Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 46

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em bi Şabûnê Sebir kin?

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em bi Şabûnê Sebir kin?

“Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. ... Radibe ku rema xwe nîşanî we bide” (ÎŞAYA 30:18, ÎM).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA a

1-2. (a) Emê kîjan pirsa şêwir kin? (b) Em ji ku zanin wekî Yehowa dixwaze alî me bike?

 YEHOWA dikare alî me bike, wekî em nava tengasiyada sebir kin û ji xizmetiya pîroz şabûnê bistînin. Gelo ew çawa alî me dike? Em çawa dikarin ji alîkariya Yehowa bi temamî karê bistînin? Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin. Lê serîda, were em dîna xwe bidin vê pirsê: Gelo Yehowa bi rastî dixwaze û hazir e alî me bike?

2 Xebereke ku Pawlosê şandî nemeke xweda dabû xebatê, dikare alî me bike, wekî em caba vê pirsê bistînin. Pawlos usa nivîsîbû: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?” (Îbranî 13:6). Li gora ferhengên Kitêba Pîroz, xebera “piştovan”, ya ku vê rêzêda hatiye xebitandinê, tê hesabê çaxê merivek diçe hewara kesekî. Bîne ber çevê xwe, ku Yehowa çawa bi lez diçe hewara kesekî, yê ku ketiye tengasiyê. Bi texmîna te, gelo ev xeber nîşan nake, wekî Yehowa hazir e û dixwaze bibe Piştovanê me, dêmek Alîkarê me? Belê! Hergê Yehowa tevî me ye, em dikarin nava telî-tengiyada jî bi şabûnê sebir kin.

3. Yehowa bi kîjan sê tişta alî me dike, wekî em nava tengasiyada bi şabûnê sebir kin?

3 Gelo Yehowa çawa alî me dike, wekî em nava cêribandinada bi şabûnê sebir kin? Seva ku caba vê pirsê bistînin, were em dîna xwe bidine kitêba Îşaya, çimkî gelek tiştên ku Îşaya pêxember ji bîna ber Xwedê nivîsîbû, bona me ne jî. Usa jî, Îşaya bi gotinên hêsa şirovekiribû, ku Yehowa yekî çawa ye. Mesele, serê 30 ya kitêba Îşaya bîne ber çevê xwe. Vî serîda, Îşaya pê meselên xweş zelal kiribû, ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike. Ewî nîşan kiribû, ku Yehowa (1) duayên me dibihê û caba wan dide, (2) rêberiya me dike û (3) him niha, him jî axiriyêda wê me kerem ke. Were em yek-yek van tişta şêwir kin.

YEHOWA GUH DIDE ME

4. (a) Yehowa derheqa Cihûyên rojên Îşayada çi got, û ewî hîşt ku çi bê serê wan? (b) Yehowa çi hêvî da kesên amin? (Îşaya 30:18, 19)

4 Destpêka serê 30-da ya kitêba Îşaya, Yehowa Cihûyên wî çaxî nav kiribû ça “kurên serhişk”, yên ku “gune li ser guna dikin”. Paşê, ewî got: “Ew miletekî serhildêr e [raber e], . . . zarokên ku naxwazin Şerîeta [qanûna] Xudan bibihîzin” (Îşaya 30:1, 9, ÎM). Cimetê guh nedida Yehowa, lema jî Îşaya pêxembertî kiribû, wekî Yehowa wê bihêle ku ewana bikevine tengasiyê (Îşaya 30:5, 17; Yêremya 25:8-11). Û usa jî qewimî, Babîloniya ew birine dîltiyê. Lê nav wanda hine kesên amin jî hebûn, û Îşaya hêvî dabû wan. Ewî wanra gotibû ku rojekê, ewê vegerin welatê xwe (Îşaya 30:18, 19 bixûne). Yehowa sozê xwe anî sêrî, û wana ji dîltiyê aza kir. Dîsa jî, heta wê rojê gelek sal derbaz bû. Ew gilî “Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide”, nîşanî kesên amin dikir, wekî hine wext wê derbaz be, heta ku ewana bêne xilazkirinê. Lema jî 70 sal derbaz bû, pêşiya ku Îsraêlî ji dîltiya Babîlonê hatine azakirinê û hine ji wan vegeriyan bajarê Orşelîmê (Îşaya 10:21; Yêremya 29:10). Gava ewana gihîştin welatê xwe, hêsirên diltengiyê ser hêsirên şabûnê hatine guhastinê.

5. Îşaya 30:19 çida dil dide me?

5 Îro jî, ev gotin dilê me rihet dikin: “Hilbet wê Xudan li ser hewara te keremê nîşanî te bide” (Îşaya 30:19, ÎM). Îşaya dil dide me, ku Yehowa wê guh bide hewar-gaziya me û bê hewara me. Usa jî, ewî gotibû: “Çaxê bihîst, wê bersiva [caba] te bide”. Belê, Bavê meyî ezmanî bi dil û can hazir e ku bê hewara me. Gelo ev yek alî me nake, ku em bi şabûnê sebir kin?

6. Gotinên Îşaya çawa nîşan dikin, wekî Yehowa guh dide duayên her xizmetkarê xwe?

6 Usa jî, ev rêz derheqa duayên me çi nîşan dike? Yehowa guh dide duayên her yekî ji me. Gelo em vê yekê ji ku zanin? Para pêşinda ya serê 30 ji kitêba Îşaya, Yehowa tevî hemû xizmetkarên xwe xeber dide, lema xebera “we” tê xebitandinê. Lê rêza 19-da, xebera “te” tê xebitandinê, çimkî li vir, Yehowa başqe tevî her merivekî xeber dide. Îşaya usa nivîsîbû: “Tê negirî. Hilbet wê Xudan . . . keremê nîşanî te bide. . . . . Wê bersiva [caba] te bide”. Yehowa Bavekî dilovan e, lema jî ew tu car nabêje qîz yan kurê xweyî dilteng: “Tu gerekê mîna birê xwe yan xûşka xwe qewî bî”. Xwedê bona her yekî ji me başqe xem dike û guh dide duayên me (Zebûr 116:1; Îşaya 57:15).

Ev giliyên Îşaya çi têne hesabê: “Rihetiyê nedin [Yehowa]”? (Abzasa 7 binihêre)

7. Îşaya pêxember û Îsa çawa nîşan kiribûn, ku gerekê em her gav dua bikin?

7 Gava em Yehowara besa derdên xwe dikin, Ew dikare derbêra qewatê bide me, wekî em bikaribin sebir kin. Hergê tengasiya me zû xilaz nebe, dibeke lazim be ku em dîsa û dîsa ji Yehowa qewatê bixwazin, wekî em bikaribin sebir kin. Îşaya usa gotibû: “Rihetiyê nedin [Yehowa]” (Îşaya 62:7, ÎM). Ev gilî çi têne hesabê? Gerekê em her gav dua bikin û ça bêjî rihetiyê nedin Yehowa. Ev yek, giliyên Îsa derheqa dua tînin bîra me, yên ku em Lûqa 11:8-10, 13-da dixûnin. Van rêzada, Îsa gotibû ku çiqas ferz e, wekî em newestin û timê ruhê pîroz bixwazin. Usa jî, em dikarin ji Yehowa rêberiyê bixwazin, wekî safîkirinên baş bikin.

YEHOWA RÊBERIYA ME DIKE

8. Wedê berê, gotinên ji Îşaya 30:20, 21 çawa hatine sêrî?

8 Îşaya 30:20, 21 bixûne. Gava ordiya Babîlonê salek û nîv dora bajarê Orşelîmê girt, cefa û tengasiya ku cimetê dikişand, bûne ça tiştên herrojî, mîna nan û av. Lê rêzên 20 û 21-da, Yehowa soz da wan, ku hergê ewana tobe bikin û xwe rast kin, ewê wana xilaz ke. Îşaya wanra got, ku “Mamosteyê” Mezin Yehowa wê wana hîn ke, ku ça wî bihebînin. Gava ewana ji dîltiyê derketin, ev soz hate sêrî. Yehowa wanra bû Mamoste, û bi rêberiya wî, wana hebandina rast tezeda ava kir. Em şa ne ku Yehowa bona me jî bûye Mamosteyê Mezin!

9. Yehowa çawa rêberiya me dike?

9 Paşê, Îşaya me beramberî şagirta dike, ku aliyê Yehowava bi du cûra têne hînkirinê. Pêşiyê Îşaya dibêje: “Çevên te Mamosteyê we bivînin, ÎM”. Li gora vê meselê, Mamoste ça bêjî ber şagirtên xwe disekine. Îro, dereca me bi rastî jî usa ye. Yehowa me bi saya teşkîleta xwe hîn dike. Belê, em bona rêberiya zelal, ya ku em ji teşkîleta Yehowa distînin, gelek razî ne! Ev hînkirin ku em ser civata, civatên mezin, bi saya edebyet, brodkastîngên me û bi gelek cûrên din distînin, alî me dike ku nava tengasiyada bi şabûnê sebir kin.

10. Em çawa dengê Yehowa pişt xweva dibihên?

10 Ya duda, em dengê Yehowa “paşva”, dêmek pişt xweva dibihên. Mîna dersdarekî ku pişt şagirtên xwe rê diçe û rêberiyê dide wan, Yehowa jî bi saya Kitêba Pîroz, ya ku bi qirna berê hatibû nivîsarê, tevî me xeber dide. Lema jî gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em dengê Xwedê ça bêjî pişt xweva dibihên (Îşaya 51:4).

11. Seva ku em bi şabûnê sebir kin, em gerekê kîjan gava bavêjin û çira?

11 Gelo em çawa dikarin ji rêberiya ku Yehowa bi saya teşkîlet û Xebera xwe dide, karê bistînin? Were em bînine bîra xwe, ku Îşaya çi gotibû: “Rê ev e, vê rêra herin!” (Îşaya 30:21, ÎM). Bes nîne, wekî em tenê bizanibin ku “rê” kîjan e. Lazim e ku em “vê rêra herin”. Yehowa bi saya teşkîleta xwe û Xebera xwe mera şirovedike û zelal dike, wekî em hîn bin, ku Ew ji me çi dewa dike û em çawa dikarin li gora xwestina Wî bijîn. Seva ku em bi şabûnê Yehowara xizmet kin û keremên wî bistînin, em gerekê herdu gava bavêjin.

YEHOWA ME KEREM DIKE

12. Li gora Îşaya 30:23-26, Yehowa soz dabû, ku ewê xizmetkarên xwe çawa kerem ke?

12 Îşaya 30:23-26 bixûne. Ev pêxembertî ser Cihûyên, ku ji dîltiya Babîlonê vegeriyane welatê Îsraêlê, ça hate sêrî? Yehowa gelek keremên fîzîkî û ruhanî ser wanda barand. Mesele, ewî têr-tije xwarin da wan. Ji vê yekê ferztir, çi ku Yehowa dabû wan ew bû, gava hêdî-hêdî hebandina rast tezeda ava dibû, û ewî têr-tije xwarina ruhanî da wan. Keremên ruhanî, yên ku xizmetkarên Xwedê wê demê distandin, ji yên berê zêdetir bûn. Çawa rêza 26 nîşan dike, Yehowa ronaya ruhanî gelek zêde kir (Îşaya 60:2). Keremên Yehowa alî xizmetkarên wî dikirin, wekî ewana bi xîret û bi şabûnê wîra xizmet bikin (Îşaya 65:14).

13. Pêxembertiya derheqa vegerandina hebandina rast rojên meda çawa hatiye sêrî?

13 Gelo pêxembertiya derheqa vegerandina hebandina rast rojên meda jî hatiye sêrî? Belê! Ji sala 1919 D.M.-da, bi mîlyona meriv ji dîltiya Babîlona Mezin, dêmek ji împêriya dînên qelp, aza bûne, û ewana ketine cineta ruhanî, ya ku ji Erdê Sozdayî ku wedê Îsraêliya hebû, diha baştir e (Îşaya 51:3; 66:8). Gelo ev cineta ruhanî çi ye?

14. Cineta ruhanî çi ye, û îro kê têda dimîne? (Gotin ku Hate Şirovekirinê binihêre.)

14 Ji sala 1919 D.M., kesên bi ruh kifşkirî cineta ruhanîda dijîn. b Wede şûnda, “pezên din” jî cineta ruhanîda cîwar bûn. Niha ewana jî ji Yehowa gelek kerema distînin û hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne (Yûhenna 10:16; Îşaya 25:6; 65:13).

15. Cineta ruhanî kîderê ye?

15 Ev cineta ruhanî kîderê ye? Îro, nav temamiya dinyayêda xizmetkarên Yehowa hene. Lema jî cineta wane ruhanî jî ser temamiya dinyayê ye. Firqî tune em kîderê dijîn, hergê em aliyê xweda her tiştî dikin, wekî piştgiriya hebandina rast bikin, em dikarin bibine para vê cineta ruhanî.

Em çawa dikarin cineta ruhanî bixemilînin? (Abzasa 16 û 17 binihêre)

16. Seva ku em bedewbûna cineta ruhanî bivînin, gerekê em çi bikin?

16 Seva ku em cineta ruhanîda bimînin, gelek ferz e, ku em civatên xweye ser topa dinyayê, ji dil qîmet bikin. Gelo çawa? Em gerekê dîna xwe bidin ne ku qisûrên wan meriva, yên ku cineta ruhanîda nin, lê bedewbûna vê cinetê (Yûhenna 17:20, 21). Çira ferz e, ku em vê yekê bikin? Bide ber çevê xwe, ku tu baxçekî bedewda digerî. Têda darên cûre-cûre hene, çawa ku civatên meda xûşk-birên cûre-cûre hene (Îşaya 44:4; 61:3). Lazim e ku em dîna xwe bidin bedewbûna wan baxa bi temamî, ne ku ser qisûrên wan, yên ku em nêzîkva divînin. Bira tu car qisûrên me û xûşk-bira nebine sebeb, wekî em bedewbûna yektiya civata hemdinyayê, nevînin.

17. Em çawa dikarin piştgiriya yektiya civatê bikin?

17 Gava em xîret dikin, wekî edilayê pêşda bînin, em aliyê xweda alîkariyê didin vê yektiyê (Metta 5:9; Romayî 12:18). Her car çaxê em gava pêşin davêjin, wekî edilayê tevî xûşk-bira pêşda bînin, em cineta ruhanî dixemilînin. Em gerekê bîr nekin, wekî her kesê ku cineta ruhanîda ye, raste-rast ji aliyê Yehowava hatiye kişandinê nava hebandina rast (Yûhenna 6:44). Hela bifikire: Hergê Yehowa hemû xizmetkarên xwe haqas qîmet dike, gelo ne lazim e, wekî em edilayî û yektiyê nav xweda pêşda bînin û bi vî cûreyî dilê Yehowa şa kin? (Îşaya 26:3; Hagay 2:7)

18. Wê baş be ku em gelek car ser çi kûr bifikirin, û çira?

18 Yehowa gelek kerema ser xizmetkarên xweda dibarîne. Gelo em çawa dikarin ji van kerema bi temamî karê bistînin? Çi ku em ji Xebera Xwedê û ji edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz hîn dibin, em gerekê kûr ser vê yekê bifikirin. Lêkolîn û fikirandina kûr wê alî me bike, ku em hunurên Îsa nav xweda pêşda bînin û “hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin” (Romayî 12:10). Çiqas em ser keremên ku me standine kûr bifikirin, haqas emê diha nêzîkî Yehowa bin. Usa jî, wê baş be wekî em ser keremên, ku Yehowa wê bide me, kûr bifikirin, ku hêviya me sax bimîne, wekî emê bikaribin heta-hetayê wîra xizmet bikin. Ev yek wê alî me bike, ku em bi şabûnê Yehowara xizmet bikin.

SEBIR KE

19. (a) Li gora Îşaya 30:18, em dikarin çida bawer bin? (b) Çi wê alî me bike, ku em bi şabûnê sebir kin?

19 Wexteke nêzîkda, Yehowa wê ‘rabe’ û vê dinya xirab qir ke (Îşaya 30:18). Em rind zanin, wekî Yehowa, yê ku Xwedayê heqiyê ye, wê dinya Mîrê-cina wexta herî rastda, qir ke (Îşaya 25:9). Mîna Yehowa, em bi sebir hîviya wê rojê ne. Heta hingê, were em her gav dua bikin, Xebera Xwedê bixûnin û li gora wê bijîn û ser keremên ku me standiye, kûr bifikirin. Hergê em usa bikin, Yehowa wê alî me bike, ku em hebandina wîda bi şabûnê sebir kin.

KILAMA 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

a Eva gotara wê dîna me bikişîne ser kitêba Îşaya serê 30. Emê pêbihesin ku Yehowa çawa bi sê cûre tişta alî xizmetkarên xwe dike, wekî ewana nava tengasiyada bi şabûnê sebir kin. Lêkolînkirina vî serî wê bîne bîra me ku çiqas ferz e, wekî em Yehowara dua bikin, Xebera wî lêkolîn bikin û ser keremên îro û yên axiriyê kûr bifikirin.

b GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: “Cineta ruhanî” ew heye ciyê sîmbolîke bêxof, ku em têda bi yektî Yehowa dihebînin. Vî cîyîda, xwarina ruhanî têr-tije heye, kîderêda derewên dînên qelp tune. Û şixulekî xweş mera hatiye dayînê, ku em mizgîniya Padşatiya Xwedê elam bikin. Em bûne dostên Yehowa, û em tevî xûşk-birên xweye delal edilayêda nin. Ev xûşk-bira alî me dikin, ku em tengasiyên jîyînê bi şabûnê sebir kin. Gava em dikevine ser riya hebandina rast û xîret dikin ku çev bidine Yehowa, em dikevine vê cineta ruhanî.