Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Çi Dikarin Bidine Wî Kesî, yê ku Xweyê Her Tiştî ye?

Em Çi Dikarin Bidine Wî Kesî, yê ku Xweyê Her Tiştî ye?

“Xwedayê me, em şikiryê ji tera dikin û ji navê teyî xweşikra hemdê dikin” (1 DÎR. 29:13).

KILAMÊN: 80, 50

1, 2. Yehowa çi cûreyî merdaniyê dide kifşê?

YEHOWA Xwedayê merd e. Her tişt çi ku bal me heye, ji wî ye. Hemû zêr, zîv û hemû tiştên qîmet çi ku erd dide, yên wî ne, û ew wan tişta dide xebatê seva emir hebe (Zeb. 104:13-15; Hag. 2:8). Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku Yehowa ça wan tiştên qîmet bi keremet bona kara cimeta xwe dida xebatê.

2 Mesele, 40 sala Yehowa manna û av dida cimeta Îsraêl, çaxê ewana beriyêda bûn (Derk. 16:35). Lema jî “qet kêmasiyên wan tune bûn” (Nehem. 9:20, 21). Yehowa usa jî bi Êlîşa pêxember, bi keremet usa kir ku bizir mala jinebîke aminda zêde bû. Xwedê bi saya vê yekê alî wê kir, wekî ew deynê xwe bide û seva êpêce perê wê hebe wekî xwe û kurên xwe xwey ke (2 Padş. 4:1-7). Bi alîkariya Yehowa, Îsa alî meriva dikir bi xwarinê û hela hê jî bi pera çaxê ew yek lazim bû (Met. 15:35-38; 17:27).

3. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Yehowa dikare her tişt bide xebatê seva efirînê xweye ser erdê xwey ke. Lê Yehowa usa jî xizmetkarên xwe hêlan dike, wekî ewana hebûka xwe bidine xebatê seva piştgiriya teşkîleta wî bikin. (Derk. 36:3-7; bixûne Metelok 3:9.) Lê gelo çira Yehowa dixwaze wekî em pê hebûka xwe razîbûna xwe wîra bidine kifşê? Çawa merivên amine berê alîkarî didan bona şixulê Yehowa? Îro çawa teşkîleta Yehowa perê qurbankirî dide xebatê? Caba wan pirsa emê vê gotarêda pêbihesin.

ÇIRA EM TIŞTÊN XWEYE QÎMET DIDINE YEHOWA?

4. Çaxê em piştgiriya şixulê Yehowa dikin, bi vê yekê em çi nîşan dikin?

4 Em tiştên xweye qîmet didine Yehowa, çimkî wî hiz dikin û qîmet dikin. Çaxê em difikirin ser vê yekê ku Yehowa çi bona me dike, dilê me bi razîbûnê tije dibe. Dawid Padşa çaxê şirovekir ku çi lazim e seva paristgehê ava kin, ewî got ku her tişt em ji Yehowa distînin, û çi jî em didine wî, ew tişt dîsa jî ji wî ne. (Bixûne 1 Dîrok 29:11-14.)

5. Kitêba Pîroz ça nîşan dike wekî merdanî ew heye para hebandina me?

5 Em usa jî tiştên qîmet didine Yehowa, çimkî wî cûreyî jî em wî dihebînin. Yûhennayê şandî xewn-xeyalêda bihîst ku çawa ezmênda xizmetkarên Yehowa digotin: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin û bi xwestina te ew efirîn û hene” (Eyan. 4:11). Bêşik, Yehowa hêjayî hemû rûmet-hurmetê ye, lema em dixwazin tiştên lapî baş bidine wî. Yehowa bi Mûsa cimeta Îsraêlra temî da, ku salê sê cara cejinê derbaz kin, û ber Yehowa bisekinin. Ew cejin bûn para hebandina wan. Îsraêlî wedê wan cejina “dest vala li ber Xudan” gerekê nesekiniyana (Qan. Dcr. 16:16). Îro jî usa ne, merdaniya rezedilî dikeve nava hebandina me, û usa em nîşan dikin ku teşkîleta Yehowa qîmet dikin û piştgiriya şixulê wî dikin.

6. Çira çaxê em merd in em karê distînin? (Binihêre şiklê ewlin.)

6 Çaxê em bi merdaniyê didin, ne ku tenê distînin, ew mera jî karê tîne. (Bixûne Metelok 29:21.) Bidine ber çevê xwe zara ku dê-bavê xwera pêşkêşekî dide, kîjan ku ewî pê perê wan kiriye. Bona dê-bav ev pêşkêş gelek qîmet e! Usa jî bidine ber çevê xwe qîz yan kur kîjan ku pêşeng e, mala dê-bavê xweda dijî û pere dide dê-bavê xwe seva xercê malê dadin yan jî xwarinê bikirin. Rast e dê-bav ji zarê dewa nakin vê yekê, lê ewana qebûl dikin pêşkêşa wî. Çira? Çimkî dê-bav zanin ku usa zar dide kifşê ku emekê wan dişêkirîne. Mîna vê yekê, Yehowa jî zane ku çaxê em tiştên xweye qîmet didin, ew bona me kar e.

MERDANIYA XIZMETKARÊN BERÊ

7, 8. Wedê berê cimeta Yehowa çi mesele hîşt qurbankirinêda a) bona şixulên mexsûs? b) bona piştgiriya şixulê xizmetiyê?

7 Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku seva şixulê Xwedê, cimeta Yehowa tiştên xweye qîmet qurban dikir. Mesele, Mûsa Îsraêliya hêlan kir wekî bona konçêkirinê qurbana bikin. Paşê çaxê Dawid Padşa dixwest paristgehê ava kira, ewî jî cimet hêlan kir wekî qurbankirina bikin (Derk. 35:5; 1 Dîr. 29:5-9). Usa jî wedê Yoaş Padşa, kahîna pê perê qurbankirî paristgehê teze kirin (2 Padş. 12:4, 5). Qirna yekêda, Mesîhî bihîstin ku Cihûstanêda xelayî destpêdibû û xûşk-birara alîkarî lazim e. Lema jî wana xwera qirar kir, ku “ji destê kêva çiqas tê alîkariyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin” (Kar. Şand. 11:27-30).

8 Cimeta Yehowa usa jî alîkarî dida wan, yên ku rêberiya şixulê wî dikirin. Pê Qanûna Mûsa, Lêwî xweyê war nîbûn mîna berekên mayîn. Lê Îsraêlî ji hebûka xwe dehek didane Lêwîya, û ew yek alî wan dikir wekî hiş-aqilê xwe bi temamî bidine ser xizmetiya xwe (Jimar 18:21). Mîna vê yekê, qirna yekêda jin bi merdanî Îsara û şandiyara “bi hebûka xweva . . . berdestî dikirin” (Lûqa 8:1-3).

9. Berê çi cûreyî qurban dikirin?

9 Belê, cûrê qurbankirinê ku xizmetkarên berê dikirin, ji hev cude dibûn. Çaxê Îsraêlî beriyêda qurban anîn seva avakirina kon, diqewime wana ew tişt anîn, kîjan ku ji Misirê tevî xwe biribûn (Derk. 3:21, 22; 35:22-24). Qirna yekêda, hine Mesîhî hebûka xwe difirotin, mesele erdê xwe yan jî malên xwe, û ew pere didane şandiya. Şandî jî ew pere didane xebatê bona xûşk-birên ku hewce bûn (Kar. Şand. 4:34, 35). Lê yên din pere başqe dikirin û timê qurban dikirin seva piştgiriya şixulê Xwedê bikin (1 Korn. 16:2). Wî cûreyî hemû meriv, hin merivên dewletî hin jî yên kesîb aliyê xweda dikaribûn qurbana bikin (Lûqa 21:1-4).

QURBANKIRIN ROJA ÎROYÎN

10, 11. a) Çawa em dikarin çev bidine merdaniya xizmetkarên berê? b) Hûn çi difikirin derheqa vî qedirî ku dikarin piştgiriya şixulê Padşatiyê bikin?

10 Îro jî dibeke ji me bê xwestinê ku bona proêktekî mexsûs qurbana bikin. Mesele, dibeke civata we dixwaze Oda Civata teze ava ke yan jî teze bike. Usa jî dibeke pere lazim e seva fîlîala we teze kin, yan jî xercê civata mezin dadin, yan jî alîkarî bidine xûşk-bira wedê teşqelên tebiyetê. Qurbankirinên me usa jî alîkarî didine mîsyonêra, pêşengên mexsûs, berpirsiyarên mihalê, xizmetkarên fîlîala sereke û usa jî fîlîalên din nav temamiya dinyayê. Civata we usa jî dibeke timê pere dişîne bona avakirina Odên Civata û civatên mezin, seva xûşk-birên nav temamiya dinyayê karê bistînin.

11 Her kes ji me dikare aliyê xweda piştgiriya şixulê Yehowa bike, kîjan ku wan rojên axiriyêda tê kirinê. Çaxê em pere qurban dikin qutiyên Oda Civatêda yan jî malpera me jw.org-da, em tu kesîra navêjin ku me pere qurban kiriye. Dibeke em difikirin wekî perê ku em qurban dikin, qe tiştekî nîne çimkî hindik e. Lê bi rastiyê heçî zef perê qurbankirî ku têne teşkîletê, bi saya qurbankirinên hindik top dibin, ne ku çend qurbankirinên mezin. Xûşk-birên me, hela hê yên destteng jî, mîna merivên Mekedonî ne, kîjan ku “kesîbiya xweye giranda jî”, bi dil û can bi merdaniyê qurbana dikirin (2 Korn. 8:1-4).

12. Çawa teşkîleta me qurbankirina xerc dike?

12 Ew yek ku çawa Koma Rêberiyê perê teşkîletê xerc dike, aminî û serwaxtî dide kifşê (Met. 24:45). Ewana dua dikin, wekî wan pera ku têne qurbankirinê rast xerc kin (Lûqa 14:28). Wedê berê, merivên amin yên ku cabdar bûn bona tiştên qurbankirî, dîna xwe didan wekî ew tişt xût tenê bona şixulê Yehowa bêne xerckirinê. Mesele, Ezra ji Padşê Farisî vedigeriya Orşelîmê pê tiştên qurbankirî, dêmek zêr, zîv û tiştên dine qîmet. Bahê wan tişta îro 100 mîlyon dolara zêdetir e. Ezra hesab dikir ku ew tiştên qurbankirî xût bona Yehowa bûn, û ewî rêberî kir seva ew tiştên qîmet unda nebin, çimkî riyên wêderê xof bûn (Ezr. 8:24-34). Qirna yekêda, Pawlosê şandî pere top kir, wekî alîkarî bide xûşk-birên Cihûstanêda. Ewî aliyê xweda her tişt kir seva ew pere rast bê xerckirinê, “ne ku tenê li ber Xudan, lê li ber meriva jî”. (Bixûne 2 Korintî 8:18-21.) Îro jî teşkîleta me çev dide Ezra û Pawlosê şandî vê yekêda, ku rast û bi aqilayî qurbankirina xerc dike.

13. Çira teşkîleta meda guhastin hatine kirinê?

13 Malbet dikare guhastina bike, wekî perê xwe gelek xerc nekin, yan jî emirê xwe diha hêsa kin, seva hê zêde Yehowara xizmet kin. Dikarin bêjin teşkîleta Yehowa jî vê yekê dike. Salên paşwextiyêda, hebûn gelek proêktên teze, û çend cara pere hê zêde hate xerckirinê, ne ku çiqas hate standinê. Lema jî teşkîlet her tiştî dike wekî xerc diha kêm bin û xebat jî sivik be. Bi wî cûreyî pê perê weyî qurbankirî ku hûn bi merdaniyê didin, hê zêde şixul tê kirinê.

KAR JI QURBANKIRINÊN WE

Qurbankirinên te alîkariyê didine şixulê meyî hemdinyayê (Binihêre abzasa 14-16)

14-16. a) Qurbankirinên we bona çi têne xebitandinê? b) Hûn çi karê distînin ji wan tişta ku pê perê qurbankirî têne kirinê?

14 Gelek xûşk-birên me yên ku êpêce wext nava rastiyêda nin, dibêjin ku ji teşkîleta me tu car haqas zef pêşkêşên ruhanî nestandibûn. Bifikirin, îro bal me heye malpera jw.org û usa jî JW Brodkastîng. Xêncî vê yekê, ser gelek zimana “Welgerandina Dinya Teze” hatiye derxistinê. Hin jî sala 2014/2015-da, nav temamiya dinyayêda 14 şeherada, civata mezine sê rojî ya hemdinyayê derbaz bû, bi navê “Berê Pêşin Padşatiya Xwedê Bigerin”. Ewên ku hatin ser vê civatê, şabûneke gelek mezin standin.

15 Gelek xûşk-bira gotin ku ewana zef razî ne seva wan tişta, kîjan ku ji teşkîleta Yehowa distînin. Mesele, derheqa JW Brodkastîngê, jin-mêrek ku Asyayêda xizmet dikin, nivîsîn: “Em hatine kifşkirinê şeherekî biçûkda. Cara em xwe tenê texmîn dikin çimkî dûr dimînin, û bîr dikin ku şixulê Yehowa çiqas mezin e. Lê gava em ser JW Brodkastîngê cûre-cûre programa dinihêrin, em tînin bîra xwe wekî em para biratiya hemdinyayê ne. Xûşk-birên meyî delal vê mihalêda, gelek şa dibin çaxê JW Brodkastîngê dinihêrin. Gelek car ewana mera dibêjin ku paşî Brodkastîngê, ewana xwe hê nêzîkî Koma Rêberiyê texmîn dikin. Niha ewana diha firnaq dibin ku nava teşkîleta Xwedêda nin”.

16 Nav temamiya dinyayê, weke 2 500 Odên Civata têne avakirinê yan jî tezekirinê. Endemên civata Hondûras, çaxê Oda Civata xweye teze destpêkirin bidine xebatê, nivîsîn: “Em bi rastiyê gelek bextewar in ku em jî dikevine nava malbeta Yehowa, û em biratiya xweye hemdinyayêra şa dibin, çimkî bi saya vê yekê xwestina dilê me hate sêrî ku Oda Civata teze bal me heye”. Gelek xûşk-birên me usa jî razî ne seva Kitêba Pîroz û edebyeta, kîjan ku ser zimanê wan hatine welgerandinê. Gelek jî razî ne seva alîkariya wedê teşqelên tebiyetê, û usa jî bona xizmetiya pê stênda, kîjan ku berên baş tîne.

17. Em ji ku zanin wekî Yehowa piştgiriya teşkîleta xwe dike?

17 Gelek merivên ku ne Şedên Yehowa ne, nikarin bawer kin wekî hemû şixul ku em dikin, tenê pê qurbankirina rezedilî têne kirinê. Carekê dîrêktorê kompaniyeke mezin hate ciyên ku edebyetên me têne neşirkirinê. Ew gelek ecêbmayî ma wekî hemû şixul xûşk-bira bi rezedilî dikin, pê qurbankirinên rezedilî, û bê topkirina pera. Ewî got wekî çi ku em dikin, ew tiştekî nebûyî ye. Rastî jî usa ne! Em zanin ku ew hemû şixul tenê pê alîkariya Yehowa pêşda diçe (Îb. 42:2).

MERDANÎ KEREMA TÎNE

18. a) Em çi kerema distînin çaxê piştgiriya şixulê Padşatiyê dikin? b) Ça em dikarin zarên xwe û yên teze hîn kin wekî şixulê Xwedêda merd bin?

18 Yehowa mecal û qedirekî mezin da me, ku em dikarin piştgiriya şixulê wî bikin. Ew soz dide me ku hergê em piştgiriya Padşatiya wî bikin, ew wê ese me kerem ke (Malx. 3:10). Yehowa usa jî soz dide wekî merivê merd, wê pêşda here. (Bixûne Metelok 11:24, 25.) Çaxê em merd in em bextewar dibin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje “xwezî li dayîya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35). Pê xeberdan û kirên xwe, em usa jî dikarin zarên xwe û yên ku teze hatine nava rastiyê hîn kin, wekî şixulê Xwedêda merd bin û gelek kerema bistînin.

19. Ev gotar çida we hêlan kir?

19 Her tişt çi ku bal me heye, ji Yehowa ye. Û çaxê em paşda wan tişta didine wî, bi vê yekê em didine kifşê ku wî hiz dikin û qîmet dikin her tişt ku ew bona me dike (1 Dîr. 29:17). Çaxê Îsraêlî qurban anîn seva avakirina paristgehê, ewana çi jî “bi dilê xweva pêşkêşî kirin kêfxweş bûn, ji ber ku bi hemûya dilê xwe ji Xudanra pêşkêş kirin” (1 Dîr. 29:9). De werên em jî bi dil şa bin û lezetê bistînin ku Yehowara, dêmek xweyê her tiştîra, wan tişta bidin kîjan ku ji destê wî tên.