Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 45

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Xizmetiya Xwe Bînin Sêrî?

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Xizmetiya Xwe Bînin Sêrî?

“[Ewê] bizanibin ku nav wanda pêxemberek heye” (HEZEQÊL 2:5).

KILAMA 67 “Xizmet ke”

VÊ GOTARÊDA a

1. Gerekê em bona çi hazir bin û em dikarin çida bawer bin?

 EM ZANIN ku xizmetiyêda, em dikarin rastî peyketina bên. Axiriyêda, peyketin wê diha zêde bin (Daniyêl 11:44; 2 Tîmotêyo 3:12; Eyantî 16:21). Lê dîsa jî, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê alî me bike, çimkî Yehowa hertim alî xizmetkarên xwe kiriye, wekî ewana cabdariyên xwe nava tengasiyada jî bînin sêrî. Mesele, were em çend derecên jîyîna Hezeqêl pêxember şêwir kin, kîjan ku Cihûyên aksorkirîra pêxembertî dikir.

2. Merivên ku rastî Hezeqêl dihatin, merivên çi cûreyî bûn? Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin? (Hezeqêl 2:3-6)

2 Gelo merivên ku rastî Hezeqêl dihatin, çi cûreyî bûn? Li gora gotinên Yehowa, ew merivên raber û “dil hişk” bûn. Ewana mîna stirûyê ku ziyan didan û mîna dûpişka xof bûn. Lema jî, Yehowa çend cara Hezeqêlra got netirse! (Hezeqêl 2:3-6 bixûne) Hezeqêl dikaribû cabdariya xwe bîne sêrî, çimkî (1) Yehowa ew şandibû, (2) ewî bi saya ruhê Xwedê qewat distand û (3) gotinên Xwedê baweriya wî qewî dikirin. Gelo ev yek ça alî Hezeqêl dikir û çawa alî me dike?

YEHOWA HEZEQÊL ŞAND

3. Hezeqêl ji kîjan gotina qewat distand, û Yehowa çawa nîşanî wî kir, wekî kêleka wî ye?

3 Yehowa Hezeqêlra got: “Ez te dişînim” (Hezeqêl 2:3, 4). Belê, Hezeqêl ji van gotina qewat distand. Gelo çira? Bêşik, ewî zanibû, ku gava Yehowa Mûsa û Îşaya ça pêxember kifş kiribûn, ewî wanra jî usa gotibû (Derketin 3:10; Îşaya 6:8). Usa jî, Hezeqêl zanibû, wekî Yehowa alî van du pêxembera kiribû, ku ewana nava tengasiyada serkevin. Bi saya vê yekê ku Yehowa du cara Hezeqêlra got “ez te dişînim”, ewî dikaribû xwe bispêre alîkariya Yehowa. Xêncî vê yekê, kitêba Hezeqêlda gelek cara usa tê gotinê: “Gotina Xudan ji minra hat” (Hezeqêl 3:16; 6:1). Hezeqêl bêşik bawer bû ku Yehowa ew şandibû. Usa jî, Hezeqêl kurê kahîn bû, û bêşik bavê wî jêra gilî kiribû, wekî Yehowa çawa pêxemberên xwera gotibû, ku ew kêleka wan e. Mesele, Yehowa Îshaq, Aqûb û Yêremyara usa gotibû: “Ez tevî te me” (Destpêbûn 26:24; 28:15; Yêremya 1:8).

4. Hezeqêl ji kîjan gotina dilbînî û qewat distand?

4 Gelo Îsraêliya wê guh bida Hezeqêl? Yehowa jêra usa got: “Mala Îsraêlê [wê] nexwaze ku te guhdarî bike; ji ber naxwazin ku min guhdarî bikin” (Hezeqêl 3:7). Bi vê yekê ku Îsraêliya Hezeqêl înkar kir, bi rastî wana Yehowa înkar kir. Ji van gotina, Hezeqêl fem dikir, wekî neguhdarîkirina cimetê nayê hesabê, ku ew pêxemberekî bêkêr e. Serda jî, Yehowa Hezeqêlra got ku gava dîwanên ku ewî elam dikir, bêne sêrî, cimet wê bizanibe wekî “nav wanda pêxemberek heye” (Hezeqêl 2:5; 33:33). Van gotinên Yehowa dilbînî û qewat dida Hezeqêl, wekî xizmetiya xwe bîne sêrî.

YEHOWA ME JÎ DIŞÎNE

Mîna Hezeqêl, dibeke meriv guh nedin me û pey me kevin, lê em zanin ku Yehowa tevî me ye (Abzasa 5 û 6 binihêre)

5. Li gora Îşaya 44:8, çi qewatê dide me?

5 Yehowa em jî şandine, û ev yek qewatê dide me. Em serbilind in, ku ew me ça “Şedên” xwe nav dike (Îşaya 43:10, ÎM). Ev qedirekî gelek mezin e! Çawa ku Yehowa Hezeqêlra gotibû “netirse”, ew mera jî dibêje: “Netirsin!”. Gelo çira em gerekê dijmina netirsin? Çimkî mîna Hezeqêl, Yehowa em jî şandine, û ew piştgiriya me dike (Îşaya 44:8 bixûne).

6. (a) Yehowa çi soz dide me? (b) Çi dikare dilbînî û qewatê bide me?

6 Yehowa soz dide ku ewê alî me bike. Mesele, pêşiya ku Yehowa got “hûn Şedên min in”, ewî usa gotibû: “Gava tu avara derbaz bibî, ezê bi tera bim. Gava tu çemara derbaz bibî jî, wê ser tera neqelibin. Gava tu nav êgirra derbaz bibî, tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne” (Îşaya 43:2, ÎM). Wedê xizmetiyê, em carna rastî çetinayên usa tên, yên ku ça bêjî mîna “av” yan “êgir” in. Lê dîsa jî, bi alîkariya Yehowa, em berdewam dikin xizmetiya xwe tînin sêrî (Îşaya 41:13). Çawa rojên Hezeqêlda, îro jî gelek meriv guh nadin mizgîniya Xwedê, ya ku em bela dikin. Lê ev yek nayê hesabê, ku em xizmetkarên baş nînin. Em zanin ku gava em xizmetiya xwe bi aminî tînin sêrî, Yehowa ji me razî ye. Pawlosê şandî usa gotibû: “Her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe” (1 Korintî 3:8; 4:1, 2). Xûşkek ku gelek sala pêşeng e, usa dibêje: “Ez zanim ku Yehowa wê xîreta me xelat ke, û ev yek dilê min şa dike”.

HEZEQÊL BI SAYA RUHÊ XWEDÊ QEWAT DISTAND

Hezeqêl xewn-xeyalêda ereba Yehowaye ezmanî divîne. Ew xewn-xeyal baweriya wî qewî dike, ku Yehowa wê alî wî bike xizmetiya xwe bîne sêrî (Abzasa 7 binihêre)

7. Her car gava Hezeqêl ev xewn-xeyal dianî bîra xwe, ew yek bêşik çawa ser wî hukum dikir? (Binihêre şikilê rûyê jûrnalê.)

7 Hezeqêl pêxember pê çevê xwe dîtibû, wekî ruhê Xwedê çiqas qewat e. Xewn-xeyalêda, Yehowa nîşanî wî kir, wekî ruhê pîroz çawa ser meleka û ser tekerekên mezin yên ereba ezmanî, hukum dike (Hezeqêl 1:20, 21). Gava Hezeqêl ev yek dît, ew deverûya kete ser erdê (Hezeqêl 1:28). Paşê, her car çaxê Hezeqêl ev xewn-xeyal dianî bîra xwe, baweriya wî bêşik diha qewî dibû, ku bi alîkariya ruhê Xwedê, ewê bikaribe xizmetiya xwe bîne sêrî.

8-9. (a) Yehowa Hezeqêlra çi got? (b) Yehowa çawa qewat da Hezeqêl, wekî ew bikaribe xizmetiya xwe bîne sêrî?

8 Yehowa Hezeqêlra usa got: “Lawê meriv, rabe ser piya ku ez bi tera biaxifim [xeber dim]!”. Van gotina û ruhê Xwedêyî pîroz qewat da Hezeqêl, wekî ew rabe ser piya. Ewî nivîsî: “Ruh ket hindurê min û min li ser piya rakir” (Hezeqêl 2:1, 2). Gava Hezeqêl xizmetiya xwe dianî sêrî, “destê” Yehowa, dêmek ruhê pîroz, hertim rêberiya wî dikir (Hezeqêl 3:22; 8:1; 33:22; 37:1; 40:1). Ruhê Xwedê qewat dida Hezeqêl, wekî ew şixulê xwe bîne sêrî û dîwana Xwedê merivên serhişkra elam ke (Hezeqêl 3:7). Yehowa Hezeqêlra got: “Min rûyê te mîna rûyê wan û eniya te jî mîna eniya wan hişk kiriye. Min eniya te kiriye mîna almasekê, ji kevirê heste hişktir. Ji wan netirse û ji rûyê wan ziravqetî nebe, çimkî ew cimeteke raber e” (Hezeqêl 3:8, 9, DT). Dêmek, Yehowa Hezeqêlra usa digot: “Seva serhişkiya meriva eciz nebe. Ezê te qewî kim”.

9 Paşî vê yekê, ruhê Xwedêyî pîroz rêberiya Hezeqêl dikir. Hezeqêl usa nivîsî: “Destê Xudan li ser minva xwurt [qewî] bû”. Jêra heftêk lazim bû, wekî xebera ku gerekê ew bigihîne meriva hîn be û rind fem bike (Hezeqêl 3:14, 15). Paşê, Yehowa ew bire deştekê ku wêderê “ruh kete hundurê [wî]” (Hezeqêl 3:23, 24). Hezeqêl îda hazir bû, wekî xizmetiya xwe destpêke.

RUHÊ XWEDÊ QEWATÊ DIDE ME JÎ

Mîna Hezeqêl, çi alî me dike, ku em xizmetiya xwe bînin sêrî? (Abzasa 10 binihêre)

10. Seva ku em xizmetiya xwe bînin sêrî, em hewcê çi alîkariyê ne, û çira?

10 Gelo em hewcê çi alîkariyê ne, wekî giliyên Xwedê bela kin? Serhatiya Hezeqêl bîne bîra xwe. Pêşiya ku ewî xizmetiya xwe destpêkir, ruhê Xwedê qewat da wî. Mîna Hezeqêl, em jî hewcê ruhê Xwedê ne, seva ku em bikaribin xizmetiya xwe bînin sêrî. Gelo çira? Çimkî Mîrê-cina miqabilî me şer dike, wekî em xizmetiya xwe bidine sekinandinê (Eyantî 12:17). Mîrê-cina çiqas jî ji me qewattir e, yeke em bi saya xizmetiya xwe serdikevin! (Eyantî 12:9-11) Gelo çawa? Gava em xizmet dikin, em nîşan dikin, wekî em Mîrê-cina natirsin. Çiqas em xizmet dikin, haqas Şeytan dide der. Ev yek ku em dikarin xizmetiya xwe wedê peyketina jî bînin sêrî, nîşan dike, wekî ruhê pîroz qewatê dide me û Yehowa ji me razî ye (Metta 5:10-12; 1 Petrûs 4:14).

11. Ruhê pîroz çawa alî me dike, û seva ku em hertim ruhê pîroz bistînin, gerekê em çi bikin?

11 Ev yek ku Yehowa rû û eniya Hezeqêl hişk kiribû, me hîn dike ku xizmetiyêda em rastî çi jî bên, ruhê Xwedê dikare qewatê bide me, wekî em serkevin (2 Korintî 4:7-9). Hergê usa ye, em çawa dikarin berdewam kin ruhê Xwedê bistînin? Lazim e ku em her gav bona ruhê pîroz dua bikin û bawer bin, ku Yehowa wê duayên me bibihê. Îsa şagirtên xwera gotibû: “Bixwazin, . . . bigerin, . . . derî xin”. Belê, wî çaxî Yehowa wê eseyî “ruhê pîroz bide ewên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:9, 13; Karên Şandiya 1:14; 2:4).

GILIYÊN XWEDÊ HEZEQÊL XWEY DIKIRIN

12. Li gora Hezeqêl 2:9-3:3, kitêba gulometkkirî ji kîderê hat, û têda çi hebû?

12 Hezeqêl pêxember ne tenê bi saya ruhê Xwedê mêrxasî distand, lê usa jî giliyên Xwedê baweriya wî qewî dikirin. Xewn-xeyalêda, Hezeqêl destê kesekî dît, yê ku kitêba gulometkkirî dirêjî wî dikir (Hezeqêl 2:9–3:3 bixûne). Gelo ev kitêba gulometkkirî ji kîderê hat û têda çi hebû? Gelo ev kitêb çawa Hezeqêl xwey dikir û qewî dikir? Were em şêwir kin. Kitêba gulometkkirî ji textê Xwedê hat. Diqewime Yehowa ev kitêba gulometkkirî bi saya melekekî, ku Hezeqêl berê dîtibû, da wî (Hezeqêl 1:8; 10:7, 20). Kitêba gulometkkirîda, giliyên Xwedê nivîsar bûn, û Xwedê dixwest wekî Hezeqêl vê elametiya dîwanê wan Îsraêliyara elam ke, yên ku dîltiyêda bûn (Hezeqêl 2:7). Ev elametî ser herdu rûyên kitêba gulometkkirî nivîsî bûn.

13. Yehowa Hezeqêlra got, ku vê kitêba gulometkkirî ça bike, û gelo ev kitêb çira şîrin bû?

13 Yehowa Hezeqêl pêxemberra got, ku bira ew kitêba gulometkkirî bixwe û zikê xwe pê têr ke. Hezeqêl gura Xwedê kir û ev kitêba gulometkkirî bi temamî xwar. Gelo ew yek çi dihate hesabê? Lazim bû Hezeqêl elametiya Xwedê rind fem bike û ça bêjî bike para xwe, wekî ew ser hiş û dilê wî hukum bike. Paşê, tiştekî ecêbmayî qewimî. Gava Hezeqêl ev kitêba gulometkkirî xwar, ew bona wî “mîna hingiv şîrin bû” (Hezeqêl 3:3). Gelo çira? Bona Hezeqêl, xweş û şîrin bû ku pê navê Yehowa xeber de (Zebûr 19:8-11). Ew şêkirdar bû, ku Yehowa ew ça pêxember kifş kiriye.

14. Çi alî Hezeqêl kir, wekî xizmetiya xwe bîne sêrî?

14 Paşê, Yehowa Hezeqêlra usa got: “Hemû gotinên min yên ku ezê tera bêjim bigire û bixe dilê xwe” (Hezeqêl 3:10). Dêmek, Yehowa dixwest ku Hezeqêl gotinên kitêba gulometkkirî bîra xweda xwey ke û ser wan kûr bifikire. Hezeqêl ji vê yekê gelek kar distand, û ewî rind zanibû, ku gerekê merivara kîjan elametiya ferz bela ke (Hezeqêl 3:11). Xebera Xwedê îda ser dil û lêvên Hezeqêl bû, lema jî ew hazir bû ku xizmetiya xwe bîne sêrî (Beramber ke Zebûr 19:14).

GILIYÊN XWEDÊ ME JÎ XWEY DIKIN

15. Seva ku em bikaribin sebir kin, gerekê em çi ‘bikine dilê xwe’?

15 Seva ku em bikaribin xizmetiyêda sebir kin, mera jî lazim e wekî giliyên Xwedê me xwey kin û qewî kin. Gerekê em hemû gotinên Yehowa ‘bikine dilê xwe’. Îro, Yehowa bi saya Xebera xwe, dêmek bi saya Kitêba Pîroz, tevî me xeber dide. Seva ku Xebera Xwedê berdewam ke ser fikir, hest û nêtên me hukum ke, gerekê em çi bikin?

16. Em çawa dikarin Kitêba Pîroz bikine dilê xwe?

16 Çawa ku xwarin bedena me xwey dike, xwarina ruhanî jî, dêmek lêkolîna Xebera Xwedê û fikirandina kûr ser wê, me aliyê ruhanîda xwey dike. Dersa derheqa kitêba gulometkkirî bona me gelek ferz e. Yehowa dixwaze ku em zikê xweye sîmbolîk bi Xebera wî têr bikin. Bona vê yekê, gerekê em dua bikin, Xebera wî bixûnin û ser wê kûr bifikirin. Ya pêşin, gerekê em dua bikin ku dilê me hazir be, wekî fikirên Xwedê qebûl ke. Paşê, gerekê em pareke Kitêba Pîroz bixûnin û li ser tiştên ku me xwendine, kûr bifikirin. Çiqas em ser Xebera Xwedê kûr bifikirin, haqas dilê meyî sîmbolîk wê bi gotinên wêva tije be.

17. Çima ferz e ku em ser Kitêba Pîroz kûr bifikirin?

17 Belakirina mizgîniya Padşatiyê carna ne hêsa ye. Serda jî, dibeke demeke nêzîkda lazim be, ku em dîwana Xwedê merivara elam kin. Seva ku qewata me hebe, wekî em van cabdariya pêk bînin, gelek ferz e ku em Kitêba Pîroz bixûnin û ser wê kûr bifikirin. Xêncî vê yekê, gava em dîna xwe didin hunurên Yehowaye xweş, dostiya me tevî wî diha qewî dibe. Axiriyêda, emê mîna Hezeqêl tiştekî xweş û şîrin qazanc kin, dêmek edilayê û şabûnê (Zebûr 119:103).

SEBIR KE!

18. Merivên ji mihala me wê çi fem bikin, û çira?

18 Belê, Hezeqêl pêxember bû, lê em pêxember nînin. Dîsa jî, xwestina me ev e, wekî em mizgîniya ku Yehowa Xebera xweda xwey kiriye, bela kin, heta ku Yehowa bêje “Bes e”. Gava roja dîwanê bê, tu kes wê nikaribe bêje ku ew haş ji vê elametiyê tune bû yan jî ku Xwedê dîna xwe neda wî (Hezeqêl 3:19; 18:23). Na, her kes wê fem bike, wekî xebera ku me bela kiriye, ji Xwedê ye.

19. Çi qewatê dide me, wekî em xizmetiya xwe bînin sêrî?

19 Çawa Yehowa alî Hezeqêl dikir wekî ew xizmetiya xwe bîne sêrî, ew alî me jî dike xizmetiya xwe bînin sêrî. Em belakirina mizgîniyê nadin sekinandinê, çimkî em zanin, ku Yehowa em şandine, em bi saya ruhê pîroz qewatê distînin û Xebera Xwedê baweriya me diha qewî dike. Belê, bi alîkariya Yehowa, emê “heta xilaziyê” sebir kin û xizmetiya xwe bînin sêrî (Metta 24:13).

KILAMA 65 Timê Pêş!

a Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine sê tişta, kîjan ku alî Hezeqêl pêxember dikirin, wekî cabdariya xwe bîne sêrî. Çaxê em şêwir kin, ku Yehowa çawa alî wî kiribû, baweriya me wê diha qewî be, ku Yehowa wê alî me jî bike, wekî em xizmetiya xwe bînin sêrî.