Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwedê yên Amin Qebûl Dike

Xwedê yên Amin Qebûl Dike

“Çev bidine wan, yêd ku bi baweriyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn” (ÎBRN. 6:12).

KILAMÊN: 3, 54

1, 2. Yeftah û qîza wî rastî çi çetinayê hatin?

MENIYA xemgîniyê îda tune. Niha dilê wê rihet e, çimkî ewê dît ku bavê wê Yeftah sax-silamet ji şer vegeriya. Ew qîzik diçe pêşiya bavê xwe û ji şabûnê destpêdike bireqise û bistirê. Lê bavê wê dewsa ku tevî wê şa be, kinca ser xwe diqelişîne û dike qarîn: “Hey wax qîza min, te pişta min xwar kir”. Paşê ew qîza xwera giliyê usa dibêje, kîjan ku emirê wê diguhêzin, û nêt û xwestinên wê hildişînin. Lê yeke, qîzik bi dil caba baş dide bavê xwe. Ew bavê xwe hêlan dike ku ewî ça soz daye Yahowa, bira usa jî bike. Giliyên wê eyan dikin baweriya wêye qewî. Ewê îtbariya xwe Yahowa dianî, wekî ew çi jî ji wê bixwaze bona wê here baş e (Hakim. 11:34-37). Bavê wê Yeftah wêra firnaq dibe, çimkî ew zane qîza wî hazir e piştgiriya sonda wî bike, û ew yek wê Yahowa xweş bê.

2 Yeftah û qîza wîye xwedêxof, hemû tiştîda îtbariya xwe Yahowa dianîn, hela hê çaxê wanra çetin bû jî. Ewana sed selefî bawer bûn ku qebûlkirina Xwedê ji her qurbanê qîmettir e.

3. Çira mesela Yeftah û qîza wî dikarin îro alî me bikin?

3 Belê, em zanin ku timê hêsa nîne Yahowara amin bimînin. Bi rastiyê, em gerekê bona “baweriya” xwe “şerê xwe bikin” (Cihûd. 3). Vê yekêda wê alî me bike mesela Yeftah û qîza wî. Were em şêwir kin ku wana çi çetinayî derbaz kirin, û ça ewana Yahowara amin man.

AMIN BIMÎNIN VÊ DINYA XIRABDA

4, 5. a) Yahowa kîjan temî da Îsraêliya, çaxê ewana ketine Erdê Sozdayî? b) Li gora Zebûr 106, ça bû axiriya Îsraêliya çimkî wana gura Xwedê nekir?

4 Diqewime Yeftah û qîza wî timê dianîn bîra xwe, ku çawa Îsraêlî neamin man Yahowara û lema axiriya wan xirab bû. Weke 300 sal pêşda, kal-bavên wan ji Xwedê temî standin, ku Erdê Sozdayîda qira hemû pûtparista bînin (Qan. Dcr. 7:1-4). Lê Îsraêliya gura Xwedê nekirin. Û gelek ji wan çev dane Kenaniya, kîjan ku xudanên qelp dihebandin, û bênamûsî dikirin. (Bixûne Zebûr 106:34-39.)

5 Ji bo vê yekê, wana qebûlkirina Xwedê û xweykirina wî unda kirin (Hakim. 2:1-3, 11-15; Zeb. 106:40-43). Bi rastiyê, wedê wan salên çetin, çiqas çetin bû ku Îsraêliyên xwedêxof amin bimana Yahowara! Lê Kitêba Pîroz gilî dike, ku wî wedeyîda hebûn merivên amin, mesele Yeftah û qîza wî, usa jî Elkana, Hanna, û Samûyêl. Wana gişka dixwast qebûlkirina Xwedê bistînin (1 Sam. 1:20-28; 2:26).

6. Çi nihêrandin îro hene vê dinyayêda, û em gerekê çi bikin seva ku xwe xwey kin?

6 Em dijîn vê dinyayêda, kîderê ku meriv mîna wan Kenaniya difikirin û dikin. Çawa berê, îro jî meriv tenê derheqa sêksê, zorbetiyê, û hebûnê difikirin. Lê Yahowa temî û şîreta dide me, çawa dida Îsraêliya, seva ku em xwe ji wan tişta xwey kin. Em gerekê ji şaşiyên Îsraêliya xwera dersê hildin (1 Korn. 10:6-11). Em gerekê xwe dûr bigirin ji wan fikir û kirên vê dinyayê xirab (Rom. 12:2). Lê em bona vê yekê çi dikin?

AMIN BIMÎNIN ÇAXÊ NEHEQIYÊ WE DIKIN

7. a) Cimeta Yeftah çi neheqî wî dikirin? b) Wan derecada Yeftah ça xwe da kifşê?

7 Wedê Yeftahda, cimeta Îsraêl gura Yahowa nekirin, lema jî ketine bin destê Filistîna û Amoniyada, û dihatine dizêrandin (Hakim. 10:7, 8). Lê problêma Yeftah tenê ew tengasiya ji dijmina nîbû. Birên Yeftah û rûspiyên Îsraêlî neheqî wî dikirin. Nîvê birayên wî ji bo çevnebariyê û nefretiyê berî wî dan. Hin jî wana bêqanûnî jê standin milkê ku wîra diket ça nixurî (Hakim. 11:1-3). Lê Yeftah îzin ne da, ku ew neheqiya hindava wî nihêrandina wî xirab kin. Ew yek bi kirên wî dihate kifşê. Mesele, rast e rûspiyên cimetê neheqî Yeftah kirin, lê yeke çaxê wana alîkarî ji wî xwastin, ewî alî wan kir (Hakim. 11:4-11). Lê gelo çi Yeftah hêlan dikir ku xwe kifş ke çawa merivekî ruhanî?

8, 9. a) Dibeke kîjan prînsîpên Qanûna Mûsada alî Yeftah kirin? b) Bona Yeftah çi hê ferz bû?

8 Yeftah eskerekî qewî bû. Hin jî ewî ji dîroka Îsraêlê zanibû, ku Yahowa ça bû hindava cimeta Xweda. Bi vê yekê ew hîn bû têderxe, ku ber çevê Yahowa çi rast e û çi nerast e (Hakim. 11:12-27). Prînsîpên Xwedê ku hîmê Qanûna Mûsa bûn, hukum dibûn ser nihêrandin û dilê Yeftah. Ewî zanibû ku Yahowa xweş nayê çaxê meriv kînê dajo, çimkî Xwedê ji cimeta Xwe dewa dikir ku ewana hevdu hiz bikin. Qanûn usa jî hîn dikir ku meriv gerekê piştguhê xweva nevêje hewcên merivên din, û hela hê wî merivî jî kê wî nefret dike. (Bixûne Derketin 23:5; Qanûna Kahîntiyê 19:17, 18.)

9 Diqewime mesela Ûsiv jî hukum dibû ser Yeftah. Ûsiv merivekî amin bû. Û ew rem bû hindava birên xwe, yên ku wî nefret dikirin (Destp. 37:4; 45:4, 5). Dibeke Yeftah difikirî ser meselên wî cûreyî, û ewê yekê alî wî kir tiştên usa bike, çi ku Yahowa xweş tê. Bêşik, birên Yeftah dilê wî gelek êşandin, lê yeke ewî dîsa berdewam dikir Yahowara xizmet bike û alî cimeta xwe bike (Hakim. 11:9). Bona Yeftah hê ferz ew bû navê Yahowa hurmet be, ne ku bikeve heyra problêmên xwe. Ewî qewî safî kiribû Yahowara amin bimîne, û evê yekê hin wîra û hin jî merivên dinra kar dianî (Îbrn. 11:32, 33).

10. Ça prînsîpên Xwedê dikarin alî me bikin ku em Mesîhiyên baş bin?

10 Lê em ji mesela Yeftah çi dersê xwera hildidin? Em jî gerekê mîna Yeftah prînsîpên Xwedê bidine xebatê, seva nekevine heyra çetinayên xwe. Dibeke xûşk-birên civatêda dilê me êşandine yan neheqî me kirine. Hergê usa ne, em gerekê seva vê yekê civatên xwe bernedin û xizmetkirina xwe Yahowara nedin sekinandin. Usa emê mesela baş bin bona yên din (Rom. 12:20, 21; Kols. 3:13).

ÇAXÊ EM HAZIR IN QURBANA BIKIN BAWERIYA ME TÊ KIFŞÊ

11, 12. Yeftah çi sond xwar, û sonda wî çi dihate hesabê?

11 Yeftah fem dikir wekî bêy alîkariya Yahowa, ew wê nikaribe Îsraêlê ji Amoniya xilaz ke. Lema ewî soz dabû Yahowa, wekî hergê Yahowa usa bike ku ew serkeve, ew çaxê ji şer vegere, wê wî kesî bike qurban ça “pêşkêşa şewitandinê”, kîjan ku pêşiyê ji mala wî derkeve (Hakim. 11:30, 31). Lê gelo ew pêşkêş çi dihate hesabê?

12 Yahowa nefret dike wê yekê çaxê meriva dikine qurban. Dêmek, eyan e ku gotina Yeftah ew nîbû, ku rastî kesekî bike qurban (Qan. Dcr. 18:9, 10). Pê Qanûna Mûsa pêşkêşa şewitandinê bi temamî Yahowara diket. Lema, bi rastiyê Yeftah dixwast bigota, wekî ewê wî merivî bi temamî tesmîlî Xwedê bike seva wîra xizmet ke. Ew sond dihate hesabê, ku ew meriv temamiya emirê xweda konê Yahowada xizmet bike. Yahowa sonda wî qebûl kir, û ew kerem kir. Ew şerda serket û qira dijminên xwe anî (Hakim. 11:32, 33). Lê wê kê bibûya çawa “pêşkêşa şewitandinê” bona Xwedê?

13, 14. Giliyên Yeftah kitêba Hakimtî 11:35-da, ça baweriya wî eyan dikin?

13 Bînin bîra xwe dereca destpêka vê têmayê. Çaxê Yeftah ji şer vegeriya, pêşiyê qîza wîye hizkirî, zara wîye tayê tenê ji mal derket û hate pêşiya wî! Niha Yeftah tê cêribandinê û gerekê bijartinê bike! Gelo ew wê sonda xwe xwey ke, û wê qîza xwe bike qurban, wekî ew temamiya emirê xwe konda xizmet bike?

14 Belê, dîsa prînsîpên Xwedê alî Yeftah kirin, wekî ewî safîkirina rast kir. Diqewime wedê safîkirinê ewî anî bîra xwe giliyên ji Derketin 23:19. Wêderê cimeta Xwedêra hate gotinê, wekî ewana timê ya lape baş bidine Yahowa. Qanûnêda usa jî dihate gotinê, wekî hergê meriv sond dixwe, gerekê ese ewî sondî bîne sêrî. Qanûnê digot: “Gava mêrek li ber Xudan ad-qirar bike yan sond bixwe . . . , ew gere îdî xebera xwe neteribîne, lê her tişt çi ku ji devê wî derketîye, gerekê bîne sêrî” (Jimar 30:2, PKM). Yeftah jî mîna Hannaya amin, kîjanê dibeke wedê wîda dijît, gerekê sonda xwe bianiya sêrî. Lê ewî zanibû wekî ew sond dihate hesabê axiriya wî û qîza wî. Xêncî wê qîzê, zarên wî tune bûn. Lema tenê qîza wî karibû rikinyata wî berdewam kira, seva navê wî xwey be, û bibûya xweyê milkê wî Îsraêlêda (Hakim. 11:34). Lê yeke Yeftah giliyên usa got: “Min ji Xudanra got, êdî ez nikarim vegerim” (Hakim. 11: 35). Yahowa qurbana Yeftahye mezin qebûl kir û ew kerem kir. Lê teyê ça bikira dereca usada?

15. Geleka ji me çi soz dane, û em ça dikarin amin bin ku ewî sozî bînin sêrî?

15 Çaxê em xwe tesmîlî Yahowa dikin, em soz didine wî wekî emê timê qirara wî bînin sêrî. Û em zanin ku seva anegorî vî sozî bijîn, lazim e tiştekî qurban kin. Lê hêsa nîne ewê yekê bikin. Çimkî cara dibeke ji me bê xwestinê ku tiştekî usa bikin, çi me xweş nayê. Çaxê em tiştên usa qurban dikin, û Xwedêra usa xizmet dikin ku nakevine heyra komforta xwe, bi vê yekê em aminiya xwe îzbat dikin. Lê keremên Xwedê timê ji wan hemû qurbana ku em dikin mezintir in (Malx. 3:10). Lê em çi dikarin hîn bin ji qîza Yeftah?

Em ça dikarin baweriyê bidine kifşê mîna Yeftah û qîza wî? (Binihêre abzasa 16, 17)

16. Qîza Yeftah çaxê pêhesiya derheqa sonda bavê xwe, ewê ça xwe da kifşê? (Binihêre şikilê ewlin.)

16 Bona qîza Yeftah hêsa nîbû sonda bavê xwe qebûl ke. Ew sond ji sonda Hannayê cude bû. Hannayê sond xwar ku kurê xwe tesmîl ke, wekî konda xizmet bike çawa Nesîr (1 Sam. 1:11). Îzina Nesîr hebû ku bizewice û malbeta wî hebe. Lê qîza Yeftah “pêşkêşa şewitandinê” bû. Ewê gerekê ne mêr kira, ne jî zar bianiya (Hakim. 11:37-40). Ew qîza eskerê qewî û serokê Îsraêlî bû, lema ewê dikaribû Îsraêlêda merivekî gelek baş bistanda. Lê niha, ew gerekê paristgehêda xizmetkara milûk be. Lê ewê qîza cahil xwe ça da kifşê? Ewê da kifşê ku xizmetkirina xwe Xwedêra danî ciyê pêşin û gote bavê xwe: “Bavo te ji Xudanra got . . . , çawa ji devê te derketibe, usa bike” (Hakim. 11:36). Ewê xwestinên xweye tebiyetî, ku mêrê wê û zarên wê hebin, da alîkî seva ku Yahowara xizmet ke. Lê em ça dikarin çev bidine wê, ku ruhê xwequrbankirinê bidine kifşê?

17. a) Em ça dikarin çev bidine baweriya Yeftah û qîza wî? b) Ça giliyên ji Îbranî 6:10-12 we hêlan dike ku qurbana bikin?

17 Bi hezara Mesîhiyên cahil qurbana dikin bi vê yekê ku nazewicin yan mêr nakin, yan jî yên ku zewacêda nin hê zara naynin. Lê gelo çira ewana xwestinên xwe qurban dikin? Çimkî ewana dixwazin hê zêde Yahowara xizmet bikin. Yên emirda mezin jî qurban dikin wî wedeyî, kîjan ku dikarin xerc kin tevî zarên xwe û nebiyên xwe. Mesele, ewana şixulên avakirinêda kar dikin, yan derbaz dibin Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê, û xizmet dikin wan ciyada kîderê hewcetiya Mizgînvana heye. Hinek jî, şixulên xweyî şexsî didine alîkî, seva wedê nêzîkaya Êvara Bîranînê, kampaniyên xizmetkirinêda kar bikin. Ew xizmetkirina wane bi dil û can dilê Yahowa gelek şa dike. Û Yahowa wê tu car bîr neke şixulên wan û hizkirina ku wana wîra dane kifşê. (Bixûne Îbranî 6:10-12.) Lê tu dikarî tişta qurban kî, wekî hê zêde Yahowara xizmet bikî?

EM ÇI DERSA HÎN BÛNE

18, 19. Em çi dersê hîn bûn ji Yeftah û qîza wî, û em ça dikarin çev bidine wan?

18 Rast e çetinayên Yeftah gelek bûn, lê yeke ewî çaxê bijartin dikir, timê rêberiya Yahowa digeriya, û nihêrandina Yahowa hildida hesab. Ewî xwe ji merivên xirab dûr digirt û nedikete ber bayê wan. Yeftah Xwedêra hingê jî amin dima, çaxê yên din dilê wî diêşandin. Yeftah û qîza wî hazir bûn seva Xwedê qurbankirina bikin, lema jî Yahowa ewana kerem kirin. Yahowa ewana dane xebatê seva hebandina temiz pêşda bive. Hingê, çaxê merivên din prînsîpên Xwedê hîştin, Yeftah û qîza wî timê prînsîpên wî dianîn sêrî.

19 Kitêba Pîroz me şîret dike wekî “çev bidine wan, yêd ku bi baweriyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn” (Îbrn. 6:12). Were em çev bidine Yeftah û qîza wî, wekî timê bîra xweda xwey kin, ku Xwedê yên amin qebûl dike.