Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo li gora 2 Têsalonîkî 3:14, kê gerekê civatêda kesekî “raçev kin”, rûspî yan xûşk-bira?

Pawlosê şandî xûşk-birên li bajarê Têsalonîkêra usa nivîsî: “Heger yek guhdariya gotinên meye vê nemêda neke, wî raçev kin û hevaltiyê wîra nekin, ku şerm bike” (2 Têsalonîkî 3:14). Berê, me digot ku ev rêberî bona rûspiya ye. Me digot ku hergê kesekîra dîsa û dîsa şîret bê dayînê, lê ew prînsîpên Kitêba Pîroz dîsa jî pişt guhê xweva bavêje, rûspî dikarin gotarekê bona şîretkirina civatê bixûnin. Paşî vê yekê, xûşk-bira gerekê tevî wî kesî hevaltî nekirana.

Lê me fem kir, ku gerekê em nihêrandina xwe derheqa vê rêzê biguhêzin. Eşkere ye ku şîreta Pawlosê şandî derheqa vê yekê bû, ku hine derecada xûşk-bira gerekê çi safî kin. Lema jî ne lazim e, ku rûspî gotarekê bixûnin. Gelo meniya vê guhastinê çi ye? Dîna xwe bide kontêksta vê şîretê.

Ji giliyên Pawlos tê femkirinê, ku wê civatêda hineka “bêpergal” dijîtin. Wana guh nedida şîretên ku ji bîna ber Xwedê bûn. Berê, gava Pawlos çûbû wê civatê, ewî xûşk-birara usa gotibû: “Kî naxwaze bixebite, bira nexwe jî”. Yeke, hine kesa nedixwest bixebitin wekî ebûra xwe bikin, lê dikaribûn ew yek bikirana. Serda jî, ewana “tevî şixulê xelqê” dibûn. Gelo wî çaxî xûşk-bira gerekê hindava kesên usa ça bûna? (2 Têsalonîkî 3:6, 10-12)

Pawlosê şandî usa got: “Wî raçev kin”. Ev xeber ser zimanê Yûnanî tê hesabê ku gerekê meriv hindava kesekî gelek fesal be. Pawlos ev rêberî da temamiya civatê, ne tenê rûspiya (2 Têsalonîkî 1:1; 3:6). Dêmek, gava xûşk yan birakî didît ku kesek guh nade şîreteke ji bîna ber Xwedê, ewî xwexa dikaribû safî kira, wekî ‘hevaltiyê wîra neke’.

Gelo ev yek dihate hesabê ku hindava wîda gerekê usa bûna, çawa hindava kesê ku îda Şedê Yehowa nîne? Na, çimkî Pawlos usa jî got: “Mîna bira [wî] şîret kin”. Xûşk-bira dîsa jî civatêda û xizmetiyêda tevî wî hevkarî dikirin, lê wedê hêsabûnê yan wedederbazkirinê tevî wî nedibûn. Gelo çira? Pawlos got: “Ku şerm bike”. Nêta raçevkirinê, dêmek heleqetiya fesal hindava wî, ew bû, wekî ew kesê “bêpergal”, kirên xwe şerm bike û xwe rast ke (2 Têsalonîkî 3:14, 15).

Gelo em çawa dikarin evê şîretê îro bidine xebatê? Ya pêşin, em gerekê rind bizanibin ku rabûn-rûniştina kesekî bi rastî jî “bêpergal” e yan na. Pawlos vê rêzêda derheqa wan meriva nedigot, safîkirinên kîjana ji ya me cude dibin, mesele yên usa ku îsafêva, yan nihêrandina şexsîva girêdayî ne. Usa jî, ewî derheqa wan kesa nedigot, yên ku dilê me êşandine. Dewsê Pawlos derheqa wan digot, yên ku hemdê xwe şîreta ji Kitêba Pîroz pişt guhê xweva davêjin.

Îro hergê em bivînin ku xûşk yan birak şîretên ji Kitêba Pîroz pişt guhê xweva davêje, a emê xwexa safî kin ku pêra hevaltiyê nekin. Ji ber ku ev yek safîkirina şexsî ye, em gerekê ji mala xwe der, derheqa vê yekê xeber nedin. Û emê berdewam kin ser civata û xizmetiyêda tevî wî kesî hevkariyê bikin. Û gava ew nihêrandin û kirên xwe rast ke, em îda dikarin dîsa tevî wî hevaltiyê bikin.

a Mesele, dibeke xûşk yan birak naxwaze bixebite, wekî ebûra xwe bike, yan bi nêta zewacê rastî kesekî tê, yê ku Şedê Yehowa nîne, yan geveztiya xirab bela dike (1 Korintî 7:39; 2 Korintî 6:14; 2 Têsalonîkî 3:11, 12; 1 Tîmotêyo 5:13). Kesên ku terka wan tişta nadin, “bêpergal” in.