Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Herin Hemû Mileta Hîn kin”

“Herin Hemû Mileta Hîn kin”

“Herin hemû mileta hîn kin . . . , binixumînin . . . û wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin” (MET. 28:19, 20).

KILAMÊN: 141, 17

1, 2. Kîjan pirs pêşda tên çaxê em Mettada 24:14-da giliyên Îsa dixûnin?

EM ÇAWA Şedên Yahowa, nav temamiya dinyayêda gelek têne naskirinê pê şixulê belakirina mizgînê. Diqewime xizmetiyêda hûn rastî wan meriva hatine, yên ku qebûl nakin baweriya me, lê yeke qedirê me digirin ji bo şixulê ku em dikin. Em zanin wekî Îsa pêxembertî kir, ku wê mizgîna derheqa Padşatiyê ser temamiya dinyayê bê belakirinê (Met. 24:14). Lê em ji ku zanin, wekî şixulê ku em dikin pêxembertiya Îsa tîne sêrî? Wê rast be ku em bêjin, wekî tenê em ewî şixulî dikin?

2 Gelek merivên ji rêlîgiyên din difikirin, wekî ewana jî bela dikin wê mizgînê, derheqa kîjanê ku Îsa digot. Lê ewana xizmeta xwe tînin sêrî, tenê bi xizmeta dêrêda, yan dannasîn dikin bi têlêvîziyonê yan bi întêrnêtê. Lê yên din difikirin ku ewana xizmeta xwe tînin serî bi wê yekê, çaxê alîkariyê didine merivara, mesele, aliyê mêdîsînêda, yan jî seva meriv xwendinê bistînin. Lê pirs pêşda tê: Gelo çi ku ewana dikin, tê hesabê ew şixul, kîjan ku Îsa şagirtara got ku bikin?

3. Li gora temiya Îsa ku Metta 28:19, 20-da nivîsar e, peyçûyên Îsa kîjan çar tişt gerekê bikin?

3 Lê gelo şagirtên Îsa hîviyê bûn, ku meriv xwexa bihatana cem wan? Tu car na! Îsa paşî saxbûna xwe, bi seda şagirtên xwera got: “Herin hemû mileta hîn kin û wana . . . , binixumînin û wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin” (Met. 28:19, 20). Dêmek, çawa şagirtên Îsa, em borcdar in çar tişta bikin. Em gerekê meriva bikine şagirt, wana binixumînin, û hîn kin, lê pêşiya wê yekê em gerekê çi bikin? Îsa got: “Herin”! Derheqa vê temiyê, zandarekî Kitêba Pîroz giliyên usa got: “‘Herin’ ew heye cabdariya her bawermenda, firqî tune herin kûçêra derbaz bin yan herin okêanêva derbaz bin” (Met. 10:7; Lûqa 10:3).

4. Çi dihate hesabê bibine “nêçîrvanêd meriva”?

4 Gelo Îsa dixwest bigota ku peyçûyên wî her kes başqe xizmet ke? Yan ewî dixwest ku ewana tevayî bi organîze mizgînê bela kin? Femdarî ye, merivek nikaribû biçûya cem “hemû mileta”. Dêmek, bona wî şixulî lazim bûn gelek meriv. Ew yek ji giliyên Îsa hate kifşê, çaxê ewî şagirtên xwe teglîf kir ku bibine “nêçîrvanêd meriva”. (Bixûne Metta 4:18-22.) Îsa nedigot derheqa nêçîrvaniya bi çengelê, dêmek çaxê nêçîrvan rûdinê û hîviyê ye, heta ku mesîk bê bikeve çengelê. Lê ewî digot derheqa nêçîrvaniya bi tora. Ew xebateke giran bû, kîjanîra lazim bû qewata geleka û yektî (Lûqa 5:1-11).

5. Ser kîjan çar pirsa lazim e cabê bivînin, û çira?

5 Seva ku bizanibin hela kê îro mizgînê bela dike, û pêxembertiya Îsa tîne sêrî, mera lazim e caba wan çar pirsa bivînin:

▪ Çi mizgîn gerekê bê belakirinê?

▪ Nêta me gerekê çi be, çaxê evê mizgînê bela dikin?

▪ Çi cûreyî gerekê ewê mizgînê bela kin?

▪ Ew mizgîn gerekê çiqasî bela be û çiqas wede gerekê bikişîne?

Cabên wan pirsa wê alî me bikin, ku em têderxin kê îro ev şixulê ferz dike. Xêncî vê yekê, emê hê qewî bin, seva ku ewî şixulî berdewam kin bi aminî bikin (1 Tîmt. 4:16).

ÇI MIZGÎN GEREKÊ BÊ BELAKIRINÊ?

6. Çira em dikarin bawer bin ku Şedên Yahowa bela dikin evê mizgînê, kîjan ku Îsa got ku bela kin?

6 Bixûne Lûqa 4:43. Îsa “mizgîniya Padşatiya Xwedê” bela dikir, û dixwast wekî şagirtên wî jî evê mizgînê bela kin. Lê gelo kê îro “hemû miletara” evê mizgînê bela dike? Cab eyan e, tenê Şedên Yahowa! Hela hê hine ji wan meriva jî, yên ku miqabilî me ne, hesab dikin ku ew yek usa ne. Mesele, keşîşê mîsyonêr carekê Şedê Yahowara got, wekî ew cûre-cûre welatada dijît, û wan her welatada ji Şedên Yahowa dipirsî, hela ewana çi elametiyê bela dikin. Lê çi cab ewî keşîşî distand? Ewî got: “Ewana haqas bêfem in, wekî caba xwe mîna hev dan: ‘Mizgîna derheqa Padşatiya Xwedê’”. Lê bi rastiyê, ji giliyên keşîş tê kifşê, wekî ewana ça Mesîhiyên rast yektiyêda nin, ne ku “bêfem in” (1 Korn. 1:10). Wana hema ew elametî bela dikir, kîjan ku elam dike jûrnala bi navê “Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike”. Ev jûrnal ser 254 zimana derdikeve, û her derxistina vê weke 59 mîlyon hev tê neşirkirinê. Nav temamiya dinyayêda ev jûrnal lapî belabûyî ye.

7. Em ji ku zanin wekî Mesîhiyên vê dinyayê mizgîna, ku Îsa got bela nakin?

7 Mesîhiyên vê dinyayê, mizgîna derheqa Padşatiya Xwedê bela nakin. Hergê jî ewana xeberdidin derheqa Padşatiyê, gelek ji wan dibêjin wekî ew Padşatî dilê Mesîhîda ye (Lûqa 17:21). Ewana meriva hîn nakin wekî Padşatiya Xwedê ew heye serwêrtiya ezmana, kîderêda Îsa Mesîh serwêrtiyê dike. Û ne jî hîn dikin ku ew Padşatî wê hemû problêmên însanetê safî ke, û usa jî ku ew wê zûtirekê hemû zulmiyê ser erdê kuta ke (Eyan. 19:11-21). Ewana Îsa tînin bîra xwe tenê ser cejina Roja Bûyîna Îsa û ser Roja Derbazbûnê (Pasxe). Ewana ne jî zanin Îsa wê çi bike ser erdê çawa Serwêrê teze. Hin jî ewana nizanin çi mizgînê gerekê bela kin, lema jî fem nakin çira gerekê evê yekê bikin.

NÊTA ME GEREKÊ ÇI BE, ÇAXÊ MIZGÎNÊ BELA DIKIN?

8. Kîjan nêta nerast dikare hebe çaxê mizgînê bela dikin?

8 Nêta me gerekê çi be çaxê mizgînê bela dikin? Nêt gerekê ew nîbe ku pere qazanc kin û avayên mexsûs ava kin. Çimkî Îsa got: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Met. 10:8). Belakirina xebera Xwedê gerekê bîznês nîbe (2 Korn. 2:17). Ewên ku mizgînê bela dikin, bona vî şixulî gerekê kara xwe negerin. (Bixûne Karên Şandiya 20:33-35.) Rast e Îsa eyan derheqa vê yekê got, lê yazix dêr heçî zef pey pera dikevin, seva ku dêrên xwe xwey kin. Çimkî keşîş û xebatkarên din yê dêra, heqê xizmetiya xwe distînin. Lema jî, gelek serwêrên Mesîhiyên vê dinyayê, pir dewletî bûne (Eyan. 17:4, 5).

9. Şedên Yahowa ça dane kifşê wekî ewana bi nêta rast mizgînê bela dikin?

9 Lê çi dikarin bêjin derheqa Şedên Yahowa? Şixulê wan pê perê qurbankirina rezedilî pêşda diçe (2 Korn. 9:7). Ne Oda Civatada, ne jî civatên mezinda, pere nayê topkirinê. Sala par, Şedên Yahowa weke 2 mîlîard sihet xerc kirine ser belakirina mizgînê, û her meh 9 mîlyona zêdetir hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kirine. Rastî jî ecêbmayî ye, wekî ewana ne ku tenê bêheq ewî şixulî dikin, lê xêncî vê yekê ewana xercê xwe kîsî xwe dadidin. Lêkolînkarekî derheqa şixulê Şedên Yahowa usa got: “Nêta wane sereke ew e ku mizgînê bela kin û hîn kin. . . . Keşîşên wan tune ne, lema xercê wan hindik e”. Wekî usa ne, nêta me çi ye ku mizgînê bela dikin? Hergê kin bêjin, em ewî şixulî bi rezedilî dikin, çimkî em Yahowa û meriva hiz dikin. Ew hazirbûna me, tîne sêrî pêxembertiya ji Zebûr 110:3. (Bixûne.)

ÇI CÛREYÎ EV MIZGÎN GEREKÊ BELA BÛYA?

Em mizgînê bela dikin hemû ciya kîderê meriv hene (Binihêre abzasa 10)

10. Îsa û şagirtên wî çi cûreyî mizgîn bela dikirin?

10 Lê Îsa û şagirtên wî çi cûreyî mizgîn bela dikirin? Ewana diçûne hemû ciya, kîderê ku meriv hebûn, mesele, ciyên ku gelek meriv top dibûn, û malên merivada. Ewana mal bi mal mizgînê bela dikirin, seva merivên hêja bigerin (Met. 10:11; Lûqa 8:1; Kar. Şand. 5:42; 20:20). Ew tê hesabê ku ewana firqî nedikirine orta meriva, û gişkara derheqa mizgînê gilî dikirin.

11, 12. Çi firqî heye orta Mesîhiyên vê dinyayê û cimeta Yahowa, vê yekêda ku ewana ça mizgînê bela dikin?

11 Lê em çi dikarin bêjin derheqa dêrên Mesîhiyên vê dinyayê? Heçî zef kahînên dêra yên ku pera distînin, derheqa Xwedê gilî dikin, tenê wanra kê tê dêra wan. Ça eyan e, ewana “nêçîrvanêd meriva” nînin, lê xema wan tenê ew “mesî” ye, kîjan ku ewana îda dîtine. Cara, keşîş hêlan dikin meriva, ku ça bêjî mizgînê bela kin. Mesele, sala 2001, Pop Con Polê II, nivîsî: “Nava gelek sala, min timê hêlan dikir mizgînê bela kin. Ez heta niha evê yekê dikim, . . . Em gerekê mîna Pawlosê şandî bin, yê ku got: ‘Wey li min heger ez mizgîniyê dannasîn nekim!’” Paşê, ewî keşîşî berdewam kir û got, ku ewî şixulî “ne ku tenê merivên ‘cêribandî’ gerekê bikin, lê hemû meriv kê Xwedê bawer dikin”. Lê gelo kesek pey wê hêlankirinê çû?

12 Lê çi dikarin bêjin derheqa Şedên Yahowa? Tenê ewana merivara gilî dikin, ku Îsa sala 1914 da serwêrtiyê dike ça Padşa. Çawa ku Îsa hîn dikir, jîyîna wanda belakirina mizgînê ciyê pêşin digire (Marq. 13:10). Kitêbekêda hatiye gotinê: “Bona Şedên Yahowa xizmetkirin ji hemû tiştî ferztir e. Çaxê ewana rastî merivên birçî, nexweş, û yên tenê mane tên, alîkariyê didine wan, . . . lê yeke ewana dîsa jî tu car bîr nakin, ku şixulê wane sereke ew e, wekî elametiyê bela kin derheqa nêzîkaya xilaziya vê dinyayê û derheqa xilazbûnê”. (Pillars of Faith—American Congrgations and Their Partners.) Şedên Yahowa berdewam dikin evê elametiyê bela kin, çawa ku Îsa û şagirtên wî dikirin.

MIZGÎN GEREKÊ ÇIQASÎ BELA BÛYA Û ÇIQAS WEDE BIKIŞANDA?

13. Mizgîn gerekê çiqasî bela bûya?

13 Îsa got ku mizgîn gerekê bê belakirinê “nav temamiya dinyayê” (Met. 24:14). Lema jî şagirtên wî gerekê “hemû miletara” mizgîn belakirana (Met. 28:19, 20). Dêmek, ew tê hesabê wekî mizgîn hemû ciya gerekê bihata belakirinê.

14, 15. Çi îzbat dike ku Şedên Yahowa pêxembertiya Îsa tînine sêrî, ku mizgîn gerekê çiqasî bela be? (Binihêre şikilê ewlin.)

14 Tenê Şedên Yahowa pêxembertiya Îsa tînin sêrî, dêmek mizgînê nav temamiya dinyayêda bela dikin. Çira em dikarin usa bêjin? Were hine hesaba şêwir kin. Dewletên Yekbûyîda weke 600 000 keşîşên ji cûre-cûre rêlîgiya hene, lê Şedên Yahowa weke 1 200 000 in. Temamiya dinyayêda, Dêra Romaya Katolîkîda weke 400 000 keşîş hene. Niha dîna xwe bidin ser hejmara Şedên Yahowa, yên ku mizgîna Padşatiya Xwedê bela dikin. Nav temamiya dinyayêda, 240 welatada, weke 8 mîlyon Şedên Yahowa mizgîna derheqa Padşatiyê bela dikin. Belê, nav temamiya dinyayêda şixulekî mezin tê kirinê, seva rûmet û hurmetkirina Yahowa (Zeb. 34:1; 51:15).

15 Heta ku xilazî bê, em ça Şedên Yahowa, dixwazin çiqas dikarin gelek merivara mizgînê gilî kin. Lema em gelek eyan in pê şixulê xweyî welgerandinê û derxistina edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz. Mîlyon kitêb, jûrnal, bûklêt, û usa jî teglîfa ser Bîranînê û ser civatên mezin, em bê pera bela dikin. Em cûre-cûre edebyet ser 700 zimana zêdetir derdixin. Kitêba Pîroz ya “Welgerandina Dinya Teze”, 200 mîlyon hev hate neşirkirinê, ser 130 zimana zêdetir. Sala paşwextiyêda, me weke 4.5 mîlîard edebyet neşir kir. Înformasiya ser malpera me, ser 750 zimana zêdetir dest dikeve. Hene rêlîgiyên din, kîjan ku şixulê usa dikin?

16. Çira em dikarin bêjin ku ruhê Xwedêyî pîroz ser Şedên Yahowa ye?

16 Gelo çiqas wede gerekê bikişîne şixulê belakirina mizgînê? Îsa got ku heta “xilazî wê bê”, ew şixulê hemdinyayê wê berdewam be (Met. 24:14). Qe hene rêlîgiyên din, yên ku wan rojên axiriyêda mizgînê bela dikin? Hinek merivên bawermend dibêjin ku ruhê pîroz ser wana ye. Lê şixulê belakirina mizgînê tenê em berdewam dikin. Gelo ew yek îzbat nake ku ruhê Xwedêyî pîroz ser me ye? (Kar. Şand. 1:8; 1 Pet. 4:14) Cara, rêlîgiyên din destpêdikirin mîna Şedên Yahowa xizmet kin, lê şixulê wan pêşda neçû. Hinek jî, yançi mîsyonêrtiyê dikin, lê tenê ser hine wede û paşê dîsa vedigerin bi jîyîna xweye berê dijîn. Hinek, destpêdikin mal bi mal xizmet kin, lê ewana mizgîna Padşatiyê bela nakin. Dêmek, eyan e ku ewana ewî şixulî nakin, kîjan ku Îsa destpêkir.

KÎ BI RASTIYÊ ÎRO MIZGÎNÊ BELA DIKE?

17, 18. a) Em çira dikarin bawer bin ku tenê Şedên Yahowa mizgîna Padşatiyê bela dikin? b) Çi alî me dike ku em ewî şixulî berdewam dikin?

17 Kî bi rastiyê îro mizgîna Padşatiyê bela dike? Em dikarin dudilî nebin û bêjin: “Şedên Yahowa!” Lê çira em dikarin vê yekêda bawer bin? Çimkî em mizgîna rast bela dikin, dêmek mizgîna derheqa Padşatiyê. Usa jî, em xwexa diçin meriva digerin, û ew rast e em usa dikin. Hin jî, em bi nêta rast mizgînê bela dikin. Em pey pera nakevin, lê em Xwedê û meriva hiz dikin, lema ewî şixulî dikin. Em ewî şixulî nav temamiya dinyayêda bela dikin, dêmek em ji hemû mileta û zimana meriva digerin. Û emê ewî şixulî berdewam kin bikin bêeglekirin, heta ku xilazî bê.

18 Rastî jî ecêb e, ku cimeta Yahowa wan rojên axiriyêda, şixulekî çiqas mezin dikin. Lê çi cûreyî ew şixul usa pêşda diçe? Pawlosê şandî şirovedike: “Çimkî Xwedê xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li wî xweş tê” (Fîlî. 2:13). De were em pê qewata Bavê me Yahowa, berdewam kin bi dil û can mizgînê bela kin (2 Tîmt. 4:5).