Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Gelo Mordokaî bi Rastî Hebû?

KITÊBA Ester besa mêrekî Cihû bi navê Mordokaî dike. Mordokaî yek ji Cihûyên aksorkirî bû, û ew destpêka qirna 5-da B.D.M., “rojên Ahaşveroşda”, qesira padşê Farisda dixebitî (Roja îroyîn Ahaşveroş carna tê navkirinê ça Ksêrks I). Mordokaî planeke seva kuştina padşê, eşkere kiribû. Padşa razî bû û ferman da, wekî Mordokaî bê rûmetkirinê. Padşa paşî mirina Haman, yê ku dijminê Mordokaî û Cihûyên din bû, Mordokaî kire serokwezîr. Bi vî cûreyî, mecal kete destê Mordokaî ku bona xilazkirina Cihûyên li Împêriya Farisa, fermanekî bide (Ester 1:1; 2:5, 21-23; 8:1, 2; 9:16).

Destpêka qirna 20-da, hine terîxzana digot ku kitêba Ester çîrok e û mêrekî bi navê Mordokaî bi rastî tune bû. Lê sala 1941-da, arxêoloja tiştek dît, çi ku piştgiriya gotinên ji Kitêba Pîroz dike, derheqa Mordokaî. Gelo wana çi dît?

Lêkolînkara nivîsarek dîtin, ya ku besa mêrekî bi navê “Mardûka” dike (bi zimanê Kurmancî: Mordokaî). Ev mêr li Şûşanê dibeke ça hesabkar dixebitî. Artûr Angnad, êkspêrtekî terîxiyê yê Rohilata Navîn, got ku heta wê demê, ev nivîsar “xêncî Kitêba Pîroz, kaniya tek bû, ya ku besa Mordokaî dike”.

Ji wî çaxîva, zandara bi hezara nivîsarên Farisa welgerandine. Nava wanda, kevirên Persepolîsê hene, yên ku nava kevir-kuçikada dîtin, kîderê ku berê ciyê xiznê bû, nêzîkî sûrên bajêr. Ev kevir ji hêna serwêrtiya Ksêrks I ne, û bi zimanê Elamî ne. Li ser wan, çend nav hene, yên ku kitêba Esterda nivîsar in. a

Navê Mordokaî (Mardûka) bi nivîsandina Farisî

Navê mêrekî bi navê “Mardûka”, li ser çend kevirên ji Persepolîsê kifşkirî ye, yê ku wedê serwêrtiya Ksêrks I qesira Şûşanêda, ça nivîskarê padşê dixebitî. Ser kevirekî tê gotinê ku “Mardûka” welger bû. Ev yek li gora Kitêba Pîroz e. Ew qesira Ahaşveroş Padşada (Ksêrks I) berdestî bû, û ewî herî kêm ser du zimana xeber dida. Mordokaî li Şûşanê ber dergehê qesira padşê rûdinişt (Ester 2:19, 21; 3:3). Ev dergeh çawa avayîkî mezin bû, û berdestiyên qesirê li wêderê dixebitîn.

Gelek tiştên ku ser kevira derheqa “Mardûka” têne gotinê û tiştên ku Kitêba Pîroz li ser Mordokaî dibêje, wek hev in. Ewana wedekîda û cîkîda dijîtin, û ça hesabkar dixebitîn. Dêmek, ew hemû tişt çi ku derheqa “Mardûka” û Mordokaî tê gotinê, didine kifşê wekî ew merivek bû.

a Sala 1992-da, Profêsor Êdwîn Yamaûçî, 10 navên ji nivîsarên Persepolîsê neşir kir, yên ku kitêba Esterda jî hene.