Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 48

Çaxê Aminiya Te Tê Cêribandinê, Serxwe Bimîne

Çaxê Aminiya Te Tê Cêribandinê, Serxwe Bimîne

“Her tiştîda serxwe bimîne” (2 TÎMOTÊYO 4:5).

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

VÊ GOTARÊDA a

1. Em çawa dikarin serxwe bimînin? (2 Tîmotêyo 4:5)

 GAVA em rastî tengasiya tên, aminiya me hindava Yehowa û teşkîleta wî dikare bê cêribandinê. Gelo em ça dikarin van çetinayada serkevin? Em gerekê serxwe bimînin, hişyar bimînin û baweriyêda qewî bin (2 Tîmotêyo 4:5 bixûne). Serxwe bimînin ew tê hesabê, ku gerekê em rihet bimînin, serwaxt bin û xîret bikin, wekî ser çetinaya pê çevê Yehowa binihêrin. Hergê em usa bikin, hestên me wê fikirên me kontrol nekin.

2. Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?

2 Gotara pêşiya wêda, me dîna xwe dabû sê çetinaya ku dikarin ji civata der bin. Vê gotarêda, emê derheqa sê çetinaya şêwir kin, yên ku dikarin civatêda pêşda bên û aminiya me hindava Yehowa bicêribînin: (1) Gava em difikirin ku xûşk yan birakî neheqî li me kiriye, (2) gava em têne şîretkirinê û (3) gava mera zor e hînî guhastinên teşkîletê bin. Çaxê em rastî çetinayên usa tên, gelo em çawa dikarin serxwe bimînin û bi aminî piştgiriya Yehowa û teşkîleta wî bikin?

GAVA EM DIFIKIRIN KU XÛŞK YAN BIRAKÎ NEHEQÎ LI ME KIRIYE

3. Gava em ji aliyê xûşk yan birakî rastî neheqiyê tên, dibeke em çi bifikirin?

3 Gelo tu qe ji aliyê xûşk yan birakî rastî neheqiyê hatî, mesele dibeke aliyê birakî cabdar? Diqewime ewî nedixwast dilê te bêşîne (Romayî 3:23; Aqûb 3:2). Dîsa jî, dibeke kirên wî tu eciz kirî. Û ji bo vê problêmê diqewime xewa te jî diteqisî. Gelo tu qe usa fikirî yî: “Hergê birên cabdar usa dikin, gelo ev teşkîlet bi rastî teşkîleta Xwedê ye?” Mîrê-cina dixwaze ku em usa bifikirin! (2 Korintî 2:11) Şikên usa dikarin bibine sebeb, wekî em ji Yehowa û ji teşkîleta wî dûr kevin. Lema jî hergê em difikirin wekî xûşk yan birak neheqî li me kiriye, em çawa dikarin “serxwe” bimînin û xwe ji fikirên nerast xwey kin?

4. Gava Ûsiv rastî neheqiyê hat, ew çawa serxwe ma, û em dikarin ji serhatiya wî çi dersa hîn bin? (Destpêbûn 50:19-21)

4 Nexeyde. Çaxê Ûsiv xort bû, birên wîyî mezin neheqî li wî dikirin. Wana wî nefret dikir, û hine ji wan dixwestin wî bikuştana (Destpêbûn 37:4, 18-22). Xilaziyêda, wana ew ça xulam firotin. Lema jî Ûsiv kete nava tengasiyên giran, yên ku weke 13 sala kişandin. Ûsiv dikaribû biketa şikê gelo Yehowa wî hiz dike yan na, û ew dikaribû berxwe keta, wekî Yehowa van tengasiyada ew tenê hîştiye. Lê Ûsiv ji bo tiştê ku hate serê wî, nebû yekî hêrs û zulm. Ew rihet û serxwe ma. Gava mecal kete destê wî, ku heyfê ji birên xwe hilde, ewî bi dilovanî baxşande wan (Destpêbûn 45:4, 5). Ûsiv yekî serwaxt bû, lema jî ewî bi zêdeyî dîna xwe nedida derdên xwe, lê ewî fem dikir, wekî tiştên ku hatine serê wî, nêta Yehowava girêdayî ne (Destpêbûn 50:19-21 bixûne). Ew çi ders e bona me? Hergê tu rastî neheqiyê bêyî, ji Yehowa nexeyde û nefikire ku ewî terka te daye, lê bifikire ku ew çawa alî te dike, wekî tu vê derecêda sebir kî. Gava kesên din neheqiyê li te bikin, xîret bike ku kêmasiyên wan bi hizkirinê dadî (1 Petrûs 4:8).

5. Gava Mîgêl difikirî ku hine birên cabdar neheqiyê li wî dikin, ew çawa serxwe ma?

5 Were em dîna xwe bidine serhatiya rûspîkî bi navê Mîgêl b, yê ku Amêrîkaya Başûrêda dijî. Wedekî, ew difikirî ku hine birên cabdar neheqiyê li wî dikin. Ew dibêje: “Ez cara pêşin ketibûm strêseke usa mezin. Dilê min bi tirs û êşêva tije bû. Şevê xew nedikete çevê min, û ez ji bêçaretiyê digiriyam”. Dîsa jî, Mîgêl serxwe ma, û ewî aliyê xweda her tişt dikir, wekî êmosiyên xwe kontrol ke. Ewî timê dua dikir, wekî Yehowa ruhê pîroz û qewatê bide wî, ku ew bikaribe sebir ke. Usa jî, ewî edebyetên meda înformasiya usa digeriya, ya ku dikaribû alî wî bike. Ew çi ders e bona me? Hergê tu difikirî ku xûşkek yan birak neheqiyê li te dike, rihet bimîne û zû nexeyde. Dibeke tu nizanî ku sebeb çi bû, wekî ewî usa xeber da yan usa kir. Lema jî dilê xwe Yehowara veke û alîkariyê ji wî bixwaze, wekî tu bikaribî ser vê çetinayê bi cûrekî mayîn binihêrî. Ev yek dikare alî te bike, ku tu şaşiya wî bibaxşînî û nefikirî wekî nêta wî xirab e (Metelok 19:11). Bîr neke ku Yehowa halê te divîne, û ewê qewatê bide te, wekî tu bikaribî sebir kî (2 Dîrok 16:9; Waîz 5:8).

GAVA EM TÊNE ŞÎRETKIRINÊ

6. Çira ferz e ku em fem kin, wekî şîretkirin û ceza hizkirina Yehowa nîşan dike? (Îbranî 12:5, 6, 11)

6 Çaxê em têne şîretkirinê, dilê me dikare bêşe. Lê hergê em tenê dîna xwe bidin hestên xwe, dibeke em bifikirin ku ev şîret û ceza, bi heqiyê nîbû yan bi zêdeyî sert bû. Axiriyêda, dibeke em nevînin ku ev şîretkirin çawa nîşan dike, ku Yehowa me hiz dike (Îbranî 12:5, 6, 11 bixûne). Hergê em îzinê bidin, ku êmosiyên me bi zêdeyî li ser me hukum bikin, Mîrê-cina wê hêsa bikaribe hicûmî ser me bike. Ew dixwaze ku em şîretkirinê red kin, û ya herî xirab ku em ji Yehowa û ji civatê dûr kevin. Gava tu ceza distînî, tu çawa dikarî serxwe bimînî?

Petrûs şîretkirin bi milûktî qebûl dikir, û bi saya vê yekê ew bona Yehowa diha kêrhatî bû (Abzasa 7 binihêre)

7. (a) Çawa şikil nîşan dike, paşî ku Petrûs şîretkirin qebûl kir, Yehowa ew çawa da xebatê? (b) Tu ji serhatiya Petrûs çi hîn dibî?

7 Ceza qebûl bike û xwe rast ke. Îsa çend cara ber şandiyên din Petrûs şîret kir (Marqos 8:33; Lûqa 22:31-34). Hingê, Petrûs bêşik şerm kir. Lê Petrûs Îsara amin ma. Lema jî Yehowa aminiya Petrûs xelat kir û civatêda cabdariyên ferz da wî (Yûhenna 21:15-17; Karên Şandiya 10:24-33; 1 Petrûs 1:1). Em dikarin ji Petrûs çi hîn bin? Hergê em ji bo şîretkirin û ceza şerm bikin jî, wê baş be ku em wê şîretkirinê qebûl kin û xwe rast kin. Bi vî cûreyî, emê him bona Yehowa him jî bona xûşk û bira hê zêde kêrhatî bin.

8-9. Çaxê Bêrnardo hate şîretkirinê, ewî serîda çi texmîn dikir, û çi alî wî kir ku nihêrandina xwe biguhêze?

8 Were em binihêrin ku çi hatibû serê birakî bi navê Bêrnardo, yê ku Mozambîkêda dijî. Ew rûspî bû, lê paşê, ewî ev cabdariya xwe unda kir. Sêrîda, Bêrnardo hêrs diket. Ew dibêje: “Şîreta ku min standibû min xweş nehat”. Ew ditirsiya ku xûşk-bira wê derheqa wî çi bifikirin. Bêrnardo dibêje: “Minra çend meh lazim hat, ku ez vê derecê rind fem bikim û tezeda îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bînim”. Gelo çi alî Bêrnardo kir, wekî nihêrandina xwe biguhêze?

9 Bêrnardo fikirên xwe rast kir. Ew dibêje: “Gava ez hê rûspî bûm, min Îbranî 12:7 nîşanî xûşk û bira dikir, wekî ewana şîreta Yehowa qebûl bikin. Lazim e ku hemû xizmetkarên Yehowa guh bidin vê rêzê, û ez jî gerekê usa bikim”! Seva ku baweriya wî hindava Yehowa û teşkîletê diha qewî bûya, ewî Kitêba Pîroz hê zêde dixwend û li ser wê kûr difikirî. Rast e ew berxwe diket ku xûşk-bira derheqa wî çi difikirin, lê dîsa jî ew tevî wan diçû xizmetiyê û ser civata cab dida. Wext şûnda, Bêrnardo dîsa ça rûspiyê civatê hate kifşkirinê. Hergê te jî mîna Bêrnardo şîreteke sert standiye, bi zêdeyî nekeve derdê xwe, lê şîretê qebûl ke û xwe rast ke c (Metelok 8:33; 22:4). Hergê tu usa bikî, Yehowa wê te xelat ke, çimkî tu bi aminî piştgiriya wî û teşkîleta wî dikî.

GAVA ME ZOR TÊ KU EM HÎNÎ GUHASTINA BIN

10. Dibeke kîjan guhastin aminiya hine mêrên Îsraêlî cêriband?

10 Guhastinên teşkîletêda dikarin aminiya me bicêribînin. Hergê em haş ji xwe tune bin, tiştên usa dikarin me ji Yehowa biqetînin. Mesele, bîne ber çevê xwe ku guhastineke li gora Qanûna Mûsa li ser hine Îsraêliya çawa hukum dikir. Pêşiya ku Qanûn hatibû dayînê, serên malbeta hine şixulên kahîntiyê dikirin. Mesele, wana bona malbetên xwe gorîgeh ava dikirin û Yehowara qurban dianîn (Destpêbûn 8:20, 21; 12:7; 26:25; 35:1, 6, 7; Îbo 1:5). Lê gava Qanûn hate dayînê, îda lazim bû ku serên malbeta vî şixulî nekin. Yehowa temî da wekî tenê kahînên ji mala Harûn qurbana bînin. Paşî vê guhastinê, hergê kesên ku ne ji mala Harûn bûn, berdewam kirana şixulê kahîntiyê bikin, ewana dikaribûn bihatana kuştinê d (Qanûna Kahîntiyê 17:3-6, 8, 9). Gelo diqewime menîk ew bû ku Qorax, Datan, Abîram û 250 serokên din bûne raber? (Jimar 16:1-3) Em vê yekê nizanin. Lê sebeb çi bû jî, Qorax û hevalên wî Yehowara amin neman. Hergê aminiya te seva guhastinên teşkîletê bê cêribandinê, tu dikarî çi bikî?

Gava Qohatiya kifşkirineke teze distandin, ewana hazir bûn ça stiranbêj, dergevan yan miqatçiyên embara bixebitin (Abzasa 11 binihêre)

11. Em dikarin ji mesela hine Qohatiya çi hîn bin?

11 Bi dil û can piştgiriya guhastinên teşkîletê bike. Gava Îsraêliya çolêda rêwîtî dikir, Qohatiya şixulekî ferz dikir. Her car gava Îsraêliya mala xwe bar dikir, hine Qohatiya sindoqa peymanê ber çevê xelqê bar dikir (Jimar 3:29, 31; 10:33; Yêşû 3:2-4). Çi qedirekî mezin e! Lê çaxê ew Erdê Sozdayîda cîwar bûn, îda ne lazim bû ku sindoqa peymanê hertim bê barkirinê. Lema jî rojên Silêman Padşada, hine Qohatiya wek stiranbêj, dergevan yan miqatçiyên embara dihatin kifşkirinê (1 Dîrok 6:31-33; 26:1, 24). Kitêba Pîroz nabêje ku Qohatî dixeydîn yan jî wana dixwest, wekî cabdarîke hê mezin wanra bê dayînê, çimkî wana berê şixulekî ferz dikir. Em ji wana çi dikarin hîn bin? Hergê teşkîleta Yehowa cabdariyên din bide te jî, bi dil û can piştgiriya van guhastina bike. Şixulê te çi be jî, razî be. Ber çevê Yehowa, cabdariya te qîmeta te ne kêm dike ne jî zêde dike. Yehowa ji şixulê ku tu dikî, diha zêde guhdarîbûna te qîmet dike (1 Samûyêl 15:22).

12. Gava Zaîna ji Beytelê şandine deştê, ev yek serîda ser wê çawa hukum kir?

12 Welatekî Rohilata Navînda, xûşkeke bi navê Zaîna şixulekî hêja unda kir û kifşkirineke nû stand. Paşî ku ewê zêdetirî 23 sala Beytelêda xizmet kiribû, lê şandine deştê. Ew dibêje: “Bona min ev strêseke mezin bû. Min xwe bêkêr texmîn dikir û ji xwe dipirsî: ‘Gelo şaşiya min çi bû?’” Sed heyf ku hine xûşk û bira bi gotinên xwe dilê wê diha zêde dêşandin. Wana digot: “Hergê te Beytelêda şixulê xwe ça lazim e bianiya sêrî, teşkîletê wê te berneda”. Wextekî, Zaîna haqas xemgîn bû, ku ew her şev digiriya. Dîsa jî, ew dibêje: “Min îzin neda ku derheqa teşkîletê yan derheqa hizkirina Yehowa şik bikevin dilê min”. Gelo Zaîna çawa serxwe ma?

13. Zaînayê çi kir seva ku gelek xemgîn nîbe?

13 Seva ku serî bi xemgîniya xwera derxe, Zaînayê edebyetên meda hine gotar dixwend, yên ku problêma wêva girêdayî bûn. Mesele, yek ji van gotara besa Marqos dike, nivîskarekî Kitêba Pîroz, yê ku kifşkirineke teze standibû. Zaîna dibêje: “Mesela Marqos gelek alî min kir, ku ez gelek xemgîn nebim”. Usa jî, Zaîna xwe ji hevalên xwe dûr nedigirt, û ewê bi zêdeyî gunê xwe xwe nedianî. Ewê fem kir ku ruhê Yehowa rêberiya safîkirinên teşkîletê dike û birên cabdar ji dil bona wê xem dikin. Ewê usa jî fem kir, wekî bona pêşdaçûyîna şixulê Yehowa, gerekê teşkîleta Yehowa çi lazim e vê yekê bike.

14. Vladora çetin bû hînî çi guhastina be, û çi alî wî kir?

14 Slovênyayêda rûspîkî 73 salî, bi navê Vlado ecêbmayî ma û ew xemgîn bû ku civata wî tevî civateke din kirine yek, û Oda civata wî hate dadanê. Vlado dibêje: “Min fem nedikir ku odeke usa bedew çima hate dadanê. Ez xemgîn bûm, çimkî me hema wan paşwextiyada ev teze kiribû. Ez necar im, û min hine tiştên teze ku têda hebûn pê destê xwe çêkiribû. Serda jî, ji bo yekkirina civata gelek guhastinên din jî pêşda hatin, yên ku bona me, merivne emirda mezin, hêsa nîbûn”. Gelo çi alî Vlado kir ku piştgiriya rêberiyê bike? Ew dibêje: “Gava em hînî guhastinên teşkîleta Yehowa dibin, em hertim kerema divînin. Guhastinên usa alî me dikin, ku em axiriyêda bona guhastinên hê mezin hazir bin”. Gelo civata te tevî civateke din bûye yek yan gelo te kifşkirineke teze standiye? Hergê te zor tê wekî hînî van guhastina bî, bawer be ku Yehowa te fem dike. Lê hergê tu piştgiriya van guhastina bikî û bi aminî xwe li Yehowa û teşkîleta wî bigirî, tuyê bêşik gelek kerema bistînî (Zebûr 18:25).

“HER TIŞTÎDA SERXWE BIMÎNE”

15. Hergê em civatêda rastî çetinaya bên, em çawa dikarin dîsa jî serxwe bimînin?

15 Çiqas em diha nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas civatêda hine çetinayî dikarin pêşda bên. Ev tengasî dikarin aminiya me hindava Yehowa bicêribînin. Lema jî gelek ferz e ku em serxwe bimînin. Hergê tu difikirî ku xûşk yan birakî neheqî li te kiriye, nexeyde. Hergê te şîret bikin û tu şerm bikî, dîsa jî şîretê qebûl ke û xwe rast ke. Û hergê guhastinên teşkîleta Yehowa ser te hukum bikin, bi dil û can piştgiriya wan bike û guh bide rêberiyê.

16. Tu çawa dikarî nava çetinayada îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bînî?

16 Çaxê aminiya te tê cêribandinê, îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bîne. Usa jî rihet bimîne, serwaxt be û xîret bike wekî tu ser hemû dereca pê çevê Yehowa bivînî. Serhatiyên xizmetkarên Yehowaye berê, yên ku nava tengasiyada amin man, bixûne û ser wan kûr bifikire. Yehowara dua bike û ji wî alîkariyê bixwaze. Xwe ji civatê dûr negire. Hergê tu usa bikî, Mîrê-cina wê nikaribe te ji Yehowa û ji teşkîleta wî biqetîne (Aqûb 4:7).

KILAMA 126 Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

a Gava em civatêda rastî çetinaya tên, îlahî wî çaxî aminiya me hindava Yehowa û teşkîleta wî dikare bê cêribandinê. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin sê çetinaya ku dikarin civatêda pêşda bên, û emê bivînin ku em çawa dikarin nava van çetinayada Yehowara û teşkîleta wîra amin bimînin.

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

d Li gora Qanûnê, lazim bû ku serên malbeta bona serjêkirina heywana herin paristgehê, lê îzin hebû wekî kesên ku dûrî paristgehê dijîtin heywana xwexa serjêkin (Qanûna Ducarî 12:21).