Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 33

Şabûnê Bistîne ji Şixulên ku Tu bona Yehowa Dikî

Şabûnê Bistîne ji Şixulên ku Tu bona Yehowa Dikî

“Ya ku çev divîne ji ya ku canê meriv dixwaze çêtir e” (WAÎZ 6:9, ÎM).

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

VÊ GOTARÊDA *

1. Gelek xûşk-bira hazir in çi bikin?

XILAZIYA vê dinyayê nêzîk e, lema jî şixulê me gelek e (Metta 24:14; Lûqa 10:2; 1 Petrûs 5:2). Em gişk dixwazin bi dil û can Yehowara xizmet bikin. Gelek xûşk û bira xizmeta xwe zêde dikin. Hine kes dixwazin bibin pêşeng. Hine xûşk û bira jî dixwazin Beytelêda yan proêktên avakirinêda bixebitin. Usa jî, gelek bira dixwazin bibin berdestiyên civatê yan rûspî (1 Tîmotêyo 3:1, 8). Gava Yehowa rezedilî û xîreta xizmetkarên xwe divîne, bêşik dilê wî gelekî şa dibe! (Zebûr 110:3; Îşaya 6:8)

2. Heger em nikarin bigihîjin hine nêta, ev yek dikare ser me ça hukum ke?

2 Lê hine kes xemgîn in, çimkî gelek wext derbaz bûye, lê ewana hê negihîştine nêta dilê xwe. Hine xûşk-bira îda kal û pîr bûne yan seva tengasiyên din nikarin hine cabdariya bistînin (Metelok 13:12). Mesele, halê xûşka me Mêlîsa * usa ye. Ewê dixwest biçûya Beytelê yan jî Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê, lê yazix ku ew nikare bigihîje van nêtên xwe. Mêlîsa dibêje: “Emrê min îda mezin e. Ev xwestinên min minra ça xeyal in. Û carna ez berxwe dikevim”.

3. Heger kesek dixwaze hê zêde cabdariya bistîne, wê baş be ku ew çi bike?

3 Gelek xûşk-birên meye cahil sihet-qewat û serxwe ne. Dîsa jî, seva ku ewana cabdariyên teze bistînin, lazim e ku ewana ji aliyê ruhanîva diha pêşda herin. Mesele, dibeke lazim e ku ewana hê zêde bi sebir bin, rind şixulên xwe bînin sêrî û hindava meriva diha bi qedir bin. Heger tu ser xwe bixebitî û hunurên usa nav xweda pêşda bînî, dibeke rojekê tuyê hê zêde cabdariya bistînî. Dîna xwe bide serhatiya birê me Nîk. Gava ew 20 salî bû, ew gelek berxwe diket, çimkî ew ça berdestiyê civatê nedihate kifşkirinê. Ew dibêje: “Min fem nedikir kêmasiya min çi bû”. Dîsa jî, Nîk nesekinî, ewî bi dil û can çiqas destê wî dihat, civatêda şixul dikir û bi xîret xizmet dikir. Îro ew bira endemê Komîtêyeke Fîlîalê ye.

4. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

4 Heger tu xemgîn î, çimkî tu hê negihîştiyî nêteke ruhanî, dilê xwe Yehowara veke (Zebûr 37:5-7). Usa jî, ji birên gihîştî bipirse hela tu çawa dikarî xizmetêda pêşda herî, û şîretên wan hilde hesab. Heger tu usa bikî, tuyê bikaribî bigihîjî nêta xwe. Lê mîna Mêlîsayê, heger dereca te nahêle ku tu cabdarîkî bistînî, tu çawa dikarî şabûna xwe xwey kî? Vê gotarêda, tuyê bivînî ku (1) çi dikare tera şabûnê bîne, (2) tu çawa dikarî şabûna xwe zêde bikî û (3) tu dikarî çi cûre nêta xwera deynî ku şabûna xwe zêde bikî.

EM ÇAWA DIKARIN ŞABÛNÊ BISTÎNIN?

5. Li gora Waîz 6:9, gerekê em dîna xwe bidin çi?

5 Waîz 6:9-da tê gotinê, ku em dikarin ji çi şabûnê bistînin (Bixûne, ÎM). Merivê ku bi tiştên “ku çev divîne” şa dibe, ji halê xwe razî ye. Lê merivê ku her tim difikire tenê ser vê yekê çi ku ‘canê wî dixwaze’, pey van tişta dikeve, yên ku cem wî tune ne. Ev bona me çi ders e? Seva ku em şabûnê bivînin, gerekê em dîna xwe bidin ser tiştên ku cem me îda hene û ser nêtên usa ku em bi rastî dikarin bigihîjinê.

6. Niha emê kîjan meselê lêkolîn bikin, û çira?

6 Gelo bi rastî dibe wekî em ji tiştên ku cem me hene, razî bin? Hine kes difikirin ku ev yek nabe, çimkî meriv cîkî nasitire û her tim tiştên teze digere. Lê bi rastî ew yek dibe! Em dikarin bi tiştên “ku çev divîne” him razî bin him jî şabûnê bistînin. Gelo çi cûreyî? Niha emê mesela Îsa derheqa telanta lêkolîn bikin, ya ku Metta 25:14-30-da nivîsar e. Emê ji vê meselê pêbihesin, ku em ça dikarin halê xweda şabûnê unda nekin û him jî çawa şabûna xwe diha zêde kin.

EM ÇAWA DIKARIN ŞABÛNA XWE ZÊDE BIKIN?

7. Kin mesela Îsa derheqa telanta gilî kin.

7 Vê meselêda mêrekî dixwest here welatekî din. Pêşiya ku ew çû, ewî gazî xulamên xwe kir û telant dan wan, wekî ewana van telanta bikine nava şixul. * Axayê wan li gora fereset û qewata wan, telant dane wan, xulamekîra pênc telant, yê dinra du telant û yê sisiyara jî telantek da. Du xulama telantên ku wanra hatibûn tesmîlkirinê, rind dane xebatê, lê yê sisiya tu tişt nekir, lema jî axayê wî berî wî da.

8. Xulamê pêşin çira şa bû?

8 Bêşik xulamê pêşin gelek şa bû ku axayê wî pênc telant tesmîlî wî kirin. Pênc telant bi rastî jî perê mezin bû, û vê yekê nîşan dikir ku axayê wî çiqas îtbariya xwe wî dianî! Lê gelo xulamê duda xemgîn bû, ku ewî tenê du telant standin?

Em dikarin ji xulamê duda yê ji mesela Îsa çi hîn bin? (1) Ewî ji axayê xwe du telant standin. (2) Ew bi dil û can xebitî ku bona axayê xwe diha zêde pere qazanc bike. (3) Ewî telantên axayê xwe du car zêde kirin (Abzasa 9 heta 11 binihêre)

9. Li gora mesela Îsa, ça tê kifşê xulamê duda çi nekir? (Metta 25:22, 23)

9 Metta 25:22, 23 bixûne. Îsa negot ku xulamê duda xemgîn bû û hêrs ket, çimkî ewî tenê du telant standin. Ewî negot: “Axa çira tenê du telant dane min? Feresetên min jî bi qasî xulamê din in, yê ku pênc telant standin. Heger axa min qîmet nake, ezê van telanta veşêrim û pey şixulê xwe binihêrim”.

10. Xulamê duda pê telantên xwe çi kir?

10 Mîna xulamê pêşin, yê duda jî cabdariya xwe rind anî sêrî. Ewî bi dil û can şixulê axayê xwe pêşda bir, û telantên ku ewî standibûn, du car zêde kir. Ev xulam jî seva hunur û xîreta xwe hate xelatkirin. Axa him ji wî razî bû, him jî safî kir wekî ev xulam hêja ye ku diha zêde cabdariya bistîne.

11. Em çawa dikarin şabûna xwe zêde kin?

11 Mîna vê yekê, wê baş be ku tu jî cabdariyên xwe bi xîret bînî sêrî. Heger tu “temamiya wextê xwe” tesmîlî şixulê belakirina mizgînê dikî û şixulên civatê bi dil û can tînî sêrî, tuyê şabûnê bistînî (Karên Şandiya 18:5; Îbranî 10:24, 25). Xwe rind hazir bike, wekî tu bikaribî civatêda pê cabên xwe xûşk-bira bişidînî. Dersên ku tu bona civata “Bijîn û Xizmet kin” distînî, rind û bi xîret hazir ke. Heger civatêda tera şixulek bê dayînê, vî şixulî wededa û bi temamî bîne sêrî. Derheqa tu şixulê ruhanî nefikire ku hêja nîne wextê xwe ser xerc kî. Feresetên xweda pêşda here û şixulên xweda bibe hoste (Metelok 22:29). Çiqas tuyê bi şixulên ruhanî û şixulên civatêva mijûl bî, tuyê hê zû pêşda herî û diha zêde şabûnê bistînî (Galatî 6:4). Serda jî, gava kesekî din kifşkirinekê distîne, ya ku te jî dixwest bistanda, ev yek ku tu şixulên civatêva mijûl î, wê alî te bike wekî tu tevî wî şa bî (Romayî 12:15; Galatî 5:26).

12. Du mizgînvana şabûna xwe çawa zêde kir?

12 Tê bîra te ku xûşkeke bi navê Mêlîsa çiqas dixwest biçûya Beytelê yan Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê? Rast e xwestina wê nehate sêrî, lê dîsa jî ew dibêje: “Ez xîret dikim ku xizmeta pêşengiyê bi dil û can bikim, û ez hemû mêtodên xizmetê didime xebatê. Ev yek dilê min şa dike”. Usa jî, gava birê me Nîk ça berdestiyê civatê nehate kifşkirinê, ewî çi kir? Ew dibêje: “Min dîna xwe dida tiştên ku cem min îda hebûn. Mesele, min timê bi xîret xizmet dikir û civatêda cabên fikirandî dida. Xêncî vê yekê, min blanka bona xizmeta Beytelêda tije kir, û salek şûnda ez hatim teglîfkirin”.

13. Wê çima baş be ku tu bi temamî dîna xwe bidî ser cabdariyên ku niha cem te hene? (Waîz 2:24)

13 Heger tu bi temamî dîna xwe bidî ser cabdariyên ku niha cem te hene, dibeke rojekê tuyê mîna Nîk cabdariyên diha mezin bistînî. Lê heger na, mîna Mêlîsayê tu dîsa jî dikarî şabûna xwe zêde kî, ji halê xwe razî bî û wan tiştara ku cem te hene şa bî (Waîz 2:24 bixûne). Usa jî, ev yek ku axayê me Îsa Mesîh ji xîreta te razî ye, dikare dilê te rihet bike.

NÊTÊN KU DIKARIN ŞABÛNA ME ZÊDE BIKIN

14. Çira lazim e em nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe?

14 Wê baş be ku em herî zêde dîna xwe bidin kifşkirinên ku niha cem me hene. Lê gelo ew yek tê hesabê ku ne lazim e em xîret bikin wekî xizmetêda diha pêşda herin? Hilbet na! Em dikarin û him jî lazim e ku em nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Heger nêtên meye ruhanî hebin, emê çi ji destê me tê bikin, wekî him xizmetêda bibine hoste him jî civatêda kêrî xûşk-bira bên. Seva em bigihîjin van nêta, gerekê em bi serwaxtî û milûktî dîna xwe bidin vê yekê, ku em çawa dikarin alî kesên din bikin (Metelok 11:2; Karên Şandiya 20:35).

15. Kîjan nêt dikarin şabûna te zêde bikin?

15 Gelo tu dikarî xwera kîjan nêta daynî? Ji Yehowa alîkariyê bixwaze wekî têderxî hela tu dikarî bigihîjî kîjan nêta (Metelok 16:3; Aqûb 1:5). Mesele, gelo tu dikarî bibî pêşengê wedelû yan pêşengê hertim? Gelo tu dikarî Beytelêda yan proêktên avakirinêda xizmet bikî? Yan jî, seva ku tu mizgînê diha zêde bela kî, gelo tu dikarî zimanekî teze hîn bî yan derbazî deşteke din bî? Seva ku tu bigihîjî nêtên usa, wê baş be ku tu edebyetên meda lêkolîna bikî û tevî rûspiya xeber dî. * Çiqas tu xîret bikî ku bigihîjî nêtên usa, pêşdaçûyîna te wê eşkere be, û şabûna te wê zêde be.

16. Heger em nikarin bigihîjin nêtekê, wê baş be ku em çi bikin?

16 Heger tu nikarî bigihîjî nêtên usa ku jorê me besa wan kiribû, gelo tu dikarî çi bikî? Xwera nêteke din dayne! Gelek ferz e wekî nêtên ku tu xwera datînî, qasî qewata te bin. Niha emê derheqa hine nêtên usa xeber din.

Tu dikarî xwera kîjan nêt daynî? (Abzasa 17 binihêre) *

17. Li gora 1 Tîmotêyo 4:13, 15, seva ku birak bibe dersdarekî diha baş, wê baş be ku ew çi bike?

17 1 Tîmotêyo 4:13, 15 bixûne. Heger tu birakî nixumandî yî, wê baş be ku tu pêşda herî û bibî gotarvan û dersdarekî diha baş. Bi vî cûreyî, guhdarên te wê ji xwendin, xeberdan û hînkirina te diha karê bistînin. Mesele, xwera bike nêt wekî hemû mêtodên ku li broşûra “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be” hene, yek pey yekêra lêkolîn bikî û bidî xebatê. Dersekê bijbêre û wextekî ser bixebite. Pêşda xwe hazir bike û van şîreta, ders û gotarên xweda bide xebatê. Ji birê şîretkar * yan ji rûspiyên din, ku “xeberdan û hînkirinêda dixebitin”, şîretê bixwaze (1 Tîmotêyo 5:17). Hilbet bes nîne ku tu tenê wan mêtoda ku broşûrêda hatine dayînê, bidî xebatê. Nêta te gerekê ev be wekî baweriya guhdara diha qewî bikî û wana hêlan kî wekî tiştên ku ewana dibihên, jîyîna xweda bidine xebatê. Bi vî cûreyî, tuyê him şabûna wan him jî şabûna xwe zêde kî.

Tu dikarî xwera kîjan nêt daynî? (Abzasa 18 binihêre) *

18. Çi dikare alî me bike ku xizmetêda em bigihîjin nêtên xwe?

18 Me hemûyara şixul hatiye dayînê, wekî mizgînê bela kin û meriva bikin şagirtên Îsa (Metta 28:19, 20; Romayî 10:14). Heger tu dixwazî vî şixulê ferzda bibî hoste, xwera nêt dayne wekî tu şîretên ji broşûra “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be”, lêkolîn bikî û bidî xebatê. Usa jî, bernama civînêda “Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin”, û vîdêoyên cûrê belakirina mizgînêda, gelek fikrên kêrhatî hene. Bicêribîne hela kîjan fikir û mêtod bona deşta te herî kêrhatî ne. Çiqas tu van şîreta bînî sêrî, tuyê haqas bibî mizgînvanekî hoste, û ev yek wê şabûnê tera bîne (2 Tîmotêyo 4:5).

Tu dikarî xwera kîjan nêt daynî? (Abzasa 19 binihêre) *

19. Em ça dikarin hunurên baş nav xweda pêşda bînin?

19 Gava tu xwera nêta datînî, bîr neke wekî nêta herî ferz ew e ku tu hunurên baş nav xweda pêşda bînî (Galatî 5:22, 23; Kolosî 3:12; 2 Petrûs 1:5-8). Gelo çawa? Mesele, heger tu dixwazî baweriya xwe diha qewî bikî, tu dikarî edebyetên meda şîreta bigerî. Usa jî, tu dikarî hine vîdêoyên ji JW Brodkastîng binihêrî, yên ku nîşan dikin wekî xûşk-birên me çawa himberî tengasiya û cêribandina aminiyê xwey dikin. Paşê, bifikire tu ça dikarî çev bidî baweriya wan.

20. Em çawa dikarin şabûna xwe zêde bikin?

20 Bêşik em gişk dixwazin Yehowara hê zêde xizmet bikin. Dinya tezeda, emê bikaribin bi cûrê herî baş wîra xizmet bikin. Heta ev roj bê, wê baş be em hemû mecala ku dikeve destê me, bidine xebatê, çimkî usa şabûna me wê zêde be, û emê gelek berxwe nekevin. Serda jî, emê pesnê Yehowa bidin, yê ku “Xwedêyê xwezilî” ye (1 Tîmotêyo 1:11). Lema were em timê cabdarî û şixulên xwera şa bin, yên ku cem me îda hene!

KILAMA 82 Bira Ronaya We Eyan be

^ abz. 5 Em Yehowa gelek hiz dikin, û em dixwazin çiqas ji destê me tê wîra xizmet bikin. Lema jî em diqewime dixwazin xizmeta xwe zêde bikin yan civatêda hine cabdariyên teze bistînin. Lê heger em aliyê xweda çiqas destê me tê dikin, lê dîsa jî nagihîjin hine nêta, gerekê em çi bikin? Gelo em ça dikarin xîret û şabûna xwe xwey kin? Vê yekêda, mesela Îsa derheqa telanta dikare alî me bike.

^ abz. 2 Hine nav hatine guhastin.

^ abz. 7 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Telantek heqê xebata xebatçî bû, yê ku dikaribû weke 20 salada qazanc kira.

^ abz. 15 Wê baş be ku birên nixumandî nêt daynin pêşiya xwe, wekî bibin berdestiyên civatê û rûspî. Derheqa vê yekê, serên 5 û 6 ya kitêba “Sazkirîne seva Qirara Xwedê Bînin Sêrî” binihêre.

^ abz. 17 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Şîretkar ew heye rûspî ku hatiye kifşkirinê, wekî çaxê hewcetî hebe şîreta bide wan rûspiya û berdestiyên civatê, yên ku gotara dixûnin.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî ku dixwaze bibe dersdarekî diha baş edebyetên me lêkolîn dike.

^ abz. 66 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke ku dixwaze mecalên bona xizmeta neformal diha baş bide xebatê, rêstoranêda karta jw.org dide xebatçî.

^ abz. 68 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke ku dixwaze diha destvekirî be, pêşkêşekê dide xûşkeke din.