2 Alîkarî ku Problêma Safî kin
Hine problêmên jîyîna me, çend sala dikişînin; û ev dikare kûr kokên xwe berde. Gelo Kitêba Pîroz dikare serwaxtiyê bide me, ku problêmên usa safî kin, yên ku gelek me dilteng dikin? Werên dîna xwe bidine çend mesela.
GELEK XEMGÎNÎ
Rozî dibêje: “Min timê gelek berxwediket bona tişta û seva min ev ça barekî giran bû. Lê bi rastî hemû tişt usa xirab nîbû, çawa ku min tirê”. Kîjan rêzên ji Kitêba Pîroz alî wê kirin? Yek ji wana Metta 6:34: “Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rojê besî wê ne”. Rozî dibêje ku giliyên Îsa alî wê kirin xema neke derheqa wê yekê, çi ku dikare sibê biqewime. Ew zêde dike: “Cem min êpêce çetinayî hebûn, serda jî ez xemgîn dibûm derheqa wan dereca yên ku neqewimîn”.
Kulfetekî jî bi navê Yasêmîn, texmîn dikir ku xemgîniya wê ew zeft kiribû. “Çend roja ez digiriyam, û xew nedikete çevê min. Min texmîn dikir ku fikirên nerast, şabûna min ditemirandin”. Kîjan rêz alî wê kir? Ew dîna xwe dide 1 Petrûs 5:7: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî [Xwedê], çimkî ew bona we xem dike”. Yasêmîn dibêje: “Min berdewam dikir Yehowara dua kim, û Ew caba duayên min dida. Tê bêjî barekî giran ji stiyê min ket. Hemikî car-cara fikirên nerast dîsa dikevine serê min, lê niha îda ez zanim çi bikim”.
TEMBELÎ
Kulfeteke cahil bi navê Îzabêlla dibêje: “Ez difikirim wekî tembelî bi gênêtîkî derbazî min bûye, çimkî bavê min jî yekî usa ye. Min xwe egle dikir, ku tiştên ferz nekim, lê tenê hevek hêsa bim û têlêvîzyonê binihêrim. Ev xeyseteke nebaş e, çimkî ev strêsa meriv zêde dike û ew nikare baş xebata xwe bike”. Prînsîpa ku alî wê kiribû em divînin 2 Tîmotêyo 2:15-da, yê ku dibêje: “Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, palekî usa ku şerm nekî”. Îzabêlla dibêje: “Min nedixwest, ku navê Yehowa ji bo xebata min xirab bûya, çimkî min tembeliyê dikir”. Lê Îzabêlla karibû xwe biguhêze.
Anegorî wê, Kêlsî jî dibêje: “Xebata min hebû, lê min heta seniya paşin dikişand û paşê dikir. Ez digiryam, xewn nedikete çevê min û ez berxwediketim. Ev bona min nebaş bû. Kêlsî alîkarî ji Metelok 13:16 dît: “Her kesê aqil bi zanistîyê dike, lê yê axmax, axmaxtîyê dide kifşê”. Ew şirowedike ku çawa fikirên vê rêzê ew hîn kirin: “Baş e ku em kêrhatî bin û pêşda hemû tiştî safî kin. Niha li ser sifira min defterek heye, kîjanêda ez kifş dikim xebata ku gerekê bikim. Û ev yek alî min dike cabdar bim û heta seniya paşin xebata xwe nekişînim”.
TENÊBÛN
Kulfeta bi navê Kîrstên dibêje: “Mêrê min ez tevî çar zara hîştim”. Kîjan prînsîpa ji Kitêba Pîroz alî wê kir? Di Metelok 17:17-da em dixûnin: “Heval her tim hez dike û bira di roja tengda xuya dibe”. Kîrstên xwe li civatê digirt û li wir alîkarî digeriya. Ev yek çi wêra anî? Ew dibêje: “Hevalên min hemû aliyava tevî min bûn! Hineka ji wana, xwarin û kulîrka ber derê min dihîştin. Sê cara, xûşk-bira alî min û zarên min kirin, ku ji malekî derbazî mala din bin. Ewana usa jî alî min kirin xebat bivînim. Hevalên min timê tevî min bûn”.
Zeyneb, derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê, ji bo tenêbûnê diçerçirî. Diltengiya xweda, ku ewê haqas tişt unda kir, ew dibêje: “Min tirê ku jîyîna min nejîyîn e, çimkî gişk tevayî bextewariyêda dijîtin, lê ez tenê bûm”. Rêzek ku alî wê kir ji Zebûr 68:6 bû, kîderê ku tê gotinê: “Xwedê malê dide bêkesan”. Ew dibêje: “Min zanibû wekî vê rêzêda niha xût derheqa maleke rêalî nayê gotinê. Min fem kir ku Xwedê maleke ruhanî dide me, dêmek ciyê bêxofiyê, kîderê ku heleqetiya nêzîk dikarin tevî meriya hebin, û yên ku Yehowa hiz dikin. Lê min fem dikir ku ezê nikaribim nêzîkî meriya bim, hergê nêzîkî Yehowa nabim. Zebûra 37:4 gelek alî min kir. Li vir usa nivîsar e: ‘Bira Xudan şabûna te be, Ewê xwestinêd dilê te bide te’”.
Zeyneb temam dike: “Min têderxist ku ez gerekê qewî xwe li Yehowa bigirim. Ew Dostekî lapî baş e”. Paşê, min xwera kifş kir hine şixula, kîjan ku ez dikaribûm tevî yên dinêna bi şabûn bikim, tevî wan têklî bim çimkî ewana jî Yehowa hiz dikin. Ez hîn bûm tiştên baş nav meriyada bivînim û şaşiyên wan gelek hilnedim ber dilê xwe, lê fem bikim ku ewana jî gunekar in.
Hemikî, hevalên me ku Xwedêra xizmet dikin, ewana jî gunekar in. Şedên Yehowa wek hemû meriya, rastî cûre-cûre çetinaya tên. Lê hînbûna Kitêba Pîroz meriya hêlan dike alî yên dinêna bikin. Wê baş be hergê em hevalên usa xwera bigerin. Prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin problêmên daha çetinda jî alî me bikin, mesele nexweşiyên ku nayêne qenckirinê û undakirina merivên nêzîk.
Xebitandina şîreta ji Kitêba Pîroz, dikare alî te bike hevalên baş bivînî, ku wê piştgiriya te bikin