Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: li Madageskarê
XÛŞKA me bi navê Sîlvyana, ya ku 27 salî ye û pêşeng e dibêje: “Çaxê hevalên min kîjan ku xizmet dikirin ciyên ku hewcetî heye, minra gilî dikirin qewimandinên hewas, min jî dixwest evê şabûnê tem kim. Lê ez ditirsiyam ku ji bo dereca xwe ezê nikaribim derbazî wî cîyî bim kîderê ku hewcetî heye”.
Lê bal we jî hebûn fikirên mîna yên Sîlvyana? Hûn jî dixwazin xizmet kin ciyê ku hê zêde mizgînvan lazim in, lê dudilî ne ku nikaribin vî nêtî bînin sêrî? Hergê hûn usa difikirin, tu car netirsin evê gavê bavêjin. Pê alîkariya Yehowa, bi hezara xûşk-bira ewan çetinaya safî kirin, kîjan ku riya wan digirt wekî derbazî wî cîyî bin kîderê ku hewcetî heye. Seva ku pêbihesin wekî Yehowa ça alî hineka kiriye, were em derheqa Madageskarê xeber din, ku dinyayêda ji giravên lape mezin, ev ya çara ye.
Nava 10 salên paşwextiyêda, 70 mizgînvana zêdetir ji 11 welata * derbazî Afrîkayê bûne. Afrîkayêda xizmetî gelek berên baş tîne, çimkî gelek merivên wêderê qedirê Kitêba Pîroz digirin. Usa jî gelek mizgînvanên ku wêderê dijîn, derbazî Madageskarê dibin, seva mizgîniyê bela kin. Were em tevî hineka ji wan bibine nas.
WANA TIRS Û DILTENGÎ ALT KIRIN
Lûîs û Pêrîn, jin-mêr in ji Fransayê, derbazî Madageskarê bûne. Nava salada, ewana difikirîn ku xizmet kin welatê xerîbda, lê Pêrîn ditirsiya derbaz be. Ew şirovedike: “Ez ditirsiyam derbazî ciyê nenas bim. Hin jî ez berxwe diketim wekî emê bihêlin neferên xwe, civat, mala xwe, ciyên mera nas û grafîka xwe jî. Rast bêjim heçî zef ev fikirên min rê min digirtin wekî derbaz bim”. Sala 2012-da, Pêrîn tirsa xwe alt kir û ew tevî Lûîs derbazî Madageskarê bûn. Derheqa vê safîkirina wan, Pêrîn gilî dike: “Bi rastiyê baweriya me diha qewî bû, çimkî me emirê xweda destê Yehowa dît”. Lûîs zêde dike: “Bidine ber çevê xwe, ku çaxê cara pêşin em Madageskarêda çûne ser Êvara Bîranînê, 10 merivên ku me tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, hatin wêderê!”.
Fîlî. 4:13). Lûîs gilî dike: “Me dît ku Yehowa ça caba duayên me da û ewî ‘edilayîya Xwedê’ da me. Bi saya vê yekê, me hiş-aqilê xwe da ser vê şabûnê, ku me ji xizmetiya xwe distand. Usa jî hevalên me mera nemeka dinivîsîn seva me bişidînin, wekî sist nebin û qewî bimînin” (Fîlî. 4:6, 7; 2 Korn. 4:7).
Lê gelo çi alî Lûîs û Pêrîn kir, wekî wedê çetinaya xizmetiya xwe nehêlin? Wana bi dua-dirozga ji Yehowa alîkariyê dixwestin wekî qewatê bide wan sebir kin (Yehowa sebira Lûîs û Pêrîn kerem kir. Lûîs dibêje: “Sala 2014-da em hatine teglîfkirinê Mekteba seva Jin-Mêrên Mesîhî *, ku Fransayêda derbaz dibû. Ew mekteb ji Yehowa pêşkêşeke usa mezin bû, ku emê tu car bîr nekin”. Paşî xilaziya vê mektebê, ewana gelek şa bûn ku dîsa Madageskarêda hatine kifşkirinê.
“EMÊ WERA FIRNAQ BIN!”
Dîdîyê û Nadîn, jin-mêr ji Fransayê, sala 2010-da derbazî Madageskarê bûne. Hingê ewana 50 salî zêdetir bûn. Dîdîyê gilî dike: “Cahiltiyêda em herdu jî pêşeng bûn, lê paşê me sê zar mezin kir. Çaxê zarên me îda mezin bûn, em fikirîn wekî derbazî ciyê xerîb bin ku wêderê xizmet kin”. Nadîn zêde dike: “Ez berxwe diketim çaxê difikirîm ku emê ji zarên xwe dûr bin, lê zarên me mera gotin: ‘Hergê hûnê derbaz bin ciyê xerîb kîderê hewcetiya mizgînvana heye, emê wera firnaq bin!’ Giliyên wan me qewî kirin ku derbaz bin. Rast e em niha ji wana gelek dûr dijîn, lê em şa ne wekî timê dikarin tevî zarên xwe pê têlê û întêrnêtê xeber din”.
Bona Dîdîyê û Nadîn çetin bû zimanê Malagasî hîn bin. Nadîn dikene û dibêje: “Em niha zarên 20 salî nînin”. Lê gelo çi alî wan kir wî zimanî hîn bin? Ya pêşiyê, ewana diçûne ser civata zimanê Fransî. Paşê, çaxê wana dît ku îda hazir in û wedê wan heye zimanê wî cîyî hîn bin, ewana derbazî civata zimanê Malagasî bûn. Nadîn dibêje: “Gelek meriv rastî kê em xizmetiyêda tên, hiz dikin Kitêba Pîroz hîn bin. Gelek car ewana ji me razî ne ku em têne cem wan. Pêşiyê min tirê ez xewnêda bûm. Ez hiz dikim wira xizmet kim ça pêşeng. Çaxê ez şebeqa radibim, ez xwera dibêjim: ‘Çiqas baş e ku ez îro diçim xizmetiyê!’”.
Çaxê Dîdîyê tîne bîra xwe wede gava ewî destpêkir zimanê Malagasî hîn be, beşera wî xweş dibe. Ew dibêje: “Min civat derbaz dikir, lê çaxê xûşk-bira caba xwe didan, min tiştek fem nedikir. Min tenê digot ‘Zef razî me’. Carekê çaxê xûşkekê caba xwe da û min wê spas kir, ewên ku piştva rûniştibûn pê destê xwe nîşanî min kirin wekî caba wê nerast bû. Hingê min birak pirsî, û ça ez difikirim ewî rast caba xwe da”.
EWÊ BI ŞABÛNÊ TEGLÎFKIRINÊ QEBÛL KIR
Sala 2005-da ser civata mezin, drama hate nîşan kirinê bi navê “Bira Nêtên Te Xwedê Hurmet kin”.
Ew drama ser hîmê Kitêba Pîroz derheqa Tîmotêyo bû. Jin-mêr Têrî û Nadya çaxê evê dramayê dîtin, ew yek dilê wan girt û wana hê zef xwest ku xizmet kin wî cîyî kîderê ku hewcetiya mizgînvana heye. Têrî gilî dike: “Çaxê drama xilaz bû û me destê xwe hevdixist, min jina xwe bi dengê nimiz pirsî, ‘Lê em kuda herin?’ Jina min jî minra got wekî ew jî hema vê yekê fikirî”. Zûtirekê wana destpêkir bigihîjine nêta xwe. Nadya dibêje: “Hêdî-hêdî me hûr-mûrê xwe usa kêm kir, ku heta çar çemedanada cî bûn”.Ew jin-mêr sala 2006-da derbazî Madageskarê bûn û ji destpêka xizmetiya xweda şabûnê distînin. Nadya dibêje: “Merivên ku xizmetiyêda rastî me tên, şabûneke gelek mezin mera tînin”.
Paşî şeş sala ew jin-mêr rastî çetinayê hatin. Diya Nadya, Marî-Madlên ku Fransayêda dijît, ket milê xwe şikênand û serê xwe gelek êşand. Çaxê ew jin-mêr tevî hekîmê wê xeber dan, wana ji Marî-Madlên pirsîn hela ew qayîl e yan na, wekî derbazî Madageskarê be û wêderê bijî. Hingê ew 80 salî bû, lê yeke bi dil û can qebûl kir evê teglîfkirinê. Lê gelo ew çi difikire derheqa jîyîna wêderê? Ew gilî dike: “Cara minra çetin e hînî tiştekî bim. Rast e sînorên qewata min hene, lê yeke ez texmîn dikim wekî ez civatêra karê tînim. Û lape baş bona çi jî ez gelek şa me, ew e ku jîyîna mine wêderê mecalê dide zarên min, wekî ewana xizmetiya xweye hertim nehêlin”.
“MIN SER XWE DESTÊ YEHOWA TEXMÎN DIKIR”
Birakî me bi navê Rîan ku 22 salî ye, mezin bû Alaotra Mangoroda. Ew heye rêgîona ku Madageskara rohlatêda ye. Mektebêda ew gelek rind hîn dibû û dixwest xwendina bilind bistîne. Lê çaxê ewî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, ewî nêta xwe guhast. Ew gilî dike: “Min gelek dixwest wekî zû êkzamîna xweye paşin xilaz kim û min soz da Yehowa ku ‘Hergê ez ew êkzamîn derbaz bim, ezê bibime pêşeng’”. Çaxê Rîan mekteb xilaz kir, ewî sozê xwe anî sêrî. Ew derbazî bal birakî meyî pêşeng bû, xebata nîvrojî xwera dît, û destpêkir pêşengtî. Rîan gilî dike: “Ev safîkirina lape baş bû ku min emirê xweda kir”.
Lê merivên Rîan fem nedikirin ku çira ew xwera xebateke baş nagere wekî perê mezin çêke. Rîan dibêje: “Bavê min, apê min û xûşka pîrika min, gişk min şîret dikirin wekî ez xwendina bilind bistînim. Lê min nedixwest pêşengtiya xwe bidime sekinandinê”. Pêşiya vê yekê, Rîan, dixwest xizmet kira ciyê ku hewcetî hebû. Lê gelo çi wî hêlan kir ku vî nêtî bîne sêrî? Ew dibêje: “Diz ketine mala me û gelek hûr-mûrên min dizîn. Ew qewimandin min hêlan kir ku bifikirim ser giliyên Îsa, çaxê got ku xiznê xwera li ezmên top kin. Min xwera nêt danî wekî aliyê xweda her tiştî bikim seva xizna ruhanî qazanc kim” (Met. 6:19, 20). Rîan derbazî aliyê başûrê bû, kîjan ku cîkî hişkayî ye û 1 300 kîlomêtir dûr e ji wî cîyî kîderê ew dijît. Vî cîyî cimeta Antandroî dijî. Lê gelo çira ew çû hema wêderê?
Mehek pêşiya ku diz ketine mala Rîan, ewî tevî 2 merivên Antandroî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ewî çend gilî ser zimanê wan hîn bû û difikirî derheqa merivên Antandroî, yên ku tu car mizgîniya Padşatiyê nebihîstibûn. Ew dibêje: “Min Yehowara dua dikir wekî alî min bike derbazî ciyê usa bim, kîderê meriv ser zimanê Tandroî xeber didin”.
Çawa ku Rîan derbaz bû, ew derbêra rastî çetinayê hat. Ewî nikaribû xwera xebat bidîta. Merivekî jêra got: “Tu wira çi dixwazî? Bona xebatê meriv ji wira diçine wî cîyî, ji ku tu hatî!”. Paşî du heftiya, Rîan çû ser civata mezin. Perê wî gelek hindik bûn, û ew nizanibû çi bike. Roja paşin ser civata mezin, birakî tiştekî kire cêva Rîanda. Ew pere bû ku besî wî bû seva paşda here Antandroîda, û destpêke xwera xebata biçûk bike ku qatix bifiroşe. Rîan dibêje: “Hema wededa min ser xwe destê Yehowa texmîn kir. Min dikaribû berdewam kira alî wan meriva bikim, yên ku tu car derheqa Yehowa nebihîstibûn!”. Lê usa jî gelek şixul hebû ku civatêda gerekê bihata kirinê. Rîan dibêje: “Min cabdarî stand ku du heftê carekê gotarê bixûnim. Yehowa
bi saya teşkîleta xwe min hîn dikir”. Rîan heta îro mizgîniyê bela dike merivên ku ser zimanê Tandroî xeber didin û dixwazin derheqa Yehowa pêbihesin.KEREM JI XWEDÊYÊ HEQ
Yehowa mera dibêje wekî ewên ku dixwazin kerema ser erdê bistînin, wê ji Xwedêyê heq bêne keremkirinê (Îşa. 65:16). Çaxê em aliyê xweda her tiştî dikin seva hê zêde xizmet kin, em ser xwe keremên Yehowa texmîn dikin. Dîna xwe bidin mesela Sîlvyanayê, besa kîjanê me destpêka vê gotarêda kir. Bînin bîra xwe wekî ew ditirsiya ku wê nikaribe xizmet ke wî cîyî kîderê hewcetî heye. Lê çira ew usa difikirî? Ew şirovedike: “Nigê mine çepê weke 9 santîmêtr ji nigê rastî kintir e. Lema ez dikulim û zû diwestim”.
Lê yeke sala 2014-da Sîlvyana tevî xûşkeke cahil ji civata wê bi navê Sîlvî Ann, tevayî derbazî gundekî biçûk bûn, kîjan ku 85 kîlomêtr ji şeherê wan dûr bû. Rast e Sîlvyanayêra çetin bû, lê yeke nêta dilê wê hate sêrî, û ewê gelek keremên baş stand! Ew gilî dike: “Paşî saleke xizmetiya mine wêderê, jinikeke cahil bi navê Doratîn, tevî kê min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, ser civata mezin hate nixumandinê”.
“EZÊ ALÎ TE BIKIM”
Serhatiya wan meriva ku me şêwir kir, nîşan dikin ku çaxê em her tiştî dikin seva tu tişt rê me negire hê zêde xizmet bikin, em xwexa ser xwe texmîn dikin ku çawa ev sozê Yehowa tê sêrî: “Ezê te xwey kim, belê ezê alî te bikim” (Îşa. 41:10, DT). Bi vê yekê heleqetiya me tevî Yehowa hê qewî dibe. Xêncî vê yekê, çaxê em bi rezedilî diçin xizmet dikin ciyên dinda yan jî welatê xerîbda, ew yek me hazir dike bona şixulên ku dinya tezeda emê bikin. Çawa Dîdîyê got, besa kîjanî me jorê kir, “xizmetkirina wî cîyî kîderê ku hewcetî heye, bona axiriyê gelek tişt me hîn dike!”. Wê çiqas baş be wekî diha zef xizmetkar wî cûreyî xizmet kin û ewê yekê ser xwe texmîn kin!
^ abz. 4 Ew mizgînvan hatin ji Kanadayê, Komara Çêxyê, Fransayê, Almanyayê, Gwadelûpê, Lûksembûrgê, Kaledonya Nû, Şwêdyayê, Swîsrê, Keyaniya Yekbûyî, û ji Amerîkayê.
^ abz. 8 Ev mekteb niha tê navkirinê Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê. Xizmetkarên hertim yên ku welatên xerîbda xizmet dikin, dikarin evê mektebê derbaz bin welatê xweda yan jî wî welatîda kîderê ser zimanê wanî dê mekteb wê derbaz be.