Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 32

KILAMA 44 Duayê Merivê Dilşkestî

Yehowa Dixwaze ku Her Kes Tobe Bike

Yehowa Dixwaze ku Her Kes Tobe Bike

[Yehowa, DT] naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 PETRÛS 3:9).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin ku çi tê hesabê tobekirin, çira tobekirin ferz e, û Yehowa çawa alî meriva kiriye, wekî ewana tobe kin.

1. Çi tê hesabê tobekirin?

 ÇAXÊ em tiştekî nerast dikin, gelek ferz e wekî em tobe bikin. Li gora Kitêba Pîroz, kesê ku tobe dike, ew nihêrandina xwe ser şaşiya xwe diguhêze, poşman dibe, terka vî kirê xweye nerast dide û her tiştî dike, wekî vê şaşiyê îda neke (Metta 3:8; Karên Şandiya 3:19; 2 Petrûs 3:9).

2. Çira her kes ji me gerekê bizanibe, ku çi tê hesabê tobekirin? (Nehemiya 8:9-11)

2 Her kes gerekê rind fem bike, ku çi tê hesabê tobekirin. Gelo çira? Çimkî em gişk her roj guna dikin. Em zarên Adem û Hêwayê ne, lema jî gune û mirin ji wan derbazî ser me bûye (Romayî 3:23; 5:12). Belê, her kes ji me gunekar e û lazim e ku em tobe kin. Bona merivên bi baweriya qewî jî hêsa nîbû miqabilî gunên xwe şer kin, mesele Pawlosê şandî (Romayî 7:21-24). Gelo ev yek tê hesabê, ku em gerekê her gav bona gunên xwe dilteng bin û xwe nehêja hesab kin? Na. Yehowa dilrem e û dixwaze wekî em bextewar bin. Were em dîna xwe bidine serhatiya Cihûyên ku hêna Nehemiyada dijîtin (Bixûne Nehemiya 8:9-11). Yehowa nedixwest ku ewana ji bo gunên xweyî berê dilteng bin, lê ewî dixwest ku ewana bi şabûnê jêra xizmet kin. Yehowa zane ku tobekirin berbi şabûnê dibe. Lema jî ew me hîn dike, ku em çawa tobe kin. Hergê em gunên xwe tobe kin, Bavê meyî dilovan wê bibaxşîne me.

3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Vê gotarêda emê sê tişta derheqa tobekirinê pêbihesin. Ya pêşin, emê bivînin ku Yehowa Îsraêliyara derheqa tobekirinê çi gotibû. Ya duda, Yehowa çawa alî gunekara kiriye, wekî ewana tobe bikin. Û ya sisiya jî emê bivînin, ku Îsa derheqa tobekirinê çi hîn kir.

YEHOWA DERHEQA TOBEKIRINÊ MILETÊ ÎSRAÊLÎ ÇI HÎN DIKIR?

4. Yehowa miletê Îsraêlî derheqa tobekirinê çi hîn kir?

4 Yehowa tevî miletê Îsraêlê peymaneke mexsûs girêdabû. Ewî wanra gotibû, ku hergê ewana li gora qanûnên wî bijîn, ewê wan biparêze û wana kerem ke. Derheqa van qanûna, Xwedê wanra usa got: “Ev emirê ku ez îro li te emir dikim, ne dûrî te ye ne jî ew çetin e” (Qanûna Ducarî 30:11, 16). Xêncî vê yekê ewî wanra got, ku hergê ewana miqabilî wî rabin, mesele hergê ewana bikevine nava pûtparistiyê, ewê îda wana neparêze û ewana wê bikevine tengasiya. Dîsa jî ev yek nedihate hesabê, ku Yehowa wê bi temamî pişta xwe bida wan. Belê, mecala wan hebû ku dîsa vegerin bal Yehowa û ‘guh bidine dengê wî’ (Qanûna Ducarî 30:1-3, 17-20). Bi gilîkî mayîn bêjin, wana dikaribû tobe kira. Û hergê wana usa bikira, Yehowa wê dîsa nêzîkî wan bûya û kerem ser wanda bibaranda.

5. Yehowa xwe ça dida kifşê, gava Îsraêliya gura wî nedikirin? (2 Padşatî 17:13, 14)

5 Cimeta Îsraêlî çend cara miqabilî Yehowa rabû. Ewana him ketibûne nava pûtparistiyê, him jî kirên heram dikirin. Axiriyêda wana serê xwe kire belayê. Lê Yehowa her tişt dikir, wekî ewana dîsa vegerin cem wî. Ewî dîsa û dîsa pêxember dişandine cem Îsraêliya, wekî wanra bêjin, ku tobe kin û vegerin bal wî (Bixûne 2 Padşatî 17:13, 14).

6. Yehowa çawa cimeta xwe bi saya pêxemberên xwe hîn dikir, ku ewana fem kin wekî tobekirin ferz e? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Yehowa gelek car bi saya pêxembera şîret dida cimeta xwe, û digot ku hergê ewana xwe rast nekin çi wê bê serê wan. Mesele, Yehowa bi saya Yêremya pêxember usa got: “Ya Îsraêla çivanok [raber] vegere! . . . Ezê bi hêrs li we nenihêrim, çimkî ez dilovan im . . . Ez nikarim hêrsa xwe her û her bidomînim [bînim]. Tenê sûcê xwe qebûl bike. Te li dijî Xwedayê xwe Xudan serî hilda” (Yêremya 3:12, 13, ÎM). Bi saya Yowêl pêxember, Yehowa wanra usa got: “Bi hemû dilê xwe, . . . li min vegerin” (Yowêl 2:12, 13, ÎM). Bi devê Îşaya pêxember, ewî usa got: “Paqij bibin, ji ber çevê min xirabîkirinê rakin, dawî li xirabiyê bînin” (Îşaya 1:16-19, ÎM). Û Hezeqêl jî ev giliyên Yehowa elamî wan kir: “Gelo ez ji mirina zilamê xirab zewqê digirim [şabûnê distînim]; ma ne zêdetir ew ji rêyên xwe vegere û bijî? . . . Ez ji mirina zilamê ku wê bimire kêfê nastînim . . . vegerin û bijîn” (Hezeqêl 18:23, 32). Gava merivên gunekar tobe dikin, Yehowa şa dibe, çimkî ew dixwaze wekî ewana heta-hetayê bijîn! Yehowa hela hê jî alî wan dike, wekî ewana tobe kin. Were em dîna xwe bidine çend mesela.

Gava xizmetkarên Yehowa ji rê derdiketin, Yehowa gelek car bi saya pêxembera digote wan, wekî ewana tobe kin (Binihêre abzasa 6-7)


7. Bi saya Hoseya pêxember û jina wî, Yehowa cimeta xweye Îsraêlî çi hîn kir?

7 Dîna xwe bidê ku Yehowa bi saya jina Hoseya pêxember, çi cimeta xwe hîn kir. Navê wê Gomer bû. Paşî ku ewê qavî kir, ewê mêrê xwe hîşt û pey mêrên din çû. Dîsa jî Yehowa Xwedê, yê ku dila divîne, usa gote Hoseya: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinêkariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraêliyên ku berê xwe dan îlahên [xudanên] din . . . hez dike” (Hoseya 3:1, ÎM; Metelok 16:2). Dîna xwe bidinê ku hingê jina Hoseya hê gunê giran dikir. Lê Yehowa Hoseyara got ku ew bibaxşîne wê û dîsa çawa jina xwe qebûl ke. a Bi vê meselê Yehowa dixwest nîşanî cimeta xweye serhişk bike, ku ew çawa ser wan dinihêre. Rast e wana gunên gelek giran dikirin, yeke ewî ewana hez dikirin û her tişt dikir, wekî alî wan bike, ku ewana tobe kin û bêne guhastinê. Li gora vê meselê, gelo Yehowa, yê ku “dila dicêribîne”, wê alî wan meriva bike, yên ku berdewam dikin gunê giran bikin, wekî ewana tobe kin? (Metelok 17:3) Were em binihêrin.

YEHOWA ÇAWA ALÎ GUNEKARA DIKE, WEKÎ EWANA TOBE KIN?

8. Yehowa ça dixwest alî Qayîn bike, wekî ew tobe ke? (Destpêbûn 4:3-7). (Binihêre usa jî şikil.)

8 Qayîn nixuriyê Adem û Hêwayê bû. Gune ji dê-bavê wî derbazî ser wî bibû. Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz ser wî usa dibêje: “Kirên wî xirab bûn” (1 Yûhenna 3:12). Dibeke Yehowa ji bo vê meniyê “dîna xwe neda Qayîn û hedîya wî”, çaxê ewî qurban anî. Lê Qayîn dewsa ku xwe rast kira, “gelekî hêrs ket û mirûzê xwe kir”. Hingê Yehowa çi kir? Ewî Qayînra xeber da (Bixûne Destpêbûn 4:3-7). Dîna xwe bidinê ku Yehowa çawa bi nermî Qayînra xeber da. Yehowa jêra got, ku hergê ew xwe rast ke, ewê wî kerem ke. Lê Yehowa usa jî got, ku hergê ew hêrsa xwe zeft neke, xof heye ku ew gune bike. Yazix Qayîn nexwest guh bide Yehowa. Ewî nehîşt wekî Yehowa alî wî bike, ku ew tobe ke. Paşî vê serhatiya xirab, gelo Yehowa îda safî kir ku alî gunekara neke, wekî ewana tobe bikin? Hemikî na!

Yehowa bi nermî Qayînra got ku hergê ew xwe rast ke, ewê wî kerem ke, lê hergê ew hêrsa xwe zeft neke, xof heye ku ew gune bike (Binihêre abzasa 8)


9. Yehowa çawa alî Dawid Padşa kir, wekî ew tobe ke?

9 Yehowa gelekî Dawid Padşa hez dikir. Ewî hela hê jî ser wî got, ku “min . . . merîk dilê xwera dît” (Karên Şandiya 13:22). Lê Dawid gunên giran kirin. Mesele, ewî zinêkarî kir û mêrek da kuştinê. Li gora Qanûna Mûsa, Dawid hêjayî mirinê bû (Qanûna Kahîntiyê 20:10; Jimar 35:31). Lê dîsa jî Yehowa dixwest alî Dawid bike, wekî ew tobe ke. b Rast e Dawid hê nîşanên tobekirinê nedabû kifşê, lê yeke Yehowa pêxemberê xwe Natan şande bal wî. Pê metelokekê, Natan Dawid da femkirinê, ku ewî gunekî çiqas giran kiriye. Ew yek gihîşte dilê Dawid û ewî gunê xwe da rûyê xwe (2 Samûyêl 12:1-14). Dawid zebûrekêda eyan kir, ku ew ji bo gunê xwe çiqas poşman bûye (Zebûr 51, sernivîsar). Vê zebûrê dilê gelek gunekara rihet kiriye û alî wan kiriye tobe kin. Em gelek şa ne, ku Yehowa bi hezkirin alî xizmetkarê xweye delal Dawid kir, wekî ew tobe ke!

10. Tu derheqa sebir û baxşandina Yehowa çi difikirî?

10 Yehowa hemû guna nefret dike (Zebûr 5:4, 5). Lê ew zane ku em gişk gunekar in, û ji hezkirina hindava me, ew alî me dike, wekî em nekevine bin hukumê gune. Hergê kesekî gunekî gelek giran kiribe jî, Yehowa hazir e alî wî bike, wekî ew tobe ke û vegere cem wî. Ev yek dilê me çiqas rihet dike û dilbîniyê dide me! Em çiqas derheqa sebir û baxşandina Yehowa bifikirin, haqas xwestina me wê hê qewî be, ku jêra amin bimînin û gunên xwe tobe kin. Niha were em binihêrin, ku Îsa derheqa tobekirinê şagirtên xwe çi hîn dikir.

ÎSA DERHEQA TOBEKIRINÊ ÇI HÎN KIR?

11-12. Îsa çawa nîşanî guhdarên xwe kir, wekî Xwedê baxşandinêda çiqas rem e? (Binihêre şikil.)

11 Qirna yekê D.M.-da, wede hatibû ku Mesîh bê dinyayê. Çawa me gotara pêşinda dît, Yehowa bi saya Yûhenna û Îsa Mesîh nîşanî meriva kir, ku çiqas ferz e wekî ewana tobe kin (Metta 3:1, 2; 4:17).

12 Îsa nîşanî meriva dikir, ku Bavê wî çiqas afûkar e, dêmek dibaxşîne meriva. Îsa ev xeysetê Yehowa îlahî pê meteloka kurê undabûyî, zelal û bedew eyan kir. Vê metelokêda, xortekî wedekî bi jîyîneke necayîz dijît. Lê paşê, “hişê wî hate serê wî”, û ew vegeriya malê. Gelo bavê wî çi kir? Gava kur “hê rêda bû, bav ew ji dûrva dît û dilê wî ser şewitî, bi lez çû pêşiya wî, ew hemêz kir û paç kir”. Kur xwest mala bavê xweda bibe xulam, lê bavê ser wî got “kurê min”, û ew dîsa ça neferê malê qebûl kir. Bav got: “Ew undabûyî bû û hate dîtinê” (Lûqa 15:11-32). Gava Îsa hê li ezmana dijît pêşiya ku ew bihata dinyayê, ewî bê şik dîtibû ku Bavê wî çawa remtî û dilşewatî dida kifşê hindava gelek gunekarên ku gunên xwe dianîne rûyê xwe. Ev meteloka ku Îsa mera gilî kir, bi rastî dilbîniyê dide me û mera nîşan dike ku Bavê me Yehowa çiqas dilrem e!

Bavê ji meteloka Îsa, berbi kurê xweyî undabûyî direve, wekî wî hemêz ke (Binihêre abzasa 11-12)


13-14. Petrûsê şandî derheqa tobekirinê çi fem kir, û ewî kesên din çi hîn dikir? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Petrûsê şandî derheqa tobekirin û baxşandinê ji Îsa hine dersên ferz hîn bû. Petrûs gelek car hewcê baxşandinê bû, û Îsa jî bi dilremî dibaxşande wî. Mesele, paşî ku Petrûs sê cara înkar kir, ku Îsa nas dike, ew gelek poşman bû û dilteng bû (Metta 26:34, 35, 69-75). Lê paşî ku Îsa ji mirinê hate rakirinê, ew Petrûsra xuya bû. Ça tê kifşê, gava Îsa pêra xeber dida, Petrûs tenê bû (Lûqa 24:33, 34; 1 Korintî 15:3-5). Bê şik, Îsa zanibû ku Petrûs ji dil tobe kiribû, û dixwest wekî Petrûs bizanibe, ku ewî baxşandiye wî.

14 Petrûsê şandî ji emirê xwe îda fem dikir, ku çi ye tobekirin û baxşandin. Lema jî ewî dikaribû kesên din hîn ke, wekî ewana tobe kin û bêne baxşandinê. Hine wede şûnda paşî cejina Roja Pênciye Hesabê, Petrûs bi saya gotarekê Cihûyara zelal kir, wekî merivê ku wana kuştibû, Mesîh bû. Lê ewî bi hezkirinê wanra got: “Tobe kin û berbi Xwedê vegerin, ku gunên we bêne resîtkirinê” (Karên Şandiya 3:14, 15, 17, 19). Bi vî cûreyî Petrûs nîşan kir, wekî gunekarê ku gunê xwe tîne rûyê xwe, gerekê vegere, dêmek fikir û kirên xweye nerast biguhêze, û usa bijî ça li Xwedê xweş tê. Usa jî Petrûs nîşan kir ku gunên wan wê ji aliyê Yehowava “bêne resîtkirinê”, dêmek bêne paqijkirinê û betavekirinê. Gelek sal şûnda, Petrûs Mesîhiyara usa got: “[Yehowa, DT] bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Belê, ew yek dilbînîke çiqas mezin e bona Mesîhiya, çaxê ewana gune dikin, û hela hê gunên giran jî!

Îsa bi hezkirin baxşande Petrûsê ku ji dil tobe kir, û dilê wî qewî kir (Binihêr’e abzasa 13-14)


15-16. (a) Pawlosê şandî derheqa baxşandinê çi fem kir? (1 Tîmotêyo 1:12-15) (b) Gotara dinda emê çi şêwir kin?

15 Şawûlê ji Tarsûsê gelek xirabî kiribû û bi rastî jî hewcê tobekirin û baxşandinê bû. Ew pey şagirtên Îsa diket û ewana dizêrandin. Diqewime Mesîhî difikirîn, ku ewê tu car rast nebe û tobe neke. Lê Îsa usa nedifikirî. Îsa û Bavê wî hunurên Şawûle baş didîtin, û zanibûn ku ew dikare tobe ke û bê baxşandinê. Lema jî Îsa got: “Min ew çawa hacetek bijartiye” (Karên Şandiya 9:15). Îsa hela hê jî keremetek kir, wekî Şawûl tobe bike (Karên Şandiya 7:58–8:3; 9:1-9, 17-20). Paşî ku Şawûl bû Mesîhî, ew hate navkirinê Pawlosê şandî. Ewî gelek car digot, ku ew qencî û dilremiya Yehowa û Îsa çiqas dişêkirîne (Bixûne 1 Tîmotêyo 1:12-15). Pawlos bi razîbûnê usa got: “Qenciya Xwedê te berbi tobekirinê dibe” (Romayî 2:4, ÎM).

16 Lê çaxê gihîşte guhê Pawlos, ku civata Korintêda bênamûsî tê kirinê, gelo ewî ça xwe da kifşê? Gotara dinda emê ewê yekê şêwir kin, û ji giliyên wî hîn bin, ku çawa Yehowa gunekara bi dilovanî şîret dike, û çiqas ferz e ku hindava wanda remtî bê nîşankirinê.

KILAMA 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

a Dereca Hoseya mexsûs bû. Lê îro hergê kesek qaviyê bike, Yehowa dewa nake ku jin yan mêrê bêsûc tevî wî zewacêda bimîne. Yehowa rêberî Îsa kir, wekî ew zelal ke, ku hergê tiştekî usa biqewime, îzin heye ku kesê bêsûc ji mêr yan jina xwe biqete (Metta 5:32; 19:9).

b Binihêre gotara bi navê “Baxşandina Yehowa bona Te Çi Tê Hesabê?”, ji Birca Qerewiliyê, ya 15 Mijdarê, sala 2012, rûp. 21-23, abz. 3-10.