Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Rêberiya Kitêba Pîroz Îro Karê Tîne?

Gelo Rêberiya Kitêba Pîroz Îro Karê Tîne?

HINEK DIBÊJIN NA. Doxdirek got, ku îro mektebada tu dersdarek li ser dersên kîmyayê, wê nede xebatê kitêba kevine ya sala 1920, ku zara hîn kin. Ewî got ku prînsîpên Kitêba Pîroz jî, hema usa bêkêr in. Merivên ku baweriya xwe Kitêba Pîroz nayînin, dibêjin wekî ev ça bêjî hergê bidî xebatê rêberiya kevin ya kompotêrê, seva ku bi vê rêberiyê hîn bin kompotêra modêrn bidine xebatê. Hergê bi giliyê mayîn bêjin, meriv difikirin wekî Kitêba Pîroz kitêbeke kevin û bêkêr e.

Gelo çima îro kesek gerekê rêberiya kevin bide xebatê, ne em dijîn wedê têknolojiyaye modêrn? Xêncî wê yekê bêhesab malper û rojnivîs, gelek şîret û rêberiya derbazî me dikin. Bernamên têlêvîziyonê jî, rêberiya û şîreta derbaz dikin bi saya doxdira, mamosta û nivîskara. Lê maxaziyên kitêba, bêhesab kitêb neşir dikin ku yan çi, bi şîretên xwe alî meriya bikin. Ser vê yekê gelek mîlyard dolar tê xerckirinê.

Hergê îro haqas înformasiya tê destxistinê, çima em gerekê Kitêba Pîroz hildin hesab, yê ku weke 2 000 sal pêşda hatibû temam kirinê? Dibe ku zandar û merivên din rast dibêjin, ku xebitandina Kitêba Pîroz, ev heye ça bêjî bidine xebatê kitêba kevine kîmiyayê yan rêberiya kevine kompoterê, ku tiştek hîn bin. Çi jî hebe ev nihêrandin nerast e. Zandarî û têknolojiya zû-zû têne guhastinê, lê hewcên meriva nayêne guhastinê. Heta niha meriv dîsa jî dixwazin nêta jîyînê bivînin, bextewar û bêxofiyêda bin, heleqetiya baş malbetêda xwey kin û hevaltiya baş jî qazanç kin.

Rast e Kitêba Pîroz kitêbeke kevin e, lê ew dikare hewcên meda alî me bike, çimkî ev ji bîna ber Efirandarê me hatiye nivîsarê. Ev hemû aliyava rêberiya me dike û hazir dike bona hemû çetinayên jîyînê (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Heyneser di vê kitêbêda hene şîret, ku timê wextda nin û rêberî yên ku tucar kevin nabin! Kitêba Pîroz xwexa jî dibêje: “Xebera Xwedê sax û zor e” (Îbranî 4:12).

Gelo Kitêba Pîroz rast e? Ev kitêbeke kevin e yan bi rastî kitêbeke layîq û kêrhatî ye? Nêta vê neşira mexsûse “Birca Qerewiliyê”, ev e, ku alî te bike cabên wan pirsa bivînî.