Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Ça Safîkirina Dikî?

Tu Ça Safîkirina Dikî?

“Bizanibin çi ye qirara Xudan” (EFES. 5:17).

KILAMÊN: 11, 22

1. Gilî kin hine qanûnên Kitêba Pîroz, û em çi karê distînin çaxê wan qanûna tînin sêrî?

YAHOWA bi Kitêba Pîroz qanûn û temiyên zelal daye me. Mesele, Yahowa qedexe dike bênamûsiyê, pûtparistiyê, diziyê, û serxweşiyê (1 Korn. 6:9, 10). Xêncî vê yekê, Kurê Xwedê, Îsa Mesîh ev temiya konkrêt da peyçûyên xwe: “Herin hemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz binixumînin û wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Met. 28:19, 20). Rastî jî, qanûn û temiyên Xwedê çiqas me xwey dikin û karê mera tînin! Ew temiyên Xwedê me hîn dikin ku qedirê xwe bizanibin, sihet-qewata xwe xwey kin, û ça malbetêda bextewar bin. Û hê zêde, çaxê em temiyên Yahowa tînin sêrî, û mizgînê bela dikin, ew me qebûl dike û me kerem dike.

2, 3. a) Çira Kitêba Pîrozda derheqa hemû cûre dereca temî tunene? b) Vê têmayêda emê kîjan pirsa şêwir kin? (Binihêre şikilê ewlin.)

2 Kitêba Pîroz derheqa hemû dereca temiyên konkrêt nade. Mesele, Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku Mesîhî çi kinc gerekê xwe kin. Vê yekêda rastî jî bîlaniya Yahowa tê kifşê. Her welatekîda stîl û qeydê kincxwekirinê cûre-cûre ye, û hin jî çiqas wede derbaz dibe, haqas cûrê kincxwekirinê têne guhastinê. Lema jî, hergê Kitêba Pîrozda bihata rêzkirinê cûrê kincxwekirinê û xemilandinê, ew yek wê layîqî kincxwekirina îro nîbûya. Usa jî Kitêba Pîroz nade temiya konkrêt derheqa vê yekê ku Mesîhî kîjan xebatê gerekê bijbêre, ça miqatî sihet-qewata xwe be, û ça wedê xwe derbaz ke. Wan pirsa Mesîhî gerekê xwexa safî ke. Lê malbetêda gerekê malxê malê safî bike.

3 Lê gelo ew tê hesabê ku Yahowara firqî tune, em ça wan safîkirina dikin? Gelo Yahowa wê hemû safîkirinên me qebûl ke, kîjan ku miqabilî qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz naçin? Em ça gerekê têderxin, hela wê Yahowa xweş bê safîkirina me, hergê Kitêba Pîrozda temiya raste-rast tune ye?

GELO FIRQÎ HEYE EM ÇI SAFÎKIRINA DIKIN?

4, 5. Safîkirinên me ça dikarin ser me û ser yên din hukum bin?

4 Hinek meriv difikirin, wekî firqî tune ewana safîkirina ça dikin. Lê em dixwazin dilê Yahowa şa kin, û lema çaxê em safîkirina dikin, gerekê qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz hildine hesab. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa nihêrandina Xwedê seva xûnê, lema em gerekê usa bikin ça Kitêba Pîroz dibêje (Destp. 9:4; Kar. Şand. 15:28, 29). Dua wê alî me bike ku safîkirinên rast bikin, kîjan li gora qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz in.

5 Safîkirinên me dikarin yan baş yan xirab ser me hukum bin. Çaxê em safîkirina baş dikin, ew yek heleqetiya me tevî Yahowa qewî dike. Lê çaxê em safîkirina nebaş dikin, ew yek dikare heleqetiya me tevî Yahowa xirab ke. Xêncî wê yekê safîkirinên me ser merivên din jî hukum dibin. Safîkirinên meye nerast dikarin ruhanîda ziyanê bidine merivên din, yan jî wan eciz kin. Usa jî em naxwazin seva wê yekê wanra bibine kevirê likumandinê, û usa yektiya civatê unda be. Belê, gelek ferz e ku em çi safîkirina dikin. (Bixûne Romayî 14:19; Galatî 6:7.)

6. Em ça gerekê safîkirina bikin?

6 Em çi gerekê bikin, çaxê tiştekî dixwazin safî kin, lê derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda raste-rast temî tune ye? Wan derecada, em gerekê ne ku safî kin usa ça em dixwazin, lê gerekê derheqa dereca xwe lêkolîn bikin, û safîkirina usa bikin, kîjan wê Yahowa qebûl ke û kerem ke. (Bixûne Zebûr 37:5.)

FEM BIKIN QIRARA YAHOWA

7. Çaxê Kitêba Pîrozda temiya konkrêt tune, em ça dikarin fem bikin ku Yahowa ça dixwaze ku em bikin?

7 Wedê safîkirina dibeke em difikirin: “Ez ça dikarim têderxim ku çi wê Yahowa xweş bê, hergê derheqa dereca min temiya konkrêt Kitêba Pîrozda tune ye?” Efesî 5:17-da tê gotinê: “Bizanibin çi ye qirara Xudan”. Çaxê Kitêba Pîrozda derheqa dereca me, qanûna raste-rast tune, em ça dikarin qirara Xwedê bizanibin? Em gerekê wîra dua bikin û bi saya ruhê pîroz rêberiya wî bivînin.

8. Îsa ça têderdixist qirara Yahowa? Meselê bînin.

8 Şêwir kin ku Îsa ça têderdixist qirara Bavê xwe. Mesele, çaxê du derecada Îsa bi keremet elaleta mezin têr kir, pêşiyê ewî Xwedêra dua kir (Met. 14:17-20; 15:34-37). Lê çaxê beriyêda Îsa birçî bû û Şeytan wî dicêriband, yeke ewî înkar kir ku bi keremet kevir bike nan. (Bixûne Metta 4:2-4.) Gelo çira? Çimkî ewî rind zanibû nihêrandina Bavê xwe, û lema zanibû ku gerekê usa neke. Îsa fem dikir ku Yahowa xweş nayê, ku ew qewata wî bona kara xwe bide xebatê. Û çimkî Îsa usa safî kir, bi vê yekê ewî da kifşê ku îtbariya xwe rêberiya Yahowa tîne, û bawer e ku ewê alî wî bike.

9, 10. Çi wê alî me bike ku safîkirinên bîlan bikin? Meselê bînin.

9 Hergê em dixwazin safîkirinên bîlan bikin, em gerekê mîna Îsa îtbariya xwe rêberiya Yahowa bînin. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi hemûya dilê xwe, bi Xudanva ewle bibe û pişta xwe nesipêre aqilê xwe. Di her karê ku tu dikî, wî nas bike û ew jî riya te derxe rastiyê. Xwe mîna yekî zaniyar nevîne, ji Xudan bitirse û ji xirabiyê dûr bisekine” (Metlk. 3:5-7). Çaxê em bi lêkolînkirina Kitêba Pîroz qirara Yahowa pêdihesin, emê bikaribin timê têderxin, ku safîkirina me wê wî xweş bê yan na. Û em çiqas rind Yahowa nas kin, haqas zef emê rêberiya wî bivînin û pey wî herin (Zeb. 119:11, 12).

10 Şêwir kin mesele: Bidine ber çevê xwe ku kulfetek dikanêda dixwaze tişta bikire. Dikanêda solê rind wê xweş hatin, kîjan ku gelek biha ne. Niha ew difikire ku malxê wê çi wê bêje çaxê ew wan solên biha bikire. Rast e malxê wê tevî wê nîne, lê ew kulfet rind zane nihêrandina malxê xwe, derheqa xerckirina pera. Lê ew ça zane? Îda êpêce wext e ku ewana zewicîne, û lema ew zane ku malxê wê ça dinihêre ser xerckirina pera. Dêmek, ew fem dike fikirên malxê xwe derheqa kirîna tiştên biha. Hema wî cûreyî, çaxê em nihêrandina Yahowa û riyên wî rind zanin, emê hê rind bikaribin têderxin, ku em ça gerekê cûre-cûre dereca safî kin.

TU ÇA DIKARÎ NIHÊRANDINA YAHOWA BIZANIBÎ?

11 Lê em ça dikarin nihêrandina Yahowa bizanibin? Gelek ferz e ku Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Çaxê em evê yekê dikin, wê baş be em pirsên usa bidine xwe: “Ew înformasiya derheqa Yahowa, riyên wî, û nihêrandina wî min çi hîn dike?” Em gerekê çev bidine Dawidê zebûrbêj, yê ku nivîsî: “Ya Xudan, tu hînî min bike riyên xwe, nîşanî min bide aliyên xwe. Bi rastiya xwera nîşanî min bide, ji bo min bibe hîndar. Çimkî tu yî ji bo min Xwedayê rizgarkar [xilazkar]. Hêviya min hergav tu yî” (Zeb. 25:4, 5, ÎM). Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em gerekê bifikirin ku em kîderê dikarin bidine xebatê çi ku me xwend. Pirsên usa bidine xwe: “Ez ça dikarim evê înformasyayê bidime xebatê malbetêda, mektebêda, û xizmetiyêda?” Çaxê emê safî kin ku kîderê em dikarin evê înformasyayê bidine xebatê, hingê mera wê diha hêsa be fem bikin ku çawa bidine xebatê.

12. Ça edebyet û civînên me alî me dikin, ku em bizanibin Yahowa çi difikire derheqa cûre-cûre dereca?

12 Em dikarin hê zêde nihêrandina Yahowa bizanibin, çaxê guh didine rêberiya teşkîleta wî. Mesele, “Îndêksa Edebyetên Birca Qerewiliyê” û “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yahowa”, dikarin alî me bikin ku bizanibin fikirên Yahowa derheqa cûre-cûre dereca. Usa jî çaxê em rind guhê xwe didine ser civata û caba xwe didin, û difikirin ser vê çi ku em pêhesiyan, usa em gelek karê distînin. Ew yek alî me dike ku hê rind fem kin nihêrandina Yahowa û çev bidine nihêrandina wî. Û axiriyêda, emê safîkirina usa bikin kîjan ku wî xweş tê û ew wê me kerem ke.

WEDÊ SAFÎKIRINA BIRA NIHÊRANDINA YAHOWA RÊBERIYA TE BIKE

13. Meselê bînin, ku çawa zanebûna nihêrandina Yahowa, alî me dike safîkirinên bîlan bikin.

13 Şêwir kin meselê, kîjan ku eyan dike, ku çawa zanebûna nihêrandina Yahowa, alî me dike ku safîkirinên rast bikin. Çawa xizmetkarên Xwedê, dibeke em dixwazin pêşengên hertim bin. Seva ku evê nêtê bînin sêrî, em destpêdikin emirê xwe hêsa kin, seva hê zêde xizmet kin. Hingê dibeke em xemgîn dibin, ku dibeke em bextewar nîbin, çimkî aliyê matêrîalîda emê dewletî nîbin. Belê, Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku em ese gerekê pêşeng bin. Em dikarin pêşeng nîbin, lê berdewam kin Yahowara bi aminî xizmet kin. Lê Îsa got ku hergê em bona Padşatiyê qurbana dikin, emê gelek kerema bistînin. (Bixûne Lûqa 18:29, 30.) Xêncî vê yekê, Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku çaxê em “pesnê ji dil” didine Yahowa, û bi dil û can wîra xizmet dikin, dilê wî gelek şa dibe (Zeb. 119:108, ÎM; 2 Korn. 9:7). Belê, hergê em bifikirin ser wan rêza, û Yahowara dua bikin ku rêberiya me bike, emê fem bikin qirara wî. Bi saya vê yekê, emê bikaribin safîkirina baş bikin, kîjan ku bona me kêrhatî be û Yahowa wê me kerem ke.

14. Tu ça dikarî têderxî, hela stîla kincxwekirina te, Yahowa xweş tê yan na?

14 Were meselê din şêwir kin: Bide ber çevê xwe ku stîleke kincxwekirinê te xweş tê, kîjan ku dibeke hine xûşk-birên civatêda dikare eciz ke. Lê tu zanî wekî Kitêba Pîrozda temiya konkrêt tune, kîjan ku qedexe dike ewê stîla kincxwekirinê. Lê ça tu dikarî têderxî nihêrandina Yahowa derheqa vê yekê? Kitêba Pîroz mera dibêje: “Bira kulfet bi kincêd layîq, şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin, ne ku bi gulî-gujanga, yan zêr, yan bi dura, yan jî bi kincêd biha, lê bi kirêd qenc, çawa li wan kulfeta dikeve, yêd ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe” (1 Tîmt. 2:9, 10). Belê, ew şîret bona hemû xizmetkarên Yahowa ye, dêmek bona kulfeta, û usa jî bona mêra. Çaxê em safî dikin kîjan kinca xwe kin û ça xwe bixemilînin, em gerekê ne ku tenê bona xwe dişirmîş bin, lê usa jî bifikirin ku çawa kincxwekirin û xemilandina me wê ser yên din hukum be. Milûktî û hizkirin me hêlan dikin ku nihêrandina xûşk-birên xwe hildine hesab, seva wana eciz nekin yan wana nexeyîdînin (1 Korn. 10:23, 24; Fîlî. 3:17). Em dikarin derheqa vê yekê nihêrandina Yahowa fem bikin, heger em bifikirin ser rêzên ji Kitêba Pîroz. Usa emê bikaribin safîkirinên rast bikin, kîjan ku wê Xwedê xweş bên.

15, 16. a) Yahowa ça dinihêre ser vê yekê, hergê em derheqa tiştên bênamûsî difikirin? b) Çaxê em safî dikin ku ça wedê xwe derbaz kin, em ça dikarin bizanibin ku wê Yahowa çi xweş bê? c) Safîkirinên ferz em ça gerekê bikin?

15 Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku dilê Yahowa dêşe çaxê meriv kirên xirab dikin û fikirên dilê wan jî xirab in. (Bixûne Destpêbûn 6:5, 6.) Ji vê yekê em fem dikin, hergê em derheqa tiştên bênamûsî bifikirin, ew yek wê Yahowa xweş neyê. Çimkî ew yek dikare me berbi gunê mezin bive. Yahowa dixwaze wekî fikirên me temiz bin. Aqûb nivîsî: “Serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e, paşê edil e, milûk û berbihêr e, bi remê û berêd qenciyêva tijî ye, bê tagêr û bê hilekarî ye” (Aqûb 3:17). Dêmek, em gerekê wederbazkirina usa nejbêrin, kîjan ku fikirên netemiz pêşda tînin. Û hergê em rind zanin ku Yahowa çi hiz dike û çi nefret dike, emê hêsa têderxin ku wedederbazkirina çi cûreyî bijbêrin, mesele kîjan kitêb bixûnin, fîlm binihêrin, yan kîjan lîstik bilîzin. Mesîhiyê serwaxtra, nelazim e ji kesekî bipirse ku çi bijbêre, çimkî derheqa wan tişta, fikirên Yahowa Xebera wîda zelal in.

16 Em dikarin safîkirina bi cûre-cûre bikin, û her cûrê safîkirinê Yahowa dikare qebûl ke. Lê çaxê mera lazim e safîkirineke ferz bikin, wê kêrhatî be hergê em ji rûspiya yan ji xûşk-birên cêribandî şîreta hildin (Tîto 2:3-5; Aqûb 5:13-15). Lê belê, ew nayê hesabê ku em ji wana bixwazin, wekî dewsa me safî kin. Çimkî em gerekê hîn bin xwexa têderxin, kîjan safîkirin wê rast bin û kîjan na (Îbrn. 5:14). Pawlosê şandî got: “Çimkî her kesê xurca xwe hilgire” (Galt. 6:5).

17. Emê çi karê bistînin, hergê safîkirinên usa dikin, kîjan ku Yahowa xweş tên?

17 Çaxê em wedê safîkirina, nihêrandina Yahowa hildidine hesab, em hê nêzîkî wî dibin (Aqûb 4:8). Usa em dilê wî şa dikin û keremên wî distînin. Ew yek baweriya me hê qewî dike hindava Bavê meyî ezmana. Lema, were em timê usa bikin ku qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz rêberiya me bikin, çimkî usa emê hê rind nihêrandina Yahowa bizanibin. Belê, emê timê hê zêde derheqa Yahowa pêbihesin (Îb. 26:14). Em hela hê niha jî dikarin bîlanî, zanebûn, û serwaxtiyê qazanc kin, çimkî ew mera lazim in seva safîkirinên rast bikin (Metlk. 2:1-5). Fikirên û nêtên merivên gunekar timê têne guhastinê. Lê zebûrbêj got: “Şêwra Xudan her û her e, fikira dilê wî, di dema tu nifşîda [nislîda] naguhere” (Zeb. 33:11, ÎM). Eyan e, ku em dikarin safîkirinên lapî baş bikin, çaxê em rind nihêrandina Yahowa bizanibin û kirên usa bikin ku wî xweş tên.