Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Gelo Îsraêla berêda, wedê şixulên dîwanêye herrojî, prînsîpên ji qanûna Mûsa didane xebatê yan na?

CARA erê. Dîna xwe bidin meselekê. Qanûna Ducarî 24:14, 15-da tê gotinê: “Heger tu kesîb-kûsîbê ji birayêd xwe, yan xerîbê li nava erd û bajarê xweda kirê kî, wî neêşînî. . . . Nebe wekî ew hewara xwe Xudan bîne bona te û gune li ser te be”.

Kudurê ji cêr ser kîjanî gazinê xebatçî nivîsar e

Qewimadinek hebû ku hatiye nivîsarê ser kudurê ji cêr qirna heftada B.D.M., kîjan ku dibeke bi xwestina xebatçîkî hatiye nivîsarê. Ew kudur hatibû dîtinê nêzîkî şeherê Aşdod. Ça tê kifşê şer avîtine wî xebatçî, yançi ewî genim haqas neanî çiqas lazim bû û lema ewî serwêrra nivîsî: “Çaxê xulamê te [xebatçiyê ku gazinê xwe dike] çend roj pêşda topkirina genimê xilaz kir, Hoşeyaşû kurê Şobay hat û kinca min hilda. . . . Hemû hevalxebatçiyên min, yên ku tevî min qije-qija germêda genimê top dikirin, wê îzbat kin . . . ku ez rast dibêjim. Ez neheq nînim. . . . Ez ji te serwêr, alîkariyê dixwazim seva tu alî xulamê xwe bikî, wekî ew hema ji dilşewatiyê bira kinca min paşda vegerîne. Tu gerekê xwe ker nekî, çimkî xulamê te bê kinc maye”.

Terîxzan bi navê Sîmon Şama, dibêje ku “ev gazin dide kifşê ne ku tenê vê yekê ku xebatçî dixwest kinca xwe vegerîne, lê ew usa jî eyan dike wekî ewî zanibû derheqa qanûna Kitêba Pîroz. Îlahî ewî zanibû temiyên ji Qanûna Kahîntiyê û ji Qanûna Ducarî, kîjan ku qedexe dikin wekî hindava merivê kesîb bêrem bin”.