Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Ew yê Westiyayîra Qewatê Dide”

“Ew yê Westiyayîra Qewatê Dide”

Rêza sala 2018: “Yên ku baweriya xwe Yehowa tînin, wê qewatê bistînin” (ÎŞA. 40:31, DT).

KILAMÊN: 3, 47

1. Îro em rastî çi çetinaya tên, û çira Yehowa xizmetkarên xweyî aminra şa dibe? (Binihêre şiklê ewlin.)

ECÊBMAYÎ nîne wekî emir vê dinyayêda bi çetinaya tije ye. Gelek ji we xûşk-birên delalno, rastî nexweşiyên giran tên. Hinek jî rast e saliyên xweda mezin in, lê yeke miqatî merivên xweyî nêzîk dibin ku kal-pîr in. Yên din jî xem dikin ku çawa neferên xwe xwey kin. Û em zanin ku gelek ji me ne ku tenê rastî çetinayîkî tên, lê carekîva rastî çend çetinaya tên. Ev yek gelek wede û qewat distîne, hin jî aliyê perada bargiran dike. Lê wan çetinayada hûn dudilî nînin, wekî Yehowa wê alî we bike. Hûn zanin ku halê we wê aliyê başda bê guhastinê, çimkî Xwedê soz daye. Ew baweriya weye qewî rastî jî dilê Yehowa şa dike.

2. Îşaya 40:29 ça me dilgerm dike, lê kîjan şaşiya mezin em dikarin berdin?

2 Bal we qewimiye usa ku hûn îda nikarin teyax kin ber çetinayên xwe? Hergê usa ne, hûn tenê halekî usada nînin. Kitêba Pîroz dide kifşê ku xizmetkarên berê jî cara usa xwe texmîn dikirin, ku qewata wan tune çetinaya sebir kin (1 Padş. 19:4; Îb. 7:7). Lê wana tu car bîna xwe teng nedikir, çimkî wana îtbariya xwe qewata Yehowa dianî. Ewana dilteng nebûn, çimkî Xwedê “yê westiyayîra qewatê dide” (Îşa. 40:29, DT). Lê yazix, îro hine xizmetkarên Xwedê fikirîne ku diha baş e xizmetiya xwe bidine sekinandinê, seva çetinayên xwe safî kin. Wana tirê ku xizmetî Yehowara bargiranî ye, ne ku kerem e. Lema jî ewana îda Xebera Xwedê nedixwendin, nediçûne civatê, û xizmet nedikirin. Şeytan hema vê yekê jî dixwest bona wan.

3. a) Çawa em dikarin qewî bimînin û nekevine ber bayê Şeytan? b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Şeytan rind zane ku çaxê em xizmetiya Yehowada xîret in, em qewatê distînin. Lê ew tu car naxwaze em qewî bin. Lema jî çaxê hûn sihet-qewatêda yan jî êmosiyalîda hal dikevin, tu car xwe ji Yehowa dûr nexin. Dewsê, hê nêzîkî wî bin, û Xwedê wê we “bişidîne, qewat ke” (1 Pet. 5:10; Aqûb 4:8). Vê gotarêda, emê şêwir kin du dereca, ji bo kîjana em dikarin xizmetiyêda sist bin. Hin jî emê şêwir kin çawa prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku qewî bimînin. Lê pêşiyê were em şêwir kin rêzên ji Îşaya 40:26-31, kîjan ku didine kifşê wekî qewata Yehowa heye me qewî ke.

YÊN KU BAWERIYA XWE YEHOWA TÎNIN, WÊ QEWATÊ BISTÎNIN

4. Ji Îşaya 40:26 em çi hîn dibin?

4 Bixûne Îşaya 40:26. Tu kes nikare hesab ke ku gerdûnêda çiqas steyrk hene. Zandar bawer dikin ku tenê galaktîka meda dikare 400 mîlîard steyrka zêdetir hebin. Bidine ber çevê xwe, Yehowa her steyrkekêra nav û cî daye. Lê ew yek çi me hîn dike? Bifikirin, hergê Yehowa bona wan efirîna xem dike, îlahî ew çiqas bona te xem dike û difikire. Ew zane wekî tu jêra xizmet dikî ne ku bêhemdê xwe, lê çimkî tu wî hiz dikî! (Zeb. 19:1, 3, 14). Bavê meyî delal derheqa te her tiştî zane. Kitêba Pîroz dibêje: “Her têlekî porêd serê we jimartî ne” (Met. 10:30). Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xudan xemê halê bêleka dikişîne” (Zeb. 37:18). Belê, Yehowa her çetinayên te divîne, û ew dikare qewateke usa bide te, wekî hemû çetinaya teyax kî.

5. Çira em dikarin bawer bin ku Yehowa dikare qewatê bide me?

5 Bixûne Îşaya 40:28. Yehowa kaniya hemû qewatê ye. Mesele, dîna xwe bidinê, Xwedê ênêrjiya çiqas mezin dide tevê. Zandarek bi navê Dêvîd Bodanîs got: “Tev her senî haqas ênêrjiya derdixe, ku weke bi mîlîarda bombên atomê ye”. Lêkolînkarek jî hesab kir, wekî ênêrjiya ku tev her senî derdixe, besî vê yekê ye ku weke 200 000 sala nav temamiya dinyayêda ew ênêrjiya dikare têra meriva bike! Belê, em gerekê qe dudilî nebin, wekî Xwedê kîjan ku tevêra ênêrjiya dide, dikare wedê tengasiya qewatê bide me wekî em sebir kin.

6. Çi tê hesabê nîrê Îsa sivik e, û zanebûna vê yekê ça ser me hukum dike?

6 Bixûne Îşaya 40:29. Xizmetî Yehowara dilê me bi şabûnê tije dike. Îsa gote şagirtên xwe: “Nîrê min hildine ser xwe”. Paşê ewî zêde kir: “Hûnê xwera rihetiyê bibînin. Çimkî nîrê min rihet e û barê min sivik e” (Met. 11:28-30). Ev yek rastî jî usa ne! Cara em westiyayî diçine civata, yan jî xizmetiyê. Lê gava em vedigerin mal, gelo em ça xwe texmîn dikin? Belê, em vedigerin bi qewata teze û hê qewî dibin ku çetinaya teyax kin. Nîrê Îsa rastî jî sivik e!

7. Gilî kin qewimandinek ku dide kifşê wekî rêzên ji Metta 11:28-30 rast in.

7 Xûşkeke me bi westiyayîbûna kronîkî, dêprêsiyê û bi serêşa mîgrên nexweş e. Femdarî ye ku cara jêra çetin e bê ser civatê. Lê carekî çaxê jêra gelek çetin bû wekî here civatê, yeke ew çû. Ewê nivîsî: “Gotar derheqa diltengiyê bû. Ew gotar usa bi dilşewatî û bi hizkirinê hatibû xwendinê, ku ez giriyam. Hingê min dîsa kire bîra xwe ku çi jî hebe, yeke ez gerekê timê civatêda bim”. Bi rastiyê jî jêra nehêsabû bê ser civatê, lê ew xûşk eşq û şa bû gava hate civatê!

8, 9. Pawlos çi dixwest bigota çaxê got: “Gava ez sist dibim, hingê qewat dibim”?

8 Bixûne Îşaya 40:30. Hergê jî gelek feresetên me hene, yeke hene tiştên usa ku em pê qewata xwe nikarin bikin, çimkî sînorên me hene. Em gerekê evê yekê timê bîra xweda xwey kin. Rast e Pawlosê şandî gelek tişt dikaribû bikira, lê yeke sînorên wî hebûn û lema qewata wî nedigihîştê ku her tiştî bike çi ewî dixwest. Çaxê ewî Xwedêra xemên xwe gilî kir, Xwedê jêra got: “Qewata min sistiyada miyaser dibe”. Pawlos fem kir ku bi wan giliya Xwedê çi dixwest jêra bigota, lema ewî got: “Gava ez sist dibim, hingê qewat dibim” (2 Korn. 12:7-10). Gelo ew gilî çi dihatin hesabê?

9 Pawlos fem dikir wekî ew nikare hemû tiştî pê qewata xwe bike. Jêra alîkariya yê Herî zor lazim bû, dêmek alîkariya Xwedê. Ruhê Xwedêyî pîroz dikaribû qewatê bida wî, çaxê ew sist bû. Xêncî vê yekê, ruhê pîroz dikaribû Pawlos qewat kira, seva şixulên usa bike ku ewî pê qewata xwe tu car wê nikaribûya bikira. Qewata Xwedê dikare bona me jî usa bike. Gava Yehowa ruhê xweyî pîroz dide me, em bi rastiyê qewî dibin!

10. Yehowa ça alî Dawid kir çaxê ew rastî tengasiya dihat?

10 Dawidê zebûrbêj gelek car ser xwe texmîn dikir çaxê ruhê Xwedêyî pîroz wî qewî dikir. Ewî distira: “Pê te ez hicûmî ser ordîyê dikim û pê Xwedêyê xwe ser sûrara banzdidim” (Zeb. 18:29). Mîna sûrê, dêmek mîna dîwarê ku em nikarin serra banzdin, cara çetinayên me jî usa mezin in ku em nikarin pê qewata xwe safî kin. Hingê mera alîkariya Yehowa lazim e.

11. Ruhê Xwedêyî pîroz ça alî me dike wedê çetinaya?

11 Bixûne Îşaya 40:31. Teyr tenê bi qewata xwe nafire, lê qewata hewa germ alî wî dike ku bifire. Bi saya vê yekê teyr dûr û bilind li ezmên difire û qewata xwe jî xwey dike. Çaxê hûn rastî tengasiya giran tên, bifikirin derheqa teyr. Hîvî ji Yehowa bikin wekî hê zêde qewatê bide we bi saya “piştovan, awa gotî ruhê pîroz” (Yûhn. 14:26). Ça baş e ku em timê dikarin ruhê Xwedêyî pîroz bixwezin. Dibeke mera hê gelek alîkariya Yehowa lazim e, çaxê civatêda em ser kesekî xeyîdî ne, yan jî me dane xeyîdandinê. Lê çira cara usa diqewime?

12, 13. a) Çira orta Mesîhiya car-cara hevnefemkirin pêşda tê? b) Serhatiya Ûsiv derheqa Yehowa çi me hîn dike?

12 Em gişk gunekar in, û cara em hev fem nakin. Lema jî wê derecên usa hebin ku em hêrs kevin ser gilî yan kirên xûşk-birên civatêda, yan jî ewana ser me hêrs kevin. Ev bi rastî dikare bibe cêribandineke mezin. Lê ew cêribandin mera mecalê dide seva aminiya xwe Yehowara îzbat kin, û hîn bin ku yektiyê û edilayê tevî xûşk-birên xwe xwey kin. Rast e kêmasiyên wan xûşk-bira hene, lê yeke Yehowa wana hiz dike û em gerekê çev bidine wî.

Yehowa Ûsiv nehîşt; û ew wê te jî tu car nehêle (Binihêre abzasa 13)

13 Yehowa xizmetkarên xwe ji cêribandina xwey nake, û ew yek tê kifşê ji serhatiya Ûsiv. Çaxê Ûsiv cahil bû, birên wî ji hevsûdiyê wî firotin, û paşê wî birin Misirê (Destp. 37:28). Yehowa haş ji halê wî hebû û bêşik ew berxwe ket ku çi hate serê wî. Lê yeke Yehowa nekete nav wî şixulî. Wede şûnda Ûsiv kete kelê çimkî şer avîtine wî ku yançi ew dixwest tevî jina Potîfar razê. Hingê jî Xwedê Ûsiv xilaz nekir. Lê gelo ev tê hesabê ku Xwedê wî hîşt? Tu car na! Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan tevî wî bû û hemû şixulê wî Xudan jêra li hev danî” (Destp. 39:21-23).

14. Hergê em “hêrs” nekevin, emê çi karê bistînin hin aliyê ruhanîda, hin jî aliyê fîzîkîda?

14 Were serhatiya Dawid şêwir kin. Hine meriv ketine halê mîna ya Dawid. Lê Dawid ku hevalê Xwedê bû, îzin neda xwe ku bibe yekî zulm û xwe ji Xwedê biqetîne. Lê dewsê ewî nivîsî: “Hêrs nekeve, neqilqile, bînteng nebe ku xirabiyê bikî” (Zeb. 37:8). Meniya lape mezin ku çira em gerekê “hêrs” nekevin, ew e ku em çev didine Yehowa, yê ku “weke guneyêd me, serê me nake” (Zeb. 103:10). Hêrsbûn dikare sihet-qewata me xirab ke, mesele, tansiyona xûnê dikare bilind be û problêmên bînkişandinêva girêdayî pêşda bên. Usa jî ew xirab hukum dike ser cegerê û ciyê mehandina xwarinê. Çaxê em hêrs in, em tevhev dibin û gelek car rast nafikirin. Û çaxê hêrsa me dirêj dikişîne, em dikarin ser gelek wext bikevine dêprêsiyê. Hê baş e hergê em hêrsê xwey nekin, çimkî ew yek bona kara me ye. Kitêba Pîroz dibêje ku “dilê rihet jîyîna bedenê ye” (Metlk. 14:30). Lê gelo çawa em dikarin çetinayî orta xûşk yan bira safî kin û li hev bên? Em gerekê şîretên Kitêba Pîroz bidine xebatê.

ÇAXÊ CIVATÊDA ME DIDIN XEYÎDANDINÊ

15, 16. Hergê kesek me daye xeyîdandinê, em ça gerekê evê çetinayê safî kin?

15 Bixûne Efesî 4:26. Em ecêbmayî namînin çaxê merivên ji vê dinyayê hindava me neheqiyê dikin. Lê çaxê xûşk yan birak pê gilî yan kirê xwe dilê me diêşîne, bi vê yekê ça bêjî şûr dilê me dixin. Hergê em nikarin xeydê bîr kin, gelo emê bihêlin wekî ew xeyîd bi sala dilê meda bimîne? Yan emê şîreta Kitêba Pîroz bidine xebatê û zû evê çetinayê safî kin? Çiqas dirêj ev problêm nesafîkirî bimîne, haqas wê mera çetin be edilayê çêkin tevî xûşk yan bira ku em dane xeyîdandinê.

16 Lê hergê hûn nikarin xeydê bîr kin, hûn çi dikarin bikin seva edilayê çêkin? Ya pêşiyê, Yehowara dua bikin. Alîkarî ji wî hîvî kin wekî tevî xûşk yan jî birê xwe bi nermî xeber din. Bîr nekin, ku ew jî dostê Yehowa ye (Zeb. 25:14). Yehowa wî hiz dike. Ew tevî dostên xwe qenc e, û dixwaze ku em jî usa bin (Metlk. 15:23; Met. 7:12; Kols. 4:6). Paşê, bifikirin ku hûn çi dixwazin jêra bêjin. Nefikirin ku ew hemdê xwe dilê we êşand. Helal bin û bînin ser xwe ku diqewime we tiştekî nerast fem kir, lema çetinayî pêşda hat. Mesele, hûn dikarin xeberdanê usa destpêkin: “Diqewime ez gelek ber dilê xwe hildidim, lê çaxê duhu te tevî min xeber da, ez fikirîm . . . ”. Hergê xeberdan nebaş derbaz bû çawa we dixwest, mecala din bigerin seva edilayê çêkin. Usa jî dua bikin bona wî kesî, û ji Yehowa hîvî kin ku wî kerem ke û alî we bike hûn dîna xwe bidin ser xeyset-hunurên wîyî baş. Çi jî hebe, bawer bin wekî Yehowa wê şa be ku we her tişt aliyê xweda kir, wekî birê xwe, dêmek dostê Xwedê qazanc kin.

ÇAXÊ EM SEVA KIRÊN XWEYE BERÊ DILTENG DIBIN

17. Çaxê em gune dikin Yehowa bi saya çi alî me dike wekî em ruhanîda qenc bin, û çira em gerekê alîkariya wî qebûl kin?

17 Hinek xwe nehêja hesab dikin ku bibine xizmetkarên Yehowa, çimkî wana gunê giran kiriye. Çaxê meriv xwe neheq dike, ew ça barekî giran e ser stûyê wî. Dawid Padşa kîjan ku xwe diçerçirand seva gunên xwe, halê xwe usa şirovekir: “Gava min guneyê xwe neda rûyê xwe, hestûyêd min helîyan-maşîyan. Çimkî her roj destê te ser min giran bû”. Dawid vê derecêda çawa merivekî ruhanî xwe da kifşê. Ewî nivîsî: “Hingê min guneyê xwe teva eyan kir û neheqîya xwe veneşart . . . Û te neheqîya guneyê min baxşand” (Zeb. 32:3-5). Hergê te gunekî giran kiriye, Yehowa hazir e bibaxşînine te û alî te bike ku ruhanîda qenc bî. Lê tu gerekê alîkariya wî ku ew bi saya civatê dide, qebûl kî (Metlk. 24:16; Aqûb 5:13-15). Lema jî paş nexe alîkariyê qebûl kî, çimkî ew yek jîyîna teye heta-hetayêva girêdayî ye! Lê tu çi dikarî bikî hergê gunê te hate baxşandinê, lê îsafa te dîsa jî te diçerçirîne seva şaşiyên teyî berê?

18. Mesela Pawlosê şandî ça dikare alî wan bike, yên ku difikirin wekî hêja nînin Yehowara xizmet kin?

18 Cara Pawlosê şandî dilteng dibû seva gunên xweyî berê. Ew got: “Ez ji şandiya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand”. Lê yeke paşî wan giliya ewî usa got: “Lê ez bi kerema Xwedê me çi jî heme” (1 Korn. 15:9, 10). Yehowa Pawlos qebûl kir çi jî ew hebû, û Ew dixwest wekî Pawlos jî vê yekê fem ke. Hergê te gunên xweyî berê tobe kiriye û derheqa gunên xweyî giran te tevî rûspiya xeber daye, tu gerekê dudilî nebî wekî Yehowa wê ese bibaxşînine te. Bawer be ku Yehowa dibaxşînine te, û baxşandin û rema wî qebûl ke (Îşa. 55:6, 7).

19. Rêza sala 2018 kîjan e, û çira ew rastî jî layîq e bona wedê me?

19 Em çiqas hê nêzîkî axiriya vê dinyayê dibin, emir hê zêde çetin dibe. Lê bawer bin ku Xwedê, yê ku “qewatê dide yê westiyayîra û yên sist qewî dike”, dikare hemû tiştîda alî we bike, seva hûn berdewam kin jêra xizmet kin (Îşa. 40:29, DT; Zeb. 55:22; 68:19). Wedê sala 2018, çaxê em bêne ser civata, emê evê yekê her gav bikin bîra xwe. Emê xeberên rêza salê bivînin, kîderê ku tê gotinê: “Yên ku baweriya xwe Yehowa tînin, wê qewatê bistînin” (Îşa. 40:31, DT).