Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

JI ARXÎVÊN ME

“Kêra Ew Şixul Hate Dayînê”

“Kêra Ew Şixul Hate Dayînê”

PAŞÎ hine rojên ba û baranê, rojeke germ û bi tev derket. Ew roja Duşemê, 1 Îlonê, sala 1919 bû. Vê rojê civata mezin derbaz dibû Sîdar Poîntêda, (Ohayo, Dewletên Yekbûyî). Vê odêda ciyê 2 500 meriva hebû. Nîvro pêşiya destpêbûna para pêşin ya civata mezin, weke 1 000 meriv hatin. Lê berê êvarê, 2 000 meriva zêdetir hatin bi qeyika, ereba, û bi trêna. Roja Sêşemê, haqas zef meriv hatin, ku cî tune bû, û gelek meriv derva bin baxên mezinda rûniştibûn, seva bernama civata mezin bibihên.

Siya wan belgên baxa, diketine ser kincê guhdarvana. Ji Gola Îrîê bakî nerm dihat. Birak ewê rojê tîne bîra xwe, û dibêje: “Ew cî mîna baxçekî pir bedew, gelek rihet û ji vê dinyayê dûr bû. Ew bi rastiyê jî cinet bû”.

Lê ew cî haqas şabûn ne dianî, çiqas ku beşera wane xweş, yên ku hatibûn ser civata mezin. Rojnema wî şeherîda hate gotinê: “Ser wan hemûşka dihate kifşê ku baweriya wan qewî ye, û usa jî ku ew meriv gelek şa ne û bextewar in”. Belê, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz gelek şa dibûn, îlahî seva wê yekê ku tevî xûşk-bira ne, çimkî hine salên paşwextiyê, ewana cêribandinên giranda bûn. Mesele, wedê şer miqabilî wan derdiketin, civatêda dewên mezin hebûn, Beytela Brûklînê hate dadanê. Xêncî vê yekê, bona belakirina mizgîna Padşatiyê, gelek bira kirine kelê, ji wana heyşt bira yên cabdar bûn, kîjanara 20 sal dan. *

Wedê wan cêribandina, hine Lêkolînkarên Kitêba Pîroz dilteng bûn û tevhev bûn, û şixulê belakirina mizgînê hîştin. Lê heçî zef, çi ku dikaribûn hemû tişt dikirin, seva qewî bisekinin ber miqabilîbûna serwêrên dewletê. Carekê, lêkolînkarekî şixulê dîwanê, gilî kir ku Lêkolînkarên Kitêba Pîrozra gelek sert hate gotinê, ku şixulê xwe bidine sekinandinê, lê yeke ewana ser ya xwe sekinîn, û gotin ku wê “berdewam kin heta xilaziyê Xebera Xwedê bela kin”.

Nava wan salên cêribandinada, Lêkolînkarên Kitêba Pîroze amin, “dîna xwe didan rêberiya Xudan, . . . her gav dua dikirin ku Bavê wan rêberiyê wan bike”. Û niha, ser vê civata mezine Sîdar Poîntêda, ewana bi şabûnê yektiyêda nin. Xûşkek gilî dike, ku wî çaxî gelek xûşk-bira difikirîn, hela niha ça bi organîze “destpêbe şixulê belakirina mizgînê”. Ewana gelek dixwestin ku zû destpêkin ewî şixulî.

NAVÊ HACETA TEZE!

Çaxê xûşk û bira dihatin ser civata mezin, wanara bernama civînê didan, ser kîjanî usa jî du herfên mezin bi zimanê Înglîzî hatibûn nivîsarê. Ew du herf usa jî li ser cûre-cûre plakata nivîsar bûn, lê tu kesî fem nedikir ew herf çi têne hesabê. Xilaziya heftiyê, Îniyê, Cozêf Rûtêrford 6 000 guhdarvanara eyan kir, ku çi dihatine hesabê ew du herf. Ew herfên pêşin ji du xeberên Înglîzî bûn, kîjan ku ser zimanê me tê hesabê “Qirna Zêrîn”. Usa hate navkirinê jûrnala teze bona xizmetkirinê. *

Gotarêda Birê Rûtêrford derheqa rûnkiriya got: “Wedê tengasiya, wana bi çevê baweriyê didîtin Qirna Zêrîn ya wedê serwêrtiya Mesîhye pir baş. . . . Wana hesab kir ku ewana borcdar in û bona wan qedir e ku dinyayêra elam kin derheqa hatina Qirna Zêrîn. Ew para cabdariya wan bû, ku Xwedê dabû wan”.

Jûrnala “Qirna Zêrîn”, ser rûyê kîjan nivîsar bû “Jûrnala Îzbatkirin, Bawerî, û Hebandin”, mizgînvana gerekê bi cûrê teze bidana xebitandinê, seva rastiyê bela kin. Wana gerekê kampanya belakirana jûrnala mal bi mal destpêkira. Çaxê hate elamkirinê ku kê ji guhdarvana dixwaze komekê bide wî şixulîda, gişk rabûne ser piya. Paşê, birê J. M. Norrîs tîne bîra xwe, ku “bi dil û can û bi xîret, ewên ku pey pêgeha Îsa diçin, distiran: ‘Ronayî û rastiya xwe bişîne, Ya Xudan’. Ez tu car bîra nakim, ku dengê wan usa bilind bû, ku tê bêjî xişe-xişa belga bû”.

Paşî para pêşin, guhdarvan bi siheta siriyêda disekinîn, seva ew jûrnala teze bistînin. Geleka mîna birê Mabêl Fîlbrîk xwe texmîn dikirin, yê ku got: “Çiqas şabûneke mezin bû bona me, ku dîsa jî em zanin ku çi şixulî gerekê bikin!”

“KÊRA EW ŞIXUL HATE DAYÎNÊ”

Weke 7 000 Lêkolînkarên Kitêba Pîroz hazir bûn bona wî şixulî. Edebyet bi navê “Mêtoda Teşkîletê” û broşûra “Kêra Ew Şixul Hate Dayînê” rêberiya hûr bi hûr didan, ku ça ew şixul gerekê bê kirinê: Ofîsa serekeda, Îdara Xizmetiyê ya teze gerekê rêberiya wî şixulî bikira. Komîtêta Xizmetiyê gerekê saz bûya civatêda, û kesekî gerekê kifşkirina, seva rêberiyê şirovekira. Mihale hatine parevekirinê, ji 150 heta 200 mala. Civata Xizmetiyê gerekê her Pêşema, êvarê derbaz bûya, û bira gerekê gilî kirana qewimandinên deştêda û hesabê xizmetiyê.

Birê Hêrman Fîlbrîk gilî dike: “Paşî xizmetiyê, çaxê em vedigeriyan malê, me hesab dikir ku me çiqas jûrnal bela kir”. Bi rastiyê, wana gelek meriv didîtin, yên ku dixwestin wana bibihên. Bêûlah Kovê, dibêje: “Usa dihate kifşê ku paşî şer û gelek kul-derda, elametiya derheqa qirna zêrîn dilbînî dida her kesî”. Artûr Klaûd nivîsî: “Temamiya civatê ecêbmayî ma, ku çiqas jûrnal hatine belakirinê”. Nava du mehada, paşî derxistina vê jûrnalê, weke nîv mîlyon jûrnala “Qirna Zêrîn” hatine belakirinê, û 50 000 meriv razî bûn, ku timê wanra ewê jûrnalê bînin.

“Jûrnala Birca Qerewiliyêda” ya sala 1920, 1 Tîrmehê, hebû gotar bi navê “Mizgîna Padşatiyê” A. H. Makmîlan got ku, vê gotarêda “pêşiyê bi ofîsîal hate elamkirinê derheqa şixulê belakirina mizgînê nav temamiya dinyayê, kîjan ku em îro dikin”. Ewê gotarê hemû rûnkirî hêlan kirin, ku “dinyayêra şedetiyê bidin wekî padşatiya ezmana nêzîk dibe”. Îro, rûnkirî, kîjanara “ew şixul hate dayînê”, hîviya qirna zêrîn in, û tevî mîlyona mizgînvana, bi xîret dinyayêra mizgînê bela dikin.

^ abz. 5 Binihêre “Şedên Yahowa Mizgîna Padşatiyê Elam Dikin”, serê 6, “Wedê Cêribandinê (1914-1918)”.

^ abz. 9 Jûrnala “Qirna Zêrîn” sala 1937 hate navkirinê “Berdilî”, û paşê 1946 hate navkirinê “Hişyar Bin!”.