Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 31

Gelo Tuyê bi Sebir Hîviya Yehowa Bisekinî?

Gelo Tuyê bi Sebir Hîviya Yehowa Bisekinî?

“Ezê hîviya Xwedê xilazkarê xwe bim” (MÎXA 7:7, DT).

KILAMA 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

GAVA tiştekî ku te bi onlaynê kirîbû wededa nagihîje te, gelo tu eciz nabî? Metelok 13:12-da tê gotinê: “Gumana ku derengî dibe, dil dêşîne”. Lê heger tu pêbihesiyayî, wekî ev tişt ji bo hine meniyên ferz derengî dikeve, tuyê dibeke bi sebir hîviyê bûyayî.

2 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çend prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku wê alî me bikin bi sebir “hîviya Xwedê” bin (Mîxa 7:7, DT). Paşê, emê dîna xwe bidin du dereca, kîjanada em gerekê bi sebir hîviyê bin heta ku Yehowa tiştekî bike. Usa jî emê bivînin çi kerema wê bistînin ewên ku bi sebir hîviya Yehowa disekinin.

PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ KU SEBRÊ HÎN DIKIN

3. Prînsîpa ji Metelok 13:11 çi me hîn dike?

3 Metelok 13:11 rind nîşan dike, wekî çima ferz e sebir bikin. Wêderê tê gotinê: “Hebûka heramîyê hatî, heramîyê jî diçe, lê bi xûdana helal kedkirî wê zêde be”. Gelo tu prînsîpa vê rêzê fem dikî? Merivê bîlan, wê bi sebir her tiştî hêdî-hêdî bîne sêrî û wê pêşdaçûyî be.

4. Prînsîpa ji Metelok 4:18 çi nîşan dike?

4 Usa jî, Metelok 4:18 usa dibêje: “Rîya rasta mîna ronayîya berbangê ye, ku hêdî-hêdî dertê, heta ku temamîya rojê ronayî dibe”. Gotinên vê rêzê nîşan dikin, wekî Yehowa nêta xwe çawa gav pey gav zelal dike. Dikarin bêjin wekî prînsîpa vê rêzê usa jî derheqa wan xizmetkara ye, yên ku gav pey gav ruhanîda pêşda diçin. Belê, bona pêşdaçûyîna ruhanî, wext lazim e. Heger em bi xîret lêkolînê bikin û şîretên Xebera Xwedê û teşkîleta wî jîyîna xweda bînin sêrî, xeyset-hunurên me wê hêdî-hêdî mîna yên Îsa bin. Usa jî, emê Xwedê diha baş nas bikin. Were em dîna xwe bidin Îsa derheqa vê yekê çi got.

Çawa ku genim hêdî-hêdî mezin dibe, usa jî kesê ku mizgîniya Padşatiyê dibihê û qebûl dike, ruhanîda hêdî-hêdî pêşda diçe (Abzasa 5 binihêre)

5. Mesela Îsa derheqa toximê, çi me hîn dike?

5 Îsa mizgîniya Padşatiyê beramberî toximekî kir, yê ku dilê kesên dilsaxda hêdî-hêdî mezin dibe. Ewî got: “Toxim şîn dibe, bilind dibe û xwexa [toximreş] pê nahese ku ev çawa dibe. Erd ji xwe ber dide, pêşiyê zîl, paşê simbil, peyra jî genimê gihîştî simbilda” (Marqos 4:27, 28). Gelo Îsa çi dixwest bigota? Ewî dixwest bigota wekî hema çawa genim hêdî-hêdî mezin dibe, usa jî merivê ku mizgînê qebûl dike, ruhanîda hêdî-hêdî pêşda diçe. Mesele, çiqas xwendekarên me diha nêzîkî Yehowa dibin, haqas em divînin wekî ewana aliyê başda têne guhastinê (Efesî 4:22-24). Lê yeke gerekê em bîr nekin wekî yê ku toxim mezin dike, Yehowa ye (1 Korintî 3:7).

6-7. Ji vê yekê ku Yehowa çawa erd çêkir, em çi dikarin hîn bin?

6 Yehowa hemû şixulên xwe bi sebir tîne sêrî, firqî tune bona vê yekê çiqas wede lazim be jî. Ew vê yekê him bona pîrozkirina navê xwe, him jî bona qenciya meriva dike. Werên em dîna xwe bidine vê yekê, ku çawa Yehowa gav pey gav erd bona meriva hazir dikir.

7 Kitêba Pîroz dibêje ku gava Yehowa Erd efirand, ewî “pîvanên wê”, “bingehên wê” û “kevirê wê” danî (Îbo 38:5, 6). Yehowa hela hê wede vediqetand, wekî ser kirên destê xwe binihêre (Destpêbûn 1:10, 12). Bîne ber çevê xwe melek çiqas şa dibûn gava Yehowa tiştekî teze çêdikir. Kitêba Pîroz dibêje wekî wana bi şabûnê ‘bang dikir’ (Îbo 38:7). Ew yek çi me hîn dike? Bi hezara sal lazim bûn wekî Yehowa efirandinê xilaz ke, û gava Yehowa ser hemû karên destê xwe nihêrî, ewî got ku “ew gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31).

8. Emê niha dîna xwe bidine çi?

8 Çawa ku me ji van mesela dît, gelek prînsîpên Kitêba Pîroz nîşan dikin wekî ferz e em sebir bikin. Niha emê dîna xwe bidin du dereca, kîjanada em gerekê bi sebir hîviya Yehowa bisekinin.

KENGÊ LAZIM E WEKÎ EM HÎVIYA YEHOWA BISEKININ?

9. Çiçax lazim e, wekî em hîviya Yehowa bisekinin?

9 Dikare lazim be, wekî em hîviya caba duayên xwe bin. Gava em Yehowara dua dikin, wekî ew qewatê bide me seva ku serî bi tengasîkîra derxin yan seva ku em kêmasîke xwe alt kin, em dibeke xemgîn dibin ku çima cab derengî dikeve. Gelo Yehowa çira derbêra caba hemû duayên me nade?

10. Gava em Yehowara dua dikin, çima gerekê em bi sebir bin?

10 Yehowa rind guh dide duayên me (Zebûr 65:2). Çaxê em ji dil dua dikin, ew divîne wekî em bi rastî baweriya xwe wî tînin (Îbranî 11:6). Gava em dua dikin, Yehowa dixwaze bivîne hela em li gora duayê xwe her tişt dikin û xîret dikin, wekî qirara wî bînin sêrî, yan na (1 Yûhenna 3:22). Mesele, gava em dixwazin terka xeysetekî xirab yan sistbûnekê bidin, wê mera lazim be bi sebir çi ji destê me tê bikin, wekî serkevin. Ji vê gotina Îsa, em fem dikin wekî caba hine duayên xwe emê derbêra nestînin: “Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. Çimkî kî ku dixwaze distîne, kî ku digere dibîne û kî ku derî dixe ber vedibe” (Metta 7:7, 8). Em dikarin bawer bin, ku heger em guh bidin vê şîretê û “her gav” dua bikin, Bavê meyî ezmana wê me bibihê û caba duayên me bide (Kolosî 4:2).

Em bi bawerî dua dikin û hîviya Yehowa disekinin (Abzasa 11 binihêre) *

11. Heger em difikirin ku caba duayê me derengî dikeve, Îbranî 4:16 çawa dikare alî me bike?

11 Carna, em dibeke difikirin wekî caba duayê me derengî dikeve. Lê Yehowa soz daye, wekî ewê wextda, dêmek “gava em hewce bin” caba duayê me bide (Îbranî 4:16 bixûne). Lema, heger xwestina me zû neyê sêrî jî, gerekê em tu car nefikirin, wekî Yehowa pişta xwe daye me. Mesele, gelek kes bi sala dua dikin, wekî Padşatiya Xwedê bê û vê sîstêma xirab kuta ke. Îsa jî digot, wekî em gerekê bona vê yekê dua bikin (Metta 6:10). Heger kesek baweriya xwe unda ke ji bo vê yekê ku li gora nihêrandina wî xilaziya dinyayê wextda nehatiye, ev yek çi bêaqilayî ye! (Hebaqûq 2:3; Metta 24:44) Wê baş be em berdewam kin hîviya Yehowa bin û bawer bin wekî ewê caba duayên me bide. Xilaziya dinyayê wê wextê xweda bê, çimkî Yehowa “wê rojê û wê sihetê” îda kifş kiriye. Û ew roj wê bona her kesî wexta herî baş be (Metta 24:36; 2 Petrûs 3:15).

Em dikarin ji sebra Ûsiv çi dersê bistînin? (Abzasa 12 heta 14 binihêre)

12. Sebra me kîjan derecêda dikare bê cêribandinê?

12 Dibeke lazim e, wekî em himberî neheqiyê sebir kin, heta ev bê safîkirinê. Merivên vê dinyayê gelek car kesên din ji bo berek, milet, kûltûr û edetên wan nimiz dikin. Hine kes jî seva nexweşiyên xweye fîzîkî yan psîxîkî tên bêhurmetkirinê. Gelek Şedên Yehowa jî seva baweriya xwe rastî neheqiyê tên. Derecên usada, gerekê em van gotinên Îsa bînin bîra xwe: “Kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be” (Metta 24:13). Lê heger tu pêbihesî, wekî xûşk yan birakî gunekî giran kiriye, gerekê tu çi bikî? Ew yek rûspiyara gerekê bê gotinê. Lê paşê, lazim e bi sebir hîviyê bî û bawer bî, wekî ewana evê derecê wê li gora rêberiya Yehowa safî kin. Gelo rûspî derecên usa çi cûreyî safî dikin?

13. Gava kesek gunekî giran dike, rûspî çi dikin?

13 Gava rûspî pêdihesin, wekî xûşk yan birakî gunekî giran kiriye, ewana dua dikin, ku Yehowa bîlaniyê bide wan ser vê derecê bi çevê wî binihêrin (Aqûb 3:17). Nêta wan ev e, wekî alî kesê gunekar bikin ji riya şaş vegere (Aqûb 5:19, 20). Usa jî, ewana çi ji destê wan tê dikin, wekî civatê biparêzin û berdiliyê bidin wan kesa, yên ku ji vê derecê zirar standine (2 Korintî 1:3, 4). Çaxê rûspî derecên usa lêkolîn dikin, berî pêşin lazim e, wekî ewana pêbihesin ku bi rastî çi qewimiye, û bona vê yekê wede lazim e. Ewana dua dikin, û bi nermî ser hîmê Kitêba Pîroz şîretê didin kesê gunekar, û paşê bi heqî wî şîret û rast dikin (Yêremya 30:11). Rast e rûspiyên civatê safîkirina vê derecê paş naxin, lê dîsa jî ewana leze-lez dîwana wî kesî nakin. Gava ev derece rast û heq tê safîkirinê, ev yek civatêra kareke mezin tîne. Lê diqewime paşî vê safîkirinê jî, êşa dilê kesê ku zirar standiye dîsa jî sivik nebe. Hergê tu wî halîda nî, tu dikarî çi bikî, wekî êşa dilê xwe sivik kî?

14. Heger xûşk yan birakî neheqî me kiriye, kîjan serhatiya ji Kitêba Pîroz dikare dilê me rihet ke?

14 Gelo xûşk yan birakî qe neheqî te kiriye û dilê te birîndar kiriye? Hine serhatiyên ji Kitêba Pîroz nîşanî me dikin, wekî em ça gerekê hîviya Yehowa bisekinin, heta ku ew vê derecê safî ke. Mesele, Ûsiv ji birên xwe rastî neheqiyê hat. Lê dîsa jî, ew seva gunên wan nebû yekî sert û hêrs, lê berdewam dikir dîna xwe bide dostiya xwe tevî Yehowa. Xilaziyê, Yehowa sebra wî xelat kir (Destpêbûn 39:21). Wede şûnda Ûsiv baxşande birên xwe û dît, wekî Yehowa ça wî kerem kir (Destpêbûn 45:5). Mîna Ûsiv, heger em nêzîkî Yehowa bin û bawer bin ku ewê wexta rastda vê derecê safî ke, dilê me wê rihet be (Zebûr 7:17; 73:28).

15. Çi alî xûşkekê kir himberî neheqiyê sebir ke?

15 Rast e her neheqî, qasî neheqiya ku hatibû serê Ûsiv, mezin nîne, yeke hine gotin û kirên kesên din dikarin dilê me bêşînin. Gava orta me û kesekî dinda problêm çêdibe, firqî tune ev kes Şedê Yehowa be yan na, wê baş be em prînsîpên Kitêba Pîroz bidin xebatê (Fîlîpî 2:3, 4). Were em dereceke usa bînin ber çevê xwe. Xûşkek bihîst, wekî hevalxebatçîke wê ew ber çevê kesên din reş dike, û ew gelek xemgîn bû. Dîsa jî, xûşka me derbêra caba wê neda, lê ser mesela Îsa fikirî. Gava Îsa “dihate rezîlkirinê, ji berva kes rezîl nedikir” (1 Petrûs 2:21, 23). Lema jî, xûşka me safî kir vê problêmê mezin neke û bîr bike. Lê paşê ew pêhesiya, wekî hevalxebatçiya wê giran nexweş e û strêseke mezin dikişîne. Xûşka me fem kir, ku hevalxebatçiya wê dilê wê bêhemdê xwe êşand. Xûşka me şa bû, wekî ewê himberî neheqiyê sebir kir, û edilayî kete dilê wê.

16. Heger tu rastî neheqiyê têyî, çi dikare dilê te rihet ke? (1 Petrûs 3:12).

16 Heger dilê te jî êşandine yan tu rastî neheqiyê hatî, bîr neke wekî Yehowa “nêzîkî dilşkestîya ye” (Zebûr 34:18). Ew te hiz dike û ew şa dibe çaxê tu sebir dikî û barê xwe didî destê wî (Zebûr 55:22). Ew Hakimê dinyayê ye, û ew her tiştî divîne (1 Petrûs 3:12 bixûne). Gava tu rastî problêma têyî û nikarî çarekê bivînî, gelo tuyê hîviyê bî heta ku Yehowa problêma te safî ke?

HÎVIYA YEHOWA BISEKINE Û KEREMÊN MEZIN BISTÎNE

17. Li gora Îşaya 30:18, Yehowa çi soz dide me?

17 Zûtirekê Bavê meyî ezmana wê bi saya Padşatiya xwe kerema ser meda bibarîne. Îşaya 30:18 usa dibêje: “Yehowa bi sebir hîviyê ye, wekî qebûlkirina xwe wera nîşan ke, û ew wê rabe seva ku rema xwe wera bide kifşê. Çimkî Yehowa Xwedêyê heqiyê ye. Hemûşk ku hîviya wî ne bextewar in”, DT. Kesên ku hîviya Yehowa ne, wê him niha him jî dinya tezeda gelek kerema bistînin.

18. Em hîviya kîjan kerema ne?

18 Çaxê xizmetkarên Xwedê bikevine dinya teze, ewana wê ji kul-derdên îroyîn xilaz bin. Neheqî û êş wê îda derbaz bin (Eyantî 21:4). Emê îda bona tu tiştî xema nekin, çimkî her tişt wê têr-tije be (Zebûr 72:16; Îşaya 54:13). Keremeke çiqas mezin hîviya me ye!

19. Yehowa me bona çi hazir dike?

19 Yehowa alî me dike terka xeysetên xirab bidin û hunurên baş pêşda bînin, û bi wê yekê me bona jîyîna bin serwêrtiya xweda hazir dike. Mêrxasiya xwe unda neke û neweste. Rojên xweş nêzîk in! Lema jî werên em bi sebir hîviya Yehowa bin, heta ku ew qirara xwe bîne sêrî!

KILAMA 118 “Baweriya Me Zêde ke”

^ abz. 5 Xûşk-birên ku gelek sal rastiyêda nin, carna usa dibêjin: “Ez tu cara nedifikirîm, wekî ev sîstêma xirab wê haqas dirêj bikişîne!” Îlahî van rojên çetinda, em gişk hîviyê ne kengê Yehowa vê sîstêma xirab kuta ke. Dîsa jî, gerekê em sebir bikin. Vê gotarêda emê hine prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn kin, yên ku wê alî me bikin hîviya Yehowa bisekinin. Usa jî emê dîna xwe bidin du dereca, kîjanada em gerekê bi sebir hîviya Yehowa bin. Paşê emê bivînin wekî kesên ku hazir in hîviyê bin, wê çi kerema bistînin.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek ji zarotiyêva her tim Yehowara dua dike. Gava ew biçûk bû, dê-bavê wê ew hîn kiribûn ku çawa dua bike. Çaxê ew cahil bû, ew bû pêşeng, û ewê gelek car ji Yehowa reca dikir, wekî ew xizmeta wê kerem ke. Gelek sal şûnda, gava mêrê wê giran nexweş ket, ewê Yehowara dua dikir ku qewatê bide wê himberî vê tengasiyê sebir ke. Îro, ew îda jinebî ye, û berdewam dike dua bike û bawer e ku ça her gav, Bavê wêye ezmana, Yehowa, wê caba duayê wê bide.