GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 31
KILAMA 12 Xwedayê Himzor, Yehowa
Yehowa Çi Kiriye ku Me ji Gune û Mirinê Xilaz ke?
“Xwedê dinya usa hez kir, wekî Kurê xweyî tayê-tenê da” (YÛHENNA 3:16).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku Yehowa çawa alî me kiriye, wekî em miqabilî gune şer bikin û wîra xizmet kin. Usa jî emê bivînin ku ewî çawa riya jîyîna heta-hetayê bona me vekiriye û çi kir wekî me ji gune xilaz ke.
1-2. (a) Gune çi ye, û em ça dikarin miqabilî gune şer kin? (Usa jî binihêrin “Xebera Şirovekirî”.) (b) Vê gotarêda û gotarên dine vê jûrnalêda emê çi şêwir kin? (Usa jî binihêrin vê jûrnalêda “Elametî bona Xwendevana”.)
TU Dixwazî bizanibî ku Yehowa Xwedê çiqas te hez dike? Seva ku caba vê pirsê bistînî, vê yekê bike: Lêkolîn ke û pêbihese, hela ewî çi kiriye wekî te ji gune û mirinê xilaz ke. Gune a dijminekî zulm e, û tu tenê nikarî vî dijminî alt kî. Em her roj gune dikin û ji bo vê yekê ku em merivne gunekar in, em dimirin (Romayî 5:12). Lê gumana me heye. Pê alîkariya Yehowa emê bikaribin gune alt kin, çimkî ewî soz daye ku wê me ji vî halî xilaz ke!
2 Weke 6 000 sal pêşda, Yehowa Xwedê destpêkir alî meriva bike, wekî ewana bikaribin miqabilî gune şer bikin. Gelo çira? Çimkî ew me hez dike. Ewî hê ji destpêkêva însanet hez kiriye, lema ewî gelek tişt kiriye ku vî şerîda alî me bike. Xwedê zane ku axiriya gune mirin e, û ew naxwaze em bimirin. Ew dixwaze wekî em heta-hetayê bijîn (Romayî 6:23). Vê gotarêda emê dîna xwe bidine van sê pirsa: (1) Yehowa ça guman daye merivên gunekar? (2) Merivên ku berê dijîtin, ça qebûlkirina Yehowa qazanc dikirin? (3) Îsa Mesîh çi kir seva însanetê ji gune xilaz ke?
YEHOWA ÇAWA GUMAN DAYE MERIVÊN GUNEKAR?
3. Adem û Hêwa ça bûne gunekar?
3 Gava Yehowa merivên pêşin efirandin, ewî dixwest ku ewana bextewar bin. Ewî maleke xweş û şixulê hewas da wan. Ewî usa jî ew zewicandin û mecal da wan, wekî ewana hevra şa bin. Xwedê wanra got ku ewana temamiya erdê bi zarên xwe tije kin û bikine cineta xweş, ça baxçê Êdênê. Ewî tenê tiştekî biçûk wanra qedexe kir û pêşda wanra got, ku hergê ewana guh nedine vê temiyê û miqabilî wî rabin, wê ji bo gunê xwe bimirin. Em rind zanin ku paşê çi qewimî. Melekekî ku ne Xwedê ne jî ewana hez dikirin, bû sebeb ku ewana gune bikin. Sed heyf ku Adem û Hêwa ketine ber bayê wî. Ewana dewsa ku îtbariya xwe Bavê xweyî dilovan bînin, gune kirin. Ça em zanin, giliyên Yehowa rast derketin. Ji wê rojêda, ewana îda kal-pîr dibûn, û axiriya-axiriyê mirin (Destpêbûn 1:28, 29; 2:8, 9, 16-18; 3:1-6, 17-19, 24; 5:5).
4. Yehowa çira gune nefret dike û alî me dike, ku em miqabilî gune şer bikin? (Romayî 8:20, 21)
4 Yehowa ev serhatî Kitêba Pîrozda daye nivîsarê, wekî em fem kin, ku ew çira gune haqas nefret dike. Gune me ji Yehowa dûr dixe û berbi mirinê dibe (Îşaya 59:2). Lema jî Mîrê-cina, dêmek melekê raber, yê ku bû sebebê hemû kul-derda, gune hez dike. Çawa ku ewî Adem û Hêwa cêribandibûn, ew heta îro jî meriva dicêribîne, wekî gune bikin. Ew diqewime difikirî ku baxçê Êdênêda ew serket, û qirara Yehowa hindava însanetê betal kir. Lê ewî fem nedikir ku Yehowa çiqas bi hezkirin e. Xwedê qirara xweye bona zarên Adem û Hêwayê neguhastiye. Û çimkî ew însanetê hez dike, ewî derbêra guman da wan (Bixûne Romayî 8:20, 21). Yehowa zanibû ku hine zarên Adem û Hêwayê wê wî hez bikin û ji wî alîkariyê bixwazin, wekî bikaribin miqabilî gune şer bikin. Lema jî Yehowa rê vekiriye wekî kesên ku wî hez dikin nêzîkî wî bin û ji gune û mirinê xilaz bin. Gelo çawa?
5. Yehowa kengê cara pêşin guman da merivên gunekar? Şirovekin. (Destpêbûn 3:15)
5 Bixûne Destpêbûn 3:15. Yehowa derbêra got ku wê çi bê serê Şeytan, dêmek wê axiriya wî mirin be. Bi vî cûreyî ewî cara pêşin guman da meriva. Xwedê pêşda gotibû ku zuretek wê derkeve û meriva xilaz ke. Axiriyêda, evî zuretî gerekê Mîrê-cina qir kira û xirabiya ku ewî baxçê Êdênêda kiribû, kuta kira (1 Yûhenna 3:8). Lê zuret gerekê ji destê Şeytan cefa bikişanda û bimira. Ew yek bona Yehowa êşeke gelek giran bû, lê dîsa jî ewî safî kir ku hêja ye ber vê êşa giran sebir ke, wekî meriva ji gune û mirinê xilaz ke.
WEDÊ BERÊ KESÊN GUNEKAR ÇAWA QEBÛLKIRINA YEHOWA QAZANC DIKIRIN?
6. Habîl, Nuh û kesên din çi dikirin, wekî nêzîkî Yehowa bin?
6 Paşî miqabilîbûna baxçê Êdênêda, Yehowa nava qirnada hêdî-hêdî zelal dikir, ku merivên gunekar çawa dikarin nêzîkî wî bin. Kesê pêşin, yê ku baweriya xwe Yehowa anî, Habîl bû, dêmek kurê Adem û Hêwayêye duda bû. Û çimkî Habîl Yehowa hez dikir û dixwest nêzîkî wî be, ewî qurban da. Habîl şivan bû, lema ewî hine berxên xwe serjêkirin û Yehowara qurban kirin. Lê gelo Yehowa çi kir? Ewî “berê xwe da Habîl û hedîya wî”, dêmek qurbana wî qebûl kir (Destpêbûn 4:4). Yehowa qurbanên merivên din jî qebûl kirin, yên ku wî hez dikirin û baweriya xwe wî dianîn, mesele, Nuh (Destpêbûn 8:20, 21). Bi vê yekê ku Yehowa qurbanên usa qebûl dikirin, ewî nîşan dikir ku merivên gunekar dikarin qebûlkirina wî qazanc kin û nêzîkî wî bin. b
7. Ji vê yekê ku Birahîm hazir bû kurê xwe qurban ke, em çi hîn dibin?
7 Birahîm merivekî bi baweriya gelek qewî bû. Rojekê, Yehowa tiştekî gelek çetin ji wî xwest. Ewî jêra got, ku ew kurê xwe Îshaq qurban ke. Bê şik, ev yek bona Birahîm zef zor bû! Lê dîsa jî ewî xwe hazir kir, wekî gura Yehowa bike. Lê gava ewî îda gerekê kurê xwe bikuşta, Xwedê ew da sekinandinê. Ji vê meselê hemû kesên bawermend dikarin tiştekî gelek ferz hîn bin. Yehowa jî hazir bû Kurê xweyî delal ça qurban berva bide. Belê, Yehowa meriva zef hez dike! (Destpêbûn 22:1-18)
8. Qurbanên li gora Qanûna Mûsa, çi nîşan dikirin? (Qanûna Kahîntiyê 4:27-29; 17:11)
8 Çend qirne şûnda, Qanûna ku miletê Îsraêlra hate dayînê, besa gelek qurbana dikir, yên ku xizmetkarên Xwedê gerekê bona baxşandina gunên xwe qurban kirana (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 4:27-29; 17:11. Ewan qurbana nîşan dikirin, ku Yehowa wê qurbaneke hê mezin bida, ya ku wê însanet bi temamî ji gune xilaz kira. Pêxembera ji bîna ber Xwedê pêşda gotibûn ku zureta sozdayî, dêmek Kurekî Xwedêyî mexsûs, wê cefê bikişîne û mîna peza qurbankirî bê kuştinê (Îşaya 53:1-12). Bidine ber çevê xwe: Yehowa gotibû ku ewê Kurê xweyî delal ça qurban bide, wekî meriva, dêmek usa jî te, ji gune û mirinê xilaz ke!
ÎSA ÇI KIR WEKÎ MERIVA JI GUNE XILAZ KE?
9. Yûhennayê Nixumdar derheqa Îsa çi got? (Îbranî 9:22; 10:1-4, 12)
9 Qirna yekê D.M.-da, Yûhennayê Nixumdar çaxê Îsayê Nisretê dît, got: “Va ye, Berxê Xwedê, yê ku gunê dinyayê hildide!” (Yûhenna 1:29). Ev giliyên ji bîna ber Xwedê, nîşan dikirin ku ev zuret, derheqa kîjanî hatibû pêxembertîkirinê, Îsa Mesîh e. Ewî gerekê qurbana sozdayî bida, dêmek emirê xwe berva bida. Hingê îda gumana merivên gunekar hîmgirtî bû, dêmek ku rojekê, ewana wê bi temamî ji gune xilaz bin! (Bixûne Îbranî 9:22; 10:1-4, 12)
10. Îsa çawa îzbat kir, ku ew hatibû wekî “gazî gunekara” ke?
10 Îsa îlahî dîna xwe dida kesên ku bona gunên xwe dilteng dibûn, û ewî ewana teglîf dikirin ku bibine şagirtên wî. Ewî zanibû ku gune sebebê hemû kul-derda ye. Lema jî ewî xût alî wan meriva dikir, yên ku bona gunên xwe diçerçirîn. Ewî got: “Ne ku merivên sihet-qewat hewcê hekîm in, lê yên nexweş”. Serda jî ewî got: “Ez hatim, ne ku gazî yên rast, lê gazî gunekara kim” (Metta 9:12, 13). Îsa bi rastî jî usa dikir. Ewî gunên kulfeta ku nigên wî pê hêsirên xwe şûştin, bi dilremî baxşandê (Lûqa 7:37-50). Gava Îsa ber bîra avê rastî jinikeke Samerî hat, ewî zanibû ku ew bi jîyîneke bênamûsî dijî. Lê dîsa jî ewî derheqa rastiyên Xwedê lê hîn kir (Yûhenna 4:7, 17-19, 25, 26). Axiriya here xirab ya gune, mirin e. Lê Xwedê qewat da Îsa, wekî meriva, dêmek jina, mêra, biçûk û mezina ji mirinê rake (Metta 11:5).
11. Merivên gunekar çira Îsa hez dikirin?
11 Em ecêbmayî namînin ku kesên gunekar Îsa hez dikirin. Ewî hestên wan fem dikir û hindava wan dilrem bû. Lema jî meriv hêsa nêzîkî wî dibûn (Lûqa 15:1, 2). Îsa jî payê wan dida, û ewana kerem dikirin ji bo baweriya wane hindava wî (Lûqa 19:1-10). Îsa mîna Yehowa yekî gelek rem bû (Yûhenna 14:9). Pê gilî û kirên xwe ewî nîşan dikir, ku Bavê wîyî dilrem meriva hez dike û dixwaze alî wan bike, ku ewana miqabilî gune şer bikin. Îsa alî merivên gunekar dikir, wekî ewana bixwazin xwe rast kin û pey wî herin (Lûqa 5:27, 28).
12. Îsa derheqa mirina xwe çi digot?
12 Îsa zanibû ku çi wê bê serê wî. Ewî çend cara şagirtên xwera gotibû, ku meriv wê nemamiya wî bikin û wî stûnêva darda kin (Metta 17:22; 20:18, 19). Ewî zanibû ku bi saya qurbanbûna wî, gunê dinyayê wê bê hildanê, çawa ku Yûhenna elam kiribû û pêxembertî kiribû. Usa jî Îsa hîn dikir, wekî paşî ku ew emirê xwe qurban ke, ewê ‘hemû cûre meriva berbi xwe bikişîne’ (Yûhenna 12:32). Yehowa wan meriva razî ye, yên ku Îsa ça Xudanê xwe qebûl dikin û riya wîda diçin, û mecala wan heye ku ‘ji gune aza bin’ (Romayî 6:14, 18, 22; Yûhenna 8:32). Lema jî Îsa bi mêrxasî hazir bû cefê bikişîne û bimire (Yûhenna 10:17, 18).
13. Îsa ça mir, û mirina wî derheqa Yehowa mera çi eyan dike? (Binihêre usa jî şikil.)
13 Hindava Îsada nemamî, bêhurmetî, buxdan, neheqî hate kirinê û hela hê jî ew gelek çerçirandin. Eskera ew bire ciyê dardakirinê û ew stûna cefêva mix kirin. Îsa bi aminî ber hemû êş û derda teyax kir. Lê Yehowa ça Bav êşeke diha qewî kişand. Qewata Yehowa hebû ku nehêle, wekî Kurê wî biçerçire, lê ewî usa nekir. Gelo çira? Kin bêjin, menî hezkirin bû. Îsa usa got: “Xwedê dinya usa hez kir, wekî Kurê xweyî tayê tenê da, seva ku her kesê ku baweriya xwe wî tîne, nemire, lê jîyîna heta-hetayê bistîne” (Yûhenna 3:16).
14. Qurbanbûna Îsa çi me hîn dike?
14 Qurbanbûna Îsa nîşan dike, ku Yehowa zureta Adem û Hêwayê çiqas hez dike. Belê, qurbanbûna Îsa îzbat dike, ku Yehowa te gelek hez dike. Yehowa Kurê xweyî delal şande ser erdê û êşeke mezin kişand, wekî me ji gune û mirinê xilaz ke (1 Yûhenna 4:9, 10). Belê, ew bi rastî jî dixwaze alî me bike, wekî em miqabilî gune şer bikin û serkevin!
15. Em gerekê çi bikin, wekî ji qurbanbûna Îsa karê bistînin?
15 Qurbana Îsa pêşkêşeke ji Xwedê ye. Bi saya vê pêşkêşê rê vebûye, ku gunên me bêne baxşandinê. Lê bona vê yekê em jî gerekê tiştekî bikin. Gelo çi? Yûhenna û Îsa usa digotin: “Tobe kin, çimkî Padşatiya ezmana nêzîk bûye!” (Metta 3:1, 2; 4:17). Hergê em dixwazin nêzîkî Yehowa bin û ji gunên xwe xilaz bin, em gerekê ji dil tobe kin. Lê gelo tobekirin çi tê hesabê, û ev yek çawa alî me dike ku em ça merivne gunekar dilê Yehowa şa kin? Gotara dinda, emê cabên van pirsa bistînin.
KILAMA 18 Bona Qurbanê Razî ne
a XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Kitêba Pîrozda xebera “gune” carna tê hesabê tiştekî ku Yehowa qedexe kiriye, yan jî kirên usa, yên ku miqabilî qanûn-prînsîpên wî ne. Xêncî vê yekê, xebera “gune” dikare bê hesabê qisûrdarî, yan gunekarî, ya ku me ji Adem standiye. Em gişk ji bo gunê ku ji wî derbazî me bûye, dimirin.
b Yehowa qurbanên wan meriva qebûl dikir, çimkî ewî zanibû ku Îsa wê bê û meriva bi qurbanbûna xwe bi temamî ji gune û mirinê xilaz ke (Romayî 3:25).