Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 15

Nihêrandina We Hindava Merivên Mihala Weda Ça ne?

Nihêrandina We Hindava Merivên Mihala Weda Ça ne?

“Çevêd xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in” (YÛHN. 4:35).

KILAMA 64 Eşq û Şa Kar Bikin Şixulê Nandirûnêda

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Îsa çi dixwest bigota bi giliyên, ku Yûhenna 4:35, 36-da nivîsar in?

ÎSA ber zeviyara derbaz dibe, kîjan ku dibeke yên ceh bûn û teze şîn dibûn (Yûhn. 4:3-6). Ew zevî wê weke çar mehada zer bûna û dirûtinêra hazir bûna. Lê ecêbmayî ye Îsa çira usa got: “Çevêd xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in!” (Bixûne Yûhenna 4:35, 36.) Ewî bi wan giliya çi dixwest bigota?

2 Ça tê kifşê Îsa ne ku derheqa dirûna zeviya digot, lê dirûna ruhanî. Dîna xwe bidinê, heta Îsa ew gilî bigota, çi qewimî. Rast e Cihûya xwe ji merivên Samerî dûr digirtin, lê Îsa jineke Samerîra şedetî da û ewê guh da wî! Û çaxê Îsa derheqa zeviyên ku “dirûtinêra hazir” bûn, xeber da, hingê elaleta Samerî, ku ji vê jinikê derheqa Îsa pêhesiyabûn, rêda bûn, dihatin seva wî bivînin û derheqa wî hê zêde pêbihesin (Yûhn. 4:9, 39-42). Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz derheqa vê qewimandinê dibêje: “Ew yek ku cimet zû hatin cem Îsa seva wî bibihên . . . dida kifşê ku ewana mîna zeviyê gihîştî hazir bûn seva nandirûnê”.

Em gerekê çi bikin hergê divînin, ku zeviyên me “dirûtinêra hazir in”? (Binihêre abzasa 3)

3. Hergê nihêrandina we ser meriva mîna ya Îsa be, ew yek ça wê alî we bike, ku bibine mizgînvanên hê baş?

3 Lê hûn ça dinihêrin ser wan meriva, kîjanara hûn şedetiyê didin? Hûn jî ser wan usa dinihêrin, çawa zeviyên dirûtinêra hazir? Hergê hûn ser wana usa binihêrin, hûnê bigihîjine sê nêta: Ya pêşin, hûnê hê bi xîret xizmet bikin, çimkî wextê dirûtinê gelek nakişîne, û wede gerekê badîhewa neyê xerckirinê. Ya duda, hûnê şabûnê bistînin, gava bivînin ku meriv ça guh didine mizgîniyê. Kitêba Pîroz dibêje: “Meriv wextê dirûtinêra şa dibin” (Îşa. 9:3, DT). Û ya sisiya, hûnê ser hemû meriva usa binihêrin ça ser xûşk-bira, û hûnê cûrê belakirina mizgîniyê biguhêzin, seva bigihînine dilê wan.

4. Emê vê gotarêda derheqa Pawlos çi şêwir kin?

4 Îsa nedifikirî, wekî Samerî tu car wê nebine şagirtên wî, çawa ku dibeke hine şagirtên wî difikirîn. Çira? Çimkî ew bawer bû, wekî ewana dikarin bibine şagirtên wî. Em jî gerekê ser merivên mihala xweda usa binihêrin. Vê yekêda Pawlosê şandî mera meseleke baş hîştiye. Em çi dikarin ji wî hîn bin? Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çaxê ewî şedetî dida 1) ça têderdixist ku ewana çi bawer dikin, 2) ça serva diçû ku çi wanra hewas e, û 3) çira bawer dikir ku ewana dikarin bibine şagirtên Îsa.

TÊDERXIN EWANA ÇI BAWER DIKIN

5. Çira Pawlos Cihûyên kinîştêda fem dikir?

5 Pawlos kinîştên Cihûyada gelek car şedetî dida. Mesele, kinîşta Têsalonîkîda, ew “sê rojêd şemiyê [Cihûyara] dikete xeberdanê”, û ji nivîsara wanra şirovedikir (Kar. Şand. 17:1, 2). Pawlosra hêsa bû kinîştada şedetiyê bide, çimkî ew xwexa Cihû bû û nava wanda mezin bibû (Kar. Şand. 26:4, 5). Ewî Cihû rind nas dikirin, lema jî dikaribû aza tevî wan xeber de (Fîlî. 3:4, 5).

6. Merivên ji meydana bajarê Atînayê, çida cude dibûn ji merivên kinîştêda?

6 Çaxê Pawlos ji dijmina reviya, ew çû Têsalonîkê, paşê jî Beroyayê, û axiriyê çû Atînayê. Wêderê jî ewî “kinîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerra . . . dikete xeberdanê” (Kar. Şand. 17:17). Lê çaxê Pawlos çû meydana bajêr seva xizmet ke, ew îda rastî cûre-cûre meriva hat. Hinek ji wan fîlosof û pûtparist bûn, yên ku difikirîn, wekî Pawlos “hînkirina nû” bela dike. Wana jêra digot: “Tu tiştêd xerîb me didî bihîstinê” (Kar. Şand. 17:18-20).

7. Li gora Karên Şandiya 17:22, 23, Pawlos ça cûrê belakirina mizgîniyê guhast?

7 Bixûne Karên Şandiya 17:22, 23. Pawlos tevî pûtparistên Atînayêda cûrekî mayîn xeber da, ne ku çawa tevî Cihûyên ji kinîştê. Çira? Ça tê kifşê Pawlos difikirî derheqa vê yekê, ku Atînî çi bawer dikin. Ewî rind dîna xwe dayê dor-berê wî çi bû, û edetên dînê meriva çi cûreyî ne. Li gora vê yekê, Pawlos têderxist ku ewana ji Nivîsarên Pîroz çida dikarin tevî wî qayîl bin, û bi van tişta xeberdana xwe destpêkir. Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz dibêje: “Pawlos çawa Mesîhiyê Cihû, fem dikir, wekî Atînayên pûtparist Xwedêyê ‘rast’, dêmek Xwedêyê Cihûya û Mesîhiya, nahebînin. Lê yeke ewî wanra da kifşê, ku ew Xwedê, derheqa kîjanî ew şedetiyê dide, bi rastî wanra xerîb nîne”. Belê, Pawlos timê çaxê lazim bû cûrê xeberdana xwe diguhast. Ewî Atînara got, wekî ew çi ku wanra dibêje ji “Xwedêyê Nenas” e, kîjan ku ewana dihebînin. Rast e pûtparista Nivîsarên Pîroz nizanibûn, lê Pawlos nedifikirî wekî ewana wê tu car nikaribin bibine Mesîhî. Dewsê, ewî hesab dikir, wekî ewana mîna zeviyên zerbûyî, dirûnêra hazir in, û çaxê lazim bû ewî cûrê belakirina mizgîniyê diguhast.

Çev bidine Pawlos, ku dîna xwe bidin der-dorê meriva, hildin hesab ku wê wanra çi hewas be, û ser wan binihêrin usa, ku ewana dikarin bibine xûşk-birên me (Binihêre abzasa 8, 12, 18) *

8. a) Çi dikare alî we bike ku têderxin hela merivên mihala weda çi bawer dikin? b) Hûn ça dikarin caba wî merivî bidin, kîjan dibêje ku ew ser dînê xwe ye?

8 Mîna Pawlos dîna xwe bidinê dor-berê meriva. Dîna xwe bidine wan tişta, çi ku nîşan dikin, wekî merivên mihala weda çi bawer dikin. Besa xeberê, der-dorê xweyê malê çi cûreyî ye? Navê wî, kinc, xemilandin yan jî xeberdana wî derheqa dînê wî çi dide kifşê? Dibeke ew wera bêje, ku ew ser dînê xwe ye. Dereca usada, pêşengeke mexsûs bi navê Flûtûra, usa caba wan dide: “Ez nehatime zorê we bikim ku hûn ji dînê xwe derkevin, lê ez hatime, wekî wera gilî kim derheqa . . .”.

9. Hûn tevî merivê bawermend ser hîmê çi dikarin xeberdanê destpêkin?

9 Hûn tevî merivê bawermend derheqa çi dikarin xeber din? Bifikirin ku ew kes çida wê tevî we qayîl be. Besa xeberê, ew Xwedêkî dihebîne, Îsa ça pêxember hesab dike, yan jî ew bawer dike, wekî em dijîn wextekî usada, ku zûtirekê xirabî wê bê hildanê. Ew wê çida tevî we qayîl be, hema ser hîmê vê yekê jî wîra destpêkin mizgîniya ji Kitêba Pîroz gilî kin, û usa ku jêra hewas be.

10. Em gerekê çi bikin, û çira?

10 Bîr nekin, wekî meriv dibeke hemû tiştî bawer nekin, çi ku dînê wan hîn dike. Lema jî çaxê hûn divînin dînê mêriv çi ye, wê baş be hûn usa jî têderxin ku ew xwexa çi bawer dike. Dêvîd ku Avstralyayêda pêşengê mexsûs e, dibêje: “Gelek meriv fîlosofiyê tev dînê xwe dixin”. Donalta ji Albanyayê dibêje: “Hinek ji wan, rastî kîjana ez têm, dibêjin wekî dînê wan heye, lê paşê dibêjin, wekî bi rastî ewana Xwedê bawer nakin”. Birê ku Ergêntînayêda mîsyonêr e, dîna xwe dayê, wekî hinekên ku dibêjin Sêyekane bawer dikin, bi rastî bawer nakin wekî Bav, Kur, û ruhê pîroz Xwedêk e. Ew dibêje: “Çaxê ez vê yekê bîr nakim, minra diha hêsa ye ziman wanra bivînim”. Lema jî lazim e timê têderxin, ku meriv bi rastî çi bawer dikin. Û paşê mîna Pawlos hûnê “bona hemûya” bikevine “halê her kesî” (1 Korn. 9:19-23).

TÊDERXIN ÇI WANRA HEWAS E

11. Li gora Karên Şandiya 14:14-17, Pawlos ça cûrê belakirina mizgîniyê guhast, seva cimeta Lîstrayêra hewas û femdarî be?

11 Bixûne Karên Şandiya 14:14-17. Pawlos dîna xwe didayê, ku guhdarvanên wîra çi wê hewas be, û li gora vê yekê ewî cûrê xeberdana xwe diguhast. Mesele, elaleta Lîstrayê, tevî kîjana Pawlos xeber da, Nivîsarên Pîroz rind nizanibûn. Lema jî Pawlos tevî wan usa xeber dida, wekî wanra femdarî be. Ewî derheqa têr-tijebûna berê erdê xeber da û ku meriv usa hatine efirandinê, wekî ji emirê xwe lezetê bistînin. Ewî mesele û giliyên usa dida xebatê, ku guhdarvanên wî zû û hêsa fem kin.

12. Hûn ça dikarin pêbihesin ku merivara çi hewas e û li gora vê yekê cûrê belakirina mizgîniyê biguhêzin?

12 Serwaxt bin ku têderxin hela bona merivên mihala weda çi hewas e, û li gora vê yekê cûrê belakirina mizgîniyê biguhêzin. Lê çaxê kesek rastî we tê, yan hûn nêzîkî mala kesekî dibin, hûn ça dikarin têderxin, ku wê çi jêra hewas be? Dîna xwe bidine her tiştî, besa xeberê, dibeke ew baxçe bêcer dike, yan ereba xwe çêdike, yan jî tiştên din dike. Hûn dikarin xeberdanê destpêkin derheqa şixulê wî (Yûhn. 4:7). Hela hê jî kincê mêriv dikare nîşan ke, ku ew çi milet e, yan pêşê wî çi ye, yan jî kîjan koma sportî begem dike. Gûstavo gilî dike: “Min tevî gedekî 19 salî xeberdan destpêkir derheqa kinca wî, ser kîjanî şiklê dengbêjekî navdar hebû. Min derheqa vê yekê jê pirsî, û ewî minra gilî kir, ku çira wî dengbêjî begem dike. Axiriya vê xeberdanê ew bû, ku ewî gedeyî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, û niha ew birê me ye”.

13. Hûn ça dikarin derheqa hînbûna Kitêba Pîroz usa xeber din, wekî hewasa meriva pêşda bê?

13 Çaxê hûn meriva teglîf dikin ku hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bin, usa bikin ku wanra hewas be û eyan kin, ku ew hînbûn wê çi karê bide wan (Yûhn. 4:13-15). Carekê xûşkek navê kîjanê Hêstêr e, çaxê çû mal bi mal xizmet ke, jinikekê lê teglîfî mala xwe kir. Hêstêrê dît ku ser dîwar dokûmênt dardakirî ye, kîjanê dida kifşê, wekî ew jinik profêsor e û xwendina bilind xilaz kiriye. Hêstêrê xeberdana xweda got, wekî em jî meriva hîn dikin bi saya hînbûna Kitêba Pîroz û civata. Ew jinik qayîl bû, wekî Kitêba Pîroz hîn be, roja din hate ser civatê, û wede şûnda hate ser civata mezin, lê salek şûnda hate nixumandinê. Wê baş be hûn pirsê bidine xwe: “Wan merivara kîjanara ez serlêdana dikim, wê çi hewas be? Ez ça dikarim hewasa wan pêşda bînim, seva ewana hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin?”

14. Hûn ça dikarin hînbûna Kitêba Pîroz li gora hewcê meriva derbaz kin?

14 Çaxê hûn tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêdikin, başqe xwera hazir bin bona hînbûnê, û wedê hazirbûnê hildin hesab ku ew meriv çi cûreyî ye, ew ça dijî û wê çi jêra hewas be. Usa jî bifikirin ku hûn kîjan rêza bixûnin, kîjan vîdêo nîşan kin, û kîjan mesela bidine xebatê, seva rastiyên Kitêba Pîroz şirovekin. Pirsê bidine xwe: “Îlahî çi wê wî kesî xweş bê û dilê wî bigire”? (Metlk. 16:23) Albanyayêda, jinikek ku tevî pêşengeke mexsûs navê kîjanê Flora ye, hîn dibû, jêra got: “Ez nikarim bawer kim, ku mirî wê rabin”. Lê Flora lez neket ku vê yekêda lê bide bawerkirinê. Ew gilî dike: “Ez difikirîm, wekî pêşiya ku ew vê yekê bawer ke, lazim e wî Xwedêyî nas ke, kîjan soz dide ku mirî wê rabin”. Hingêda, wedê her hînbûnê, Flora dîna wê dida ser hizkirin, bîlanî û qewata Yehowa. Axiriyêda ewê jinikê hînkirina derheqa rabûna miriya bawer kir. Ew niha Şedê Yehowa ye û xizmetiyêda xîret e.

DUDILÎ NEBIN KU EWANA DIKARIN BIBINE XÛŞK-BIRA

15. Li gora Karên Şandiya 17:16-18, Pawlos çira ji rabûn-rûniştina Atîna eciz bibû, lê çira yeke ewî berdewam dikir wanra şedetiyê bide?

15 Bixûne Karên Şandiya 17:16-18. Pawlos tu car nedifikirî, wekî merivên Atînî wê nebine şagirtên Îsa, çimkî bajarê wan bi pûta, bênamûsiyê, û fîlosofiya pûtparista tije bû. Ewî berdewam dikir wanra şedetiyê bide hingê jî, gava wana ew bêhurmet dikirin. Pawlos xwexa heta ku bibûya Mesîhî, dikifirî, dizêrand û neyartî dikir (1 Tîmt. 1:13). Çawa Îsa bawer dikir, wekî Pawlos dikare bibe şagirtê wî, usa jî Pawlos bawer dikir, wekî Atînî dikarin bêne ser riya rast. Û ew nihêrandina wî pûç nîbû (Kar. Şand. 9:13-15; 17:34).

16-17. Çi dide kifşê wekî cûre-cûre meriv dikarin bibine şagirtên Mesîh? Meselê bînin.

16 Qirna yekêda, merivên ji cûre-cûre mileta dibûne şagirtên Îsa. Çaxê Pawlos Mesîhiyên Korintîra neme nivîsî, ewî got ku hinekên ji wan berê qaçax bûn û bênamûsiya mirdar dikirin. Paşê ewî wanra got: “Ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê” (1 Korn. 6:9-11). Lê weyê qe bawer kira, ku ew meriv dikarin bêne guhastinê û bibin şagirtên Mesîh?

17 Îro gelek meriv hazir in guhastina bikin, seva bibine şagirtên Mesîh. Mesele, Avstralyayêda pêşengeke mexsûs bi navê Yûkîna fem kir, wekî rastî jî hemû cûre meriv dikarin mizgîniyê qebûl kin. Carekê, îdara kirîn-firotana avayada, keçikek pê tatû bû û kincê gelek fire xwekiribû. Yûkîna dibêje: “Pêşiyê min xwe digirt, lê paşê ez tevî wê ketime xeberdanê. Min têderxist wekî ew Kitêba Pîroz qîmet dike, çimkî hine tatûyên wê rêzên ji Zebûr bûn!” Ewê qîzikê destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz û dihate ser civatê. *

18. Çira em gerekê meriva sûcdar nekin?

18 Gelo çaxê Îsa got wekî zevî bona nandirûnê hazir in, ewî dixwest bigota, ku gelek meriv wê pey wî herin? Na. Kitêba Pîrozda hate pêxembertîkirinê, wekî hindik meriv wê baweriya xwe wî bînin (Yûhn. 12:37, 38). Û hin jî Îsa dikaribû dilê meriva bidîta (Met. 9:4). Lê yeke ewî hiş-aqilê xwe datanî ser wan hineka, yên ku wî bawer kirana, hin jî bi xîret her kesîra derheqa Xwedê hîn dikir. Em mîna Îsa nikarin dila bivînin, lema jî em tu car nikarin mihalekê yan merivekî sûcdar kin, û bifikirin ku wê nebine şagirtên Îsa. Dewsê, em gerekê ser meriva usa binihêrin ça ser xûşk-bira. Mark, mîsyonêr ji Bûrkîna Faso, got: “Ew meriv derheqa kîjana ez difikirim, ku wê ruhanîda pêşda herin, hînbûnê didine sekinandinê, lê ser kîjana ez difikirim, wekî wê nexwazin pêşda herin, ewana rind pêşda diçin. Ez ji vê yekê hîn bûm, wekî diha baş e, bihêlin wekî vê yekêda ruhê Yehowa rêberiyê me bike”.

19. Em ser merivên mihala xweda gerekê ça binihêrin?

19 Alîkîva dikare bê kifşê, wekî mihala meda merivên ku mîna genimê hazir in bona dirûnê, hindik in. Lê bîr nekin, wekî Îsa gote şagirtên xwe, ku zevî zer bûne, dêmek hazir in bona nandirûnê. Meriv dikarin bêne guhastinê û bibine şagirtên Mesîh. Yehowa xwexa bawer dike, ku merivên ji mihala me dikarin bêne ser riya rast, û wana hesab dike ça “tiştên birûmet”, dêmek qîmet (Hag. 2:7). Hergê em ser meriva usa binihêrin ça Yehowa û Îsa dinihêrin, emê derheqa wan meriva hê zêde pêbihesin. Hingê ew meriv ne ku wê mera xerîb bin, lê emê wana hesab kin ça xûşk-birên axiriyê.

KILAMA 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya

^ abz. 5 Nihêrandina me hindava merivên mihala meda, ça hukum dibe ser vê yekê, ku em şedetiyê ça didin û ça hîn dikin? Vê gotarêda emê şêwir kin, ku Îsa û Pawlosê şandî hindava guhdarên xweda ça bûn. Emê usa jî pêbihesin ku em ça dikarin çev bidine wan, vê yekêda ku têderxin hela meriv çi bawer dikin, çi dikare wanra hewas be, û bawer kin ku ewana dikarin bibine xûşk-birên me.

^ abz. 17 Rêza gotarada ya bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”, hê zêde mesele hene, ku meriv ça dikarin bêne guhastinê. Ew rêza gotara “Birca Qerewiliyêda” heta sala 2017 dihatine derxistinê. Lê niha ew rêza gotara ser jw.org® têne derxistinê. Binihêrin DERHEQA ME > SERHATÎ.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin-mêr mal bi mal xizmet dikin û dîna xwe didinê û divînin 1) malek terbet e, û der-dorê wê kulîrk in; 2) malekêda zar hene, 3) malek der-dorê kîjanî qirêj û hevketî ye; û 4) malek kîderê bawermend dijîn. Kîderê weyê bidîta meriv, kîjan dikare bibe şagirtê Mesîh?