Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 34

KILAMA 107 Mesela Hizkirina Xwedê

Hezkirin û Remtî Hindava Kesên ku Gune Kirine

Hezkirin û Remtî Hindava Kesên ku Gune Kirine

“Şîrinayiya [qenciya, DT] Xwedê te dibe berbi tobekirinê” (ROMAYÎ 2:4).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku rûspî ça alî wan meriva dikin, yên ku gunên giran kirine.

1. Çi dikare biqewime, gava kesek gunê giran kiriye?

 GOTARA pêşiya vêda me dît, ku gava civata Korintêda gunekî giran hate kirinê, Pawlosê şandî çi rêberî da civatê. Ji ber ku merivê ku gune kiribû tobe nekir, ew ji civatê hate derxistinê. Lê çawa ku rêza sereke ya vê gotarê dide kifşê, Xwedê dikare alî wî merivî bike, yê ku gunekî giran kiriye, wekî ew tobe ke (Romayî 2:4). Gelo rûspî ça dikarin alî kesên usa bikin, ku ewana tobe kin?

2-3. Hergê em pêdihesin ku xûşk yan birakî gunekî giran kiriye, em gerekê çi bikin, û çira?

2 Seva ku rûspî bikaribin alî kesekî bikin, ewana gerekê bizanibin ku çi qewimî ye. Lema jî hergê em pêdihesin ku xûşk yan birakî gunekî giran kiriye, dêmek tiştekî ku dikare bibe sebeb wekî ew ji civatê bê derxistinê, em gerekê çi bikin? Berî pêşin em gerekê wîra bêjin wekî ew ji rûspiya alîkariyê bixwaze (Îşaya 1:18; Karên Şandiya 20:28; 1 Petrûs 5:2).

3 Lê hergê kesê ku gune kiriye naxwaze tevî rûspiya xeber de, wî çaxî em gerekê çi bikin? Em gerekê herin bal rûspiya, wekî ewana alîkariyê bidine kesê gunekar. Hema ev e hezkirin, çimkî em naxwazin wekî xûşk yan birê xwe unda kin. Hergê kesê gunekar terka kirê xweye xirab nade, heleqetiya wî tevî Yehowa wê diha xirab be. Usa jî, navê civatê dikare xirab be. Lema hergê mera çetin be jî, em gerekê herin bal rûspiya, çimkî em him Yehowa him jî kesê ku gune kiriye hez dikin (Zebûr 27:14).

RÛSPÎ ÇA ALÎ KESÊN KU GUNÊ GIRAN KIRINE, DIKIN?

4. Gava rûspî tevî kesekî gunekar xeber didin, nêta wan gerekê çi be?

4 Gava xûşk yan birak gunekî giran kiriye, koma rûspiya ji sê rûspiyên cêribandî komîtêyekê a saz dikin, wekî ewana rastî vî merivî bên. Ev rûspî gerekê milûk bin. Rast e ewana her tiştî dikin, ku alî wî kesî bikin wekî ew tobe ke, dîsa jî ewana zorê wî nakin ku ew xwe rast ke (Qanûna Ducarî 30:19). Rûspî zanin ku ne hemû meriv hazir in mîna Dawid Padşa tobe kin (2 Samûyêl 12:13). Hine kesên ku gune dikin, qe naxwazin guh bidine şîreta Yehowa (Destpêbûn 4:6-8). Dîsa jî rûspî çi ji destê wan tê dikin, wekî alî kesê gunekar bikin ku ew tobe ke. Gava rûspî tevî wî xeber didin, ewana gerekê kîjan prînsîpa bidine xebatê?

5. Gava rûspî rastî kesê gunekar tên, ewana gerekê çi bîr nekin? (2 Tîmotêyo 2:24-26) (Binihêre usa jî şikil.)

5 Rûspî kesê ku gune kiriye, hesab dikin ça pezeke qîmet, ku unda bûye (Lûqa 15:4, 6). Lema jî ewana gerekê bi xeberdan û kirên xwe hindava wîda sert û bêrem nîbin. Xêncî vê yekê nêta wan gerekê ew nîbe ku tenê pirsa bidine wî û îzbatiya bistînin. Dewsê ewana gerekê van hunura bidine kifşê, yên ku 2 Tîmotêyo 2:24-26-da hatine nivîsarê (bixûne). Rûspî dixwazin alî kesê gunekar bikin, wekî ew nihêrandina xwe biguhêze, lema jî ewana gerekê hindava wîda rem û merîfet bin.

Mîna şivanên wedê berê, rûspî xîret dikin ku berxên undabûyî bigerin û alî wan bikin (Binihêre abzasa 5)


6. Pêşiya ku rûspî rastî kesên ku gune kiriye bên, ewana gerekê çi bikin? (Romayî 2:4)

6 Rûspî xwe li gora rêberiya Yehowa hazir dikin. Ewana van giliyên Pawlos bîr nakin: “Şîrinayiya [qenciya, DT] Xwedê te dibe berbi tobekirinê”. Û ewana her tiştî dikin wekî çev bidine Yehowa, û hindava kesên ku gune kirine dilovan bin (Bixûne Romayî 2:4). Rûspî şivan in û ewana gerekê li gora rêberiya Mesîh her tiştî bikin û çev bidine wî, ku ew ça bona civatê xem dike (Îşaya 11:3, 4; Metta 18:18-20). Pêşiya ku rûspî rastî kesê gunekar bên, ewana gerekê dua bikin, wekî bikaribin alî wî bikin ku ew tobe ke. Ewana gerekê Kitêba Pîroz û edebyetên me rind lêkolîn kin û usa jî şêwir kin, ku ewana gerekê çi derheqa vî merivî pêbihesin, wekî têderxin çi ser fikir û nihêrandina wî hukum kiriye, ku ewî gaveke usa avît (Metelok 20:5).

7-8. Gava rûspî rastî kesê gunekar tên, ewana ça dikarin çev bidine sebira Yehowa?

7 Rûspî çev didine sebira Yehowa. Ewana gerekê bîr nekin ku Yehowa hindava gunekarada çawa bû. Mesele, Yehowa bi sebir tevî Qayîn xeber da û dîna wî kişande ser vê yekê, ku gune wê wî berbi çi bive. Xêncî vê yekê, Yehowa wîra got, ku hergê ew xwe rast ke, ewê kerema bistîne (Destpêbûn 4:6, 7). Yan jî serhatiya Dawid Padşa bide ber çevê xwe. Bi saya Natan pêxember, Yehowa ew şîret kir. Wedê xeberdanê Natan metelokek got, kîjanê ku dilê Dawid girt (2 Samûyêl 12:1-7). Usa jî gava miletê Îsraêlê gura Yehowa nedikir, Yehowa dîsa û dîsa pêxember dişandin bal wan (Yêremya 7:24, 25). Dewsa ku hîviyê bûya heta ku Îsraêlî tobe kin û paşê alî wan bike, Yehowa gava pêşin davît ku alî wan bike. Çaxê wana hê gune dikir, ewî wanra digot ku tobe bikin.

8 Gava rûspî her tiştî dikin, wekî alî kesên ku gunên giran kirine, bikin, ewana gerekê çev bidine Yehowa. Li gora 2 Tîmotêyo 4:2, ewana gerekê hindava xûşk yan birakî gunekar “bi temamiya sebirê” bin. Rûspî gerekê hindava kesê gunekar rihet û bi sebir bin, wekî ew bixwaze vê yekê bike, çi ku rast e. Hergê rûspî hêrs kevin, dibeke ew guh nede şîreta wan û tobe neke.

9-10. Rûspî ça dikarin alî kesê gunekar bikin, wekî ew derheqa safîkirin û kirên xwe bifikire?

9 Rûspî her tiştî dikin wekî fem kin, ku çi bû menî wekî meriv gune kir. Mesele, çi bû menî ku heleqetiya wî tevî Yehowa sist bû? Gelo ewî hînbûna şexsî dabû sekinandinê, yan jî nediçû xizmetiyê? Gelo ew ketibû bin hukumê xwestinên nerast? Gelo ew rex hevalên xirab diket û wedederbazkirinên nebaş dijbart? Ev bijartinên wîye nebaş ça ser fikir û xwestinên wî hukum kirine? Gelo ew fem dike ku safîkirin û kirên wîye nebaş dilê Bavê wî, Yehowa, êşandine?

10 Rûspî dikarin pirsên usa bidine kesê gunekar, kîjan ku wê alî wî bikin wekî ew fem ke, ku dostiya wî tevî Yehowa çira sist bûye û çira ewî gune kir. Hemikî ewana gerekê fesal bin, wekî pirsên usa nedine wî, çi ku wan nakeve (Metelok 20:5). Usa jî çawa ku Natan bi saya metelokê tevî Dawid Padşa xeber da, rûspî jî dikarin bi saya mesela alî kesê gunekar bikin, wekî ew fem ke wekî kirên wî çiqas xirab in. Dibeke wedê hevdîtina pêşin tevî rûspiya, ew bona kirên xwe poşman be û hela hê tobe ke jî.

11. Îsa hindava merivên ku gune dikirin, ça bû?

11 Rûspî her tiştî dikin, wekî çev bidine mesela Îsa. Gava Îsa tevî Şawûlê ji Tarsûsê xeber dida, ewî pirsî: “Şawûl, Şawûl! Tu çima min dizêrînî?” Bi vê pirsê, Îsa jêra da kifşê, wekî kirên wî nerast in (Karên Şandiya 9:3-6). Lê çaxê Îsa besa “Îzabêlê” kir, ewî got: “Min wext da wê, wekî ew ji gunekirinê vegere” (Eyantî 2:20, 21).

12-13. Rûspî ça dikarin wede bidin kesê gunekar, wekî ew tobe ke? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Mîna Îsa, rûspî gerekê derbêra nefikirin, ku kesê gunekar naxwaze tobe ke. Gava rûspî cara pêşin tevî kesên gunekar xeber didin, hine meriv derbêra tobe dikin. Lê hinekara jî diha zêde wede lazim e. Lema jî dibeke lazim be wekî rûspî çend cara rastî wî merivî bên. Paşî hevdîtina pêşin, dibeke kesê gunekar derheqa tiştên ku jêra hatibûne gotinê, kûr bifikire. Dibeke ew bi milûktî Yehowara dua bike (Zebûr 32:5; 38:18). Wedê hevdîtineke din, diqewime nihêrandina kesê gunekar îda bê guhastinê.

13 Seva ku alî kesê gunekar bikin, wekî ew tobe ke, rûspî gerekê hindava wîda dilşewatî û qenciyê nîşan kin. Ewana gerekê gumana xwe wî nebirin û dua bikin ku Yehowa xîreta wan kerem ke, wekî kesê gunekar bê ser hişê xwe û tobe ke (2 Tîmotêyo 2:25, 26).

Diqewime lazim be ku rûspî çend cara tevî kesê gunekar top bin, wekî wede bidinê ku ew tobe ke (Binihêre abzasa 12)


14. Kê bi rastî alî kesê gunekar dike, ku ew tobe ke? Em çira usa dibêjin?

14 Çaxê kesê gunekar tobe dike, em gelek şa dibin (Lûqa 15:7, 10). Lê gelo kê bi rastî alî wî dike wekî ew tobe ke? Bînin bîra xwe ku Pawlos derheqa kesên gunekar çi nivîsîbû: “Belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerin” (2 Tîmotêyo 2:25). Belê, yê ku alî Mesîhîkî dike, wekî ew nihêrandin û fikirên xwe rast ke, Yehowa ye. Pawlos besa hine tiştên baş dikir, yên ku dikarin biqewimin gava kesek tobe dike: Kesê gunekar dikare rastiyê hê rind fem bike, bê ser hişê xwe û ew dikare ji telikên Mîrê-cina bireve (2 Tîmotêyo 2:26).

15. Rûspî ça dikarin alî wî merivî bikin, yê ku tobe kiriye?

15 Hergê gunekarek tobe bike, rûspî wê berdewam kin serlêdana wî bikin, wekî baweriya wî diha qewî be û ew xwe ji telikên Mîrê-cina dûr bigire û gavên rast bavêje (Îbranî 12:12, 13). Hemikî rûspî tu kesîra gilî nakin, ku kesê gunekar çi kiriye. Lê dibeke civatêda çi elametî lazim be bê kirinê?

“LI BER HEMÛYA LÊ HILÊ”

16. Li gora 1 Tîmotêyo 5:20, çi tê hesabê giliyê Pawlos “ber hemûya”?

16 Bixûne 1 Tîmotêyo 5:20. Pawlosê şandî ew yek Tîmotêyoyê rûspîra nivîsî bû, wekî ew çi bike hindava kesên ku “nava gunada dimînin”. Gelo ew giliyên wî dihatine hesabê ku gerekê ber temamiya civatê wî gunekarî hilatana, dêmek rast kirana? Na. Çaxê Pawlos got “ber hemûya”, ewî dixwest bigota derheqa wan hemû meriva, yên ku haj gunên wî hebûn. Dibeke wan meriva pê çevê xwe gunên vî merivî dîtibûn, yan jî xwexa kesê gunekar derheqa kirên xwe wanra gilî kiribû. Rûspî gerekê tenê wanra bêjin ku ev problêm îda hatiye safîkirinê û kesê gunekar hatiye şîretkirin û rastkirinê.

17. Hergê temamiya civatê zane ku gunekî giran hatiye kirinê, yan jî civat dibeke pêbihese ku çi qewimiye, gerekê çi elametî bê kirinê, û çira?

17 Carna dibeke temamiya civatê zane, ku gunekî giran hatiye kirinê, yan jî temamiya civatê dibeke pêbihese ku çi qewimiye. Hergê usa be, gotina “hemûya” tê hesabê temamiya civatê. Hingê rûspîk gerekê elam ke, wekî xûşk yan birê gunekar hatiye lêhilatinê. Gelo çira? Çawa Pawlosê şandî gotibû, “wekî yên mayîn jî bitirsin”, dêmek gune nekin.

18. Hergê cahilekî nixumandî ku ji 18 salî biçûktir e, gunekî giran kiriye, gerekê rûspî çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

18 Hergê cahilekî nixumandî, yê ku ji 18 salî biçûktir e, gunekî giran kiribe, koma rûspiya gerekê du rûspiya bişîne, wekî tevî wî û dê-bavê b wîye bawermend xeber din. Rûspî gerekê têderxin hela dê-bav aliyê xweda çi kirine, ku alî zara xwe bikin wekî ew tobe ke. Hergê cahil guh dide şîretkirina dê-bavê xwe û xwe rast dike, du rûspî dikarin safî kin ku evê pirsê îda dadin. Rûspî zanin ku Xwedê cabdariya şîretkirina zara daye dê-bava (Qanûna Ducarî 6:6, 7; Metelok 6:20; 22:6; Efesî 6:2-4). Paşî vê yekê, rûspî gerekê car-cara tevî dê-bavê wî têklî bin, wekî bawer bin ku zar alîkariyê distîne. Aliyê dinva jî, hergê cahilekî nixumandî tobe nake û terka xirabiyê nade, komîtêyeke rûspiya gerekê top bin tevî wî û dê-bavê wî, yên ku Şedên Yehowa ne.

Gava cahilek gunekî giran dike, du rûspî wê top bin tevî wî û dê-bavê wî, yên ku Şedên Yehowa ne (Binihêre abzasa 18)


YEHOWA “GELEK DILOVAN Û TIJE REM E”

19. Rûspî ça dikarin çev bidine Yehowa, çaxê tevî kesên gunekar xeber didin?

19 Rûspiyên ku komîtêyada xizmet dikin ber Yehowa cabdar in, wekî aliyê ruhanîda civatê temiz xwey kin (1 Korintî 5:7). Usa jî rûspî dixwazin wekî kesên gunekar tobe kin. Lema jî ewana guman in, wekî yên gunekar wê xwe rast kin. Gelo çira? Çimkî ewana dixwazin çev bidine Yehowa, yê ku “gelek dilovan û tije rem e” (Aqûb 5:11, ÎM). Gava Yûhennayê şandî îda kal bû, ewî usa nivîsî: “Zarokên min, ez vê yekê wera dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye” (1 Yûhenna 2:1).

20. Gotara paşinda emê çi şêwir kin?

20 Sed heyf ku carna xûşk yan birak naxwaze tobe ke. Hergê usa be, gerekê ew ji civatê bê derxistinê. Gelo rûspî derecên usada çi safî dikin? Gotara paşinda emê caba vê pirsê bistînin.

KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in

a Berê ev kom ça “komîtêya dîwankirinê” dihate navkirinê. Lê şixulê vê komîtêyê ne tenê ev e, wekî dîwanê bike. Lema jî emê vê têrmînê îda nedine xebatê. Nihada emê evê komê ça “komîtêya rûspiya” nav kin.

b Çi jî derheqa dê-bava tê gotinê usa jî wan dikeve, yên ku vî zarî dibine xweyî, dêmek dewsa dê-bava cabdar in bona wî.