Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 34

Çawa Qenciya Yehowa “Tem kin”?

Çawa Qenciya Yehowa “Tem kin”?

“Tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e! Xwezî wî merivî, yê ku xwe daye bin sîya Wî” (ZEBÛR 34:8).

KILAMA 117 Berên Qenciyê

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Li gora Zebûr 34:8, em çawa dikarin qenciya Yehowa bivînin?

BIDE ber çevê xwe wekî tu mêvantî diçî û xweyê malê xwarineke nenas datîne ber te. Gelo tu çawa dikarî bizanibî hela ev xwarin xweş e yan na? Mesele, tu dikarî ser xwarinê binihêrî, bîna xwarinê hildî, rêsêpta vê xwarinê pêbihesî yan jî kesên din bipirsî hela ew derheqa vê xwarinê çi difikirin. Lê heta tu vê xwarinê tem nekî, tê nikaribî têderxî hela ev xwarin wê te xweş bê yan na.

2 Mîna vê yekê, gava em Kitêba Pîroz û edebyetên me dixûnin, yan gava kesên din besa keremên ji Yehowa dikin, em derheqa qenciya Yehowa hine tişta pêdihesin. Lê heger em qenciya Yehowa xwexa “tem kin”, emê bivînin ku Yehowa çiqas qenc e (Zebûr 34:8 bixûne). Vê meselê bîne ber çevê xwe: Tu dixwazî xizmeta hertim destpêkî, lê seva ku tu bikaribî bigihîjî vê nêtê, gerekê tu jîyîna xwe diha sivik kî. Dibeke te gelek car derheqa vê sozê Îsa xwendiye, ku heger em berê pêşin Padşatiya Xwedê bigerin, Yehowa wê bona hemû hewcên me xem bike. Diqewime heta niha te jîyîna xweda nedîtiye ku Yehowa vê sozê xwe çawa tîne sêrî (Metta 6:33). Lê çimkî tu baweriya xwe sozê Îsa tînî, tu xercên xwe û xebata xwe diha kêm dikî û bi temamî dîna xwe didî xizmeta xwe. Hingê tu divînî ku Yehowa bona hewcên te çawa xem dike û tu xwexa ‘tem dikî’ wekî Yehowa çiqas qenc e.

3. Li gora Zebûr 31:19, herî zêde kê qenciya Yehowa divîne?

3 Yehowa hindava “hemûya qenc e”, hela hê hindava wan jî, yên ku wî nas nakin (Zebûr 145:9; Metta 5:45). Lê îlahî kesên ku Yehowa hiz dikin û bi dil û can wîra xizmet dikin, ji wî gelek kerema distînin (Zebûr 31:19 bixûne). Niha em dîna xwe bidin hine karên ku em ji qenciya Yehowa distînin.

4. Yehowa çawa qenciya xwe wan merivara dide kifşê, yên ku nêzîkî wî dibin?

4 Gava em çi ku ji Yehowa hîn dibin, emrê xweda didine xebatê, em kareke mezin distînin. Çaxê me Yehowa teze nas dikir, ewî alî me dikir wekî em terka fikir û kirinên xirab bidin, yên ku em ji wî dûr dixistin (Kolosî 1:21). Gava me jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kir û hatine nixumandinê, me qenciya wî hê zêde dît, çimkî ewî îsafa temiz da me û em ça dostên xwe qebûl kirin (1 Petrûs 3:21).

5. Xizmetêda em çawa qenciya Yehowa divînin?

5 Em qenciya Yehowa xizmetêda jî divînin. Gelo tu yekî şermoke yî? Gelek xizmetkarên Yehowa şermoke ne. Pêşiya ku tu bûyî xizmetkarê Yehowa, tu dibeke difikirîyî ku tuyê tu cara nikaribî herî ber derê kesên nenas, wekî mizgînê wanra gilî kî. Lê îro tu vî şixulî berdewam dikî. Serda jî, bi saya alîkariya Yehowa, tu îda ji belakirina mizgînê şabûnê distînî! Te gelek car piştgiriya Yehowa dîtiye. Gava tu rastî peyketina dihatî, ewî alî te dikir dilrihet bimînî. Usa jî, ewî alî te kiriye hine rêzên lazim bînî bîra xwe wekî wan merivara bixûnî, yên ku guh didane te. Gava tu kes guh nedida te jî, ew qewat dida te wekî tu xizmeta xwe berdewam bikî (Yêremya 20:7-9).

6. Hînkirina ku em ji Yehowa distînin, çawa qenciya wî nîşan dike?

6 Yehowa usa jî qenciya xwe mera nîşan dike ku me hîn dike çawa xizmet bikin (Yûhenna 6:45). Mesele, ser civata “Bijîn û Xizmet kin”, em hîn dibin ça tevî meriva xeberdanê destpêkin. Sêrîda dibeke mera hevekî çetin e mêtodeke teze bidine xebatê, lê wede şûnda em divînin wekî ev mêtod bona deşta me kêrhatî ye. Usa jî, carna ser civata û civatên mezin tê gotinê, wekî em mizgînê bi cûrên teze bela kin. Çiqas mera zor be jî, wê baş be wekî em her tiştî bikin ku vê yekê bicêribînin û bi vî cûreyî rê bidin Yehowa me kerem bike. Niha emê dîna xwe bidin hine ji van kerema, û emê bivînin ku em ça dikarin xizmeta xwe zêde bikin.

YEHOWA WANA KEREM DIKE, YÊN KU ÎTBARIYA XWE WÎ TÎNIN

7. Heger em xîret bikin ku xizmeta xweda zêde bikin, emê çi kerema bistînin?

7 Em hê nêzîkî Yehowa dibin. Dîna xwe bidin mesela rûspîkî bi navê Samûyêl, * yê ku tevî jina xwe Kolombyayêda xizmet dike. Ewana civata xweda pêşeng bûn, lê wana dixwest derbazî civateke din bin wekî xizmetêda hê zêde bikin. Lê seva ku bigihîjin vê nêtê, wanra lazim bû hine tişta qurban bikin. Samûyêl dibêje: “Me şîreta ji Metta 6:33 anî sêrî, û me îda tiştên ku mera bi rastî ne lazim bûn, nedikirîn. Lê ya herî zor ev bû ku em mala xwe bihêlin. Me mala xwe gelek hiz dikir, çimkî me bi xwestina dilê xwe ev ava kiribû, û me deyn bona avakirina vê hilnedabû”. Paşî ku ewana derbazî civata teze bûn, wana dît ku hine pere jî besî wan e. Samûyêl dibêje: “Me dîtiye ku Yehowa çawa rêberiya me dike û caba duayên me dide. Ewî bi cûrekî teze nîşanî me kiriye ku ew ji me razî ye û me hiz dike”. Gelo tu jî dikarî xizmeta xwe zêde bikî? Heger tu vê yekê bikî, tuyê diha nêzîkî Yehowa bî, û ew wê bona te xem bike (Zebûr 18:25).

8. Gotinên Îvan û Vîktoriyayê çi me hîn dikin?

8 Em ji xizmetê şabûnê distînin. Dîna xwe bide serhatiya Vîktoriya û Îvan, jin-mêrekî ji Qirgizistanê ku pêşeng in. Wana bi jîyîneke sivik dijît, wekî bikaribin cûre-cûre kifşkirinada – mesela proêktên avakirinêda bixebitin. Îvan dibêje: “Em bi dil û can ser her proêktê dixebitîn. Xilaziya rojê em çiqas westiyayî bûn jî, dilê me bi edilayê tije dibû, çimkî me zanibû ku me qewata xwe bona şixulê Padşatiyê xerc kiriye. Usa jî, me rojên gelek xweş derbaz dikirin, û me xwera gelek hevalên teze dîtin” (Marqos 10:29, 30).

9. Xûşkeke ku halê wê giran e, xizmeta xwe çawa zêde kiriye, û ewê çi kar standiye?

9 Derecên me çiqas zor bin jî, em dikarin ji xizmeta Yehowa şabûnê bistînin. Mesele, xûşkeke emirda mezin bi navê Mîra, ya ku Afrîkaya Roavayêda dijî, doktor bû. Paşî ku ew bû pênsyonêr, ewê destpêkir ça pêşeng xizmet ke. Mîra him jinebî ye him jî bi artrîtê nexweş e, lema jî ew nikare sihetekê zêdetir mal bi mal xizmet bike. Lê xizmeta pê stênda bona wê diha hêsa ye. Gelek xwendekarên wê hene, û ew pê têlê tevî wan xeber dide. Gelo çi alî Mîrayê dikir xizmeta xwe zêde bike? Ew usa dibêje: “Ez Yehowa û Îsa Mesîh gelek hiz dikim. Ez gelek car dua dikim ku Yehowa alî min bike, wekî ez çiqas ji destê min tê wîra xizmet bikim” (Metta 22:36, 37).

10. Li gora 1 Petrûs 5:10, yên ku xizmeta xwe zêde dikin ji Yehowa çi distînin?

10 Em ji Yehowa diha zêde hînkirinê distînin. Hela dîna xwe bide serhatiya pêşengekî bi navê Kênî, yê ku ser girava Mewrîtûsê dijî. Gava ew derheqa rastiyê pêhesiya, ew ji ûnîvêrsîtêtê derket, hate nixumandinê û destpêkir xizmet ke ça pêşengê hertim. Ew dibêje: “Nêta min ev e ku ez li gora gotinên Îşaya pêxember bijîm, yê ku got: ‘A vay ez, min bişîne!’” (Îşaya 6:8). Kênî çend proêktên avakirinêda û şixulê welgerandinêda xebitî. Ew dibêje: “Bi saya hînkirina ku min ji teşkîletê standiye, ez pêşên usa hîn bûm ku alî min kirin cabdariyên xwe diha baş bînim sêrî”. Xêncî van pêşa, ew bira tiştên din jî hîn bû. Ew dibêje: “Min sînorên xwe têderxist, û min dît ku gerekê ez kîjan hunura nav xweda pêşda bînim, wekî Yehowara diha baş xizmet bikim” (1 Petrûs 5:10 bixûne). Dibeke tu jî dikarî mecalên teze bigerî, wekî diha zêde hînkirinê ji Yehowa bistînî.

Jin û mêrek herêmekêda kîderê hewcetiya mizgînvana heye, xizmet dikin; xûşkeke cahil proêkta avakirina Oda civatêda dixebite; jin-mêrekî emirda mezin pê têlê mizgînê bela dikin. Her kes ji wan ji xizmeta xwe şabûnê distîne (Abzasa 11 binihêre)

11. Hine xûşkên ji Korêya Başûrê çi kirin, wekî xizmeta xwe zêde bikin, û axirî çi bû? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

11 Xûşk û birên cêribandî jî dikarin ji hînbûnê karê bistînin. Mesele, wedê pandemiya COVID-19, rûspiyên ji civateke Korêya Başûrê usa nivîsîn: “Hine kesên ku difikirîn wekî sihet-qewata wan riya wan digire mizgînê bela kin, niha vê yekê îda bi saya vîdêo-konfêrênsiya dikin. Sê xûşkên ku 80 salî zêdetir in hînî teknolojiya teze bûne, û ewana niha her roj bi vê mêtodê xizmet dikin” (Zebûr 92:14, 15). Gelo tu jî dixwazî xizmeta xweda hê zêde bikî û qenciya Yehowa hê zêde ‘tem kî’? Hela dîna xwe bide hine gavên ku dikarin alî te bikin bigihîjî vê nêtê.

TU ÇAWA DIKARÎ XIZMETÊDA HÊ ZÊDE BIKÎ?

12. Yehowa çi soz dide kesên ku îtbariya xwe wî tînin?

12 Îtbariya xwe Yehowa bîne. Ewî soz daye ku heger em bi dil û can wîra xizmet bikin, ewê kerema ser meda bibarîne (Malaxî 3:10). Kolombyayêda xûşkeke bi navê Fabîola dît wekî Yehowa vê sozê xwe ça tîne sêrî. Paşî nixumandinê, ewê dixwest bibe pêşenga hertim. Lê jêra lazim bû bixebite, wekî ebûra malbeta xwe bike. Gava wext hat ku ew derkeve ser pênsyayê, ewê ji dil dua kir wekî Yehowa alî wê bike. Ew dibêje: “Bi rastî gelek wext lazim e, wekî bi qanûnî bibî pênsyonêr û dokûmêntên te qebûl bikin, lê şixulê min nava mehekêda hate qebûlkirin. Ew ça keremet bû!” Du meh şûnda, ew bû pêşeng. Fabîola niha 70 salî zêdetir e û îda 20 sal zêdetir e ku ew pêşeng e. Ewê îda alî 8 kesa kiriye ku bibin şagirtên Îsa Mesîh. Ew dibêje: “Ez xwe carna bêtaqet texmîn dikim, lê Yehowa her roj alî min dike wekî xizmeta xwe berdewam bikim”.

Birahîm, Sera, Aqûb û kahînên ku Çemê Ûrdunêra derbaz bûn, ça îtbariya xwe Yehowa dianîn? (Abzasa 13 binihêre)

13-14. Kîjan serhatî dikarin alî me bikin, wekî em îtbariya xwe Yehowa bînin û xizmeta xwe zêde bikin?

13 Ji serhatiyên kesên ku xwe dispartin Yehowa, dersa hîn be. Kitêba Pîroz besa gelek kesa dike, yên ku bi dil û can Yehowara xizmet dikirin. Gelek cara lazim bû, wekî wana gava pêşin biavîtana, seva keremên Yehowa bistandana. Mesele, Birahîm rê ket “lê nizanibû jî kuda diçe” û paşî vê yekê ji Yehowa keremên mezin stand (Îbranî 11:8). Aqûb paşî ku tevî melekekî gulaş girt, keremeke mexsûs stand (Destpêbûn 32:24-30). Gava miletê Îsraêl gerekê biketa Erdê Sozdayî, wana tenê paşî vê yekê ça kahîna nigên xwe kirine Çemê Ûrdunê, dikaribûn çemra derbaz bibûna (Yêşû 3:14-16).

14 Usa jî, tu dikarî ji serhatiyên xûşk û birên îroyîn, yên ku îtbariya xwe Yehowa anîne û xizmeta xwe zêde kirine, karê bistînî. Mesele, birakî bi navê Pêytin û jina wî Dîanayê ji serhatiyên xûşk-birên ku xizmeta xwe zêde kirine, şabûn distand. Serhatiyên usa rêza gotarêda bi navê “Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin” * hene. Pêytin dibêje: “Gava me serhatiyên wan dixwendin, bona me ev usa bû ça tê bêjî me ser wan kesa dinihêrî, yên ku xwarinên temxweş dixwin. Lema me jî xwest ‘tem kin û bizanibin, ku Xudan ça qenc e’”. Wext şûnda, Pêytin û Dîana derbazî deşteke din bûn, kîderê ku mizgînvan hindik bûn. Gelo te ser jw.org vîdêoyên derheqa xûşk-birên ku bona xizmetê çûne ciyên dûr, dîtiye? Gotar û vîdêoyên usa dikarin alî te bikin mecala bigerî, wekî xizmeta xwe zêde kî.

15. Hevaltiya bi kesên ku berê pêşin Padşatiyê digerin ça dikare alî me bike?

15 Tevî kesên ku berê pêşin Padşatiyê digerin, hevaltiyê bike. Gava meriv tevî kesên ku xwarinekê hiz dikin wext derbaz dike, diqewime rojekê ewê jî bixwaze vê xwarinê tem bike. Mîna vê yekê, heger tu tevî kesên ku herî zêde dîna xwe didin xizmeta Yehowa, wext derbaz bikî, ev yek wê alî te bike wekî tu jî mecala bigerî xizmeta xwe zêde bikî. Birakî bi navê Kênt usa dibêje: “Hevaltiya tevî kesên ku berê pêşin Padşatiyê digerin, mêrxasî da min û jina min, wekî em jî tiştekî teze bicêribînin”. Îro Kênt û jina wî Vêronîka Sêrbyayêda ça pêşengên mexsûs xizmet dikin.

16. Li gora mesela Îsa, ku Lûqa 12:16-21-da nivîsar e, çira em gerekê hazir bin qurbana bikin?

16 Hazir be bona Yehowa qurbana bikî. Seva ku em dilê Yehowa şa kin, ne lazim e em terka her tiştî bidin, çi ku em hiz dikin (Waîz 5:19, 20). Lê heger em xizmeta xwe zêde nakin, çimkî hazir nînin qurbana bikin, em dikarin bibine mîna merivê ji mesela Îsa, yê ku bi jîyîneke rihet dijît, lê Xwedê ne xema wî bû (Lûqa 12:16-21 bixûne). Birakî bi navê Krîstîan, yê ku Fransayêda dijî, usa dibêje: “Min ça lazim e wext û qewata xwe bona Yehowa û bona malbeta xwe xerc nedikir”. Krîstîan û jina wî safî kirin bibine pêşeng. Lê seva bigihîjin vê nêtê, lazim bû ewana xebata xwe bihêlin. Seva ku ebûra xwe bikin, wana mal û ofîs temiz dikirin, û hîn bûn bi perê biçûk razî bin. Gelo ewana poşman bûn ku haqas tişt ji xwe kêm kirin? Na! Krîstîan dibêje: “Em ji xizmeta xwe diha zêde şabûnê distînin, çimkî divînin ça xwendekarên Kitêba Pîroz û yên ku em serlêdana wan dikin, derheqa Yehowa pêdihesin û ruhanîda pêşda diçin”.

17. Hine kes çira xizmetêda mêtodên teze nacêribînin?

17 Xizmetêda mêtodên teze bicêribîne (Karên Şandiya 17:16, 17; 20:20, 21). Pêşengekêra bi navê Şîrlî ji Dewletên Yekbûyî, wedê pandemiya COVID-19 lazim bû mêtodên xizmeta xwe biguhêze. Sêrîda, ewê nedixwest pê têlê xizmet bike. Lê paşî serlêdana berpirsiyarê mihalê, ew hîn bû vê mêtoda xizmetê bide xebatê. Şîrlî dibêje: “Ez pêşiyê ditirsiyam, lê niha ez ji vê mêtoda xizmetê gelek şabûnê distînim. Bi vê mêtodê, em mizgînê digihînin diha zêde meriva!”

18. Gava em her tiştî dikin, wekî xizmeta xwe zêde bikin, çi dikare alî me bike ber çetinaya sebir bikin?

18 Xwera nêtekê dayne û xîret bike ku bigihîjî vê. Gava em rastî tengasiya tên, gerekê em dua bikin û rind bifikirin, hela em dikarin vê derecêda çi bikin (Metelok 3:21). Pêşengeke bi navê Sonîa, ya ku Ewropayêda li komeke bi zimanê Romanî xizmet dike, dibêje: “Ez nêtên xwe ser kaxazekê dinivîsim û vê kaxazê cîkî ber çev datînim. Li ser sifira min şiklek heye û ser vê şiklê du rê cûre-cûre aliyava diçin. Gava lazim dibe ku ez safîkirinekê bikim, ez ser vê şiklê dinihêrim û difikirim, gelo kîjan rê, dêmek kîjan safîkirina min wê min berbi nêta min bive”. Sonîa ser xwe dixebite, wekî ji bo çetinaya gelek berxwe nekeve. Ew dibêje: “Her dereceke teze yan dikare bibe ça dîwarek ku riya min digire, yan jî ça pirek ku riya min vedike wekî bigihîjime nêta xwe. Her tişt nihêrandina minva girêdayî ye”.

19. Em çawa dikarin nîşan bikin wekî em qenciya Yehowa dişêkirînin?

19 Yehowa me bi gelek cûra kerem dike. Seva ku em razîbûna xwe bona wan kerema nîşan kin, wê baş be çi ji destê me tê bikin, wekî pesnê wî bidin (Îbranî 13:15). Mesele, lazim e bifikirin hela em çawa dikarin xizmeta xwe zêde bikin. Bi vî cûreyî, emê keremên din jî bistînin. Belê, gerekê em mecalên teze bigerin wekî “tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e”. Hingê, emê jî mîna Îsa bêjin: “Xwarina min ew e, ku ez xwestina yê ku ez şandime bikim û şixulên wî bînime sêrî” (Yûhenna 4:34).

KILAMA 80 Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne

^ abz. 5 Yehowa kaniya qenciyê ye. Ew tiştên qenc dide her kesî – hela hê xiraba jî. Lê ew îlahî xizmetkarên xweye aminra qenciyê dike. Vê gotarêda, emê bivînin wekî Yehowa qenciya xwe çawa xizmetkarên xwera nîşan dike. Usa jî, emê bivînin wekî kesên ku xizmeta xwe zêde dikin çawa dikarin qenciya Yehowa bivînin.

^ abz. 7 Hine nav hatine guhastinê.

^ abz. 14 Ev rêza gotara, berê “Birca Qerewiliyêda” dihatine derxistinê, niha ser jw.org hene. Bikevin DERHEQA ME > SERHATÎ > GIHÎŞTINA RUHANÎ.