Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 47

Bira Tu Tişt Te ji Yehowa Neqetîne

Bira Tu Tişt Te ji Yehowa Neqetîne

“Ez Teda guman im, Xudano” (ZEBÛR 31:14).

KILAMA 122 Qewî Bisekinin!

VÊ GOTARÊDA a

1. Em ji ku zanin wekî Yehowa dixwaze nêzîkî me be?

 YEHOWA dixwaze ku em nêzîkî wî bin (Aqûb 4:8). Ew hazir e ku bona me bibe Xwedê, Bav û Dost. Ew duayên me dibihê, û gava em dikevin tengasiya, ew alî me dike. Usa jî, ew me bi saya teşkîleta xwe hîn dike û diparêze. Lê gelo em gerekê çi bikin, wekî nêzîkî Yehowa bin?

2. Em çawa dikarin nêzîkî Yehowa bin?

2 Seva ku em nêzîkî Yehowa bin, gerekê em jêra dua bikin, Xebera wî bixûnin û ser Xebera wî kûr bifikirin. Bi saya van tişta, emê diha zêde wî hiz bikin û qîmet kin. Emê bixwazin guhdariya wî bikin û pesinê wî bidin (Eyantî 4:11). Çiqas zêde em Yehowa nas bikin, haqas emê diha zêde îtbariya xwe wî û teşkîleta wî bînin, ya ku ewî bona kara me saz kiriye.

3. Mîrê-cina çi dike, ku me ji Yehowa veqetîne, lê çi wê alî me bike, wekî em tu car terka Xwedê û teşkîleta wî nedin? (Zebûr 31:13, 14)

3 Mîrê-cina dixwaze me ji Yehowa veqetîne, îlahî gava em rastî çetinaya tên. Lê ew kîjan mêtoda dide xebatê? Ew her tiştî dike, ku em îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî neynin. Seva ku em nekevin vê telikê û terka Xwedê û teşkîleta wî nedin, gelek ferz e ku baweriya me qewî be û em bi dil û can îtbariya xwe Yehowa bînin (Zebûr 31:13, 14 bixûne).

4. Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?

4 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine sê çetinaya, yên ku dikarin ji civatê der bin. Her yek ji wan dikare îtbariya me hindava Yehowa û teşkîleta wî, sist ke. Gelo ev çetinayî çawa dikarin me ji Yehowa veqetînin? Û em çawa dikarin xwe ji hicûmkirinên Mîrê-cina biparêzin?

GAWA EM RASTÎ ÇETINAYA TÊN

5. Çetinayî çawa dikarin bibine sebeb, ku îtbariya me hindava Yehowa û teşkîleta wî, sist be?

5 Carna, jîyîna xweda em rastî çetinaya tên. Mesele, dibeke malbeta me qerfê xwe me bike, çimkî em Şedê Yehowa ne, yan dibeke em xebata xwe unda kin. Çetinayên usa çawa dikarin îtbariya me, hindava teşkîleta Yehowa sist bikin û me ji Yehowa veqetînin? Hergê tengasî dirêj bikişînin, dibeke em mêrxasiya xwe unda kin û xwe bêçare texmîn kin. Mîrê-cina mecalên usa dide xebatê, wekî şikê bike dilê me, ku Yehowa bi rastî me hiz dike. Ew dixwaze ku em bifikirin, wekî sebebê derdê me Yehowa yan jî teşkîleta wî ye. Berê, halê hine Îsraêliyên Misirêda usa bû. Serîda, wana bawer kir ku Mûsa û Harûn ji aliyê Yehowada hatine kifşkirinê, wekî wana ji dîltiyê aza bikin (Derketin 4:29-31). Lê paşê, gava Firewin barê wan hê giran kir, ewana fikirîn ku ev tengasî rûyê Mûsa û Harûnda pêşda hatin. Wana got: “We em ber çevê Firewin û xulamên wî reş kirin û şûr jî da destê wan ku me bikujin” (Derketin 5:19-21). Belê, Îsraêliya xizmetkarên Xwedê yên amin sûcdar dikirin. Sed heyf! Hergê tu jî mîna wan wextekî dirêj nav tengasiyêda bî, gelo tu dikarî çi bikî, wekî baweriya te hindava Yehowa û teşkîleta wî sist nebe?

6. Gava em rastî çetinaya tên, em dikarin ji Hebaqûq pêxember çi hîn bin? (Hebaqûq 3:17-19)

6 Dilê xwe bi saya dua Yehowara veke, û xwe bispêre wî. Hebaqûq pêxember rastî gelek telî-tengiya dihat. Carekê, ça tê kifşê ew hinekî kete şikê hela Yehowa bi rastî bona wî xem dike yan na. Lema jî, ewî dilê xwe bi saya dua Yehowara vekir û got: “Ya Xudan, heta kengê ezê li te bikim hewar û tê min nebihîzî? . . . Tu çima li ber haqas neheqiyê xemsar î?” (Hebaqûq 1:2, 3, ÎM). Yehowa guh da duayê xizmetkarê xweyî amin (Hebaqûq 2:2, 3). Paşî ku Hebaqûq anî bîra xwe, wekî Yehowa xizmetkarên xwe çawa xilaz dike, dilê Hebaqûq dîsa bi şabûnê tije bû. Giliyên wî nîşan dikin, ku ewî bawer dikir, wekî Yehowa bona wî xem dike û wê alî wî bike ku ew ber her tengasiyê sebir ke (Hebaqûq 3:17-19 bixûne). Ew çi ders e bona me? Gava tu rastî çetinaya têyî, Yehowara dua bike. Dilê xwe wîra veke û xwe bispêre wî. Bawer be, ku Yehowa wê qewatê bide te, wekî tu bikaribî sebir kî. Gava tu destê wî jîyîna xweda bivînî, tuyê hê zêde baweriya xwe wî bînî.

7. Merivên Şîrlî wêra çi digotin, û çi alî wê kir baweriya xwe unda neke?

7 Timê xwe li şixulên ruhanî bigire. Dîna xwe bidê ku ev yek çawa alî xûşkeke bi navê Şîrlî kiribû, ya ku Papûa Gîneya Nûda dijî. b Malbeta Şîrlî destteng bû, û carna, wanra zor bû ku ebûra xwe bikin. Merivekî wan dixwest baweriya wê hindava Yehowa sist kira. Ewî got: “Tu dibêjî ku ruhê pîroz alî we dike, lê ka? Malbeta te mîna berê kesîb e! Tu wedê xwe bona şixulê pûç xerc dikî”. Şîrlî dibêje: “Min ji xwe pirsî: ‘Gelo Xwedê bi rastî bona me xem dike yan na?’ Lema jî min derbêra Yehowara dua kir û çi dilê minda hebû, min her tişt wîra got. Min berdewam dikir Kitêba Pîroz û edebyeta bixûnim, û ez her gav diçûme xizmetiyê û civîna”. Gelek wext derbaz nebû ku ewê fem kir, wekî Yehowa çawa malbeta wê xwey dike. Malbeta wê birçî nedima, û ewana bextewar bûn. Şîrlî dibêje: “Min texmîn dikir ku Yehowa guh dide duayên min” (1 Tîmotêyo 6:6-8). Hergê tu timê xwe li şixulên ruhanî bigirî, tu şik yan çetinayî wê nikaribe te ji Yehowa biqetîne.

ÇAXÊ BUXDANA DAVÊJIN SER BIRÊN CABDAR

8. Çi dikare bê serê birên cabdar?

8 Dijminên me bi saya mêdya û malperên sosyalî, derheqa teşkîleta me û birên cabdar derewa bela dikin (Zebûr 31:13). Hine bira hatine girtinê û ça zulmkar hatine dîwankirinê. Çaxê qirna yekêda, buxdan avîtine Pawlosê şandî û lê girtin, gelo xûşk-bira çi kirin?

9. Gava Pawlos kete kelê, hine xûşk-bira çi kirin?

9 Çaxê Pawlosê şandî Romêda kete kelê, hine xûşk-bira pişta xwe dane wî û îda piştgiriya wî nedikirin (2 Tîmotêyo 1:8, 15). Gelo çira? Diqewime wana seva Pawlos şerm dikir, çimkî meriva wî ça zulmkar hesab dikirin? (2 Tîmotêyo 2:8, 9) Yan jî, dibeke ew ditirsiyan ku ewana jî wê rastî peyketina bên? Em nizanin ku wana çira usa kir, lê menî çi bû jî, Pawlos bêşik xemgîn bû û dilê wî gelek dêşiya. Ew gelek car bona wan rastî zulmiyê dihat û emirê xwe dikire bin xofê (Karên Şandiya 20:18-21; 2 Korintî 1:8). Lê sed heyf ku gava Pawlos hewce bû, wana pişta xwe da wî. Were em tu car çev nedine wan! Gava birên cabdar rastî peyketina tên, gerekê em çi bikin?

10. Gava birên cabdar rastî peyketina tên gerekê em çi bîr nekin?

10 Bîr neke ku em çira rastî peyketina tên û kê vê yekêda neheq e. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê” (2 Tîmotêyo 3:12). Lema jî, em ecêbmayî namînin ku Mîrê-cina îlahî hicûmî ser birên cabdar dike. Bi saya hicûmkirinên usa, ew dixwaze aminiya wan bişkêne û me bitirsîne (1 Petrûs 5:8).

Çaxê Pawlosê şandî girtî bû, Onîsîforo bi mêrxasî piştgiriya wî kir. Çawa vê derecêda em divînin, Mesîhî îro jî piştgiriya xûşk-birên xwe dikin, kîjana dikine kelê (Abzasa 11 û 12 binihêre)

11. Em ji mesela Onîsîforo çi hîn dibin? (2 Tîmotêyo 1:16-18)

11 Berdewam ke bi aminî piştgiriya wan bike (2 Tîmotêyo 1:16-18 bixûne). Qirna yekêda, birakî usa amin hebû. Navê wî Onîsîforo bû. Kitêba Pîroz dibêje ku ewî “ji girtina [Pawlos] şerm nedikir”. Onîsîforo Pawlos geriya, û gava wî dît, alîkarî da wî û bona wî emirê xwe kire qeziyê. Ders çi ye? Gava xûşk û birên me rastî zêrandina tên, tirsa ber meriva gerekê riya me negire, wekî piştgiriya wan bikin, lê em gerekê berdewam kin wana biparêzin û bêne hewara wan (Metelok 17:17). Bîr neke ku ewana hewcê hizkirin û alîkariya me ne.

12. Em ji xûşk-birên ji Rûsyayê çi hîn dibin?

12 Bide ber çevê xwe ku xûşk-birên meyî Rûsyayêda çawa alî xûşk-birên kelêda dikin. Carna gava kesek tê dîwankirinê, gelek xûşk-bira diçine dîwanê, wekî pişta wî bigirin. Ew çi ders e bona me? Gava birên cabdar têne sûcdarkirinê û girtinê, yan çaxê wana dizêrînin, netirse. Bona wan dua bike, bona malbetên wan xem bike û bi cûrên din jî alîkariyê bide wan (Karên Şandiya 12:5; 2 Korintî 1:10, 11).

GAVA MERIV QERFÊN XWE ME DIKIN

13. Qerfên meriva ça dikarin îtbariya me hindava Yehowa û teşkîleta wî, sist kin?

13 Merivên meyî nebawermend, hevalxebatçiyên me, yan jî hevaldersên me, dibeke qerfên xwe me bikin, çimkî em mizgîniyê bela dikin, yan çimkî em li gora qanûnên Yehowa dijîn (1 Petrûs 4:4). Dibeke ewana usa bêjin: “Hûn merivên baş in, lê rêlîgiya we gelek sert e û her tiştî qedexe dike”. Hinek dibeke qerfê xwe me dikin, çimkî em xwe dûr digirin ji kesên ku ji civatê hatine derxistinê. Dibeke ewana usa bêjin: “Hûn çiqas dilsar in!” Gotinên usa dikarin şikê bikine dilê me. Dibeke em berxwe kevin û bifikirin: “Gelo Yehowa ji min gelek tişt dewa dike? Gelo teşkîleta wî gelek sert e?” Gava tu rastî dereceke usa têyî, tu ça dikarî nêzîkî Yehowa û teşkîleta wî bimînî?

Îbo derew û qerfên hevalên xweyî qelp bawer nedikir. Ewî safî kiribû ku bêqisûrtiya xwe ber Yehowa xwey ke (Abzasa 14 binihêre)

14. Hergê meriv qerfên xwe me bikin, bona vê yekê ku em li gora qanûnên Yehowa dijîn, gerekê em çi bikin? (Zebûr 119:50-52)

14 Safî ke ku li gora qanûnên Yehowa bijîyî. Rast e meriv qerfên xwe Îbo dikirin, lê dîsa jî ew Yehowara amin ma. Hevalekî wîyî qelp dixwest ew bida bawerkirinê, ku aminiya wî bona Xwedê pûç e (Îbo 4:17, 18; 22:3). Lê Îbo guh neda van derewa. Ewî zanibû ku qanûnên Yehowa rast in, û ewî safî kir wekî li gora wan bijî. Ewî îzin neda wekî kesên din aminiya wî sist kin (Îbo 27:5, 6). Ders bona me çi ye? Nehêle wekî ji bo qerfên meriva tu qanûnên Yehowada dudilî bî. Bifikire ku jîyîna teda qanûn û prînsîpên Yehowa çiqas kar tera anîne? Lema jî piştgiriya teşkîleta Yehowa bike, ya ku pey rêberiya van qanûn û prînsîpa diçe. Hergê tu usa bikî, qerfên meriva wê nikaribin te ji Yehowa dûr xin (Zebûr 119:50-52 bixûne).

15. Merivên Brîzîtê çima qerfên xwe lê dikirin?

15 Hindistanêda, hine merivên xûşkeke me bi navê Brîzît qerfên xwe wê dikirin, çimkî ew Şeda Yehowa ye. Zûtirekê paşî ku ew sala 1997-da hate nixumandinê, mêrê wêye nebawermend xebata xwe unda kir. Lema jî ewî safî kir, wekî tevî Brîzît û qîzên xwe derbazî mala dê-bavê xwe be, yên ku bajarekî dinda dijîtin. Wêderê, halê Brîzîtê gelek çetin bû. Mêrê wê bêxebat bû, û lazim bû Brîzît her roj bixebite wekî ebûra malbeta xwe bike. Usa jî, civat weke 350 kîlomêtir dûrî wan bû. Sed heyf malbeta mêrê wê haqas miqabilî wê bûn, wekî ewana mecbûr bûn, ku dîsa mala xwe bar kin herin. Paşê, mêrê Brîzîtê nişkêva mir. Paşî vê yekê, qîzeke wêye 12 salî ji kanserê mir. Kula wê besî wê nîbû, serda jî merivên Brîzîtê bona van tişta lê neheq dikirin. Wana digot, ku hergê ew nebûya Şeda Yehowa, ev hemû kul-derd wê nehatana serê wê. Dîsa jî, ewê îtbariya xwe Yehowa dianî û xwe dispart teşkîleta wî.

16. Brîzîtê çi kerem stand ji bo aminiya xwe hindava Yehowa û teşkîleta wî?

16 Civat dûr bû, lema jî berpirsiyarê mihalê Brîzîtêra got, wekî ew mizgîniyê mihala xweda bela ke û civata mala xweda derbaz ke. Ew difikirî ku nikare van tişta bike. Lê dîsa jî ew pey vê rêberiyê çû. Ewê mizgîniya xêrê bela dikir, mala xweda civat derbaz dikir û tevî qîzên xwe qulixkirina tevî malbetê derbaz dikir. Axiriya vê yekê çi bû? Brîzîtê tevî gelek meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, û çend xwendekarên wê bûne Şedên Yehowa. Sala 2005-da, Brîzît bû pêşenga hertim. Belê, ewê îtbariya xwe Yehowa dianî û teşkîleta wîra amin ma, ewê keremên mezin stand. Qîzên wê xizmetkarên Yehowa ne, û wê mihalêda îda du civat hene. Brîzît bawer e, ku Yehowa qewat daye wê, wekî ew bikaribe ber qerfên malbeta xwe û tengasiyên din, amin bimîne.

YEHOWA Û TEŞKÎLETA WÎRA AMIN BIMÎNE

17. Em gerekê safî kin ku çi bikin?

17 Mîrê-cina dixwaze me bide bawerkirinê ku gava em rastî çetinaya tên, Yehowa terka me dide. Ew dixwaze wekî em bifikirin, ku hergê em teşkîleta Yehowada bimînin, jîyîna me wê diha çetin be. Gava buxdan davêjine birên cabdar, pey wan dikevin û wana dikine kelê, nêta Mîrê-cina ev e ku tirs bike dilê me. Usa jî, ew her tiştî dike wekî îtbariya me hindava Yehowa û teşkîleta wî, bi saya qerfên xelqê sist ke. Lê em haş ji mêtodên wîye zulm hene û em naxapin (2 Korintî 2:11). Derewên Mîrê-cina înkar ke û him Yehowara him jî teşkîleta wîra amin bimîne. Bîr neke, Yehowa wê tu car te tenê nehêle (Zebûr 28:7). Lema jî îzinê nede tu tiştî te ji Yehowa biqetîne! (Romayî 8:35-39)

18. Gotara dinda emê derheqa çi xeber din?

18 Vê gotarêda me dît ku em dikarin rastî kîjan çetinayên ji civatê der, bên. Lê îtbariya me hindava Yehowa û teşkîleta wî, dikare civatêda jî bê cêribandinê. Gelo em ça dikarin nava wan çetinayada amin bimînin û xwe rast bidine kifşê? Gotara dinda emê derheqa vê pirsê xeber din.

KILAMA 118 “Baweriya Me Zêde ke”

a Seva ku em van rojên axiriyêda bi aminî sebir kin, em gerekê berdewam kin îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bînin. Lê Mîrê-cina dixwaze pê çetinaya, îtbariya me hindava Yehowa û teşkîleta wî, sist ke. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin sê çetinaya ku Mîrê-cina dide xebatê, û emê bivînin ku gerekê em çi bikin, wekî em Yehowa û teşkîleta wîra amin bimînin.

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.