Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Firqiya Orta Meriva Bivînin

Firqiya Orta Meriva Bivînin

“Hûnê . . . firqiya orta merivê rast û merivê xirab bivînin” (MALX. 3:18, DT).

KILAMÊN: 127, 101

1, 2. Îro cimeta Xwedê rastî kîjan çetinayê tê? (Binihêre şiklê ewlin.)

GELEK hekîm dixebitin dor berê wan meriva yên ku bi nexweşîke usa nexweş in, kîjan ku dikare derbazî merivên din be. Hekîm miqatî nexweşa dibin, çimkî dixwazin alî wan bikin. Lê ewana gerekê xwe xwey kin çaxê wan nexweşa qenc dikin, û fesal bin wekî ev nexweşî derbazî wan nebe. Mîna vê yekê, îro em jî dijîn û dixebitin tevî wan meriva, yên ku bi sîmbolîk nexweş in bi wan nêt-fikira û xeyset-hunura, kîjan ku Xwedê qebûl nake. Ev yek dikare çetinayê pêşda bîne.

2 Wan rojên axiriyêda, meriv qanûn û prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Pawlosê şandî nema Tîmotêyo dudada gilî dike derheqa xeyset-hunurên wan meriva, yên ku Xwedê hiz nakin. Em çiqas hê nêzîkî axiriyê dibin, ev xeyset-hunur hê belabûyî dibin. (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:1-5, 13.) Rast e ew xeysetên xirab bona me ecêb in, lê yeke dikare usa biqewime ku fikir û rabûn-rûniştina wan meriva ser me hukum kin (Metlk. 13:20). Vê gotarêda, emê şêwir kin ku çawa ew hunurên xirab cude dibin ji wan hunura, kîjan ku cimeta Xwedê dide kifşê. Emê usa jî bivînin ku çawa em dikarin xwe xwey kin, wekî ev hunur nav meda şîn nebin, û usa jî çawa alî meriva bikin aliyê ruhanîda.

3. Nema 2 Tîmotêyo 3:2-5-da derheqa kê tê gotinê?

3 Pawlos nivîsî ku “rojêd axiriyêda” wê “zemanêd xirab” bin. Paşî vê yekê Pawlos 19 xeyset-hunurên xirab rêz dike, kîjan ku rojên axiriyêda meriv wê bidine kifşê. Besa wan xeyset-hunura Pawlos usa jî Romayî 1:29-31-da dike, lê nema Tîmotêyora Pawlos xeberên usa dide xebatê ku Nivîsarên Yûnanîda tu cîkî tune. Pawlos pêşiya ku wan hunura rêz ke, ew giliyên xwe destpêdike bi wan xebera: “Merivê bibine”. Lê ew xeyset-hunur ne hemû meriv didine kifşê, çimkî hunurên Mesîhiya cude dibin. (Bixûne Malaxî 3:18.)

EM ÇA SER XWE DINIHÊRIN?

4. Ça hûn difikirin çi tê hesabê kubarî?

4 Çaxê Pawlos got ku meriv wê bibine xwehiz û perehiz, ewî nivîsî ku meriv wê usa jî bibine kubar, babax û xwerazî. Merivên bi wan hunura difikirin wekî ewana ji yên din baştir in çimkî ewana aqil in, bedew in, dewletî ne, yan jî nav û deng in. Merivên wî cûreyî dixwazin wekî gişk wana bilind kin û payê wan bidin. Zandarekî derheqa merivê qure nivîsî: “Dilê wîda qurbangeheke biçûk heye, kîderê ku ew serê xwe ber xwe datîne”. Hine meriv dibêjin ku qurebûn xeyseteke usa mirdar e, wekî hela hê merivên kubar jî hiz nakin çaxê nav merivên mayînda qurebûnê divînin.

5. Hine xizmetkarên amin çawa ketine ber bayê kubariyê?

5 Kubarî, dêmek qurebûn ber çevê Yehowa reş e. Kitêba Pîroz dibêje wekî ew “çevêd kubar” nefret dike (Metlk. 6:16, 17). Bi rastiyê kubarî meriva ji Xwedê dûr dixe (Zeb. 10:4). Ew xeysetekî Mîrê-cina ye (1 Tîmt. 3:6). Yazix, lê hela hê hine xizmetkarên amin jî bûne qure. Mesele, Padşa Ûzîya, gelek sala Yehowara amin bû. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku çaxê ew “qewatê dît, dilê wî qure bû, û bi vê yekê bela anî ser serê xwe. Ewî hindava Yehowa Xwedêyê xwe neaminî da kifşê, û kete paristgeha Yehowa seva bixûrê bişewitîne ser gorîgeha bona şewitandina bixûrê”. Wedekî Hizqiya Padşa jî bû yekî qure, lê paşê ew poşman bû û xwe nimiz kir (2 Dîr. 26:16, DT; 32:25, 26).

6. Çira Dawid dikaribû bibûya yekî qure, lê çira ew nebû yekî usa?

6 Hine meriv qure bûne ji bo bedewbûna xwe, yan jî çimkî nav û deng in, aliyê mûsîkîda hoste ne, fîzîkîda qewî ne, yan jî çimkî gişk wanra firnaq dibin. Bal Dawid ew her fereset hebû, lê yeke temamiya emirê xweda ew milûk ma. Çaxê ewî Golyat kuşt, Şawûl Padşa jêra got wekî dixwaze qîza xwe bide wî. Dîna xwe bidin ku Dawid ça ser vê yekê caba wî da, ewî got: “Ez kî me û jîyana min û li Îsraêlê eşîra bavê min çî ye ku ez bibim zevayê qiral [padşa]?” (1 Sam. 18:18). Gelo çi alî Dawid kir ku milûk bimîne? Dawid zanibû ku her hunur, fereset, û qedir-hurmet ku bal wî hebûn ji Xwedê bûn, çimkî Xwedê xwe milûk kir ku “dîna xwe” da wî (Zeb. 113:5-8). Belê, Dawid fem dikir ku her tiştên baş çi ku bal wî hene ji Yehowa ne (Beramber kin 1 Korintî 4:7).

7. Çi wê alî me bike milûk bin?

7 Mîna Dawid, îro cimeta Yehowa jî milûktî nav xweda pêşda tînin. Em metal dimînin çaxê zanin ku Yehowa, Kesê herî jorin nav dinyalikêda, milûk e (Zeb. 18:35). Em aliyê xweda dixwazin evê şîretê bidine xebatê: “Dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin” (Kols. 3:12). Hin jî em zanin wekî hizkirin “kubar nabe, pişika xweda nawerime” (1 Korn. 13:4). Çaxê em milûk in, ew yek dikare meriva berbi Yehowa bîne. Mesele, çawa jin dikare pê kirên xwe dilê mêrê xwe bikire wekî ew bê ser riya rast, usa jî meriv dikarin nêzîkî Yehowa bin çaxê bivînin milûktiya cimeta wî (1 Pet. 3:1).

ÇAWA BIN HINDAVA MERIVA?

8. a) Îro meriv ça dinihêrin ser vê yekê çaxê zar ne gura dê-bavada nin? b) Kitêba Pîroz çi temî dide zara?

8 Pawlos şirovekir ku meriv wê ça bin hindava hevdu rojên axiriyêda. Ewî got ku zar wê ne gura dê-bavada bin. Ev yek usa belabûyî ye îro, wekî hela hê kitêbada, fîlmada, û têlêvîsyonêda jî berbi neguhdariyê hêlan dikin. Neguhdarîbûn malbetê sist dike, heleqetiya orta nefera sar dike, û xirab hukum dike ser tifaqiya orta meriva. Meriv vê yekê îda berêda zanin. Mesele, Yûnanistana berêda hergê kesek dê-bavê xwe xista, ça bajarvan îzina wî kesî hemû tiştîda unda dibû. Lê Romêda hebû qanûn ku hergê kesek bavê xwe xista, ew beramberî kuştinê bû, dêmek gunekî gelek giran dihate hesabê. Çawa Nivîsarên Îbranîda usa jî Nivîsarên Yûnanîda temî hene ku zar gerekê qedirê dê-bavê xwe bigirin (Derk. 20:12; Efes. 6:1-3).

9. Çi wê alî cahila bike ku gura dê-bavê xweda bin?

9 Lê gelo ça zar dikarin çev nedine wan, yên ku ne gura dê-bavada nin? Ewana gerekê bifikirin ku dê-bav çi emek dane wan. Çaxê ewana emekê dê-bavê xwe bişêkirînin, ewana wê diha bixwazin gura wanda bin. Zar usa jî gerekê fem bikin ku Xwedê, Bavê hemûya, ji wana dewa dike wekî gura dê-bavê xweda bin. Çaxê zar derheqa dê-bavê xwe baş xeber didin, ew yek wê bona cahilên din bibe mesela baş, ku ewana jî qedirê dê-bavê xwe bigirin. Femdarî ye ku hergê dê-bav dilsar in hindava zarên xwe, zarara hê çetin e bi dil gura wan bikin. Lê çaxê zar texmîn dike wekî dê-bav wî hiz dikin, ew wê bixwaze gura wan bike hergê jî wîra çetin be. Birakî me bi navê Ostîn gilî dike: “Çaxê min dixwest tiştekî nerast bikira, dê-bavê min rêberiyên bîlan didane min, usa jî şirovedikirin temiyên ku didane min, û timê hazir bûn guh bidine min. Ev yek alî min kir ku gura wanda bimînim. Min didît ku ewana ça bona min xem dikin, û min jî aliyê xweda dixwast dilê wan şa kim”.

10, 11. a) Kîjan hunurên xirab eyan dikin ku meriv îro dilsar bûne? b) Hizkirina Mesîhiya hindava meriva çi cûreyî ye?

10 Pawlos paşê rêz dike wan hunura, kîjan ku didine kifşê kêmasiya hizkirinê. Paşê çaxê ewî got ku gelek wê “ne gura dê-bavada” bin, ewî got ku meriv wê bêşêkir bin, çi ku nîşan dike wekî meriv wê neşêkirînin qenciya hindava xwe. Pawlos usa jî got wekî meriv wê bibine heram, dêmek neamin. Ewana wê bêrem bin, ew tê hesabê wekî ewana wê ne jî bixwazin edilayê çêkin û tevî meriva li hev bên. Ewana wê kifir û nemam bin, û bi xeberdana xwe wê kifiriya meriva bikin û hela hê Xwedê jî. Meriv usa jî wê bibine buxdanbêj, dêmek ewên ku pê derewiyê û şeravîtinê, navê meriva xirab dikin. *

11 Rast e vê dinyayêda kêmasiya hizkirinê heye, lê xizmetkarên Yehowa bi hizkirina helal eyan in. Ew yek timê usa bû. Îsa got wekî Qanûna Mûsada temiya pêşin û here mezin ew heye ku Xwedê hiz bikin, û temiya duda meriva hiz bikin. Ev cûrê hizkirina “agapê” ye (Met. 22:38, 39). Îsa usa jî got wekî Mesîhiyên rast wê bi hizkirinê hindava hevdu eyan bin. (Bixûne Yûhenna 13:34, 35). Mesîhî hela hê jî wê eyan bûna bi wê yekê ku dijminê xwe hiz bikin (Met. 5:43, 44).

12. Çawa Îsa hizkirina xwe da kifşê?

12 Îsa hizkirina mezin da kifşê hindava meriva. Ewî şeher pey şeher diçû merivara mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê gilî dikir. Ewî kora, seqeta, kotiya, û ker-lala qenc dikir. Ewî miriya jî radikir (Lûqa 7:22). Rast e Îsa ber çevê gelek meriva reş bû, lê ewî hela hê jî emirê xwe da bona temamiya însanetê. Îsa bi temamî eyan kir hizkirina Bavê xwe. Nav temamiya dinyayêda, Şedên Yehowa çev didine Xwedê û Îsa, û hindava meriva hizkirin didin kifşê.

13. Çawa hizkirina me dikare meriva nêzîkî Yehowa ke?

13 Hizkirina ku em hindava meriva didine kifşê, meriva nêzîkî Bavê meyî ezmana dike. Mesele, merivekî ji Taylandê, çaxê ser civata mezine hemdinyayê hizkirina hindava xûşk-bira dît, ew yek gelek dilê wî girt. Çaxê ew vegeriya mal, ewî xwest wekî tevî wî heftê du cara hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin. Ew hemû merivê xweyî nêzîkra gilî kir derheqa mizgîniyê, û paşî civata mezin şeş meh derbaz bûn, ewî cara pêşin civatêda pê dersa xwendina Kitêba Pîroz derket. Seva xwe bicêribînin ku çawa em hizkirinê didine kifşê, wê baş be pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez mecala digerim wekî alîkariyê bidime neferên xwe, civata xwe, û usa jî merivê ku xizmetiyêda rastî min tên? Gelo ez ser meriva mîna Yehowa dinihêrim?”

GUR Û BEX

14, 15. Gelek meriv kîjan hunurên heywanî didine kifşê, û çawa hineka aliyê başda hatine guhastinê?

14 Hunurên din ku meriv wan rojên axiriyêda didine kifşê, zelal Mesîhiyara eyan dikin, wekî xwe ji merivên wî cûreyî xwey kin. Merivên bêxwedê wê neyarêd qenciyê bin, yan jî çawa welgerandinên dinda tê gotinê wê “dijminên hemû qenciyê” bin. Ewana wê xwegirtî nîbin û zulmkar bin. Hineka wê culet û serhişk bin, dêmek hêrs û bêtalaş.

15 Gelek merivên ku berê hunurên heywanî didane kifşê, aliyê başda hatine guhastinê. Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê wekî ew yek wê biqewime. (Bixûne Îşaya 11:6, 7.) Li wêderê em dixûnin derheqa heywanên beyanî, gur û şêra, yên ku edilayêda dijîn tevî heywanên malê, bex û golika. Dîna xwe bidin ku ev edilayî wê hingê be, çaxê “dinya . . . bi zanîna Xudanva tijî bibe” (Îşa. 11:9). Femdarî ye heywan nikarin derheqa Yehowa pêbihesin, lema jî ew tê hesabê ku ev pêxembertî derheqa meriva tê gotinê.

Xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz emirê meriva diguhêze! (Binihêre abzasa 16)

16. Çawa Kitêba Pîroz alî geleka kiriye ku xwe biguhêzin?

16 Îro hene gelek merivên ku hunurên heywanî didane kifşê, lê paşê hatine guhastinê. Serhatiya hine wan meriva hûn dikarin bixûnin ser malpera me jw.org, rêza gotarêda bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”. Ew merivên ku Yehowa nas kirin û jêra xizmet dikin, mîna wan meriva nînin yên ku yançi xwedênas in, lê qewata wî înkar dikin, dêmek yên ku xwe dewsa xizmetkarên Xwedê datînin, lê pê kirên wan ew yek nayê kifşê. Dewsê, ew meriv ku berê zulm bûn, “merivê nû” li ser xwe kirin, ku “kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye” (Efes. 4:23, 24). Çaxê meriv derheqa Xwedê pêdihesin, ewana têderdixin wekî wanra lazim e li gora prînsîpên wî bijîn. Paşê ewana hêlan dibin ku baweriya nerast bihêlin, hiş-aqilê xwe û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Ev guhastin hêsa nînin, lê qewata ruhê Xwedêyî pîroz, alî wan meriva dike, yên ku bi dil dixwazin qirara Xwedê bînin sêrî.

JI YÊN USA XWE DÛR BIGIRIN

17. Çawa em dikarin xwe dûr bigirin ji merivên ku xeyset-hunurên wan xirab in?

17 Firqiya orta xizmetkarên Xwedê û yên ku jêra xizmet nakin, eşkere tê kifşê. Em yên ku Xwedêra xizmet dikin gerekê miqatî xwe bin, wekî nekevine ber bayê nêt-fikirên nerast ku îro belabûyî ne. Aliyê meda wê aqilayî be evê şîreta ji Xwedê bînin sêrî, ku ji wan meriva derheqa kîjana 2 Tîmotêyo 3:2-5-da tê gotinê, xwe dûr bigirin. Belê, em bi temamî nikarin xwe ji merivên wî cûreyî xwey kin, çimkî em mecbûr in tevî wan bixebitin, yan jî herine mektebê, yan jî tevî wan bijîn. Lê em dikarin xwe dûr bigirin ji fikirên wan û çev nedine xeyset-hunurên wan. Emê vê yekê bikaribin bikin, hergê bi saya lêkolînkirina Kitêba Pîroz ruhanîda xwe qewî kin, û tevî wan hevaltiyê bikin yên ku bi dil Yehowara xizmet dikin.

18. Çawa xeberdan û kirên me dikarin aliyê ruhanîda karê bidine meriva?

18 Em usa jî gerekê aliyê ruhanîda alî merivên din bikin. Her mecale bidine xebatê seva şedetiyê bidin, ji Yehowa alîkariyê bixwazin wekî ew alî we bike rast xeber din û wede jî rast bijbêrin. Em gerekê merivara bêjin ku em Şedên Yehowa ne, çimkî wî cûreyî ewana dikarin rabûn-rûniştina meye baş bivînin, û hurmetê bidine Xwedê, ne ku me. Em hatine hînkirinê wekî “nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin û aqilda giran, bi rastiyê û xwedênasiyê bijîn li vê dinê” (Tîto 2:11-14). Hergê rabûn-rûniştina xweda em çev didine Xwedê, meriv wê dîna xwe bidine me û hinek wê hela hê bêjin jî: “Em tevî we bên, çimkî me bihîst wekî Xwedê tevî we ye!” (Zeker. 8:23, DT).

^ abz. 10 Xebera Yûnanî “dîabolos”, ku tê welgerandinê ça “buxdanbêj”, Kitêba Pîrozda tê xebitandinê ça navê Şeytan, yê ku zulm e û buxdan avîte Xwedê.