Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 16

Guh Bidine Hev, Hev Nas kin û ser Hev Şewat bin

Guh Bidine Hev, Hev Nas kin û ser Hev Şewat bin

“Li anegorî dîtina çevêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî rastiyê dîwanê bikin” (YÛHN. 7:24).

KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin

VÊ GOTARÊDA *

1. Kitêba Pîroz derheqa Yehowa çi dibêje, û çira ew gilî dilbîniyê didine me?

WEYÊ bixwesta ku meriv ser hîmê rengê çermê we, yan sifetê we, yan jî bejin-bala we lome we bikin? Femdarî ye tu kes vê yekê naxwaze. Rastî jî em çiqas dilbîniyê distînin ku zanin, wekî Yehowa tu car li gora dîtina çevê meriva, dîwana me nake! Bînin bîra xwe, çaxê Samûyêl kurên Yêşa nihêrî, ewî ew yek nedît çi ku Yehowa dît. Yehowa gote Samûyêl, wekî kurekî Yêşa wê bibe padşê Îsraêlê. Lê kîjan? Gava Samûyêl kurê Yêşayî mezin Eliyab dît, got: “Bi rastî jî mesîhê Xudan li ber wî ye!” Eliyab yekî berbiçev bû, lema jî Samûyêl tirê ew e bijartiyê Xwedê. Lê Yehowa gote Samûyêl: “Li xuyabûna wî û dirêjiya qama [bejina] wî nenihêre; ji ber ku wî red kirim”. Ew gilî çi dersê me hîn dikin? Yehowa got: “Meriv li wec dinihêre; lê belê Xudan li dil dinihêre” (1 Sam. 16:1, 6, 7).

2. Li gora Yûhenna 7:24, çira em gerekê anegorî dîtina çevê xwe, dîwana meriva nekin? Meselê bînin.

2 Em merivne gunekar in, lema nav meda ew xeyset heye, ku anegorî dîtina çevên xwe dîwana meriva bikin. (Bixûne Yûhenna 7:24.) Lê em bi dîtina çevê xwe, bi rastî derheqa meriva tenê hine tişt pêdihesin. Bifikirin ser vê meselê: Hela hê hekîmê gelek baş û cêribandî jî, nikare derheqa merivê nexweş gelek tişt pêbihese, hergê tenê rûva wî binihêre. Pêşiyê ew gerekê rind guh bide wî, hela çi nexweşiyên wî hebûn, seva pêbihese derheqa halê wî û sîmptomên nexweşiya wî. Hekîm dibeke jêra bêje, ku lazim e rêntgên bike, seva bivîne nav dilê wî ça ne. Hergê hekîm lêkolînê neke, wê yê nexweşra nerast dermana binivîse. Mîna vê yekê, emê jî nikaribin bi temamî xûşk-bira fem bikin, hergê tenê rûva wana binihêrin. Em gerekê bixebitin, ku têderxin ewana dilda merivne ça nin. Hemikî em nikarin dila bivînin, lema jî em tu car nikarin mîna Yehowa meriva fem bikin. Lê lazim e em çiqas dikarin, çev bidine Yehowa. Çi cûreyî?

3. Ça serhatiyên ji Kitêba Pîroz, ku vê gotarêda emê şêwir kin, wê alî me bikin çev bidine Yehowa?

3 Yehowa ça ne hindava xizmetkarên xwe? Ew guh dide wan, derecên wan û çi ku ser wan hukum dibe, hildide hesab, û dilşewat e hindava wan. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku Yehowa ça bû hindava Ûnis, Êlyas, Hacerê û Lût, û bifikirin ku em ça dikarin çev bidine Yehowa heleqetiya tevî xûşk-birada.

RIND GUH BIDIN

4. Çira em derheqa Ûnis dikarin nebaş bifikirin?

4 Bînin bîra xwe serhatiya Ûnis. Em derheqa wî ne her tiştî zanin, û lema alîkîva mera tê kifşê, ku ew merivekî bi îtbar nîbû, û hela hê jî yekî neamin bû. Ewî ji Yehowa temî stand, wekî here Neynowayê û derheqa dîwana Yehowa elam ke. Lê Ûnis gura Yehowa nekir, dewsê rabû ku “ji ber çevê Xudan bireve” (Ûns. 1:1-3). Hergê hûn bûna, weyê dîsa mecal bida Ûnis, wekî wî şixulî bîne sêrî? Dibeke jî na. Lê Yehowa hesab kir, ku Ûnis hêja ye dîsa mecalê bistîne (Ûns. 3:1, 2).

5. Derheqa Ûnis hûn ji giliyên ku Ûnis 2:1, 2, 9-da nivîsar in, çi pêdihesin?

5 Ji duayê Ûnis tê kifşê, ku ew dilda merivekî ça bû. (Bixûne Ûnis 2:1, 2, 9.) Bêşik, Ûnis timê Yehowara dua dikir, lê ev duayê wî zikê mesîda, alî me dike, wekî em ser wî usa nenihêrin ça ser merivekî tirsonek, yê ku ji cabdariya xwe revî. Giliyên wî eyan dikin, wekî ew merivekî milûk û şêkirdar bû, û dixwest gura Yehowa bike. Belê, Yehowa dîna xwe da dilê wî, ne ku tenê kirê wî. Ewî caba duayê Ûnis da û dîsa jî wî hesab dikir ça pêxemberê xwe!

Hergê em derheqa xûşk-bira hê zêde pêbihesin, emê hê rind wana fem kin (Binihêre abzasa 6) *

6. Çira lazim e em rind guh bidine xûşk-bira?

6 Em gerekê milûk û bi sebir bin seva rind guh bidine xûşk-bira. Were em sê meniya şêwir kin, ku çira hêja ye em vê yekê bikin. Ya pêşin, emê derbêra derheqa meriva xirab nefikirin. Ya duda, emê fem kin, wekî ewana çi ser xwe texmîn dikin, û têderxin ku meniya gilî û kirên wan çi ye. Ew yek wê alî me bike, ku hindava wanda dilşewat bin. Ya sisiya, emê bikaribin alî wan bikin, hergê wana rind nas kin. Cara em bi temamî xwexa xwe jî fem nakin, heta kesekîra dilê xwe venekin (Metlk. 20:5). Rûspîk ji Asyayê dibêje: “Ez şaşiya xwe bîr nakim ku xeberdanêda ez ça lez ketim. Carekê min dewsa ku pêşiyê guh bida xûşkekê, ez lez ketim û min jêra got, wekî ew gerekê ser xwe bixebite, ku ser civatê cabên hê baş bide. Lê paşê ez pêhesiyam, wekî jêra xwendin çetin e û ew gelek dixebite ser xwe, seva bikaribe caba bide”. Rastî jî çiqas ferz e, wekî rûspî pêşiya ku kesekîra şîretê bidin, her tiştî rast pêbihesin (Metlk. 18:13).

7. Hûn ji vê yekê ku Yehowa hindava Êlyasda ça bû, çi hîn dibin?

7 Hine xûşk-birara çetin e kesekîra dilê xwe vekin ji bo emirê xweyî berê, edetê miletê xwe, yan jî xeysetê xwe. Lê em ça dikarin wana hêlan kin, wekî dilê xwe mera vekin? Bîr nekin, wekî Yehowa tevî Êlyas ça bû, gava ew ji Îzabêlê direviya. Êlyasra gelek roj lazim bûn, wekî bi temamî dilê xwe Bavê xweyî ezmanara veke. Û paşî vê yekê Yehowa dil da Êlyas û şixulekî ferz da wî (1 Padş. 19:1-18). Çaxê xûşk-bira dilê xwe mera vedikin, usa em dikarin hê rind wana fem kin. Lê hine xûşk-birara dibeke wede lazim e seva îtbariya xwe me bînin. Lema jî hergê em sebirêda çev bidine Yehowa, ewana wê axiriyêda îtbariya xwe me bînin. Û gava ewana dilê xwe mera vekin, em gerekê rind guh bidine wan.

XÛŞK-BIRA RIND NAS BIKIN

8. Li gora Destpêbûn 16:7-13, Yehowa ça alî Hacerê kir?

8 Hacer cariya Sarayê çaxê bû jina Birahîm, destpêkir tiştên bêfemtî bike. Gava ew hemle bû, îda qedirê xanima xwe ku bêzuret bû, nedigirt. Orta wan herda usa xirab bibû, wekî Hacer ji Sarayê revî çû (Destp. 16:4-6). Pê nihêrandina me, dibeke Hacer yeke qure û zimantûj bû, û hêjayî cezayê bû. Lê yeke Yehowa derheqa Hacerê usa nedifikirî. Ewî melekê xwe şande cem wê, û çaxê melek ew dît, alî wê kir wekî nihêrandina xwe rast ke, û paşê ew kerem kir. Bi vê yekê, Hacerê fem kir, wekî Yehowa dîna xwe dida wê û haş ji dereca wê hebû. Ew yek usa dilê wê girt, ku ewê got: “Tu yî Xwedêyê ku min dibînî”. (Bixûne Destpêbûn 16:7-13.)

9. Dereca Hacerêda Xwedê çi hilda hesab?

9 Yehowa dereca Hacerêda çi hilda hesab? Ew haş jîyîna wêye berê hebû û zanibû ewê ber çi teyax dikir (Metlk. 15:3). Hacer xwexa ji Misirê bû, lê malbeta Îbranîda dijît. Diqewime ewê cara xwe xerîb texmîn dikir, û bîra neferên xwe û welatê xwe dikir. Hin jî tenê ew nîbû jina Birahîm. Rast e wedekî hine mêrên amin çend jin dianîn, lê serî sêrîda ew yek qirara Yehowa nîbû (Met. 19:4-6). Lema ecêbmayî nîne, wekî pirejinî nav malbetêda hevsûdî û nefiretî pêşda dianî. Yehowa çevê xwe daneda ser bêqediriya Hacerê hindava Sarayê, lê yeke ewî halê wê hilda hesab.

Xûşk-bira diha rind nas kin (Binihêre abzasa 10-12) *

10. Em ça dikarin xûşk-bira diha rind nas kin?

10 Em jî dikarin çev bidine Yehowa vê yekêda, ku xûşk-bira fem kin. Bona vê yekê em gerekê wana rind nas kin. Çawa? Pêşiya û paşî civatê tevî wan xeber din, tevayî xizmet kin, û çaxê dikarin wana teglîfî mala xwe kin, ku tevayî nan bixwin. Hergê hûn usa bikin, hûnê pêbihesin, wekî ew xûşk ya ku bi texmîna we hevalhiz nîne, bi rastî şermoke ye, yan jî ew bira ku hûn difikirîn pey pera dikeve, bi rastî mêvanhiz û merd e, yan jî ew xûşk ya ku tevî zarên xwe dereng tê civatê, malda nefer miqabilî wê ne (Aqûb 4:12). Hemikî em gerekê fesal bin, wekî “tevî şixulê xelqê” nebin (1 Tîmt. 5:13). Lê yeke wê baş be em xûşk-bira rind nas kin û haş ji derecên wan hebin, yên ku ser xeysetê wan hukum bûne. Usa emê diha rind wana fem bikin.

11. Çira ferz e rûspî xûşk-bira rind nas kin?

11 Îlahî rûspî gerekê xûşk-bira rind nas kin, bona kîjana ewana cabdar in û xem dikin. Dîna xwe bidin mesela birakî me Artûr, yê ku berpirsiyarê mihalê bû. Ew tevî rûspîkî çû teseliya xûşkekê bike, ya ku dihate kifşê wekî şermoke bû û hevalhiz nîbû. Artûr gilî dike: “Em hingê pêhesiyan ku çaxê ewê mêr kir, wede şûnda mêrê wê mir, û ewê nava çetinayada du qîzên xwe usa mezin kir, ku bûne xizmetkarên Yehowa. Hin jî ew çevada îda belengaz dibû, û dêprêsiya wê hebû. Lê çi jî hebû, hizkirina vê xûşkê hindava Yehowa û baweriya wê qewî mabû. Me fem kir ku mesela vê xûşkê gelek tişt me hîn dike” (Fîlî. 2:3). Ew berpirsiyarê mihalê çev dida Yehowa, yê ku xizmetkarên xweyî amin rind nas dike û zelûliya wan jî zane (Derk. 3:7). Belê, hergê rûspî xûşk-bira rind nas bikin, ewana wê diha baş bikaribin alî wan bikin.

12. Xûşkekêra çi bû ders, çaxê xûşkeke ji civata xwe nêzîk nas kir?

12 Gava civatêda kesek we eciz dike, wî hê rind nas bikin, çimkî usa wera wê diha hêsa be wî fem kin û hindava wîda şewat bin. Dîna xwe bidine mesela xûşkeke me ji Asyayê. Ew dibêje: “Min tirê xûşkek ji civata min bêmerîfet e, çimkî ewê bi dengê bilind xeber dida. Lê çaxê ez tevî wê çûm xizmetiyê, ez pêhesiyam, wekî ewê bazarêda alî dê-bavê xwe dikir mesî difirot. Û ewê bi dengê bilind xeber dida, seva dîna bikirçiya bikişîne. Hingê min xwera ders hilda, ku seva xûşk-bira rind fem kim, gerekê wana nêzîk nas kim”. Rast e bona vê yekê wede lazim e, lê hergê hûn şîreta Kitêba Pîroz bînin sêrî, ku dilê xwe fire kin, hûnê çev bidine Yehowa, yê ku “hemû meriva” hiz dike (1 Tîmt. 2:3, 4; 2 Korn. 6:11-13).

DILŞEWAT BIN

13. Li gora Destpêbûn 19:15, 16, meleka çi kirin çaxê Lût nigên xwe paşda davît, û çira wana usa kir?

13 Dereca giranda Lût gerekê temiya Yehowa zû bianiya sêrî, lê ewî derengî dixist. Du melek hatin cem Lût û jêra gotin, wekî malbeta xwe ji Sodomê derxe. Lê çira? Wana got: “Emê vî cîyî wêran kin” (Destp. 19:12, 13). Sibehtirê Lût neferên xweva hela hê malda bûn, lema jî meleka dîsa jêra gotin, ku ji wî şeherî zû derkeve. Lê Lût dîsa jî “nigêd xwe paşda davît”. Em dibeke Lût neheq kin, û wî ça yekî bêtalaş hesab kin, û bifikirin ku ew gura Xwedêda nîbû. Lê Yehowa terika Lût neda. “Bi rema Xudan” meleka destê Lût û neferên wî girtin, û ewana ji şeher derxistin. (Bixûne Destpêbûn 19:15, 16.)

14. Çira Yehowa hindava Lût rem bû?

14 Menî hebûn ku çira Yehowa rema xwe hindava Lût da kifşê. Diqewime Lût ji cimeta wî şeherî ditirsiya, lema ew zû ji mala xwe dernediket. Lê dîsa xof hebûn. Diqewime Lût bihîstibû, wekî deşta nêzîkî wî cîyî, çelên qîrê hebûn, çimkî du padşa ketibûn nav qîrê (Destp. 14:8-12). Ça malxê malê û bav, Lût bona neferên xwe jî berxwe diket. Xêncî vê yekê, Lût yekî dewletî bû, û lema diqewime Sodomêda mala wî gelek baş bû (Destp. 13:5, 6). Hemikî ew menî Lût heq dernaxin, ku ewî gura Yehowa nekir. Rast e Lût şaşî kir, lê yeke Yehowa wî hesab kir merivekî “rast” (2 Pet. 2:7, 8).

Hergê em guh bidine xûşk-bira, emê diha rind fem kin, ku ça dilşewatiyê hindava wanda bidine kifşê (Binihêre abzasa 15-16) *

15. Dewsa ku xûşk-bira sûcdar kin, em gerekê çi bikin?

15 Dewsa hindava xûşk-birada gazina bikin, hê baş e em her tiştî bikin, seva wana fem kin. Vêronîka, xûşkeke me ji Ewropayê, ser xwe xebitî wekî hema usa bike. Ew gilî dike: “Xûşkek her gav medekirî bû. Ewê usa jî xwe ji meriva başqe dikir. Cara ez ditirsiyam nêzîkî wê bim. Lê min xwera got: ‘Hergê ez dewsa wê bûma, minê bixwesta hevaleke min hebûya. Lema min safî kir, wekî jêra xeber dim û bipirsim ku ew ça ne. Û ewê destpêkir dilê xwe minra veke! Niha ez lê hê rind fem dikim”.

16. Çira em gerekê Yehowara dua bikin, wekî meriva fem bikin?

16 Tenê kesek dikare me bi temamî fem ke, ew heye Yehowa (Metlk. 15:11). Ji Yehowa bixwazin, ku alî we bike nav merivada vê yekê bivînin, çi ku ew divîne, û fem bikin ku ça hindava wanda dilşewat bin. Dua alî xûşkeke me Anjêlayê kir, ku diha dilşewat be. Xûşkeke ji civata wê bibû yeke usa, ku çetin bû jêra ziman bivînin. Anjêla gilî dike: “Hindik mabû ez biketama telikê, ku ew xûşk sûcdar kira û xwe ji wê dûr xista. Lê min ji Yehowa hîvî kir, wekî alî min bike, ez vê xûşkê fem kim”. Gelo Yehowa caba duayê wê da? Anjêla gilî dike: “Em tevayî çûn xizmetiyê, û paşê me çend siheta hevra xeber da. Min bi dil û can guh da wê. Paşî vê yekê, min ew gelek hiz kir, û min xwera nêt danî, wekî alî wê bikim”.

17. Em gerekê xwera çi nêtê daynin?

17 Hûn nikarin bijbêrin, ku kîjan xûşk yan bira hêja ye, ku hûn hindava wîda dilşewat bin. Her kes ji wana mîna Ûnis, Êlyas, Hacer û Lût, rastî problêma tên. Cara xwexa dibine sebebê problêmên xwe. Û bi rastî em gişk jî cara xwexa xwe dikine nava problêma. Wê bîlanî be, ku ji Yehowa hîvî kin, wekî alî me bike, seva em hindava hevda şewat bin û hev fem kin (1 Pet. 3:8). Çaxê em gura Yehowa dikin, em tifaqiyê dikine nava malbeta xweye hemdinyayê, ku mexsûs e û ji cûrecûre meriva ye. Lema were em xwera nêtê daynin, ku guh bidine xûşk-bira, wana hê rind nas kin û hindava wanda dilşewat bin.

KILAMA 87 Werên! Hêlana Bistînin

^ abz. 5 Em merivne gunekar in, lema jî em cara dikarin loma meriva bikin, wana nerast fem kin û nêtên wan bikin bin şikê. Lê Yehowa bi vî cûreyî ser meriva nanihêre, ew “li dil dinihêre” (1 Sam. 16:7). Vê gotarêda wê bê şêwirkirinê, ku Yehowa ça bi hizkirinê alî Ûnis, Êlyas, Hacerê û Lût kir. Û ew gotar wê alî me bike, wekî çev bidine Yehowa vê yekêda, ku ça bin hindava xûşk-birada.

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Birakî emirda mezin ser birê cahil hêrs dikeve, çimkî ew dereng hate ser civatê. Lê paşê ew pêdihese, wekî ev birê cahil ketibû avariyê, lema derengî ket.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Birak ku serkarê koma dannasînkirinê ye, difikire wekî xûşkek hevalhiz nîne, çimkî xwe başqe dike, lê paşê ew pêdihese, ku bi rastî ew yeke şermoke ye û nerihet e nava wan merivada, kîjana rind nas nake.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Xûşkek çaxê xûşkeke mayîn nêzîkva nas kir, fem kir wekî çaxê ewê cara pêşin lê Oda Civatêda dît, şaş bû ku fikirî, wekî ew yeke mirûzkirî û dilsar e.