Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çi Cûre Hizkirin bi Rastî Bextewariyê Tîne?

Çi Cûre Hizkirin bi Rastî Bextewariyê Tîne?

“Xwezî li wî cimetî, ku Xwedêyê wan Yehowa ye” (ZEB. 144:15, DT).

KILAMÊN: 111, 109

1. Çira em wedekî mexsûsda dijîn?

NAVA terîxiya însanetêda, em wedekî gelek mexsûsda dijîn. Çawa Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye, Yehowa “elaleteke . . . mezin . . . ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî” top dike. Ew “cimeteke qewî ye” ku ji 8 mîlyon merivî zêdetir e. Ew meriv “şev û ro [Xwedê] dihebînin” û bextewar in (Eyan. 7:9, 15; Îşa. 60:22, DT). Tu car haqas meriv tune bûn ça îro, yên ku hin Xwedê hin jî meriva hiz dikin.

2. Merivên ku ji Xwedê dûr in, kîjan hizkirina nerast didine kifşê? (Binihêre şiklê ewlin.)

2 Kitêba Pîroz usa jî derheqa wedê me pêxembertî kiriye, ku hizkirina nerast wê belabûyî be. Ew xwehizî ye, û hizkirina wî cûreyî merivên usa didine kifşê yên ku ji Xwedê dûr in. Pawlosê şandî nivîsî: “Rojêd axiriyêda . . . merivê bibine xwehiz, perehiz, .  . . rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmt. 3:1-4). Ev cûre hizkirin tu car nakeve nava hizkirina Mesîhîtîda. Merivên xwehiz yên ku tenê pey xwestinên xwe dikevin, difikirin ku ewana bextewar in, lê usa nîne. Bi rastiyê ev hizkirin jîyîn hê çetin dike.

3. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin û çira?

3 Pawlos zanibû ku xwehizî wê belabûyî be û ku Mesîhî jî dikarin bikevine vê telikê. Lema jî ewî şîret da wekî xwe ji merivên usa “dûr” bigirin, yên ku hizkirina nerast didine kifşê (2 Tîmt. 3:5). Ev yek rast e ku em bi temamî nikarin xwe ji wana biqetînin. Lê gelo çawa em dikarin xwe xwey kin wekî nekevine ber bayê nihêrandina vê dinyayê, û dilê Yehowa şa kin, dêmek Xwedêyê hizkirinê? Were em hizkirina hindava Xwedê beramberî vê hizkirinê bikin, kîjan ku 2 Tîmotêyo 3:2-4-da tê gilîkirinê. Ew yek wê alî me bike xwe bicêribînin û hizkirina rast bidine kifşê, kîjan ku bi rastiyê meriva bextewar dike.

XWEDÊHIZÎ YAN XWEHIZÎ?

4. Çira xirab nîne hergê em bi cûrê rast xwe hiz dikin?

4 Pawlos nivîsî: “Merivê bibine xwehiz”. Lê gelo ew xirab e wekî xwe hiz bikin? Na, ew tiştekî tebiyetî ye, û hela hê jî lazim e. Yehowa em usa efirandine. Îsa got: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Marq. 12:31). Bi rastiyê usa ne, hergê em xwe hiz nekin, emê nikaribin meriva hiz bikin. Kitêba Pîroz usa jî dibêje: “Gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike. Çimkî bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (Efes. 5:28, 29). Dêmek, em divînin wekî çaxê em xwe hiz dikin û ev hizkirin ji sînora dernayê, vê yekêda tiştekî xirab tune.

5. Gilî kin ku merivên xwehiz çi cûreyî ne.

5 Xwehizî derheqa kîjanî 2 Tîmotêyo 3:2-da tê gotinê, ev hizkirina nerast e. Merivên ku xwe gelek hiz dikin, ji vê zêdetir ser xwe difikirin, ne ku çiqas ji wan dikeve. (Bixûne Romayî 12:3.) Emirê xweda ewana tenê derheqa xwe difikirin, lê derheqa merivên din qe xem nakin. Çaxê ewana tiştekî nerast dikin, ewana gunê xwe dikine stûyê kesekî din, çimkî naxwazin cabdar bin bona kirên xwe. Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz merivên xwehiz beramberî jûjû kir, kîjan ku xwe gilor dike, germêda xwe xwey dike û xwexa xwera ye, lê yên dinra tenê striyên xwe nîşan dike. Belê, merivên ku tenê bona xwe difikirin, bi rastiyê bextewar nînin.

6. Xwedêhizî kîjan hunura pêşda tîne?

6 Hine zandarên Kitêba Pîroz dibêjin ku Pawlos pêşiyê derheqa xwehiziyê got, çimkî hema ev hunur pêşda tîne wan hunurên xirab, kîjan ku paşê Pawlos rêz dike. Lê merivên ku Xwedê hiz dikin, xeyset-hunurên din nîşan dikin. Kitêba Pîroz dibêje ku hizkirin hindava Xwedê wan hunura pêşda tîne: Şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî, milûktî û xwegirtin (Galt. 5:22, 23). Zebûrbêj nivîsî: “Xwezî li wî cimetî, ku Xwedêyê wan Yehowa ye” (Zeb. 144:15, DT). Yehowa Xwedêyê bextewar e, û cimeta wî jî bextewar e. Xizmetkarên Yehowa mîna merivên xwehiz nînin, yên ku tenê kara xwe digerin, lê ewana şabûnê distînin çimkî bona merivên din xem dikin (Kar. Şand. 20:35).

Ça nebine xwehiz, perehiz, û rihetîhiz? (Binihêre abzasa 7)

7. Kîjan pirs wê alî me bikin hizkirina xwe hindava Xwedê bicêribînin?

7 Lê ça em dikarin têderxin ku em gelek xwehiz dibin û hizkirina me hindava Xwedê sist dibe? Dîna xwe bidin ku çi tê gotinê Fîlîpî 2:3, 4-da: “Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire. Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere”. Wê kêrhatî be em pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez evê şîretê emirê xweda didime xebatê? Gelo ez bi dilê xwe dixwazim qirara Xwedê bînim sêrî? Gelo ez mecala digerim seva alî meriva bikim, çawa civatêda usa jî xizmetiyêda?” Hêsa nîne timê wede û qewata xwe ser merivên din xerc kin, lema jî lazim e em xwe hinekî bidine cefê û tiştekî ji xwe kêm kin. Tu tişt usa me bextewar nake, çawa zanebûna vê yekê ku Xwedêyê Herî Jorin me qebûl dike.

8. Hizkirina hindava Xwedê hineka berbi çi hêlan kiriye?

8 Hizkirina hindava Xwedê, hine Mesîhiya hêlan kiriye wekî xebateke usa bihêlin, ku dikaribû wana dewletî kira. Gelo çira? Çimkî wana dixwest hê zêde Xwedêra xizmet kin. Êrîka ya ku Amerîkayêda dijî, hekîm e. Lê dewsa ku vê yekêda pêşda here û bibe yeke navdar, ew bûye pêşeng û tevî mêrê xwe çend welatada xizmet kiriye. Dîna xwe bidin ew çi dibêje: “Em alîkariyê didin deşta zimaneke xerîbda, û bal me gelek qewimandinên hewas hene, hin jî me gelek heval xwera dîtin. Ew hemû tişt bi rastiyê emirê me dewletî kiriye. Ez heta niha ça hekîm dixebitim, lê ez diha zef wede û qewata xwe xerc dikim, wekî meriva ruhanîda qenc kim û civatêda çida hewcetî heye komekê bidim. Ew yek dilê min bi şabûnê tije dike û dilrihetiyê dide min”.

HEBÛK EZMÊNDA YAN HEBÛK SER ERDÊ?

9. Çira perehizî meriva bextewar nake?

9 Pawlos nivîsî wekî meriv wê bibine “perehiz”. Çend salên paşwextiyê, birakî me ji Îrlendê ku pêşeng e, tevî mêrikekî derheqa Xwedê xeber da. Ewî mêrikî kîsika xwe hilda, ber wî pere têda derxist û bi qurebûnê gotê: “Ev e xwedayê min!”. Rast e dibeke gelek meriv usa eyan vê yekê navêjin, lê vê dinyayêda gelek merivên usa hene, yên ku pera hiz dikin û tiştên ku pê pera dikarin bikirin. Lê Kitêba Pîroz me şîret dike: “Yê ku zîv hiz dike têrî zîv û yê ku zêdeyîyê hiz dike têr . . . nabe” (Waîz 5:10). Merivên wî cûreyî pê pera wê têr nebin, çimkî hê zêde û zêde dixwazin, û wedê xwe xerc dikin seva hê zêde top kin. Lê axiriyêda ewana dibine xweyê “kul-derda” (1 Tîmt. 6:9, 10).

10. Kitêba Pîroz derheqa kesîbiyê û dewletiyê çi dibêje?

10 Me her kesîra pere lazim e. Pere hine tiştada me xwey dikin (Waîz 7:12). Lê gelo meriv dikare bi rastî bextewar be, hergê perê wî tenê têra hewcê wî dike? Belê dikare! (Bixûne Waîz 5:12.) Zebûrbêj bi navê Agûr, kurê Yaqehê, dua kir: “Ne min belengaz ke, ne jî dewletî ke, pê nanê rojê Tu min têr ke”. Em dikarin fem kin çira ewî got ku naxwaze gelek kesîb be. Paşî wan giliya ewî şirovekir ku ew nedixwest diziyê bike û bi vê yekê navê Xwedê bêhurmet ke. Lê çira ewî dua kir wekî naxwaze dewletî be? Ewî nivîsî: “Nebe ku ez têr bim, Te înkar kim û bêjim: ‘Xudan kî ye?’” (Metlk. 30:8, 9). Dibeke we xwexa merivên usa dîtiye, bona kîjana hebûk xweyîxudan e, ne ku Xwedê.

11. Derheqa pera Îsa çi şîret da?

11 Ewên ku pere hiz dikin, nikarin Xwedê xweş bên. Îsa got: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin”. Îsa usa jî got: “Li ser dinê xiznê xwera necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin. Lê xiznê xwera li ezmên bicivînin. Li wê derê zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin nadizin” (Met. 6:19, 20, 24).

12. Emirê hêsa xizmetiya Yehowada çida alîkariyê dide? Meselê bînin.

12 Gelek xizmetkarên Xwedê bi emirekî hêsa dijîn. Wana fem kir ku ew yek wana ne ku tenê bextewar dike, lê hin jî hê zêde wedê wan dimîne bona xizmetkirina Yehowara. Birakî me bi navê Jak yê ku Amerîkayêda dijî, xaniya xweye mezin û bîznêsa xwe firot, çimkî zanibû wekî usa ewê bikaribe mîna jina xwe ça pêşeng xizmet ke. Ew gilî dike: “Usa çetin bû mala xwe û erdê xwe bifiroşim, kîjan ku cîkî gelek bedew û xweşda bû. Lê bi sala ez seva problêmên xebatêda, dilteng dihatime mal. Lê jina min ku pêşeng e, timê yeke şa bû. Ewê minra digot: ‘Mezinê xebata min, kesê herî bilind e!’ Niha ez û jina min ça pêşeng xizmet dikin, û em herdu jî bona Yehowa dixebitin”.

Ça nebine xwehiz, perehiz, û rihetîhiz? (Binihêre abzasa 13)

13. Ça em dikarin nihêrandina xwe ser pera bicêribînin?

13 Seva em xwe bicêribînin ku hindava perada em çawa nin, em gerekê helal xwe bicêribînin û pirsên usa bidine xwe: “Gelo pê emirê min tê kifşê wekî ez tînim sêrî giliyên Kitêba pîroz derheqa pera? Gelo emirê minda pere ciyê pêşin digire? Gelo bona min tiştên matêrîalî diha qîmet in, yan heleqetiya min tevî Yehowa û meriva? Gelo ez bi rastiyê îtbariya xwe Yehowa tînim, wekî ew bona hewcên min wê xem bike?” Em dikarin dudilî nebin wekî Yehowa wê tu car wana nahêle, yên ku baweriya xwe wî tînin (Met. 6:33).

EM XWEDÊHIZ IN YAN RIHETÎHIZ IN?

14. Kîjan e nihêrandina rast derheqa rihetiyê?

14 Ça hatibû pêxembertîkirinê, gelek meriv îro “rihetîhiz” in. Bi rastiyê tiştekî xirab wê yekêda tune, wekî emirê xwera şa bin û rihet bin. Lê ferz e rast ser wê yekê binihêrin. Yehowa naxwaze wekî em her tiştî ji xwe kêm kin, hêsa nebin, û xwera wede derbaz nekin. Kitêba Pîroz xizmetkarên aminra dibêje: “Here bi kêfxweşiyê nanê xwe bixwe û bi dilê qenc xemra xwe vexwe” (Waîz 9:7).

15. Derheqa kîjan cûrê hizkirinê 2 Tîmotêyo 3:4-da tê gotinê?

15 Tîmotêyo duda 3:4-da, tê gotinê derheqa merivên rihetîhiz, emirê kîjanada bona Xwedê cî tune. Dîna xwe bidin ku vê rêzêda nayê gotinê, wekî ew meriv, ji Xwedê zêdetir wê rihetiyê hiz bikin. Lê rêzêda tê gotinê ku meriv wê rihetîhiz bin, “ne ku Xwedêhiz. Zandarekî nivîsî: “Ev [rêz] nayê hesabê wekî hizkirina wan hindava Xwedê hinekî heye. Ew tê hesabê wekî ewana qe Xwedê hiz nakin”. Rastî jî ew yek bona merivên rihetîhiz şîreteke ferz e seva haş ji xwe hebin. Kitêba Pîroz dibêje ku merivên rihetîhiz, “şabûna vî emirîva mijûl dibin” (Lûqa 8:14).

16, 17. Derheqa rihetiyê Îsa çi mesele hîşt?

16 Îsa nihêrandina rast nîşan kir hindava rihetiyê. Ew çû “dewatê” û usa jî ça mêvan diçû ser nanxwarinê (Yûhn. 2:1-10; Lûqa 5:29). Dewatêda ewî bi keremet av kire şerav. Carekê jî, çaxê cimet wî sûcdar kir bona xwarin-vexwarinê, Îsa nihêrandina wanî nerast wanra eşkere kir (Lûqa 7:33-36).

17 Lê emirê Îsada rihetî tu car ciyê pêşin nedigirt. Bona wî Yehowa ser ciyê pêşin bû, û ewî bona meriva heyfa xwe wede û qewata xwe nedianî. Seva însanetê xilaz ke, ew bi rezedilî çerçirî û ser stûna cefayê mir. Ewên ku dixwestin pey Îsa herin, Îsa wanra got: “Xwezî li we, gava bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûre buxdan li we bikin. Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e. Bi vî cûreyî pêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin” (Met. 5:11, 12).

Ça nebine xwehiz, perehiz, û rihetîhiz? (Binihêre abzasa 18)

18. Kîjan pirsa em dikarin bidine xwe seva nihêrandina xwe hindava rihetiyê bicêribînin?

18 Lê em ça dikarin nihêrandina xwe derheqa rihetiyê bicêribînin? Wê kêrhatî be pirsên usa bidine xwe: “Gelo bona min wedederbazkirin ciyê pêşin digire, yan civat û xizmetî? Gelo ez hazir im xwe ji hine tişta kêm kim, seva Xwedêra xizmet kim? Çaxê ez dijbêrim ku çawa wedê xwe derbaz kim, gelo ez difikirim ku Yehowa ça dinihêre ser bijartina min?” Hergê em bi rastiyê Xwedê hiz dikin, emê fesal bin û xwe ne ku tenê ji wan tişta dûr bigirin kîjan ku wî xweş nayên, lê usa jî ji wan tişta ku em difikirin wekî dikarin wî xweş neyên. (Bixûne Metta 22:37, 38.)

BEXTEWARIYA RAST

19. Kîjan meriv nikarin bi rastiyê bextewar bin?

19 Paşî 6 000 salên terîxiya însanetê, dinya Şeytan nêzîkî xilaziyê bûye. Erd bi merivên xwehiz, perehiz û rihetîhiz tije ye. Emirê wan merivada xwestinên wan ciyê pêşin digirin û ewana tenê kara xwe digerin. Merivên wî cûreyî nikarin bi rastiyê bextewar bin. Zebûrbêj nivîsî: “Xwezî bi wan ku alîkarê wan Xwedayê Aqûb e, hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e” (Zeb. 146:5, ÎM).

20. Hizkirina hindava Xwedê ça te bextewar dike?

20 Hizkirin hindava Xwedê nava cimeta Yehowada diha mezin û mezin dibe, û merivên vî cûreyî jî her sal zêde dibin. Ew yek îzbat dike wekî Padşatiya Xwedê serwêrtiyê dike, û ku ew wê zûtirekê ser erdê gelek kerema bibarîne, kîjan ku em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe. Şabûna rast û dirêj em hingê distînin, çaxê qirara Xwedê tînin sêrî, û zanin ku em dilê yê Herî Jorin şa dikin. Ewên ku Yehowa hiz dikin wê heta-hetayê şa bin! Gotara dinda emê şêwir kin derheqa hine hunura kîjan ku ji xwehiziyê pêşda tên, û emê bivînin wekî çawa ew hunur cude dibin ji hunurên xizmetkarên Yehowa.