Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Li gora Kitêba Pîroz, gelo Yehowa zane ku axiriyêda çi wê biqewime?

Kitêba Pîroz dibêje ku qewata Yehowa heye, wekî pêşda bêje ku axiriyêda wê çi biqewime (Îşaya 45:21). Lê Kitêba Pîroz nabêje ku ew vê qewatê kengê, çawa û çiqasî dide xebatê. Lema jî em derheqa vê qewatê her tiştî nizanin. Dîsa jî, were dîna xwe bidine van çend fikira ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin.

Xêncî sînorên ku Yehowa xwera datîne, sînorên qewata wî tune ne. Hemikî bi saya bîlaniya wîye bêhesab, qewata wî heye ku her tiştî pêşda bêje (Romayî 11:33). Lê çimkî Yehowa ji aliyê xwegirtinêda bêqisûr e, ew dikare xwe bigire û safî ke ku nizanibe axiriyêda çi wê biqewime (Beramber ke Îşaya 42:14).

Yehowa usa dike, wekî qirara wî bê sêrî. Gelo ev yek çawa vî feresetê wîva girêdayî ye, ku ew dikare axiriyê pêşda bizanibe? Îşaya 46:10 usa dibêje: “Ez serê-sêrîda dibêjim vê yekê, çi ku vê xilaziyêda bibe, û ji berêda vê yekê, çi ku hê nebûye. Ez dibêjim: ‘Qirara min wê bê sêrî û çi ku min safî kiriye, ezê bikim, DT’”.

Ji bo vê yekê ku qewata Yehowa heye xwestina xwe bîne sêrî, ew dikare bizanibe ku çi wê biqewime. Meriv carna pêşiyê xilaziya fîlmê dinihêrin, wekî pêşda bivînin ku xilaziyêda çi wê biqewime. Lê Yehowara nelazim e usa bike, wekî bizanibe hela axiriyêda çi wê biqewime. Yehowa dikare safî ke ku tiştek wexteke kifşkirîda biqewime, û gava wext tê, ew dikare usa bike wekî ew tişt bê sêrî (Derketin 9:5, 6; Metta 24:36; Karên Şandiya 17:31).

Lema, Kitêba Pîroz bi gotinên “hazir kir”, “çêkir” û “qirar kir” nîşan dike, wekî Yehowa çawa ser hine qewimandinên axiriyê hukum dike (2 Padşatî 19:25, DT; Îşaya 46:11, DT). Ev gotin xebereke Îbranîva girêdayî ne, ya ku tê hesabê “cêrker” (Yêremya 18:4). Çawa ku cêrkerekî hoste dikare formê bide heriyê, wekî derdaneke bedew çêke, Yehowa jî dikare ça bêjî formê bide qewimandina, yanê usa bike, wekî qirara wî bê sêrî (Efesî 1:11).

Yehowa qedirê azaya bijartina meriva digire. Ewî bextê her kesî ser eniya wan nenivîsiye. Usa jî, ew nabe sebeb ku merivên dilsax gune bikin û bêne kutakirinê. Ew îzinê dide ku her kes riya xwe bijbêre, lê wana hêlan dike, wekî ewana riya rast bijbêrin.

Were em dîna xwe bidine van du mesela: Mesela yekê derheqa cimeta Nînewayê ye. Yehowa pêşda gotibû ku ji bo xirabiya wan, ewê vî bajarî wêran ke. Lê gava cimeta Nînewayê tobe kir, Yehowa “bona wê xezeba ku gotibû wê banîya li serê wan, gotina xwe guhast û ew yek ne anî li serê wan” (Ûnis 3:1-10). Belê, çaxê cimeta Nînewayê azaya xweye bijartinê dane xebatê, ku guh dane xebera Yehowa û tobe kirin, Yehowa fikira xwe guhast û fermana xwe betal kir.

Mesela duda derheqa padşakî Farisa ye, navê kîjanî Koreş bû. Kitêba Pîroz pêxembertî kiribû, ku ewê Cihûyên aksorkirî aza ke û fermanê bide, wekî paristgeha Yehowa tezeda ava kin (Îşaya 44:26–45:4). Gotinên Yehowa bi saya Koreş Padşa hatin sêrî (Ezra 1:1-4). Lê dîsa jî, Koreş Yehowa nediheband. Rast e Yehowa gotinên xwe pê Koreş anî sêrî, yeke ewî ser azaya wîye bijartinê hukum nekir, lê îzin da wî, wekî ew xwexa safî ke kê bihebîne (Metelok 21:1).

Hemikî tenê ev tişt nînin çi jî me şêwir kir, ku Yehowa hildide hesab, gava ew pêşda dibêje ku çi wê biqewime. Lê belê, çimkî em merî ne, em nikarin fikir û kirên Yehowa bi temamî fem bikin (Îşaya 55:8, 9). Dîsa jî, tiştên ku Yehowa Kitêba Pîrozda nîşanî me kiriye, baweriya me diha qewî dikin vê yekêda, ku ewê her tim vê yekê bike çi ku rast e!