Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bîranîn Cimeta Xwedê Dike Yektiyê

Bîranîn Cimeta Xwedê Dike Yektiyê

“Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne!” (ZEB. 133:1).

KILAMÊN: 18, 14

1, 2. Sala 2018-da kîjan qewimandin wê yektiyê bîne, û çira? (Binihêre şiklê ewlin.)

SALA 2018, 31 Adarê, çaxê ro here ava, bi mîlyona meriv nav temamiya dinyayê wê top bin bona cejinê ku salê carekê derbaz dibe. Vê êvarê Şedên Yehowa û gelek merivên din wê bêne ser Êvara Bîranîna mirina Îsa. Her sal ev cejin cimeta Xwedê dike yektiyê. Tu cejin ser erdê yektiya usa nayne!

2 Bidine ber çevê xwe ku Yehowa û Îsa çiqas şa dibin çaxê dîna xwe didin, ku vê rojê sihet pey sihetêra nav temamiya dinyayê, bi mîlyona meriv têne ser vê qewimandina mexsûs. Kitêba Pîroz pêşda pêxembertî kir ku “elaleteke usa mezin, ku tu kesî [nikaribûya] bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî”, wê bi dengê bilind bikine gazî: “Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser text rûniştî ye û ji destê wî Berxî ye” (Eyan. 7:9, 10). Çiqas baş e wekî bi saya Êvara Bîranînê ku her sal derbaz dibe, Yehowa û Îsa têne rûmetkirinê!

3. Vê gotarêda emê caba kîjan pirsa pêbihesin?

3 Vê gotarêda emê caba wan pirsa pêbihesin: 1) Em ça dikarin bona Bîranînê xwe hazir kin? 2) Çawa Bîranîn cimeta Xwedê dike yektiyê? 3) Çawa xût em xwexa dikarin yektiyê xwey kin? 4) Gelo wê hebe Bîranîna paşin?

ÇAWA XWE BONA BÎRANÎNÊ HAZIR KIN Û KARÊ BISTÎNIN

4. Çira ferz e ku em bêne ser Êvara Bîranînê?

4 Çira ferz e ku em bêne ser Êvara Bîranînê? Menîk ew e ku civîn para hebandina me ye. Bêşik, Yehowa û Îsa dîna xwe didine wan, yên ku aliyê xweda her tiştî dikin seva bêne ser vê civîneke lape ferz. Belê, em dixwazin wekî Yehowa û Îsa bivînin ku emê ese bêne ser Êvara Bîranînê, xêncî vê meniyê hergê sihet-qewata me wê nehêle yan jî hergê dereceke giranda bin. Çaxê em pê kirên xwe nîşan dikin wekî civînên seva hebandinê bona me ferz in, em dîsa mecal didine Yehowa seva navê me kitêba “bîranînêda” xwey ke. Ew kitêb usa jî tê navkirinê “kitêba jîyînê”. Vê kitêbêda Yehowa navê wan meriva dinivîse, kîjanara ew dixwaze jîyîna heta-hetayê bide (Malx. 3:16; Eyan. 20:15).

5. Pêşiya roja Bîranînê, ça em dikarin baweriya xwe bicêribînin?

5 Heftiyên pêşiya Êvara Bîranînê, wê kêrhatî be ku wede xwera başqe kin, seva dua bikin û kûr bifikirin derheqa heleqetiya xwe tevî Yehowa. (Bixûne 2 Korintî 13:5.) Lê çawa vê yekê bikin? Baweriya xwe bicêribînin. Wê baş be pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez bi rastiyê bawer dikim ku ez nava vê teşkîletêda me, bi saya kîjanî Yehowa qirara xwe tîne sêrî? Gelo ez her tiştî dikim seva mizgîniyê bela kim û meriva hîn kim? Gelo pê kirên min tê kifşê wekî ez bawer dikim ku rojên axiriyêda dijîm, û ku xilaziya hukumê Şeytan nêzîk e? Gelo ez îro jî qayîm îtbariya xwe Yehowa û Îsa tînim, çawa destpêka xizmetiya xwe Xwedêra?” (Met. 24:14; 2 Tîmt. 3:1; Îbrn. 3:14). Hergê em ser pirsên wî cûreyî bifikirin, ew yek wê alî me bike ku dilê xwe bicêribînin.

6. a) Ça em dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin? b) Rûspîk çawa her sal xwe hazir dike bona roja Bîranînê? Hûn jî ça dikarin mîna wî xwe hazir kin bona vê rojê?

6 Dîsa ça hûn dikarin xwe hazir kin bona roja Bîranînê? Bixûnin gotarên derheqa Êvara Bîranînê, û bifikirin ser. (Bixûne Yûhenna 3:16; 17:3.) Jîyîna heta-hetayê em dikarin tenê hingê bistînin, hergê Yehowa “nas kin”, û baweriya xwe Îsa bînin, dêmek Kurê Wîyî tayê tenê. Seva xwe bona Bîranînê hazir kin, hûn dikarin xwera gotara bijbêrin seva lêkolînkirinê, kîjan ku alî we bikin hê nêzîkî Yehowa û Îsa bin. Dîna xwe bidine mesela birakî me, ku gelek wext rûspî ye. Îda gelek sal e ew gotarên ji “Birca Qerewiliyê” top dike, kîjan ku xût derheqa Êvara Bîranînê ne, û derheqa hizkirina Yehowa û Îsa hindava meda. Heftiyên pêşiya roja Bîranînê, ew bira evan gotara dîsa dixûne, û kûr difikire ku ev cejin çiqas ferz e. Wede derbaz dibe û ew dîsa gotarek yan dudu zêde dike. Ew rûspî têderxist wekî her sal ew tiştên teze pêdihese çaxê wan gotara dixûne, û usa jî difikire ser rêzên Kitêba Pîroz ku Êvara Bîranînêva girêdayî ne. Lê ya lape ferz ew e, ku ew divîne wekî çawa her sal hizkirina wî hindava Yehowa û Îsa hê qewî dibe. Hergê hûn jî pêşiya roja Bîranînê wî cûreyî lêkolîna bikin, hizkirin û razîbûna we jî hindava Yehowa û Îsa wê diha qewî be, û ji roja Bîranînê hûnê hê zêde karê bistînin.

ÊVARA BÎRANÎNÊ ALÎ ME DIKE YEKTIYÊDA BIN

7. a) Wedê Êvara Şîva Xudan ya pêşin, Îsa derheqa çi dua kir? b) Çi dide kifşê ku Yehowa caba duayê Îsa da?

7 Wedê Êvara Şîva Xudan ya pêşin, Îsa dua kir ku hemû şagirtên wî wê bibine yek, çawa Îsa tevî Bavê xwe yektiyêda ne. (Bixûne Yûhenna 17:20, 21.) Yehowa bi rastiyê caba duayê Kurê xweyî delal da, û niha bi mîlyona meriv bawer dikin ku Yehowa Kurê xwe şande ser erdê. Êvara Bîranînê eyan îzbat dike ku Şedên Yehowa yektiyêda nin. Merivên ji cûre-cûre mileta, ser temamiya erdê vê rojê top dibin. Hine ciyada bona geleka ew tiştekî ecêb e ku merivên ji cûre-cûre rasa tevayî top bin, hinek meriv jî difikirin ku ew ne layîq e. Lê Yehowa û Îsa usa ser vê yekê nanihêrin. Ber çevê wan ew yektî tiştekî bedew û xweş e.

8. Yehowa bi saya Hezeqêl pêxember derheqa yektiyê kîjan elametî da?

8 Em cimeta Yehowa ne, lema em ecêbmayî namînin ku yektiya me heye. Yehowa xwexa vê yekê pêxembertî kir. Dîna xwe bidine elametiya ku Xwedê bi saya Hezeqêl pêxember da. Yehowa gote Hezeqêl ku du dar tevî hev ke, dêmek dara “bona Cihûdayê” û dara “bona Ûsiv”. (Bixûne Hezeqêl 37:15-17.) “Birca Qerewiliyêda” ya meha Tîrmehê sala 2016-da, dihate şirovekirinê: “Yehowa bi Hezeqêl pêxember got ku cimeta Îsraêl, wê vegerine Erdê Sozdayî û çawa cimetek dîsa bibine yek. Ew pêxembertî usa jî hate gotinê derheqa yektiya cimeta Xwedê, wedê rojên axiriyêda”.

9. Her sal wedê Êvara Bîranînê pêxembertiya Hezeqêl derheqa yektiyê ça tê sêrî?

9 Destpêka sala 1919, Yehowa Mesîhiyên bijartî dîsa tezeda saz kir û kire yek. Ewana bi sîmbolîk dara “bona Cihûdayê” bûn. Paşê vê yekê, hê zêde û zêde merivên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ne, tevî wan bijartiya bûne yek. Ewana bi sîmbolîk dara “bona Ûsiv” in, û ew herdu kom bûne “kerîk” (Yûhn. 10:16; Zeker. 8:23). Yehowa pêxembertî kir ku ew herdu dar wê bike yek, û destê wîda ew bibine darek (Hezql. 37:19). Îro ew herdu kom yektiyêda tevayî xizmet dikin bin rêberiya Padşakî, dêmek Îsa Mesîh, kîjan ku bi pêxembertî hate navkirinê “Dawidê xizmetkarê” Xwedê (Hezql. 37:24, 25, DT). Her sal roja Êvara Bîranîna mirina Îsa, çaxê em tevayî top dibin, em vê yektiyê nava van du komada pê çevê xwe divînin, çawa ku pêxembertiya Hezeqêlda tê gotinê. Lê gelo em aliyê xweda çi dikarin bikin wekî yektiyê xwey kin?

HER KES JI ME ÇI DIKARE BIKE SEVA YEKTÎ XWEY BE

10. Nava cimeta Xwedêda ça em dikarin yektiyê xwey kin?

10 Çi cûreyî em dikarin nava cimeta Xwedêda yektiyê xwey kin? Ya pêşin, em gerekê şkestî bin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî şagirtên xwe şîret kir wekî ewana şkestî bin (Met. 23:12). Hergê em dilda şkestî û milûk in, emê tu car çev nedide merivên vê dinyayê, yên ku xwe ser merivara digirin û xwe bilind hesab dikin. Şkestîbûn alî me dike wekî qedirê wan bigirin û gura wanda bin, yên ku rêberiyê didin. Ew yek civat yektiyêda xwey dike. Xêncî vê yekê, hergê em şkestî ne, bi vê yekê em dilê Xwedê şa dikin, çimkî ew “miqabilî kubar-babaxa ye, lê keremê dide şkestiya” (1 Pet. 5:5).

11. Çaxê em difikirin derheqa sîmbolên roja Bîranînê, ew yek ça alî me dike yektiyê xwey kin?

11 Ya duda, ku çawa em dikarin yektiyê xwey kin, ew heye fikirandina ser sîmbola, kîjan ku wedê Bîranînê têne xebitandinê. Wê baş be em vê yekê bikin pêşiya Bîranînê û îlahî roja Bîranînê. Sîmbol ew hene nanê şkeva û şerava sor (1 Korn. 11:23-25). Nan bi sîmbolîk tê hesabê bedena Îsaye bêgune, kîjan ku ewî ça qurban berva da. Şerav tê hesabê xûna wî ku hate rêtinê. Lê bes nîne tenê fem kin ev sîmbol çi têne hesabê. Bîr nekin ku qurbana Mesîh du cûrê hizkirina mezin eyan dike. Ew heye hizkirina Yehowa ku ewî Kurê xwe bona me qurban kir, û hizkirina Îsa ku ew bi rezedilî emirê xwe da bona me. Hergê em bifikirin ser hizkirina wan, dilê me jî wê hindava wan bi hizkirinê tije be. Hizkirina me her kesî hindava Yehowa, çawa têl me tevayî girêdide û yektiya me qewî dike.

Çaxê em dibaxşînin, em yektiyê xwey dikin (Binihêre abzasa 12, 13)

12. Çawa Îsa meselêda derheqa padşa û xulamên wî eyan kir, wekî Yehowa dixwaze ku em bibaxşînine meriva?

12 Ya sisiya, çawa em dikarin yektiyê xwey kin, ew heye çaxê em bi dil dibaxşînin meriva. Çaxê em dibaxşînine wan, yên ku me dane xeyîdandinê, em nîşan dikin wekî qîmet dikin baxşandina gunên me, ku bi saya qurbana Mesîh me standiye. Dîna xwe bidine mesela Îsa ku Metta 18:23-34-da nivîsiye. Pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez dixwazim ew şîreta Îsa bînim sêrî? Ez bi sebir im û bi femdariyê me tevî xûşk-birên xwe? Ez hazir im bibaxşînime wan, yên ku hindava minda gune kirine?”. Cara mera ça merivên gunekarra gelek çetin e bibaxşînin. Lê yeke ew mesela Îsa rind nîşan dike, wekî Yehowa dixwaze em vê yekê bikin. (Bixûne Metta 18:35.) Îsa eşkere dide kifşê ku Yehowa wê nebaxşîne me, hergê em nebaxşînine xûşk-birên xwe çaxê ewana gunê xwe tînin rûyê xwe. Ewê yekê em gerekê bîr nekin. Çaxê em dibaxşînine meriva çawa Îsa me hîn kir, em yektiya xweye qîmet xwey dikin.

13. Hergê em edilayê dikin, ça ew yek yektiya me xwey dike?

13 Çaxê em dibaxşînine yên din, em nîşan dikin ku em edilayê dikin. Bînin bîra xwe şîreta Pawlosê şandî, ewî got: “Bicedînin, ku yektiya ruh pê hevgirêdana edilayîyê xwey kin” (Efes. 4:3). Pêşiya Êvara Bîranînê û roja Bîranînê, kûr bifikirin ku hûn ça nin hindava meriva. Ji xwe bipirsin: “Gelo min nas dikin ça merivê ku zû hêrs nakeve û xeydê xwey nake? Gelo meriv dikarin bivînin ku ez aliyê xweda her tiştî dikim, seva edilayê û yektiyê xwey kim?”. Belê, gelek ferz e ku em ser wan pirsa kûr bifikirin.

14. Çawa em dikarin “hizkirinêda li ber hev daxin”?

14 Ya çara, ku çawa em dikarin yektiyê xwey kin, ew e ku hizkirinêda çev bidine Yehowa, yê ku Xwedêyê hizkirinê ye (1 Yûhn. 4:8). Em tu car naxwazin bêjin ser xûşk-bira giliyên usa: “Ez gere wana sebir kim, çimkî xûşk-birên min in, lê ese nîne ez wana hiz bikim!”. Bifikirin ser şîreta Pawlos, yê ku got “hizkirinêda li ber hev daxin” (Efes. 4:2). Dîna xwe bidin, ewî ne got tenê “li ber hev daxin”, dêmek hev sebir kin, lê ewî got ku “hizkirinêda” vê yekê bikin. Dêmek firqî heye. Civata meda hemû cûre meriv hene kîjana Yehowa nêzîkî xwe kiriye (Yûhn. 6:44). Ewana dilê wî hatin, lema ewî wana nêzîkî xwe kir. Wekî usa ne, çi îzina me heye ku loma xûşk-birên xwe bikin, û bêjin ku ewana hêjayî hizkirina me nînin? Dewsê, em gerekê tu car xwe paş nexin hizkirinê bidine kifşê, çimkî Yehowa vê yekê ji me dewa dike (1 Yûhn. 4:20, 21).

ÊVARA BÎRANÎNA PAŞIN WÊ KENGÊ BE?

15. Em ji ku zanin wekî Êvara Bîranîna paşin wê hebe?

15 Carekê wê bê ew roj, çaxê Êvara Bîranînê cara paşin bê derbazkirinê. Lê em ji ku vê yekê zanin? Pawlos Mesîhiyên bijartîra nivîsî ku her sal bi derbazkirina Bîranîna mirina Îsa, ewana wê “mirina Xudan bikine dengî, heta hatina wî” (1 Korn. 11:26). Îsa jî digot bona vê “hatina” xwe, çaxê pêxembertiya derheqa rojên axiriyê gilî dikir. Derheqa tengasiya mezin ku pêşiya me ye, Îsa got: “Nîşana Kurê Însan wê li ezmên xuya be û hemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurê Însan li ser ewrêd ezmên bi qewat û rûmeta mezin . Ewê [Îsa] milyaketêd xwe bi boriya dengê bilind bişîne û wê bijartiyêd wî ji her çar qulba berev kin, ji perekî ezmana heta perê din” (Met. 24:29-31). Civandina yên bijartiya wê hingê be, çaxê hemû Mesîhiyên bijartî yên ku ser erdê mane, xelata xweye ezmanî bistînin. Ew yek wê biqewime wedê destpêka tengasiya mezin, lê pêşiya Harmegedonê. Paşê Îsa û 144 000, wê tevî padşên dinyayê şer bikin (Eyan. 17:12-14). Êvara Bîranînê wê cara paşin derbaz be, pêşiya ku Îsa bijartiya bicivîne.

16. Çira hûn dixwazin bêne ser Êvara Bîranînê?

16 De were em xwera nêtê daynin wekî bêne ser Êvara Bîranînê ku wê 31 Adarê be, sala 2018-da. Û were em Yehowara dua bikin seva nava cimeta wîda yektî bê xweykirinê. (Bixûne Zebûr 133:1.) Bîr nekin, wê bê rojeke usa ku emê cara paşin bêne ser Êvara Bîranînê. Lê heta ew roj bê, were em aliyê xweda hemû tiştî bikin, seva ku bêne ser vê civînê û yektiya xwera şa bin wedê Êvara Bîranînê.