Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 25

Tengasiyada Îtbariya Xwe Yehowa Bînin

Tengasiyada Îtbariya Xwe Yehowa Bînin

“Ez . . . bi keser im” (1 SAM. 1:15).

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost

VÊ GOTARÊDA *

1. Çira em gerekê guh bidine giliyên Îsa?

ÎSA çaxê derheqa rojên axiriyê pêxembertî kir, got: “Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we . . . xemêd vê dinyayêva girêdayî be” (Lûqa 21:34). Em gerekê wan giliya pişt guhê xweva nevêjin. Çira? Çimkî îro em jî mîna hemû meriva rastî çetinaya û strêsê tên.

2. Xûşk-birên me rastî çi tengasiya tên?

2 Cara em carekêva rastî çend problêma tên. Dîna xwe bidine wan mesela. Birakî me bi navê Con, * yê ku pê nexwaşiya skleroza enîfireh (multiple sclerosis) nexwaş e, kete strêseke giran, çaxê jina wî ew hîşt, paşî 19 salên zewaca wan. Paşê du qîzên wî xizmetiya xwe Yehowara dane sekinandinê. Jin-mêr, Bob û Lînda rastî tengasiyên din hatin. Wan herda jî xebata xwe unda kirin, û paşê mala xwe unda kirin. Serda jî, hekîm Lîndayêra got, wekî nexweşiya wêye dilik heye, ku gelek xof e bona emirê wê. Hin jî nexweşiya wêye artrît, destpêkir sîstêma îmûnîtêta wê hilşîne.

3. Li gora Fîlîpî 4:6, 7, em çida dikarin dudilî nebin?

3 Em dikarin dudilî nebin, wekî Efirandarê me, Bavê meyî hizkirî Yehowa, dikeve halê me çaxê em dikevine strêsê. Û ew dixwaze alî me bike, wekî em wan çetinayada teyax kin. (Bixûne Fîlîpî 4:6, 7.) Xebera Xwedêda hene serhatiyên wan xizmetkarên Xwedê, yên ku rastî telî-tengasiya hatine. Em ji Kitêba Pîroz usa jî pêdihesin, ku çawa Yehowa alî wan dikir, gava ewana dilteng dibûn. Were em çend mesela şêwir kin.

ÊLYAS “MERIVEKÎ MÎNA ME BÛ”

4. Êlyas rastî çi tengasiya hat, û heleqetiya wî tevî Yehowa ça bû?

4 Êlyas Yehowara wedê giranda xizmet dikir û rastî çetinayên mezin hat. Hingê Ahab Padşa, ku nava terîxiya Îsraêlêda yek ji padşên neamin bû, Îzabêla zulm sitand, ya ku Bael diheband. Ewan herda jî nava cimetêda hebandina Bael bela kirin û gelek pêxemberên Yehowa kuştin. Lê Êlyas revî û xilaz bû. Usa jî çaxê birçîbûn bû, ew xilaz bû, çimkî îtbariya xwe Yehowa dianî (1 Padş. 17:2-4, 14-16). Xêncî vê yekê, Êlyas îtbariya xwe Yehowa anî, gava miqabilî pêxemberên qelp derket, yên ku Bael dihebandin. Ewî usa jî cimeta Îsraêl hêlan kir, wekî Yehowara xizmet kin (1 Padş. 18:21-24, 36-38). Êlyas wedê tengasiya gelek car destê Yehowa û alîkariya wî didît.

Yehowa melek şand seva alî Êlyas bike, ku qewat be (Binihêre abzasa 5-6) *

5-6. Li gora 1 Padşatî 19:1-4, Êlyas xwe ça texmîn dikir, û Yehowa wîra ça da kifşê, ku wî hiz dike?

5 Bixûne 1 Padşatî 19:1-4. Êlyas tirsiya, çaxê Jin-padşa Îzabêl, got ku wê wî bikuje. Lema ew reviya Beer-şebayê. Ew usa dilteng bû, wekî “bona canê xwe mirinê dixwest”. Lê çira ewî xwe usa texmîn dikir? Êlyas merivekî gunekar bû, “xût merivekî mîna me bû” (Aqûb 5:17). Ew strêseke mezinda bû û qidûm ketibû, diqewime ewî tirê çare tune. Ça tê kifşê Êlyas difikirî, wekî hemû cefê wî, ku ewî bona hebandina rast dikir, pûç bû, û ku Îsraêlêda wê hal baş nebe, û ewî tirê tenê ew maye ji wan, yên ku Yehowara xizmet dikirin (1 Padş. 18:3, 4, 13; 19:10, 14). Dibeke em ecêbmayî dimînin, ku ew pêxemberê amin xwe usa texmîn dikir. Lê Yehowa halê wî rind fem dikir.

6 Yehowa bona vê yekê Êlyas sûcdar nekir, dewsê alî wî kir, wekî dîsa qewatê bistîne (1 Padş. 19:5-7). Hine wede şûnda, Yehowa bi nermî nihêrandina Êlyas rast kir, gava qewata Xweye zor nîşanî wî kir. Yehowa usa jî dîna wî da ser vê yekê, ku Îsraêlêda dîsa 7 000 meriv hebûn, yên ku serê xwe ber Bael nedatanîn (1 Padş. 19:11-18). Wî cûreyî, Yehowa Êlyasra da kifşê, wekî Wî hiz dike.

YEHOWA WÊ ÇA ALÎ ME BIKE

7. Ji serhatiya Êlyas em çi dilbîniyê distînin?

7 Hûn bona tiştekî berxwe dikevin? Em ji serhatiya Êlyas dilbîniyê distînin, çimkî zanin ku Yehowa halê me jî fem dike! Serhatiya Êlyas me dide bawerkirinê, wekî Yehowa diltengiya me divîne. Ew zane em çi dikarin û çi nikarin, û hela hê jî zane em çi difikirin û ça xwe texmîn dikin (Zeb. 103:14; 139:3, 4). Hergê em çev didine Êlyas, bi vê yekê ku îtbariya xwe Yehowa tînin, ew wê alî me bike, em nava wan problêmada sebir kin, kîjan ku me dikine strêsê (Zeb. 55:22).

8. Wedê strêsê Yehowa ça wê alî we bike?

8 Çaxê hûn strêsêda nin, dibeke difikirin, wekî dereca we wê tu car neyê guhastinê, û hûn bînteng dibin. Hergê hûn halekî usada nin, bîr nekin, wekî Yehowa wê alî we bike hûn ber strêsê teyax kin. Lê ew wê ça alî we bike? Yehowa dixwaze, wekî hûn dilê xwe jêra vekin û xemên xwe jêra gilî kin. Ew wê ese caba hewar-gaziya we bide (Zeb. 5:3; 1 Pet. 5:7). Lema jî her gav derheqa problêmên xwe Yehowara dua bikin. Belê, ew wê raste-rast tevî we xeber nede, çawa tevî Êlyas xeber dida, lê wê pê Xebera xwe, dêmek pê Kitêba Pîroz, û pê teşkîleta xwe wera xeber de. Mesele, serhatiyên ku hûn Kitêba Pîrozda dixûnin, dikarin dilbîniyê û hêviyê bidine we, lê xûşk-birên civatê dikarin ber dilê weda bên û we bişidînin (Rom. 15:4; Îbrn. 10:24, 25).

9. Hevalê baş ça dikare alî me bike?

9 Yehowa gote Êlyas, wekî hine cabdariyên xwe bide Êlîşa. Bi vê yekê, Yehowa hevalekî baş da Êlyas, kîjanî barê wî sivik kir û ber dilê wîda hat. Hergê hevalê meyî usa heye, ku em îtbariya xwe wî tînin, ew dikare derdê me sivik ke û dilê me rihet ke (2 Padş. 2:2; Metlk. 17:17). Hergê kesekî usa tune, ku hûn bikaribin dilê xwe jêra vekin, Yehowara dua bikin, wekî hûn Mesîhiyên ruhanîda gihîştî xwera bivînin, kîjan ku wê dil bide ber we.

10. Çawa serhatiya Êlyas mera hêviyê dide, û çawa sozê ji Îşaya 40:28, 29 alî me dike?

10 Yehowa alî Êlyas kir, wekî ber strêsê teyax ke û gelek sala bi aminî xizmet ke. Serhatiya Êlyas hêviyê dide me. Diqewime wedekîda strês û çetinayên giran pey hev rastî me bên, kîjan ku me sihet-qewatêda û êmosiyalîda sist kin. Lê hergê çevê me ser Yehowa ye, ew wê qewatê bide me, seva berdewam kin jêra xizmet kin. (Bixûne Îşaya 40:28, 29.)

HANNA, DAWID, Û ZEBÛRBÊJ ÎTBARIYA XWE YEHOWA DIANÎN

11-13. Çawa strês ser sê xizmetkarên berê hukum dibû?

11 Kitêba Pîrozda serhatiyên merivên din jî hene, yên ku rastî strêsa mezin dihatin. Mesele, Hanna şermî dibû, çimkî bêzuret bû, û hin jî heviya wê ser dikeniya û lê nimiz dikir (1 Sam. 1:2, 6). Hanna usa zef berxwe diket, ku digiriya û medê wê nediçû xwarinê (1 Sam. 1:7, 10).

12 Cara derdên Dawid Padşa pir giran bûn. Bifikirin ew rastî çi kul-derda hat. Ew dineliya, çimkî gelek şaşî berdabû (Zeb. 40:12). Kurê wî Abşalom miqabilî wî rabû, ji bo çi jî axiriyêda mir (2 Sam. 15:13, 14; 18:33). Û hevalekî wîyî lapî nêzîk jî, nemamiya wî kir (2 Sam. 16:23–17:2; Zeb. 55:12-14). Gelek zebûrên ku Dawid nivîsî, didine kifşê ku ew çiqas dilşkestî bû, lê yeke bi temamî îtbariya xwe Yehowa dianî (Zeb. 38:5-10; 94:17-19).

Çi alî zebûrbêj kir, seva dîsa Yehowara bi şabûn xizmet ke? (Binihêre abzasa 13-15) *

13 Wede şûnda, zebûrbêjekî destpêkir hevsûdiyê merivên xirab bike. Diqewime ew ji zuretê Asafê Lêwî bû, û “pîrozgeha Xwedêda” xizmet dikir. Ew êmosiyalîda kete strêsê, çi ku bû menî ku ewî hêdî-hêdî şabûna xwe unda kir û emirê xwera şa nedibû. Ew hela hê jî îda dudilî dibû, ku xizmetî kerema tîne (Zeb. 73:2-5, 7, 12-14, 16, 17, 21).

14-15. Em ji serhatiyên sê xizmetkarên berê, çi hîn dibin?

14 Ew sê xizmetkarên Yehowa, derheqa kîjana me şêwir kir, hewara xwe Yehowa dianîn û alîkarî ji wî dixwestin. Ewana xemên xwe û kula dilê xwe, pê dua-dirozga Yehowara gilî dikirin. Wana aza tevî wî xeber didan, ku çira ewana halekî usa giranda nin. Û wana ciyê hebandina Yehowa nedihîşt (1 Sam. 1:9, 10; Zeb. 55:22; 73:17; 122:1).

15 Yehowa bi dilşewatî caba duayên hersêka da. Hannayê dilrihetî stand (1 Sam. 1:18). Dawid nivîsî: “Tengasiyêd yê rast gelek in, lê Xudan ji hemûya xilaz dike” (Zeb. 34:19). Û zebûrbêj jî paşê texmîn kir, wekî Yehowa “destê” wîyî rastê digire, û bi hizkirin wî şîret dike. Ewî distira: “Nêzîkbûna Xwedê ji bo min qenc e; . . . min Reb Xudan ji xwera kire star” (Zeb. 73:23, 24, 28, ÎM). Em çi hîn dibin ji wan mesela? Cara em pê problêmên mezin bargiran dibin, û dikevine strêsê. Lê hergê em bifikirin ku Yehowa ça alî xizmetkarên xwe kiriye û îro jî dike, û bi baweriyê jêra dua bikin, û wan tişta bikin çi ku ew ji me dewa dike, hingê em dikarin dudilî nebin, ku Yehowa wê ese alî me bike, em sebir kin (Zeb. 143:1, 4-8).

ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNIN Û QEWÎ BIN

Xûşk, pêşiyê xwest xwe başqe ke, lê çaxê ewê destpêkir alîkariyê bide meriva, hingê xwe hê baş texmîn kir (Binihêre abzasa 16-17)

16-17. a) Çira em gerekê xwe başqe nekin? b) Em ça dikarin dîsa qewatê bistînin û geş bin?

16 Ew sê meselên wan meriva, dîsa derseke ferz me hîn dikin: Em gerekê tu car xwe ji Yehowa û cimeta wî başqe nekin (Metlk. 18:1). Nênsî, ya ku gelek dilşkestî bû çaxê mêrê wê lê hîşt, dibêje: “Gelek car min nedixwest kesekî bivînim, yan kesekîra xeber dim. Lê çiqas min xwe başqe dikir, ez hê zêde dilteng dibûm”. Halê Nênsî pak bû, gava ewê nêt danî, wekî alî wan meriva bike, yên ku tengasiyêda nin. Ew gilî dike: “Min guh dida wan meriva, çaxê wana çetinayên xwe minra gilî dikirin. Min têderdixist, ku çaxê hê zêde dilê min bona wan dişewitî, haqas hê zêde min derd û problêmên xwe bîr dikir”.

17 Gava em diçine civatê, em hingê jî qewatê distînin û geş dibin. Em ser civata, dîsa mecalê didin Yehowa, wekî bê “hewara” me û dilbîniyê bide me (Zeb. 86:17). Ser civatê ew pê ruhê xweyî pîroz, pê Xebera xwe û cimeta xwe me dişidîne. Civat mera mecala didin, wekî em “dil bidin ber hev” (Rom. 1:11, 12). Xûşkek navê kîjanê Sofya ye, got: “Yehowa û xûşk-bira alî min kirin ku sebir kim. Bona min lape ferz civatên me bûn. Min dît, wekî çiqas zêde ez diçime xizmetiyê û civatê, haqas strêsa min sivik dibe û ez kêm berxwe dikevim”.

18. Çaxê em dilteng in, Yehowa çi dikare bide me?

18 Çaxê em dilteng in, were bîr nekin wekî Yehowa soz dide, ku wê ne tenê axiriyêda strêsê bide hildanê, lê ew niha jî alî me dike, wekî em ber strêsa teyax kin. Ew hin xwestinê hin jî qewatê dide me, wekî em teyax kin çaxê dilteng in û difikirin ku bêçare ne (Fîlî. 2:13).

19. Romayî 8:37-39 çida me qewî dike?

19 Bixûne Romayî 8:37-39. Pawlosê şandî dil dide me, wekî tu tişt nikare me ji hizkirina Xwedê biqetîne. Lê ça em dikarin alî xûşk-bira bikin, yên ku strêsêda nin û dilteng in? Gotara dinda emê pêbihesin, ku ça em dikarin dilşewatiyêda çev bidine Yehowa û alî wan xûşk-bira bikin, wekî ewana ber strêsê teyax kin.

KILAMA 44 Duayê Merivê Dilşkestî

^ abz. 5 Strêsa mezin yan jî dirêj, dikare ziyanê bide me, qidûm bêxe û êmosiyalîda me bişkêne. Lê ça Yehowa dikare alî me bike? Vê gotarêda emê şêwir kin, ku ça Yehowa wedê tengasiyê alî Êlyas kir, wekî ew hal nekeve. Usa jî meselên dine ji Kitêba Pîroz wê mera nîşan kin, ku çawa wedê telî-tengiya hewara xwe Yehowa bînin.

^ abz. 2 Vê gotarêda nav hatine guhastinê.

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Melekê Yehowa bi nermî Êlyas ji xewê hişyar dike, nan û avê dide wî.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Zebûrbêj yê ku diqewime ji zureta Asaf e, zebûra dinivîse û bi dil û can tevî Lêwiya distrê.