwe bidin ku çi ku hûn dibihên yan dixûnin, miqabilî “hînkirina saxlem” ya Kitêba Pîroz e yan na (2 Tîmt. 1:13).

11. Ça ji bo hebûnhiziyê mera dikare çetin be tevnebûyînê xwey kin?

11 Hebûnhizî. Hergê em hebûnhiz bin, mera dikare çetin be tevnebûyînê xwey kin. Rût, ku Malavyayêda dijî, gilî dike ku çawa sala 1970 hine Şedên Yahowa ji bo hebûnê tevnebûyîn xwey nekirine. Ew tîne bîra xwe: “Wana nikaribû jîyîna xweye komfort bihîşta. Hinek tevî me çûne lagêrê, lê paşê ketine partiyake polîtîkayê û vegeriyane mala xwe. Menî ew bû ku wan xweş nedihat dîskomforta jîyîna lagêrêda”. Lê heçî zef ji cimeta Xwedê tevnebûyîn xwey kirin wedê problêmên perava girêdayî, û hela hê jî çaxê hemû hebûna xwe unda kirin (Îbrn. 10:34).

12, 13. a) Yahowa ça dinihêre ser meriva? b) Em ça dikarin xwe xwey kin ji qurebûna nerast?

12 Qurebûna nerast. Gelek meriv qure dibin û hurmet dikin milet, berek, yan welatê xwe. Lê em zanin ku qurebûna wî cûreyî Yahowa xweş nayê. Nihêrandina Yahowa hindava meriva ew e, ku tu milet yan kûltûra ji yên din baştir nîne. Bi rastiyê, ew yek gelek hewas e ku meriv cûre-cûre ne. Lê em gerekê timê bîra xweda xwey kin ku Xwedê ser her kesa wek hev dinihêre (Rom. 10:12).

13 Hergê em qure dibin ji bo milet yan ji welatê xwe, ew dikare bibe menî ku em tevnebûyînê xwey nekin. Çimkî ew tê hesabê ku em firqiyê dikin orta mileta. Diqewime qurebûna wî cûreyî cem me pêşda bê. Hela hê qirna yekêda jî civatêda ew problêm hebû. Hine birên Cihû neheqî xûşk-birên Yûnanî dikirin (Kar. Şand. 6:1). Lê çawa em dikarin têderxin, hela qurebûna usa heye bal me yan na? Bidine ber çevê xwe ku kesek ji xûşk-birên me ji welatê xerîb wera şîretekê dide. Hûnê xwe ça kifş kin, hûnê derbêra înkar kin evê şîretê, çimkî usa difikirin: “Em welatê xweda hê baş dikin evê yekê?” Dewsa vê yekê, hê rind e ku em evê temiyê bînin sêrî: “Bi milûktî hevalê xwe ser xwera bigire” (Fîlî. 2:3).

YAHOWA WÊ QEWATÊ BIDE WE

14. Dua ça dikare alî me bike, û kîjan mesela ji Kitêba Pîroz evê yekê îzbat dike?

14 Ya sisiya, ew heye qewata ji Yahowa, kîjan ku dikare alî me bike tevnebûyînê xwey kin. Em gerekê Yahowara dua bikin ku ruhê pîroz bide me, seva alî me bike sebir kin û xwe bigirin. Ew hunur wê îlahî wî çaxî mera lazim bên, hergê serwêrtî nebaş e yan qelp e. Hûn dikarin usa jî ji Yahowa hîvî kin seva bîlaniyê. Çimkî bîlanî dikare alî me bike em pêşda têderxin wan dereca, kîderêda mera dikare çetin be tevnebûyînê xwey kin. Û hîvî kin ji Xwedê ku wan derecada tiştên rast bikin (Aqûb 1:5). Dibeke tu ketî kelê yan jî cûrekî mayîn hatî cezakirinê, çimkî amin dimînî Yahowara. Wekî usa ne, dua bike Yahowara ku qewatê bide te wekî tu bi mêrxasî dinênara bêjî ku çira tevnebûyînê xwey dikî. Tu dikarî sed selefî bawer bî wekî Yahowa wê te nehêle û alî te bike sebir kî wan cêribandinada. (Bixûne Karên Şandiya 4:27-31.)

15. Kitêba Pîroz ça dikare alî we bike ku wedê cêribandina tevnebûyînê xwey kin? (Usa jî binihêrin çargoşe “Xebera Xwedê Wana Qewî kir ku Tevnebûyînê Xwey kin”.)

15 Yahowa usa jî bi Xebera xwe dikare we qewî ke. Bifikirin ser wan rêza ku dikarin alî we bikin, wekî hûn wedê cêribandinê tevnebûyînê xwey kin. Îda nihada ewan rêza bi ezberî hîn bin, çimkî ew rêz dikarin we qewî kin, hergê Kitêba Pîroz cem we tune be. Xebera Xwedê usa jî dikare bîne bîra we ewan kerema, kîjana Padşatiya Xwedê wê bîne. Ew wê mera lazim be, îlahî wedê peyketina û tengasiya (Rom. 8:25). Xwera bijbêrin rêzên ji Kitêba Pîroz, kîderêda tê gotinê derheqa wan kerema ku hûn gelek hîviyê ne. Û usa jî bidine ber çevê xwe ku hûn îda cinetêda nin, û wan kerema distînin.

ÇEV BIDINE WAN YÊN TEVNEBÛYÎN XWEY KIRINE

16, 17. Çi karê em dikarin bistînin ji xizmetkarên Xwedêyî amin, yên ku wedê cêribandina tevnebûyîn xwey kirine? (Binihêre şikilê ewlin.)

16 Ya çara, xizmetkarên Yahowayî amin dikarin alî me bikin ku em tevnebûyînê xwey kin. Meselên xizmetkarên amin, dikarin bîlanî û qewatê bidine me, seva em sebir kin. Mesele, bifikirin derheqa Şedrak, Meşak û Abednego. Wana înkar kir ku serê xwe ber pût daynin, kîjan ku sîmbola serwêrtiya Babîlonê bû. (Bixûne Daniyêl 3:16-18.) Îro, mesela wan alî gelek Şedên Yahowa kiriye, wekî bi mêrxasî înkar kin rûmetê bidine beyraqa welat, kîderê ewana dijîn. Îsa jî vê yekêda nexşekî baş mera hîştiye. Ew nedikete nava şixulên polîtîkayê û şerên vê dinyayê. Ewî zanibû ku vê yekêda şagirtên wî wê çev bidine wî, û ewî wanra got: “Mêrxas bin! Min dinya kire bindestê xwe” (Yûhn. 16:33).

17 Roja îroyîn jî, gelek Şedên Yahowa tevnebûyîn xwey kirine. Hinek aliyê fîzîkîda hatine zêrandinê yan jî ketine kelê. Hinek hela hê mirine jî, bona baweriya xwe. Ew meselên wan xûşk-bira dikarin alî we bikin ku tevnebûyînê xwey kin. Derheqa vê yekê, Barîş ku ji Tirkyeyê ye, giliyên usa got: “Frans Raîtêr birakî meyî cahil bû ku hate kuştinê, çimkî înkar kir bikeve nava ordiya Hîtlêr. Nemeka wî kîjan ewî şev pêşiya mirina xwe nivîsî, eyan dike bawerî û îtbarîye wîye gelek mezin hindava Yahowa. Û ez dixwazim çev bidime wî, hergê cêribandina usa rastî min bê”. [2]

18, 19. a) Civatêda xûşk-bira ça dikarin alî te bikin ku tevnebûyînê xwey kî? b) Em çi gerekê xwera safî kin?

18 Xûşk-birên civata teda dikarin alî te bikin ku tevnebûyînê xwey kî. Rûspiyara gilî ke derheqa wan çetinaya kîderêda tevnebûyîna te tê cêribandine. Ewana dikarin şîretên baş ji Kitêba Pîroz bidine te. Xûşk-birên din jî civatêda wê te qewî kin, hergê ewana zanin derheqa çetinayên te. Ji wan hîvî ke ku bona te dua bikin. Belê, hergê em dixwazin ku xûşk-birên me alî me bikin û dua kin bona me, em jî gerekê bona wan dua bikin (Met. 7:12). Malpera jw.org-da binihêrin NÛÇE > ELAMETIYÊN QANÛNÊVA GIRÊDAYÎ: “Welat, Kîderê Şedên Yahowa Kelêda nin seva Baweriya Xwe”. Li wêderê rêzkirî ye navên wan Şedên Yahowa, ku bona baweriya xwe kelêda nin. Bijbêrin hine nav, û dua bikin bona wan, seva ewana berdewam kin bi mêrxasî tevnebûyînê xwey kin (Efes. 6:19, 20).

19 Xilaziya serwêrtiyên meriva gelek nêzîk e, lema em gerekê hîviyê bin ku aminiya me hindava Yahowa û Padşatiya wî wê hê zef bê cêribandinê. De werên em îda nihada xwera qewî safî kin ku tevnebûyînê xwey kin.

^ [1] (abzasa 1) Îsa çaxê derheqa Qeyser digot, ewî derheqa serwêrtiyê digot. Çimkî wî çaxî, Qeyser serwêrtî dikir û hukumetiya wîye lape mezin hebû.

^ [2] (abzasa 17) Binihêrin kitêba “Şedên Yahowa derheqa Padşatiyê Elam Dikin”, rûpêla 662; û kitêba “Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!” binihêrin çargoşe bi navê “Ew Mir seva Rûmeta Xwedê”, ser rûpêla 150.