Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

“Min Dixwest bona Yehowa Kar Bikim”

“Min Dixwest bona Yehowa Kar Bikim”

SÛRÎNEMÊDA, nêzîkî gundê Granboriyê, ku nav mêşeda ye, komeke biçûk em verêkirin. Paşê, em bi qeyikeke dar li ser Çemê Tapanahonî rê ketin. Hinek wext şûnda, gava em nav zinarên çemda derbaz dibûn, qeyika me zinarekî ket. Serê qeyikê nuq bû, û em bin avêda man. Ziravê min qetiya! Rast e min bi gelek sala ça berpirsiyarê mihalê pê qeyika rêwîtî dikir, dîsa jî min nikaribû xwe avê xista.

Pêşiya ku gilî kim paşê çi qewimî, ez dixwazim bêjim ku min çawa xizmetiya hertim destpêkir.

Ez sala 1942 li Karîbê, ser girava bedew ya Kîûrasao, hatim bûyînê. Bavê min bi eslê xwe ji Sûrînemê bû, lê ew bona xebatê derbazî wir bibû. Çend sal pêşiya bûyîna min, bavê min yek ji kesên pêşin bû, yê ku li Kîûrasao hatine nixumandinê û bûne Şedên Yehowa. a Em pênc xûşk-bira ne, û çaxê em biçûk bûn, me carna nedixwest Kitêba Pîroz bixwenda, lê dîsa jî, bavê me her hefte tevî me Kitêba Pîroz lêkolîn dikir. Gava ez 14 salî bûm, em derbazî Sûrînemê bûn, çimkî lazim bû ku bavê min miqatî diya xwe be.

HEVALÊN BAŞ ALÎ MIN DIKIRIN

Civata Sûrînemêda, min tevî cahilên ku xizmetiyêda xîret bûn, hevaltî dikir, yên ku çend sala min mestir bûn. Ewana pêşengên hertim bûn, û wana bi şabûnê besa qewimandinên xizmetêda dikir. Paşî civîna, me carna bin steyrkên ezmanada Kitêba Pîroz şêwir dikir. Bi saya van hevalên baş, min fem kir ku ez jîyîna xweda çi dixwazim bikim: Min dixwest bona Yehowa kar bikim. Lema jî, gava ez 16 salî bûm, ez hatime nixumandinê, lê çaxê ez bûme 18 salî, min destpêkir ça pêşengê hertim xizmet kim.

DERSÊN QÎMET

Çaxê em li Paramarîboyê pêşeng bûn

Gava ez pêşeng bûm, min gelek dersên qîmet standin, yên ku alî min kirin, wekî ez xizmetiya hertim ça lazim e bînim sêrî. Ez hîn bûm ku çiqas ferz e, wekî ez kesên din hîn kim. Gava min destpêkir ça pêşeng xizmet kim, mizgînvanekî mîsyonêr bi navê Wîlem van Sel, ez kirim bin perê xwe. Ewî ez hîn kirim, wekî civatêda gerekê ez cabdariyên xwe çawa bînim sêrî. Ez bi rastî jî gelek hewcê vê yekê bûm. Salek şûnda, ez wek pêşengê mexsûs hatime kifşkirinê, û paşê, min alî komên biçûk dikir, yên ku nav mêşa Sûrînemêda, dûrî civata bûn. Ez bona hînkirina ku min ji Wîlem û birên din stand, gelek razî bûm. Ji hingêda ez jî xîret dikim ku mîna wan, bona hînkirina kesên din wext veqetînim.

Usa jî ez hîn bûm, ku bi jîyîneke sivik û organîze bijîm. Gava ez û hevalê min pêşengên mexsûs bûn, me destpêka her mehêda şêwir dikir, ku wê mehê çi hewcên me wê hebin. Paşê, yek ji me riya dûr diçû heta şeher, wekî tiştên lazim bikire. Me perê mehê bi serwaxtî xerc dikir û her tişt usa dida xebatê, wekî bikaribin mehekê ebûra xwe bikin, çimkî me zanibû ku hergê nişkêva mera tiştek lazim be, li der-dora me kes tune ku alî me bike. Ev yek ku ez cahiltiya xweda hîn bûm, ku bi jîyîneke sivik û organîze bijîm, alî min kir wekî ez temamiya emirê xwe dîna xwe bidime şixulê Yehowa.

Dîsa dersek ku ez hîn bûm ev bû, ku çiqas ferz e, wekî ez meriva ser zimanê wan hîn kim. Zarotiyêda ez zimanên Holandî, Înglîzî, Papayamêntî û Sranantongo hîn bibûm. Lê mêşeda, gava me bi zimanê dayîkê xeber dida, meriva diha baş guh dida me. Hine ji van zimana bona min zor bûn, mesele zimanê Saramakayî, yê ku têda dengên bilind û nimiz hene. Dîsa jî, hînbûna van zimana gelek hêja bû, çimkî bi saya wan zimana, min rastiya Kitêba Pîroz gîhande gelek meriva.

Hînbûna zimanekî teze hilbet ne hêsa ye, û carna min tiştekî şaş digot û şermî dimam. Mesele, carekê min dixwest bi zimanê Saramakayî jinikeke ku zikê wê dêşiya bipirsiya, ku ew niha ça ne, lê min bi şaşî lê pirsî, hela ew hemle ye. Bidine hesabê xwe ewê jinikê çiqas şerm kir! Nava çetinayên usada jî, ez hertim xîret dikim ku bi zimanê dayîkê tevî meriva xeber dim.

CABDARIYÊN TEZE

Sala 1970-da, ez ça berpirsiyarê mihalê hatim kifşkirinê. Wê salê, min bernameke pê slayda, dêmek şikila, bi navê “Serlêdana Ofîsa Sereke ya Şedên Yehowa” nîşanî gelek koma kir, yên ku mêşeda bûn. Ez û çend bira, seva ku bigihîjin van ciyên dûr, me pê qeyikeke dar çemara rêwîtî dikir. Me gênêrator, balonê bênzînê, lempên niftê, projêktor û haceta bona nîşankirina slayda tevî xwe dibirin. Gava em digihîştin cî, me ev tişt bar dikirin ciyê ku bername dihate derbazkirinê. Tê bîra min, ku wan meriva ji bernama çiqas şabûn distandin. Min gelek hiz dikir meriva derheqa Yehowa û teşkîleta wî hîn kim. Şixulê ku min bona Yehowa dikir, bi rastî jî gelek baş bû û hêjayî her tiştî bû.

VEGIRTINA BENEKÎ SÊQETÎ

Ez û Êtêl, em meha Îlonê, sala 1971-da zewicîn

Rast e jîyîna azep bona xizmetiyê gelek baş bû, lê yeke min dixwest bizewicim. Lema jî, min Yehowara dua kir, wekî ez xwera hevalekê bivînim, ya ku hazir e tevî min mêşeda xizmetiya hertimda kar bike. Weke salek şûnda, min xûşkeke xîret bi navê Êtêl nas kir, ya ku ça pêşenga mexsûs xizmet dikir. Ji zarotiyêda, Êtêl Pawlosê şandîra heyr-hujmekar dima, û xwestina wê ew bû, ku mîna Pawlos xizmet bike. Meha Îlonê, sala 1971-da, em zewicîn, û min îda tevî jina xwe berdewam kir ça berpirsiyarê mihalê xizmet kim.

Gava Êtêl zar bû, malbeta wê destteng bû, lema jî jêra çetin nîbû hînî jîyîna mêşeda be. Mesele, gava em diçûn civatên ku kûraya mêşeda bûn, me gelek tişt tevî xwe nedibirin. Me serê xwe û kincên xwe çemada dişûşt. Usa jî, xweyê malê çi didane ber me, me ew jî dixwar, mesele meregîsk, pîran û heywanên din, yên ku mêşeda yan jî çemada dihatine girtinê. Çaxê tebax tune bûn, me belgên banana dida xebatê, û gava kevçî tune bû, me pê desta dixwar. Bi saya qurbanên ku me tevayî xizmetiya Yehowada dikir, em bûne benekî sêqetî (Waîz 4:12). Em ji jîyîna xwe tu car poşman nebûn!

Carekê, gava em ji cîkî dûr vedigeriyane malê, em ketine vê derecê derheqa kîjanî min sêrîda got. Çaxê qeyik kete nav zinara, ew nuq bû, lê paşê zû ser avê ket. Ça baş e ku me êlek li xwe kiribûn, wekî nexeniqin û em ji qeyikê neketine avê. Lê qeyik bi avê tije bû. Me kûpikên xwarinê vala kir û pê wan av ji qeyikê derxist.

Xwarina me tune bû, me dixwest mesî bigirta, lê me qe mesî negirt. Lema jî, me dua kir wekî Yehowa nanê wê rojê bide me. Derbêra paşî dua, birak mesîkî usa mezin girt, ku wê êvarê têra me pênc kesa kir.

MÊR, BAV Û BERPIRSIYARÊ RÊWÎ

Paşî ku me pênc sal şixulê rêwîtiyê kir, em pêhesiyan ku zar wê mera bê bûyînê. Ez gelek şa bûm, lê ez berxwe diketim ku jîyîna me wê çawa be. Ez û Êtêl, me gelek dixwest xizmetiya hertim berdewam kira. Sala 1976-da, kurê me Êtnîêl hate bûyînê. Kurê meyî biçûk Covanî du sal û nîv şûnda hate bûyînê.

Nêzîkî Godo Holoyê, Sûrînema Rohilat, 1983: Kesek Çemê Tapanahonîyêda tê nixumandinê

Hingê, Sûrînemêda hewcetî hebû, lema jî Beytelê îzin da wekî ez ça berpirsiyarê mihalê bimînim, û him jî zarên xwe mezin kin. Çaxê kurên me biçûk bûn, herêmên ku têda civat hindik bûn, tesmîlî min dikirin. Lema jî, min dikaribû her meh çend heftê ça berpirsiyarê rêwî xizmet kim, û heftiyên din, min civata xweda ça pêşeng xizmet dikir. Gava ez diçûm civatên nêzîkî mala me, Êtêl û kurên me tevî min dihatin. Lê gava ez diçûm civat û komcivînên nava mêşe, min tenê rêwîtî dikir.

Gava ez berpirsiyarê mihalê bûm, ez gelek cara bi qeyikê diçûme civatên dûr

Seva ku min hemû cabdariyên xwe bianiya sêrî, lazim bû ku min her tişt rind organîze kira. Mesele, bona min ferz bû ku qulixkirina tevî malbetê her heftê derbaz be. Gava ez diçûm civatên nava mêşeda, lê malbeta min malda dima, Êtêlê qulixkirina malbetê tevî zara derbaz dikir. Dîsa jî, çiqas ji destê me dihat, me hemû tişt tevayî dikir. Usa jî, me tevayî lîstik dilîstin û digeriyan. Min gelek cara heta nîvê şevê xwe bona cabdariyên civatê hazir dikir. Mîna jina jîr ji Metelok 31:15, Êtêl jî sibehê zû radibû, wekî em bikaribin tevayî rêza rojê bixûnin û teştê bixwin, pêşiya ku zar herin mektebê. Êtêl bi rastî jî jineke xîret e, ya ku hertim alî min dike, wekî ez hemû cabdariyên xwe, ku Yehowa dane min, bînim sêrî.

Me hertim bi dil û can alî kurên xwe dikir, wekî ewana Yehowa û xizmetiyê hiz bikin. Me dixwest wekî kurên me ne seva xwestina me, lê bi dilê xwe xizmetiya hertim bijbêrin. Lema jî, me hertim wanra digot, ku xizmetiya hertim çiqas şabûnê tîne. Usa jî, me digot ku çiqas çetinayên me hebûn jî, Yehowa alî me kiriye û em kerem kirine. Xêncî vê yekê, me timê mecal dida kurên xwe, wekî ewana tevî xûşk-birên xîret wede derbaz kin.

Gava me zarên xwe mezin dikirin, Yehowa bona hemû hewcên me xem dikir. Min hemikî her tişt dikir, wekî ebûra malbeta xwe bikim. Bi saya vê yekê ku min ça pêşengekî azep mêşeda xizmet kiribû, min zanibû ku çiqas ferz e, wekî em bona hewcên xweye matêrîalî pêşda bifikirin. Lê carna, em dîsa jî aliyê matêriyalîda diketin tengasiyê, û wî çaxî Yehowa alî me dikir. Mesele, ji sala 1986 heta sala 1992, li Sûrînemê tevlihevbûn destpêbû. Wan salada, carna zor bû ku em hewcên sereke dest xin. Dîsa jî, Yehowa em birçî nedihîştin (Metta 6:32).

EZ QE POŞMAN NEBÛME

Ji aliyê çepê heta aliyê rastê: Ez û jina min Êtêl

Kurê meyî mezin Êtnîêl û jina wî Natalî

Kurê me Covanî û jina wî Krîstal

Temamiya emirê meda, Yehowa hertim me xwey dikir û dilê me şa dikir. Zarên me bi rastî jî pêşkêşên ji Xwedê ne, û em gelek şa ne ku me wana ser riya Yehowa mezin kiriye. Em şa ne ku wana jî xizmetiya hertim kiriye nêta jîyîna xwe. Êtnîêl û Covanî hînbûnên teşkîletê xilaz kirine û niha tevî jinên xwe Beytela Sûrînemêda xizmet dikin.

Ez û Êtêl, em îda emirda mezin in, lê em hê ça pêşengên mexsûs xizmet dikin. Haqas şixulê me heye, ku ez hê hîn nebûme xwe avê xim! Lê rast bêjim, ez qe poşman nebûme. Gava ez jîyîna xwe didim ber çevê xwe, ez gelek şa me ku ez ji cahiltiyê ça xizmetkarê hertim Yehowara xizmet dikim!