Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 5

KILAMA 27 Lawên Xwedê Eyan Dibin

Yehowa Wê Tu Car Te Nehêle!

Yehowa Wê Tu Car Te Nehêle!

“Xwedê got: ‘Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim’” (ÎBRANÎ 13:5b).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku çaxê bijartiyên paşin herin li ezmana, Xwedê wê xizmetkarên xweye ser erdê tenê nehêle.

1. Hemû bijartî wê kengê li ezmana bin?

 ÇEND sal pêşda, xizmetkarên Yehowa difikirîn: “Gelo bijartiyên paşin, dêmek yên bi ruh kifşkirî, wê kengê bêne hildanê li ezmana?” Hingê me tirê ku paşî şerê Harmegedonê hine bijartî wê heta wextekê cinetêda ser erdê bimînin. Lê jûrnala Birca Qerewiliyê ya 15 Tîrmehê, sala 2013, zelal kir, wekî hemû bijartiyên ku hê ser erdê ne, wê pêşiya Harmegedonê herine li ezmana (Metta 24:31).

2. Hine kes ji xwe çi dipirsin, û vê gotarêda emê çi pêbihesin?

2 Dîsa jî, em dibeke ji xwe dipirsin: Gelo halê “pezên din”, yên ku wedê “tengasiya mezin” bi aminî Yehowara xizmet bikin, wê çawa be? (Yûhenna 10:16; Metta 24:21) Îro hine kes ber xwe dikevin, ku gava yên bijartî bêne hildanê li ezmana, ewana wê tenê û bê rêberî bimînin. Diqewime ewana ji bo du serhatiyên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, usa difikirin. Niha emê van serhatiya şêwir kin, û bivînin çira ne lazim e em ber xwe kevin.

ÇI WÊ NEQEWIME?

3-4. Hine kes dibeke bona çi ber xwe dikevin, û çira?

3 Hinek ber xwe dikevin ku çaxê birên ji Koma Rêberiyê îda ser erdê nîbin, wekî rêberiyê bidine me, diqewime “pezên din” ji riya rastiyê derkevin. Dibeke ev tirs ji bo hine serhatiyên Kitêba Pîrozda pêşda tê. Niha emê du serhatiyên usa şêwir kin. Ya yekê, serhatiya Kahînê Mezin Yehoyada. Yehoyada bi dil û can Yehowara xizmet dikir. Ewî tevî jina xwe Yehoşabeatayê, zareke bi navê Yoaş diparast, û alî wî dikir ku ew bibe padşakî baş û amin. Heta Yehoyada sax bû, Yoaş ji riya rast dernediket. Lê paşî mirina Yehoyada, Yoaş guh da serokên xirab û pişta xwe da Yehowa (2 Dîrok 24:2, 15-19).

4 Mesela din, ya serhatiya Mesîhiyên qirna duda ye. Heta Yûhennayê şandî sax bû, ewî alî gelek Mesîhiya dikir, wekî ewana bi aminî Yehowara xizmet kin (3 Yûhenna 4). Yûhenna mîna şandiyên din xîret dikir, wekî civatê ji raberên ku hînkirinên qelp bela dikirin, biparêze (1 Yûhenna 2:18; 2 Têsalonîkî 2:7). Lê paşî mirina Yûhenna, gelek Mesîhî ketine ber bayê rabera. Û paşê nava çend salada, civata Mesîhîtî îda bi rabera û hînkirinên qelp tije bû.

5. Em dikarin çida bawer bin?

5 Gelo ev du serhatî nîşan dikin, ku paşî çûyîna bijartiya li ezmana, halê “pezên din” jî wê usa be? Wê demê, gelo Mesîhiyên amin jî wê mîna Yoaş ji riya rast derkevin, yan jî mîna gelek Mesîhiyên qirna dudada, bikevine ber bayê rabera? Tu car na! Em dikarin, bawer bin ku gava yên bijartî îda ser erdê nîbin, Yehowa wê “pezên din” xwey ke û ewana wê riya rastda bimînin. Gelo em çima dikarin vê yekêda bawer bin?

HEBANDINA RAST WÊ TEMIZ BIMÎNE

6. Niha emê kin derheqa kîjan hêna şêwir kin?

6 Rojên gelek çetin pêşiya me ne. Dîsa jî, em dikarin bawer bin ku hebandina rast wê temiz bimîne. Gelo çima? Kitêba Pîroz nîşanî me dike, ku rojên me ji rojên Îsraêliya û ji rojên Mesîhiyên qirna duda, cude ne. Lema were em dîna xwe bidin van sê wexta: (1) hêna Îsraêliyên berê, (2) hêna paşî mirina şandiya, û (3) hêna me, dêmek wedê vegerandina hebandina temiz (Karên Şandiya 3:21).

7. Hêna Îsraêliyên berê, gava milet û padşa ji riya Yehowa derdiketin, kesên amin çima sist nedibûn?

7 Hêna Îsraêliyên berê. Mûsa pêxember hine wext pêşiya mirina xwe, Îsraêliyara usa gotibû: “Ez zanim ku pey mirina minra hûnê ese biherimin û bişihitin ji wê rîya ku min li we emir kir” (Qanûna Ducarî 31:29). Xêncî vê yekê, Mûsa wanra got ku hergê ewana miqabilî Yehowa rabin, ewê bêne aksorkirinê (Qanûna Ducarî 28:35, 36). Hema usa jî bû. Bi qirna, gelek padşa xirabî dikirin û cimeta Xwedê ji rê derdixistin. Lema jî Yehowa ew merivên xirab ceza kirin, û îda îzin neda wekî ser cimeta wî padşa hebin (Hezeqêl 21:25-27). Çaxê Îsraêliyên amin dîtin ku gotinên Yehowa hatine sêrî, ewana şidiyan û berdewam kirin bi aminî Yehowara xizmet kin (Îşaya 55:10, 11).

8. Gelo xirabbûna civata Mesîhiyên qirna duda tiştekî ecêbmayî bû?

8 Hêna paşî mirina şandiya. Gelo em gerekê ecêbmayî bimînin, ku qelptî ketibû nava civata Mesîhiyên qirna duda? Na. Îsa pêşda gotibû ku gelek kes wê ji riya rast derkevin (Metta 7:21-23; 13:24-30, 36-43). Em ji nivîsarên Pawlos, Petrûs û Yûhenna fem dikin ku îda qirna yekêda, gotinên Îsa Mesîh hêdî-hêdî dihatine sêrî (2 Têsalonîkî 2:3, 7; 2 Petrûs 2:1; 1 Yûhenna 2:18). Qirna dudada, civata Mesîhiya îda xirab bû. Mesîhiyên qelp, dêmek raber pêşda hatin û bûne para sereke ya Babîlona Mezin, dêmek împêriya hemdinyayê ya rêlîgiya qelp. Bi vî cûreyî, pêxembertiya Îsa dîsa hate sêrî.

9. Hêna me çawa ji hêna Îsraêla berê û ji hêna civata Mesîhiyên qirna duda, cude ye?

9 Hêna vegerandina hebandina temiz. Hêna me ji hêna Îsraêla berê û ji hêna xirabbûna civata Mesîhiyên qirna duda, cude ye. Gelo ev hêna me ça tê navkirinê? Em wî wedeyî nav dikin “rojên axiriyê” yên vê dinya xirab (2 Tîmotêyo 3:1). Lê xêncî wê yekê, Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî dewraneke hê ferz û dirêj jî destpêbûye. Ev dewran wê berdewam be heta ku hemû meriv bi alîkariya Padşatiya Îsa Mesîh bigihîjine bêqisûrtiyê û dinya bibe cinet. Ev dewran tê navkirinê vegerandina hebandina temiz (Karên Şandiya 3:21). Ev dewran sala 1914-da destpêbûye. Gelo wî çaxî çi hate vegerandinê? Ya yekê, Îsa Mesîh li ezmana bû Padşa, dêmek serwêrekî ji mala Dawid Padşa dîsa ser textê Yehowa rûnişt. Paşê hine wext şûnda, Yehowa alî xizmetkarên xweye ser erdê kir, wekî dîsa wî usa bihebînin ça ew dixwaze. Wî cûreyî hebandina temiz destpêbû vegere (Îşaya 2:2-4; Hezeqêl 11:17-20). Gelo hebandina temiz dikare dîsa xirab be?

10. (a) Kitêba Pîroz berêva derheqa rojên me çi gotiye? (Îşaya 54:17) (b) Gotinên usa çima dilê me rihet dikin?

10 Bixûne Îşaya 54:17. Hela derheqa vê pêxembertiyê bifikirin: “Qet çekên ku dijî [miqabilî] te hatine çêkirin, wê ji tu karîra nebe”. Ev giliyên ji bîna ber Xwedê, îro têne sêrî. Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê: “Wê hemû lawên te aliyê Xudanva hatibin hînkirinê û wê silameta lawên te zef be. Tuyê bi rastiyê bizexm [qewî bî]; . . . tuyê netirsî û tuyê dûrî bêzarbûnê bî [sawê nekeve ser te], çimkî wê nêzîkî te nebe” (Îşaya 54:13, 14). Ev gilî bona hêna me ne jî. Mîrê-cina, “xwedayê vê dinyayê” jî, nikare şixulê hînkirinê, yê ku Şedên Yehowa dikin, bide sekinandinê (2 Korintî 4:4, ÎM). Hebandina temiz hatiye vegerandinê, û ewê tu car dîsa xirab nebe. Ewê heta-hetayê bimîne. Tu çekê ku miqabilî me tê çêkirinê, wê ser nekeve!

ÇI WÊ BIQEWIME?

11. Em ji ku zanin ku gava kesên bijartî herine li ezmana, “pezên din” wê bê xweyî nemînin?

11 Gava kesên bijartî bêne hildanê li ezmana, gelo çi wê biqewime? Bîr nekin ku Îsa Şivanê me ye û serê civatê ye. Ewî zelal usa gotiye: “Rêberê we yek e, Mesîh e” (Metta 23:10). Îsa niha li ezmana serwêrtiyê dike, û ewê hertim şagirtên xwe xwey ke. Lema jî şagirtên wî ji tiştekî natirsin, çimkî Îsa rêberiyê wan dike. Hemikî em hûr bi hûr nizanin ku hingê Îsa Mesîh wê çawa rêberiya şagirtên xwe bike. Lê werên em dîna xwe bidine çend meselên ji Kitêba Pîroz, yên ku dilê me qewî dikin.

12. (a) Paşî mirina Mûsa pêxember, Yehowa çawa bona xizmetkarên xwe xem dikir? (b) Paşî wê yekê ku Yehowa şixuleke teze da Êlyas pêxember, ewî çawa bona xizmetkarên xwe xem kir? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Pêşiya ku cimeta Îsraêlê biketa Erdê Sozdayî, Mûsa pêxember mir. Hingê halê wana çawa bû? Gelo ewana îda bê xweyî û bê rêber man? Na. Heta ewana amin diman, Yehowa bona hewcên wan xem dikir. Pêşiya mirina Mûsa, Yehowa wîra got ku Yêşû ça rêberê cimeta Îsraêlê kifş ke. Mûsa bi deha sala Yêşû hîn dikir (Derketin 33:11; Qanûna Ducarî 34:9). Usa jî serhezar, sersed, serpêncî û hela hê jî serdeh hebûn, yên ku rind rêberî cimetê dikirin (Qanûna Ducarî 1:15). Belê, Xwedê bona xizmetkarên xwe gelek baş xem dikir. Wedê Êlyas pêxemberda jî usa bû. Evî pêxemberî bi deha sala hebandina temizda rêberî Îsraêliya dikir. Lê paşê, Yehowa şixuleke din da wî û ew şande welatê Cihûdayê (2 Padşatî 2:1; 2 Dîrok 21:12). Gelo kesên amin, yên ku padşatiya Îsraêlêda dijîtin, bê rêberî man? Na. Êlyas pêxember hevalê xwe Êlîşa bi sala hîn kiribû. Usa jî wêderê “lawên pêxember” hebûn, yên ku hatibûn hînkirinê (2 Padşatî 2:7). Dêmek gelek kesên amin hebûn, yên ku dikaribûn rêberî xizmetkarên Xwedê bikirana. Belê, Yehowa berdewam dikir qirara xwe bîne sêrî, û ewî bona xizmetkarên xweyî amin xem dikir.

Him Mûsa (şikila aliyê çepê) him jî Êlyas (şikila aliyê rastê) dewsa xwe kesên din hîn kirine, wekî rêberiya xizmetkarên Xwedê bikin (Binihêre abzasa 12)


13. Îbranî 13:5-da çi soz hatiye dayînê? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Hergê usa ne, lê çaxê bijartî bêne hildanê li ezmana, hingê çi wê biqewime? Nelazim e ku em ber xwe kevin. Kitêba Pîroz soz dide ku Yehowa wê xizmetkarên xweye ser erdê, tu car tenê nehêle (Bixûne Îbranî 13:5b). Mîna Mûsa pêxember û Êlyas pêxember, kesên bijartî, yên ku îro rêberiyê dikin, zanin ku çiqas ferz e merivên din hîn kin. Bi deha sala, birên ji Koma Rêberiyê, birên ji “pezên din” hîn dikin, wekî ewana bikaribin rêberiyê xizmetkarên Xwedê bikin. Mesele, ewana gelek mekteb saz dikin bona hînkirina rûspiyên civatê, berpirsiyarên mihalê, endemên Komîtêyên Fîlîala, berpirsiyarên Beytelêda û kesên din. Xêncî wê yekê, Koma Rêberiyê, alîkarçiyên bona komîtêyên Koma Rêberiyê hîn dike. Ew alîkarçî niha bi aminî gelek cabdariyên giran tînin sêrî, û ewana hazir in axiriyêda jî bona pezên Mesîh xem bikin.

Koma Rêberiyê alîkarçiyên xwe hîn dike, û nav temamiya dinyayê organîze dike mektebên bona: rûspiyên civatê, berpirsiyarên rêwî, endemên Komîtêyên Fîlîalê, berpirsiyarên Beytelêda û mîsyonêra (Binihêre abzasa 13)


14. Vê gotarêda em çi pêhesiyan?

14 Bi alîkariya vê gotarê, em pêhesiyan ku gava nêzîkî xilaziya tengasiya mezin bijartiyên paşin bêne hildanê li ezmana, xizmetkarên Xwedêye din wê bi saya rêberiya Îsa Mesîh, berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin. Hingê Gog ji Magogê, dêmek koalîsya mileta, wê hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike (Hezeqêl 38:18-20). Lê ew hicûma kin wê ser nekeve û hebandina temiz nede sekinandinê. Yehowa wê xizmetkarên xwe xilaz ke. Yûhennayê şandî xeyalekêda “elaleteke . . . mezin”, dêmek pezên din, dît. Wîra hate gotinê ku ewana ji “tengasiya mezin” derketine (Eyantî 7:9, 14). Dêmek ewana wê bêne xilazkirinê!

15-16. Li gora Eyantî 17:14, kesên bijartî wê şerê Harmegedonêda çi bikin, û ev yek çima mêrxasiyê dide me?

15 Lê çaxê kesên bijartî bêne hildanê li ezmana, ewana wê çi bikin? Kitêba Pîroz nîşan dike ku serwêrên polîtîkî “wê tevî Berx şer bikin”, û Berx jî wê miqabilî wan derkeve û ser keve. Gelo kî wê alî wî bike? Rêzêda tê gotinê, “yên gazîkirî”, “bijartî” û “amin” (Bixûne Eyantî 17:14). Gelo ewana kî ne? Ew kesên bijartî ne, dêmek bi ruh kifşkirî, yên ku ji mirinê hatine rakirinê! Nêzîkî xilaziya tengasiya mezin, çaxê bijartiyên paşin herine li ezmana, şixulê wanî pêşin wê ew be, ku şer bikin. Ev cabdarîke çiqas ecêbmayî ye! Hine kesên bijartî pêşiya ku bibûna Şedên Yehowa, vê dinyayêda esker bûn û şer dikirin. Lê paşê ewana bûne Mesîhî, ketine riya edilayê û terka şerkirinê dan (Galatî 5:22; 2 Têsalonîkî 3:16). Lê gava ewana herine li ezmana, ewana wê şerê paşinda tevî Îsa Mesîh û melekên wî, miqabilî dijminên Xwedê şer bikin.

16 Hela bide ber çevê xwe: Hine kesên bijartî îda kal-pîr bûne. Lê gava ewana ji mirinê bêne rakirinê ça efrînên ruhaniye nemirî, ewana wê gelek qewî bin û tevî Îsa Mesîh miqabilî dijmina şer bikin. Paşî şerê Harmegedonê, ewana wê tevî Îsa alî meriva bikin, ku bigihîjine bêqisûrtiyê. Gava ewana hê ser erdê bûn, bona halxweşiya xûşk-bira kar dikirin, lê çaxê ewana îda li ezmana bin, wê bona wan şixulên diha mezin bikin.

17. Em ji ku zanin ku wedê şerê Harmegedonê, hemû xizmetkarên Xwedê wê xweykirî bin?

17 Tu yek ji “pezên din” î? Gava şerê Harmegedonê destpêbe, wê çi lazim be tu bikî? Tenê lazim e tu xwe bispêrî Yehowa û guh bidî rêberiya wî. Mesele, Kitêba Pîroz usa dibêje: “Bikeve odên xwe yên hundur û li pişt xwe deriya bigire. Demeke kurt [kin] xwe veşêre, heta ku xezeb derbaz bû” (Îşaya 26:20, ÎM). Wê demê, hemû xizmetkarên Xwedê, him yên li ezmana, him jî yên ser erdê, wê xweykirî bin. Mîna Pawlosê şandî, em bawer in ku ‘ne serwêrtî, ne tiştên niha heyî, ne tiştên ku bên dikarin me ji hezkirina Xwedê veqetînin’ (Romayî 8:38, 39, ÎM). Tu car bîr neke: Yehowa te hez dike, û ewê tu car te nehêle!

ÇAXÊ BIJARTIYÊN PAŞIN BÊNE HILDANÊ LI EZMANA . . .

  • çi wê neqewime?

  • em çima dikarin bawer bin ku hebandina temiz wê xirab nebe?

  • em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê bona xizmetkarên xwe xem bike?

KILAMA 8 Yehowa Sitara Me ye