Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 8

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

Hertim Pey Rêberiya Yehowa Here

Hertim Pey Rêberiya Yehowa Here

“Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku . . . vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî” (ÎŞAYA 48:17, DT).

VÊ GOTARÊDA

Vê gotarêda emê pêbihesin ku Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe dike û hergê em pey rêberiya wî herin, emê çi kerema bistînin.

1. Çima ferz e ku em pey rêberiya Yehowa herin? Meselê bîne.

 BIDE ber çevê xwe ku tu nav mêşeda yî, û te riya xwe şaş kiriye. Der-dorê te gelek tiştên xof hene, mesele hirç, gur, merên bi jer û kendalên bilind. Çiqas wê baş bûya hergê rêberekî cêribandî, yê ku zane kîderê xof heye, bal te bûya, û alî te bikira ku neketayî qeziyê. Îro ev dinya mîna vî mêşeyî ye. Têda gelek telik hene, îlahî telikên usa ku dikarin dostiya me tevî Xwedê xirab kin. Lê cem me Rêberekî bêqisûr heye: Yehowa. Ew me ji telika dûr digire û ser riya ku diçe berbi jîyîna heta-hetayê, rêberiya me dike.

2. Yehowa çawa rêberiyê me dike?

2 Gelo Yehowa çawa rêberiyê me dike? Ya pêşin, bi saya Xebera xwe, Kitêba Pîroz. Xêncî vê yekê, ew usa jî bi saya merivên ku ew kifş dike, rêberiyê me dike. Mesele, ew bi saya “xulamê amin û serwaxt”, xwarina ruhanî dide me, wekî em bikaribin safîkirinên baş bikin (Metta 24:45). Yehowa bi saya mêrên dine kifşkirî jî rêberiya me dike. Mesele, berpirsiyarên mihalê û rûspiyên civatê hêlanê didine me û me hîn dikin, wekî em bikaribin wedê çetinaya Yehowara amin bimînin. Em bona rêberiya ku van rojên axiriyêda distînin, gelek razî ne! Bi saya vê rêberiyê, em dikarin ser riya jîyînê bimînin û qebûlkirina Yehowa unda nekin.

3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Dîsa jî, dibeke carna mera çetin be, wekî pey rêberiya Yehowa herin, îlahî gava ev rêberî pê merivên gunekar digihîje me. Gelo çira? Dibeke şîretên wan ne li gora dilê me bin. Yan jî, em dibeke difikirin, wekî rêberiya ku em distînin neaqilayî ye û ji Yehowa nîne. Hingê gerekê em bawer bin ku Yehowa rêberiyê cimeta xwe dike, û hergê em pey rêberiya wî herin, emê timê kerema bistînin. Seva ku îtbariya me hindava rêberiya Yehowa diha qewî be, emê vê gotarêda bivînin ku Yehowa (1) wedê berê çawa rêberî xizmetkarên xwe dikir, (2) îro çawa rêberiyê me dike, û (3) em çi karê distînin gava pey rêberiya wî diçin.

Berêda heta roja îroyîn Yehowa bi saya merivên kifşkirî rêberiyê xizmetkarên xwe dike (Binihêre abzasa 3)


YEHOWA ÇAWA RÊBERÎ CIMETA ÎSRAÊLÊ DIKIR?

4-5. Yehowa çawa nîşan kir ku pê Mûsa rêberiyê cimeta Îsraêlê dike? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

4 Yehowa xizmetkarê xwe Mûsa kifş kiribû, wekî Îsraêliya ji welatê Misirê derxe. Serda jî, Yehowa eşkere Îsraêliyara îzbat dikir, ku ew bi saya Mûsa rêberiyê wan dike. Mesele, ewî roj pê “stûneke ewr” û şev pê “stûneke agir” rêberî wan dikir (Derketin 13:21). Mûsa pey stûnê diçû, kîjanê ew û Îsraêliya dibirine berbi Bera Sor. Ser rê, gava cimet îda ber berê bû û ordiya Misirê pey wan ketibû, ewana tirsiyan ku ketine telikê. Ewana difikirîn wekî Mûsa şaş bû, ku ewana anîne ber Bera Sor. Lê ev yek şaşî nîbû! Yehowa bi nêt ewana pê Mûsa anîbû wêderê (Derketin 14:2). Paşê, Xwedê ewana bi keremeteke mezin ji destê dijmina xilaz kirin (Derketin 14:26-28).

Mûsa pey stûna ewr diçû, wekî beriyêda rêberiyê cimeta Xwedê bike (Binihêre abzasa 4-5)


5 Paşî 40 sala jî, Mûsa pey stûna ewr diçû, wekî beriyêda rêberiyê cimeta Xwedê bike a. Wextekê, Yehowa stûn ser konê Mûsa danî, û her kesî dikaribû wê bivîne (Derketin 33:7, 9, 10). Yehowa ji stûnê Mûsara xeber dida, û ewî jî gilî û rêberiyên Xwedê cimetêra digotin (Zebûr 99:7). Belê, gelek îzbatkirin hebûn ku Yehowa pê Mûsa rêberî Îsraêliya dikir.

Mûsa û Yêşûyê ku paşî wî bû rêberê cimetê (Binihêre abzasa 5, 7)


6. Heçî zef Îsraêliya hindava rêberiya Yehowa xwe ça didane kifşê? (Jimar 14:2, 10, 11)

6 Sed heyf, ku heçî zef Îsraêliya înkar dikirin ev îzbatî, yên ku eşkere dikirin, wekî Yehowa Mûsa kifş kiribû û pê wî wanra xeber dida (Bixûne Jimar 14:2, 10, 11). Dîsa û dîsa, wana rêberî û rola Mûsa qebûl nedikir. Lema jî axiriyêda Yehowa îzin neda vî nisilî, wekî bikevine Erdê Sozdayî (Jimar 14:30).

7. Hine kesên ku rêberiya Yehowa qebûl dikirin, kî bûn? (Jimar 14:24) (Binihêre usa jî şikil.)

7 Lê hine Îsraêliya rêberiya Yehowa qebûl dikirin. Mesele, Yehowa got: “Kaleb . . . tam gura min kir” (Bixûne Jimar 14:24). Lema jî Xwedê ew xelat kir. Serda jî, Xwedê erdê ku Kaleb li Kenanêda xwest, da wî (Yêşû 14:12-14). Zarên Îsraêliyên ku beriyêda miribûn, wana jî rêberiya Yehowa qebûl dikir. Gava Yêşû dewsa Mûsa bû rêberê Îsraêliya, wana temamiya emirê wîda qedirê wî digirt (Yêşû 4:14). Axiriyêda, Yehowa ew kerem kirin û birin Erdê Sozdayî (Yêşû 21:43, 44).

8. Wedê padşada, Yehowa çawa rêberî cimeta xwe dikir? (Binihêre usa jî şikil.)

8 Gelek sal şûnda, Yehowa hakim kifş kirin, wekî rêberiyê cimeta wî bikin. Paşê, rojên padşada, Yehowa pêxember kifş kirin, wekî rêberiyê cimeta wî bikin. Padşên amin guh didan şîretên pêxembera. Mesele, gava Dawid Padşa ji aliyê Natan pêxemberda hate şîretkirinê, ewî şîreta pêxember bi milûktî qebûl kir (2 Samûyêl 12:7, 13; 1 Dîrok 17:3, 4). Yehoşefat Padşa xwe disparte rêberiya Yahazîêl pêxember, û ewî cimeta Cihûdayêra got, wekî îtbariya xwe pêxemberên Xwedê bînin (2 Dîrok 20:14, 15, 20). Gava Hizqiya Padşa kete belayê, ewî ji Îşaya pêxember alîkarî xwest (Îşaya 37:1-6). Çaxê padşa pey rêberiya Yehowa diçûn, wana kerem distand, û cimet jî xweykirî bû (2 Dîrok 20:29, 30; 32:22). Gişkara eşkere bû ku Yehowa bi saya pêxemberên xwe rêberiyê cimeta xwe dike. Lê dîsa jî, heçî zef padşa û usa jî gelek Îsraêliya pêxemberên Yehowa înkar dikirin (Yêremya 35:12-15).

Hizqiya Padşa û Îşaya pêxember (Binihêre abzasa 8)


YEHOWA ÇAWA RÊBERÎ MESÎHIYÊN PÊŞIN DIKIR?

9. Qirna yekêda, Yehowa bi saya kê rêberî Mesîhiya dikir? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Qirna yekêda D.M., Yehowa civata Mesîhiya saz kir. Gelo ewî çawa rêberî wan dikir? Ewî Îsa Mesîh ça serê civatê kifş kir (Efesî 5:23). Lê Îsa raste-rast rêberî her şagirtekî nedikir. Dewsê, ewî bi saya şandiya û rûspiyên li Orşelîmê rêberiya wan dikir (Karên Şandiya 15:1, 2). Usa jî, rûspiyên din dihatine kifşkirinê, wekî rêberiyê civata bikin (1 Têsalonîkî 5:12; Tîto 1:5).

Şandî û rûspiyên Orşelîmêda (Binihêre abzasa 9)

10. (a) Qirna yekêda, heçî zef Mesîhiya ser rêberiya ku wana distand çawa dinihêrîn? (Karên Şandiya 15:30, 31) (b) Wedê berê, hineka çira qedirê kifşkiriyên Yehowa nedigirtin? (Binihêre çargoşe bi navê “ Hinek Çira Îzbatiyên Eşkere Înkar Dikin?”)

10 Qirna yekêda, heçî zef Mesîhiya rêberiya ku wan distand, bi şabûnê qebûl dikirin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî ewana “pir şa bûn” bona “dildayînê” ku birên cabdar didane wan (Bixûne Karên Şandiya 15:30, 31). Gelo Yehowa îro çawa rêberiya cimeta xwe dike?

YEHOWA ÇAWA RÊBERIYÊ ME DIKE?

11. Yehowa çawa hêna meda rêberiyê xizmetkarên xwe dike? Meselê bîne.

11 Yehowa îro bi saya Kitêba Pîroz û serê civatê, Kurê xwe Îsa, rêberiyê cimeta xwe dike. Gelo îzbatî hene ku Yehowa îro bona rêberiyê cimeta xwe bike, usa jî meriva dide xebatê? Belê. Were dîna xwe bidinê ku ji sala 1870 û paşê çi qewimî. Çarlz Têîz Rassêl û hevalên wî fem kirin, ku bona sazkirina Padşatiya Xwedê, sala 1914 wê saleke ferz û mexsûs be (Daniyêl 4:25, 26). Ewana ser hîmê Kitêba Pîroz hatibûn ser vê fikirê. Eşkere ye ku Yehowa rêberî lêkolîna wan dikir, çimkî sala 1914-da, tiştên ku dinyayêda qewimîn îzbat kirin, wekî Padşatiya Xwedê îda hatiye sazkirinê û serwêrtiyê dike. Şerê Hemdinyayêye I destpêbû. Paşê, nexweşî bela bûn, gelek ciyada erdhej û xelayî dibûn (Lûqa 21:10, 11). Belê, Yehowa bi saya wan lêkolînkarên Kitêba Pîroz, alî cimeta xwe dikir, wekî ewana Kitêba Pîroz fem kin.

12-13. Wedê Şerê Hemdinyayêye II, bona zêdekirina belakirina mizgîniyê çi hate kirinê?

12 Usa jî, were em bidine ber çevê xwe, ku wedê Şerê Hemdinyayêye II çi qewimî. Birên cabdar ji ofîsa sereke gotinên Eyantî 17:8 lêkolîn kirin. Ji vê lêkolînê, wana fem kir ku paşî vî şerî, ne ku wê Harmegedon bê, lê ser wextekê wê edilayî hebe û mecal vebe, wekî mizgînî hê zêde bê belakirinê. Lema jî çaxê şer hê diçû, teşkîleta Yehowa Mekteba Gîledê saz kir, wekî mîsyonêr bona belakirina mizgîniyê bêne hînkirinê û şandinê li cûre-cûre welata. Hela hê şer xilaz nebibû jî, mîsyonêr hatine kifşkirinê. Usa jî, “xulamê amin” Kûrsa Xizmetiya Têokratîkî b saz kir, wekî hemû xûşk-bira bona belakirina mizgîniyê hîn bin. Bi van tişta, xizmetkarên Xwedê bona şixulê ku pêşiya wan bû, dihatine hazirkirinê.

13 Eşkere ye ku wan rojên çetinda, Yehowa rêberî cimeta xwe dikir. Ji xilaziya Şerê Hemdinyayêye II û paşê, Şedên Yehowa aza mizgînî gelek welatada bela dikirin. Axiriyêda, şixulê belakirina mizgîniyê pêşda çû, û gelek meriv Yehowa nas dikin.

14. Em çima dikarin îtbariya xwe rêberiya teşkîleta Yehowa û rûspiyên kifşkirî bînin? (Eyantî 2:1) (Binihêre usa jî şikil.)

14 Îro endemên Koma Rêberiyê xwe dispêrin rêberiya Îsa Mesîh. Ewana xîret dikin wekî ev rêberiyên ku ewana didine xûşk-bira, li gora xwestina Xwedê bin. Bi saya berpirsiyarên mihalê û rûspiya, ewana rêberiyê civata dikin c. Rûspiyên bi ruh kifşkirî, destê Îsayî rastêda nin (Bixûne Eyantî 2:1). Ev rûspî hemikî gunekar in û carna şaşiya dikin. Mûsa, Yêşû û şandiyên Îsa jî carna şaşî dikirin (Jimar 20:12; Yêşû 9:14, 15; Romayî 3:23). Lê eyan e ku Îsa niha rêberiyê “xulamê amin” û rûspiyên kifşkirî dike, û ew wê “her roj, heta rojên xilaziyêye vê dinyayê” usa bike (Metta 28:20). Lema jî meniyên baş hene ku em îtbariya xwe vê rêberiyê bînin, ku Îsa bi saya birên kifşkirî dide me.

Koma Rêberiyêye îroyîn (Binihêre abzasa 14)


EM KARÊ DISTÎNIN GAVA PEY RÊBERIYA YEHOWA DIÇIN

15-16. Tu ji serhatiyên wan xûşk-birên ku guh dane rêberiya Yehowa, çi hîn dibî?

15 Gava em pey rêberiya Yehowa diçin, ev yek îroda mera kerema tîne. Mesele, “xulamê amin” mera dibêje, wekî em bi jîyîneke sivik bijîn (Îbranî 13:5). Çaxê birê me Êndî û jina wî Robînê guh dane vê şîretê, hingê wana îda dikaribû ser proêktên avakirinêye teşkîletê bixebitin. Robîn dibêje: “Em malên gelek biçûkda diman. Hine malada, yên ku em têda diman, ciyê çêkirina xwarinê jî tune bû. Serda jî ez mecbûr bûm, wekî gelek kamêra û lînzên bona fotokişandinê, yên ku min dida xebatê, bifiroşim. Gava min ew difirotin, çevên min tije hêsir dibûn, çimkî ez fotokişandinê gelek hez dikim. Lê mîna Serahê, min dixwest, ne ku pişt xwe binihêrim, lê pêşiya xwe” (Îbranî 11:15). Gelo ev jin-mêr ji bo vê safîkirina xwe çi kar standin? Robîn dibêje: “Em gelek bextewar in, çimkî em zanin wekî destê meda çi heye jî, em her tiştî didine Yehowa. Gava em ser proêktên teşkîletê dixebitin, em didin ber çevê xwe ku jîyîna dinya tezeda wê ça be”. Êndî dibêje: “Em şa ne, çimkî em hemû wext û qewata xwe bona şixulê Yehowa xerc dikin”.

16 Em dîsa çi karê distînin, gava pey rêberiya Yehowa diçin? Dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke bi navê Marsya. Paşî xilazkirina mektebê, Marsyayê li gora şîreta ku ewê standibû, dixwest bibe pêşeng (Metta 6:33; Romayî 12:11). Ew dibêje: “Ûnîvêrsîtêtekê ez teglîf kirim, wekî çar sala bêpere hîn bim. Lê min dixwest Yehowara diha zêde xizmet kim. Lema jî min safî kir pêşekî hîn bim, wekî xwera xebateke usa bivînim, ku bikaribin ça pêşeng xizmet kim. Ev yek bi rastî jî safîkirineke gelek baş bû. Niha ez pêşenga hertim im, û xebata min mecalê dide min, wekî alîkariyê bidime Beytelê, û ez gelek keremên din jî distînim”.

17. Hergê em guh bidin rêberiya Yehowa, emê dîsa çi karê bistînin? (Îşaya 48:17, 18)

17 Carna mera şîret tê dayînê, wekî em nekevine pey pera, û haş ji xwe hebin ku qanûnên Xwedê neteribînin. Vî alîda jî, rêberiya Yehowa karê dide me. Gava em guh didine rêberiya wî, îsafa me temiz dimîne û em xwe ji problêma xwey dikin (1 Tîmotêyo 6:9, 10). Bi vî cûreyî, em dikarin bi dil û can Yehowa bihebînin, û ew yek mera şabûn, edilayiyê û dilrihetiyê tîne (Bixûne Îşaya 48:17, 18).

18. Tu çima dixwazî hertim pey rêberiya Yehowa herî?

18 Wedê tengasiya mezin û wedê Hezarsaliya Padşatiyê jî, Yehowa wê bê şik bi saya meriva rêberiyê me bike (Zebûr 45:16). Hergê rêberî ne li gora dilê me be, gelo emê dîsa jî guh bidinê? Caba vê pirsê vê yekêva girêdayî ye, hela îro em ça pey rêberiya Yehowa diçin. Lema jî were em her gav pey rêberiya Yehowa herin û guh bidine kesên ku hatine kifşkirinê, wekî miqatî me bin (Îşaya 32:1, 2; Îbranî 13:17). Were em hertim îtbariya xwe Rêberê xwe Yehowa bînin. Ew me ji her tiştê ku dikare dostiya me tevî wî xirab ke, dûr digire, û me berbi jîyîna heta-hetayê dibe.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Yehowa çawa rêberî cimeta Îsraêlê dikir?

  • Yehowa çawa rêberî Mesîhiyên pêşin dikir?

  • Gava em pey rêberiya Yehowa diçin, em çi karê distînin?

KILAMA 48 Em Her Roj Rê Herin Tevî Yehowa

a Usa jî, Yehowa bi saya melekekî rêberî cimeta xwe dikir, yê ku “pêşîya zoma îsraêlîyava diçû”, û ew dibirine Erdê Sozdayî. Ça tê kifşê, ew melek Mîxayîl bû, dêmek Îsa Mesîh (Derketin 14:19; 32:34).

b Ev civîn paşê hate navkirinê Mekteba Xizmetiya Têokratîkî. Îro ev hînkirin wedê civîna Mîna Îsa Bijîn tê dayînê.

c Binihêre çargoşe bi navê “Rola Koma Rêberiyê”, Birca Qerewiliyêda, ya meha Sibatê, sala 2021, rûp. 18.